Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê

14.04.2015 Vatan
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2013/01/24)

Eger li Kurdistana Iraqê rastiyeke Tirk û Tirkiyê hebe, rolê çalakiyên cemaeta Fethullah Gülen ku nêzîkî 20 sal in li wê derê li wir dimeşîne gelekî muhîm in. Diyarde nîşan didin ku rastiya Tirk û Tirkiyê li wê derê heye, naxwe rolê cemaetê jî rastiyek e. Cemaetê di şert û mercên gelekî giran de, di sala 1994an de mekteba xwe ya yekem bi navê Kolêja Işık li Hewlêrê vedike. Di roja îro de jî 18 mektebên Cemaetê li Kurdistanê hene. Yek ji van jî Zanîngeha Işık e ku xwendevanên xwe yên pêşî di sala 2008an de wergirtine (li başûrê Iraqê jî nêzîkî 12 mektebên wê hene).
Ji bo rêzenivîsan me dixwest ku mektebên cemaetê ziyaret bikin, le me dizanibû ku dê ne asan be. Lewra em di teyareya Hewlêrê de rastî hin rêvebirên zanîngehê hatin. Dema ku bû sibeh berpirsê medyayê yê şirketa Fezayê Özgür Küçük û midurê giştî yê Radyoya Dewranê Bünyamin Şen hatin otêla me. Piştî vê seredanê deriyê hemû rêxistinên cemaetê yên li Kurdistanê Iraqê li ber me vebû.

Ziyareta piştî 20 salan

Bi qasî ku tê bîra min berî niha 20 salan serî li cemaeta Gülen dabû ku mektebên li wan li derveyî welat bigerim û hevpeyvînan bikim. Lê bersiveke erênî nedabûn. Piştî serlêdana min bi qederekê cemaetê, gelek geştên organîze ji bo ziyareta mektebên Asya Navîn û deverên din çêkirin. Lê di yekê de jî ez venexwendim. Dawet kiribana jî nediçûm. Piştî gelek salan dema ku min Sempozyûma Fethullah Gülen li Londrayê dişopand, rojnamevan çûne seredana mektebeke li wî bajarî ya aîdî cemaetê. Lê ez tevlî wan nebûm. Lewra min dixwest ku xebatên perwerdeyê yên cemaetê li derveyî welat, helbet bi rizaya wan jî, bi serê xwe û bi îmkanên xwe taqîb bikim.

Dawiya dawîn piştî 20 salan, hem jî li Kurdistana Iraqê firsenda ku mektebên hereketa Gülen binirxînim kete destê min. Ya rastî tiştekî zêde qal bikim tuneye. Me bihîstibû ku mektebên Gülen li çar aliyên dinyayê gelekî elaqeyê dibînin û çîna jorê û rayedarên dewletê zarokên xwe dişînin wan. Eynî tişt li vir jî heye. Xwendekar ji derveyî zimanê xwe Ingilîzî û Tirkî (Jixwe di nav Kurdan de jimara Tirkzanan bi awayekî metelhiştî zêde ye. Ji ber ku di heyama dawîn de têkiliyên herdu aliyan xurt bûne jî zanîna Tirkî ji bo xortên Kurd, cazîbeye zêdetir wergirtiye) fêr dibin. Yên ku ji van mekteban derdiçin, piraniya wan îmkanê ku li zanîngehê herî baş û beşên herî rewacdar bixwînin bidest dixin.
Hereketa Gülen li Kurdistana Iraqê tenê bi karê perwerdeyê ve mijûl e. Wekî ku me berê jî destnîşan kir Radyo Dewran heye ku bi Tirkî, Kurdî û Erebî karê muzîkê dike û gelekî jî populer e. Qenaleke televizyonê jî di rê de ye. Em dizanin ku Weqfa Rojnamevanan û Nivîskaran jî berî niha bi sê salan li Hewlêrê Civîna Abantê çêkiriû û rewşenbîrên ji Tirkiyê û Kurdistanê anîbûn cem hev. Dema ku hûn li Kurdistana Iraqê bi endamên hereketa Gülen re xeber didin, gelekî ecêbgirtî dimînin. Hereketa Gülen, ji xwe re kiriye prensîb ku li hemberî desthilata welatê lê ne tu probleman dernexînin. Haya min ji vê prensîbê hebû. Lê belê kesên ku min li vê derê dîtin, ji derveyî fikar û endîşeya ku probleman li ber Rêvebiriya Herêmê durist bikin, bi nêrîneke azadîxwaz li meseleya Kurdan dinêrin. Hêvîdar im ku helwesta wan a li ser pirsgirêka Kurd bi taybetî di nav cemaeta Gülen de û gelemperî jî di nav derdorên muhafezekar de bête qebûlkirin.

Koordînatorê Hereketa Gülen li Kurdistana Iraqê Talip Büyük

“Barzanî, wê çima bi PKKya te re şer bike? Xelkekî wî jî heye ku xwe sipartiyê”

Xizmetên hereketa Gülen li Kurdistana Iraqê 8 sal in Talip Büyük koordîne dike. Büyük bi eslê xwe ji Ofa Trabzonê ye.


Mekteba pêşî di 1994an de li Hewlêrê vebûye. Wan deman şert û mercên derasayî li vir hebûn, li gel vê we çawa mekteb vekirin?

Büyük: Heqê we heye. Wî çaxî ji hevalên me re gotine: “herkes ji vir direve hûn çima tên? Ma hûn dîn in?” Lê me dixwest ku tecrubeya xwe ya perwerdeyê li hemû dinyayê belav bikin. Ewelliyata me Asya Navîn bû, lê ji ber ku ev der jî pir nêzîkî Tirkiyê bû hate bijartin. Eger bi sedemê ku herêma şer e em mekteban li vir venekin, dîtina cihekî aram li dinyayê jixwe zehmet bû. Naxwe me tenê dikaribû herin Emrîka yan jî Ewrûpayê. Pîvan, hebûn an jî nebûna pêdiviya bi perwerdeyê bû.

Wê heyamê ev der di çavên Enqereyê de wekî dijminekî bû…

Büyük: Belê, hûn ji Xabûr derdiketin û dihatin cihekî ku Tirkiyê û Iraqê nas nedikir. Hûn pêl axekê dikin lê ji hêla resmî ve hûn ne li dinyayê ne. Hûn ketine valahiyekê. Wan heyaman bi rastî jî li vê derê gelek tengasî hatin dîtin. Mesela hevalekî me dixwast eskeriya xwe bi sedemê li derveyî welat e dirêj bike dibêjin: “Em cihekî wisa nas nakin.” Lê te qebûl bikî jî nekî jî va ye heye.

Dewleta Tirk bi çi çavî li mekteban dinêrî?

Büyük: Wî zemanî Hêzên Taybet, MİT û Eniya Tirkmenên Iraqê ku dewletê ew nas dikirin hebûn. Serê pêşî bi pêşqebûlekê nêzîk bûn. Rêvebiriya Kurd bi çavê “ev MİT in herhal” dinêrî û MİTê jî li gorî helwesta wê serdemê digot “ev îrtîcacî ne”. Lê ev nêrîn zêde dewam nekir. Wekî din kesek tune, eskerê me û em hene. Bivê nevê em li hev dinêrin. Fikrên me yên der barê hev de, piştî hevnasînê muheqeq guherîne.

Pêşqebûlên însanên we der barê Kurdên Iraqê de tunebûn?
 
Büyük: Helbet, yên ku digotin “ev qas xizmet ji van re zêde ye” çêbûne, lê dema ku em xizmetê dibin li dîn û nasnameya nijadî nanêrin. Di beramber de jî hêviya tiştekî nakin. Mesela 8 sal in li vir im, lê kengê bixwazim dikarim bahola xwe bigirim û herim.

Hûn wiha dibêjin, lê ji civakê beşek dê her bêje: “Eger hêviyek wan tunebe, çima diçine heta wan deran?”
 
Büyük: Dibe, lê ji dil dibêjim: Tu hêviya min tuneye. Xeyalên min ên li ser pêşerojê muheqeq hene: Însanên li vir baş perwerde bibin, werine asteke baş û pêwendiyên bi Tirkiyê re xurt bibin... Lê em tu carî naxwazin ku yek hakimiyetê li ser a din çêke.

Hetanî ku li Hewlêrê konsolosî vebe, we li van deran temsîliyeta Tirkiyê kiriye diyar e…


Büyük: Rast e lê me ji vê yekê gazind nekir, tam berevajî em kêfxweş bûn. Tê bîra min ku nameya bi navê “Konsolosiya Hewlêrê” hatiye rêvebiriya me ya giştî. Li vê derê Tirkiyê bi awayekî resmî nebe jî, têkiliyên du alî bi awayekî berfireh her hebûn. Bi taybetî piştî sala 2000î ji hêla bazirganiyê ve çûn û hatineke baş çêbû. Tesîra me jî di vê de çêbûye. Mesela bi israr odeyên xwe yên bazirganî û pîşesaziyê dawetî vê derê kirin. Me pêşwaziya wan kir.

Hevalên we yên ku li mektebên vir wezîfeyê dikin û yên di mektebên Asya Navîn de ne, di meseleya pirsgirêka Kurd û Kurdistana Iraqê de wekî hev difikirin?
 
Büyük: Mesela berî ku werim vir tenê carekê çûbûme Diyarbekirê. Min ji Diyarbekir wê de jî tu carî wekî Tirkiyê nedidît. Min digot: “Ma mirov diçe Mêrdînê?” Vêca Hekarî û Şirnex hîç ne di bîra min de bûn. Fikrên ên der barê vir de li gorî medyayê teşe digire. Çendakî berê hevalekî min ê nêzîk hatibû ziyareta min. Behsa tiştekî wiha kir: “Dema ku dihatim vir dostên min li balafirgehê gotin, ‘tu jî diçî Kurdistanê’ mûyên min gijgijî bibûn. Di nav tirsê de hatim. Lê piştî dîtina ev qas însanên delal dikarim “bijî Kurdistan” jî bêjim.” Yanî nêrîn û qenaeta wî ya li ser Kurd û Kurdistanê bi piçek dîtin û tecrubeyê diguhere.

Yek ji sedemên bingehîn ên vê qenaetê PKK ye. We ev pirsgirêk di serê xwe de çawa safî kir? We hîç negot: “Ez li vir îş dikim lê ew jî terorîstan dihewînin”?

Büyük: Min hîç nedîtiye ku terorîst hewandine. Ev qenaet pir belav e lê pirsa “Barzanî çima van ji Qendîlê navêje” gelekî bimubalexe ye. Lewra Barzanî, di wextê xwe de bi artêşa Tirk re li dijî PKKê şer kir, lê nikarî wan derxîne. Wê îro bi serê xwe çawa bavêje? Niha li Tirkiyê derdoreke berfireh çavnêriya wê yekê dike ku Barzanî li dijî PKKê şer bike. Wê Barzanî çima bi PKKya te re şer bike? Ew jî serokek e û xelkekî ku xwe sipartiyê heye. Wê çawa bêje: “Ezê ji bo silametiya Tirkiyê li dijî Kurdên ku ne wekî min difikirin şer bikim”? Li vir jî rayeke giştî heye.

Em dizanin ku li Rojhiltê Başûrê Tirkiyê (deverên Kurdnişîn) PKKê li hemberî çalakiyên hereketa we helwestek wergirtiye, êrişî avahiyên we dike. Li vê derê jî aciziyên wisa çêbûn?

Büyük: Hîç nebûye. Li vê derê keş û hewayeke aram heye, ew jî fêdê jê dibînin. Eger tiştekî wisa bikin dê rehetiya wan jî li çiyê xera bibe. Loma ew jî naxwazin. Em perwerdeyê didine însanên vê derê. Zarokên rayedarên herî bilind di mektebên me de dixwînin. Li Rojhilatê Başûrê Tirkiyê jî, xebatên PKKê li ser xelkê û gencan heye. Ji ber wê dibe ku ne bi dilê wan be. Mesela hûn gencekî digirin, perwerde dikin û dişînin zanîngehê. Ew jî gencan digire, perwerde dike û belkî jî dişîne çiyê. Dibe ku li wir atmosfereke tund û tûjiyê hebe, feqet li vê derê rûbirûbûneke bi vî awayî çênabe.

Li başûrê Iraqê jî mektebên we hene. Hûn dikarin Kurdan û Ereban bidine ber hev?
 
Büyük: Li Iraqê eger civakeke ji bo ax û alaya xwe bimire hebe, ew Kurd in. Heyamekê Tirkiyê tenê Bexda muxateb digirt û Kurdistan tune dihesiband, ev çi qasî xelet be halê hazir jî paşguhkirina Bexdayê ew qasî xelet e. Dibe ku Tirkî, di gotinê de yekparçebûna Iraqê diparêze, lê di pratîkê de polîtîkayeke ku parçebûna Iraqê nêzîk bike dimeşîne.

Hûn parçebûnê wekî rewşeke muqedder dibînin?

Büyük: Nizanim dê parçe bibe yan na. Lê ji bo ku însanên vê derê jiyaneke asûde, aram û bextewer bijîn eger parçebûn baştir be, ezê bêjim bixêr be. Helbet, ne bi parçebûnê lê bi yekbûnê bihêzbûna wan tê tercîhkirin. Lê têkilî gelekî herişîne, têk çûne. Mesela em îro Bexdayê tune dihesibînin. Baş e dema ku Bexda nikaribe heyfa vê ji te hilîne, berê xwe dide kê? Helbet bakur. Her ku ew li Bakur dixe, Bakur jî zêdetir pişta xwe dide Tirkiyê.

Dewleteke Kurd ya serbixwe li Iraqê, dê rewşeke mîna wê li Tirkiyê jî geş bike, yên di vê fikrê de hene.

Büyük: Muheqeq dê bandor çêbe. Lê ka tu pêşî problema xwe ya Kurd çareser bike. Ji dêvla ku tu bêjî, “Eger Kurd li wê derê jiyaneke aram û asûdî bijî, dê tesîreke neyênî li min bike”, tu ji Kurdên xwe re jiyaneke aram bîne. Ya rastî rewşa li ber me ne pirsgirêkên ew qasî mezin in. Însan dixwazin zimanê xwe û çanda xwe li ser piyan bihêlin. Ev bi rehetî mumkin e bêne cih.

Hûn pêvajoya çareseriyê çawa dinirxînin?
 
Büyük: Înşallah ji bo ku pêvajo biser bikeve dua dikim. Di serê pêşî de gelekî tirsiyam ku wekî pêvajoya Xabûrê şikestê bixwe, lê me herdu îmtihan jî, yanî provokasyona li Parîsê û definkirina cenazeyê wan bi serkeftî derbas kir. Înşellah ber bi erênîbûnê ve biçe. Divê em problem bi awayekî were çareserkirin.

Hûn xelkê Trabzonê ne. Mesela dema hûn herim qehweyeke Trabzonê û bêjin, “Ez bi salan li Kurdistana Iraqê mam” dê çi bibe?
 
Büyük: Carekê wiha di bin çavan re dinêrin…Dema ku pêwist bike bilêv bikim nabêjim “Iraqa Bakur-Bakurê Iraqê”, dibêjim “Kurdistana Iraqê”. Lê îllim jî hewl nadim ku cumleyeke bi peyva “Kurdistan” saz bikim. Navekî vê derê heye, divê mirov wisa qebûl bike. Di rûyê PKKê de tirsek çêbûye. Alayeke van însanan heye ku wekî qîmetekî pîroz dibînin. Dibe ku ji bo te kevnikek be, lê eger ji bo însan pîroz be, divê mirob hurmetê nîşan bide.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
21.07.2024 Yeni kutuplaşma konumuz: Sokak hayvanları
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı