DAÎŞ Û PKK: Şerê du hêzên li herêmê mezin dibin

17.08.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/08/15)

Piştî ku DAÎŞê (Dewleta Îslamî li Iraq û Şam, bi navê xwe yê nû tenê Dewleta Îslamî, yanî DÎ) bajarê Mûsilê bi dest xist û damezrandina dewleteke Îslamî, ji wê jî zêdetir xîlafeta xwe ragihand, ew hevsengiya ku jixwe ji herêmê şikestxwarî bû bi yekcarê serûbinî hev bû. DAÎŞê jixwe li Sûriyê bi Kurdan re, bi PYDya ku di xeta PKKê de ye şer dikir. Li nedihat texmînkirin ku di demeke hinde zû de li Iraqê jî êrîşî Kurdan bike û bi pêşmerge re şer bike. Loma mesele bi temamî tevlihev bû. DAÎŞê, deverên wekî Şengal û Mexmûrê ku di bin kontrola pêşmerge de bûn bi asanî dagir kir û careke din bi her kesî da tescîlkirin ku hêzeke li herêmê mezin dibe, pêş dikeve.

Lê belê DAÎŞê di vê pêvajoyê de dijminekî din ji xwe re çêkir: PKK. PKKê, ji bo sekinandina êrîşên DAÎŞê bi ser axa Kurdistanê ve û di xelaskirina Êzîdiyên Şengalê de rolekî gelekî krîtîk lîst. Herwiha li ser êrîşeyeke muhtemel a bi ser Kerkukê ve hêzên piştgir şandin wî bajarî. Vê rêxistinê bi van çalakiyên xwe wekî hêzeke ku li herêmê mezin dibe bala hemî dinyayê kişande ser xwe.


Hem amator, hem profesyonel

Li Iraq û Sûriyê dê rûdanên mezin biqewimin. Ev muheqeq e. Lê belê mesele ew qasî tevlihev e ku ne mumkin e mirov karibe pêşbîniyekê bîne ziman. Li gel vê em dikarin her du hêzên ku li herêmê mezin dibin muqayese bikin û hin texmînan bidest bixin. Em pêşî berê xwe bidin aliyên hevpar ên her du hêzan:

-Piraniya wan kesên ku di nav refên PKK û DAÎŞê de ne girêdayî doza xwe ne û ji mirinê natirsin.

-Her du bizav jî bi tu awayî ne amator in. Têra xwe bi profesyonelî hereket dikin. PKK xwedî tarîxeke 30 salî ya têkoşîna çekdarî ye. DAÎŞ jî bermayiya El Qaîde ye ku ji sala 1990î ve berfireh dibe. Bi qasî PKKê nebe jî, di nava DAÎŞê de, kesên li çar dorûberên dinyayê şer kirine hene.

-Her du rêxistin jî xwedî profîleke “di ser neteweyan re” ne. Di nava PKKê de ji gelek newet dewletan Kurd û jimara wan kêm be jî yên ne Kurd hene. DAÎŞ jî li pey rêça El Qaîdeyê diçe û dikare ji hemî alema Îslamê xwebexşên xwe bi perspektîfeke “ummetparêzî” cezib dike.

Du profîlên li ser jinê yên cuda

Eger em behsa cudatiyan jî bikin, em dikarin bêjin ku:

-Eger em ferqa di navbera PKKê û DAÎŞê de wekî “bingeha yekê  netew, a din dîn e” tarîf bikin, emê şaşîtiyeke mezin bikin. Lewra du bizavên ku ji binyadê ve ziddî hev in û armanca wan jî her yekê dinyayeke pir cuda ye mewzû behs in. Ya rastî, berî ku em bi dûvdirêjî li serê xeber bidin, em cihê jinê di nav PKKê û DAÎŞê de muqayeseyî hev bikin, dê besî me be. Lewra ajansên navneteweyî yên nûçeyan, di rojên dawiyê de gelek fotoyên şervanên jin ên girêdayî YPJ (Sûriye) û YJA STAR (Tirkî) ku di xeta PKKê de ne belav dike. Ev foto ji pevçûnên di navbera YPG-PKK û DAÎŞê de hatine kişandin. Der barê DAÎŞê de jî, gelemperî fotoyên wan jinan belav dikin ku dîl hatine girtin û ji destê wan zilmê dibînin.
-PKK bi îddiaya ku erdê xwe diparêze şer dike. Lê DAÎŞ li Iraq û Sûriyê, herçiqasî di çarçoveyeke teng de piştgiriya hinek eşîretan bistîne jî piranî wekî “dagirger, mêtinger” tê dîtin.

Pêşiya PKKê têra xwe vekirî ye

Di her du bizavan de jî “eqlekî stratejîk” yê bihêz heye ku em li navendên Hewlêr û Bexdayê zêdî nabînin. Mesela DAÎŞê piştî bidestxistina Mûsilê întibaeke wisa da ku dê berê xwe bide Bexdayê, lê rêvebiriya PKKê bi vê nexapiya û pêşniyarek arasteyî serokatiya Hewlêrê kir ku li dijî êrîşên muhtemel ên DAÎŞê bi hev re berevaniya Şengalê bikin û axa xwe biparêzin, feqet bersiveke erênî wernegirtibû. Niha jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li eniyên Mexmûrê ji bo piştgiriyê sipasiya qumandarên PKKê dike û bi wan re fotoyan dide kişandin. Li gorî daxuyaniyên ku ji Qendîlê têne kirin, rêvebirên PKKê têkoşîna li dijî DAÎŞê wekî hedefeke sereke daniye ber xwe. Eger Hewlêr, bi musbet nêzîkî vê biryarê nebe jî, PKK wisa dide xuyakirin ku dê bi tena serê xwe şerê li dijî DAÎŞê heta dawiyê bimeşînin û di vê yekê de bibiryar in.

Li ser vê meselê divê em van gotinên Murat Karayılan ên der barê DAÎŞê de bilêv dike bi balkêşî bixwînin: “Ey çeteya navneteweyî DAÎŞ! Ey DAÎŞ! Gelê Kurd ne tenê ye. Vê baş bizane. Eger tu êrîşên xwe berdewam bikî, hin tiştên ku me li dijî te bikarneanîne hene. Emê van bixine dewrê. Tu yê poşman bibî. Demildest vê wehşeta xwe bidawî bîne. Hovîtî û wehşetê birê nebin.”

Baş nizanim ka Karayılan, DAÎŞê bi çi tehdît dike. Lê belê em dikarin bêjin ku dê şerê PKK û DAÎŞê gurtir bibe û bi vê yekê re dê jinûvedîzaynkirina herêmê bileztir bikeve. Ji niha û pê de jî aliyê serkeftî derkeve wê di statukoya nû de awatajeke mezin bidest bixe.

Min nivîsa xwe ya di 14ê Hezîranê de bi şeklê “PKK, ji Şerê Xelîcê yê yekem û mudaxeleya Iraqê, biqezenc derket û bihêztir bû. PKK, dixwaze ku ji qeyrana li Iraq û Sûriyê jî durist bûye, bi heman awayî sûdê wergire û biqezenc derkeve. Ji roja îro ve ayindeya vê rêxistinê vekirî dixuyê” kutayî pê anîbû. Ez vê nivîsê jî bi heman paragrafê bidawî bînin, dê gelekî licî be.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı