Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike

11.02.2016 rusencakir.com
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2016/01/30)

Roja 28ê Sibata 2015an li Qesra Dolmabahçe ya li Stenbolê nûnerên hikûmet û HDPê der bare Pirsa Kurd de serdemeke nipînû dane destpêkirin. Bi vî awayî Pêvajoya Çareseriyê ku Abdullah Öcalan di merkeza wê de bû ji merheleya “diyalogê” derbazî merheleya “muzakereyê” bû. Öcalan dê biba yek ji serperiştê muzakereyan. Ev kesin bû. Feqet berî ku muxatebê wî diyar bibe Serkomar Recep Tayyip Erdoğan mudaxeleyî rewşê kir. Diyar kir ku bi tu awayî dîmenê li Dolmabahçeyê qebûl nake û pêvajo resmen xiste sarincê. Ji wê rojê û vir ve her tişt xerab dice. Pêşî rewşa bêşeriyê bidawî hat. Komkujiya li Sûricê ku di 20ê Tîrmeha 2015an de rûda û hema piştî wê bi hinceta “misillemê” qetilkirina du polêsên di nav nivînên wan de li Serêkaniyê tundûtûjiyê zêde kir…

“Tu yan ji me yî yan ji wan”
Ev pirs hê jî li benda bersivê ne: Çi qewimî ku careke din şer destpê kir? Kî ji bidawîhatina rewşa bêşeriyê mesûl e? Ya rastî di Tirkiya îro de bawer nakim ku li dora van pirsan nîqaşên azad ji her aliyî ve bêne kirin. Lewra ji aliyekî ve desthilata siyasi girêdayî konsepta “şerê bêeman” heta tu bêjî bes zimanê xwe tund kiriye û hemû helwestên rexneyî di çarçoveya teng a “mucadeleya li dijî terorîzmê” de mehkûm dike û bêtesîr dihêle. Li aliyê din jî bizava siyasî ya Kurd bi heman şêweyî, hemû îtiraz û rexneyênli hemberî xwe bi perspektîfa “tu yan ji me yî yan ji wan” wek karekî şeytanî dide nîşandan.
(Ev şêwazê ku dewletê derxistiye pêş û ji hêla piraniya medyayê jî bi dilxwazî hatiye qebûlkirin, berê jî hatibû dîtin. Bi heman awayî dîsa me dîtibû ku bi vê helwestê tu pirsgirêk çareser nabin. Berevajiyê wê pirsgirêk kûrtir û aloztir dibin. Me hemûyan ev tecrube kiribû. Ferqeke mezin a îro ji salen 1980 û 1990î ew e ku bizava siyasî ya Kurd jî nîsbeten dikare bandorê li ser raya giştî bike. Di vê nuqteyê de divê mirov muheqeq balê bikşîne ser derfetên ku medyaya civakî direxsîne.”

Bêbaweriya dualî kûr dibe
Em vegerin ser pirsan: Bi qenaeta min ji ber gelek sedemên di nav hev de vê rewşa şer careke din destpê kir. Zehmet e ku mirov van hemûyan di nivîsekê de bicih bike. Ya rastî ne hewce ye jî. Ji dêvla wan ezê hewl bidim sê xalên ku ji hêla min ve muhîm in veçirînim. Pêşî bêbaweriya aliyan li hemberî hev. Di rastiyê de tiştekî ku mirov li vir ecêbgirtî bimîne tune. Lewra ev alî, 30 sal in li hemberî hev şerekî hêza wî ya xerakirinê zêde ye dimeşînin. Loma normal e ku bi hev bawer nebin. Bûyerên dawiyê jî nîşan didin ku pêvajoyên çareseriyê yên bi navên cuda hatine meşandin ev bêbawerî ji holê ranekir.
Eger rewşeke bêbaweriyê li holê hebe divê jiholêrakirina vê di mesûliyeta herdu aliyan de ye. Li gel vê dixwazim balê bikşînim ser tiştekî: Dewletê, her daîm PKK wekî rêxistineke terorî ya ku lazimê were binbirkirin dîtiye. PKKê jî her ji serê pêşî ve stratejiya xwe ne li ser “têkbirina dewletê” feqet li ser “guftûgo bi dewletê re” dabû
avakirin. Dema ku em ji vê hêlê ve li meseleyê binêrin ew pêvajoyên aştiyê yên bi navên cuda hatin meşandin, bipaşdegavavêtina dewletê û qismen gihîştina PKKê bi armancên xwe bû.
Vê rewşê bêguman barê rêvebirên dewletê gelekî giran dikir. Li ber PKKê ji vê hêlê ve du vebijark hebûn: Yan wê di ragirtina vî barî de arîkariya dewletê kiriba, yan jî dê xwe sipartibana hêza manewî ya bi dest xistibûn û barê dewletê zêdetir giran bikirana.
Dema em li bûyeran dinêrin, daxuyaniyên Öcalan nêzîkî vebijarka yekem, gavên Qendîlê jî nêzîkî ya duyem dixuyên. Mesela biryara vekişandina hêzên çekdar ên PKKê ji sînorê Tirkiyê Öcalan da. Vê gavê bi awayekî qet’î barê dewletê sivik dikir. Piştî destpêkê bi demeke kurt Qendîlê vekişîn rawestand. Lê belê bi min zêde ne cihê baweriyê ye ku Qendîlê biryareke wisa stratejîk di ser biryara Öcalan re girtibe.
Dema ku em li herdu aliyan jî guhdarî dikin, bi hincetên ku wan rast derxin ê hemberî xwe sûcdar dikin. Herdu jî dibêjin ê din mesûliyeta xwe neaniye cih. Mumkin bû ku ev gazindên her her demê têne kirin bi saziyên wekî “nêrîna sêyem” bihatana safîkirin. Feqet dewletê bi germî pêşwazî li vê fikrê nekir. Tenê bi pêkhateyên wekî “Şandeya Mirovên Aqilmend” qayil bû. Lê belê îş û karê vê komê jî gelekî sembolîk ma.
(Der barê bêbaweriya dualî çekdarkirina navendên bajaran ji hêla PKKê ve nimûneyeke balkêş e. Di hin merheleyên diyar ên pêvajoya dawîn de gelekî guh li qal û qîlên bi vî rengî dibûm, lê min me’neyek nedida van gotinan. Di şerê vê dawiyê de bi awayekî net derkete holê ku ew gotin rast bûn.)

Faktora Rojava
Di kûrbûna bêbaweriya dualî û sekinîna pêvajoya çareseriyê de faktora Rojava gelekî muhîm e. Ev rastî her ku diçe zêdetir derdikeve holê.
Her ji serî ve bêyî dilê desthilata AKPê bû ku li herêmên bakurê Sûriyê yên piraniya wan Kurd lê dijîn û wek Rojava tê binavkirin înîsiyatîf bikeve destê PYDê. Ev ji li ser îddiayên ku di navbera PYD/YPG û PKKê de têkilieyeke yekser heye da avakirin. Ev îddia sedî sed rast e. Lê belê li ji bo aştiyê li Tirkiyê berqerar bike bi PKKê re hevdîtinan dike. Di rewşeke wisa de şêwazeke şerxwaziyê li hemberî berdewamiya PKKê li Sûriyê hîç ne biîsabet e. Eger desthilata siyasî, hevdîtinên li gel Öcalan tenê bi Tirkiyê re sînordar nekira û wek ku ewî daxwaz dikir rewşa Kurdên Sûrî, Iraq û heta yên Îranê anîba ser masê, mumkin bû ku gelekî cuda bimeşe. Lê berevajiyê vê çêbû.
Nimûneya Kobanê bi tenê, ji bo xeletbûna vê siyasetê were fêmkirin bes e. Têkbirina DAIŞê li Kobanê, rê li ber wê yekê xweş kir ku PKK bibe aktoreke herêmî. Îmaja “terorîst” di qada raya giştî ya navneteweyî de heta radeyekê nehişt. Herwiha ev yek bû sedem ku zêdetir Kurdên li Tirkiyê berê xwe bidine HDPê.
Baş e, gelo PKKê li ser navê xerentîkirina pêvajoya çareseriyê dikaribû der barê
Rojavayê de gavekê bi paş de were? Di vê mijarê de tesbîta Galip Dalay a nivîsa li ser Medyascope.tv belav bû bi qenaeta min jî rast e: “Eger PKK, mecbûr bimaya ku ji vebijarkên pêşvebirina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê û saxlemkirina destkeftiyên li Sûriyê yekê hilbijêre, dê ya vebijarka duyem hilbijartiba. PKK, rewşa Sûriyê ya mewcûd wek firsendeke tarîxî ya careke din dubare nabe dibîne. Der barê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê de jî baweriya wê ew e ku her demê derfetê careke din destpêkirinê heye.”

Hesabên xelet ên dualî
Der barê çawaniya jinûvedestpêkirina rewşa tundûtûjiyê, helwesta ku her tiştî Serkomar Erdoğan şîrove dike gelekî raxbetê dibîne. Li gor vê helwestê Erdoğan, ji bo encamê hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an berevajî bike tundûtûjî bi qesdî zêde kir û bi hilbijartina dubare ya 1ê Mijdarê jî gihîşte armanca xwe.
Lê belê yên ku van îddiayan davêjin holê di ser pirseke têra xwe heyatî re diqevizin an jî nikarin bibersivînin: Kadroya serkirdeyên PKKê ku ev nêzîkî 40 sal e li coxrafyayeke wek Rojhilata Navîn şer dike û li ser piyan maye, çawa nikarin stratejiyeke wisa “eşkere” pûç bikin?
Bi fikra min, tiştên diqewimin ji texmînan wêdetir tevlihev in. Ligor min, herdu aliyên şer jî hesabên gelekî mezin ên xelet kirin. Hê jî dikin. Lê belê, halê hazir herdu alî jî wisa difikirin ku bûyerên diqewimin xeletiya yê hember û rastiya wî derxistiye holê. Loma jî di xeletiya xwe de israr dikin.
Par 12ê Adarê min nivîsek bi sernavê “Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê” nivîsand û min îddia kiribû ku ev serkeftî bizava siyasî ya Kurd e.
Min di wê nivîsê de gotibû: "Eger PKK, li Tirkiyê bi dewletê re şer kiriba, muhtemelen li Sûrî û Iraqê wekî roja îro bitesîr nedibû. Eger biba jî, bala civaka navneteweyî û medyayê bi di vê astê de nedikişand ser xwe. Herwiha jî piştgiriya wan bidest nedixist.” Hê jî qenaeta min neguheriyê, heman fikrî diparêzim.
Wisa zen dikim ku PKKê hesabê xwe li gorî “ji vê rewşê veger çênabe” kir. Herwiha gote qey çi dike bila bike dê “serdema zêrîn” bidomîne. Lê belê dengê HDPê di wextekî kin de ket, ev partî û pêşengê wê Selahattin Demirtaş wek berê ne karîger e. Sedemê vê jî ne tenê kirinên desthilata AKP/Erdoğan, herwiha bizava siyasî ya Kurd û di serî de jî îcraetên PKKê ne. Divê mirov wisa bibîne.
Ji aliyekî din ve jî, desthilata siyasî rastiyekê nabîne yan jî dibîne lê îhmal dike û hesabekî gelekî xelet û xeter dike. Lewra ev polîtîkayên çewsîner ku ji bo şikandina bandora bizava siyasî ya Kurd di roja me de dimeşîne, wê di pêşerojeke nêz û dûr de encamên berevajî derxînin holê. Di vê mijarê de hê gelek tişt hene ku bêne gotin. Lê em vê li vir bihêlin û berê xwe bidinê ka em çawa dikarin ji rewşê derkevin..




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
05.05.2024 Siyasette yumuşama, ama nasıl ve kimlerle?
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı