Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê

28.03.2015 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2015/03/12)

Bi pêvajoya çareseriyê rewşa bêşeriyê kete bin temînatê. Em dizanin ku ev gelekî bi kêrî desthilata AKPê hatiye. Her tişt li aliyekî, AKP û Recep Tayyip Erdoğan di hilbijartinên li pey hev de serkeftineke baş bidest xistin. Di van serkeftinan de rewşa bêşeriyê roleke sereke û diyarker lîstiye. Ev rastiyeke bê guman e. Hetta tenê ji ber vê diyardeyê, dijberên AKP û Erdoğan, bizava siyasî ya Kurd bi wê yekê tometbar dikin ku; bêyî ku tiştekî bigire (yan jî bi razîbûna kêm tiştan) gelek tişt dane û hatiye xapandin. 

Gelo ew kesên ku di agirbestê de û rewşa bêşeriyê de bizava siyasî ya Kurd bi ketina dafika AKPê tometbar dikin, haya wan jê tuneye ku hana şer didin? Herwiha qismekî mezin ên bizava siyasî ya Kurd wiha rexne dikin, li aliyê din jî AKPê tawanbar dikin ku di şerê li dijî PKKê de zêde tawîzan dide. Em bi van dizanin.

Der barê helwestên wiha durû mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê ne hewceyî dirêjkirinê ye. Wekî din nirxandina ku dibêje, bizava siyasî ya Kurd di pêvajoya çareseriyê de israr dike û tiştekî bi dest naxe, yan jî destkeftiyên wê li gorî yên hikûmetê bêqîmet in jî xelet e. Hetta li gorî min ji binî de şaş e. Lewra wekî ku min berê jî bal kişandibû ser, bizava siyasî ya Kurd di serdema xwe ya zêrîn de ye. Eger pêvajoya çareseriyê neba, bi gotineke din eger şer berdewam kiriba ne mumkin bû ku bigihê vê astê.

Normalîzebûna Hereketa Kurd

Dizanim gelekî zehmet e ku mirov îhtimalan bike esas û delîlan peyda bike, lê dixwazim balê bikşînim ser çend xalan. Pêş her tiştî divê em vê rastiyê jibîr nekin: Gelekî beriya ku pêvajoya çareseriyê destpê bike, Abdullah Öcalan gihîştibû wê qenaetê ku mucadeleya çekdarî mîadê xwe tijî kiriye û hereketa xwe jî hetanî radeyeke mezin kişandibû vê xetê. Lê ji ber ku dewletê biryara diyalog û piştre jî muzakereyê bi bizava siyasî ya Kurd re nedabû, çek ranewestiyan. Helwesta bizava siyasî ya Kurd ku dibêje “bi çekê çênabe” û asta ku hikûmet gihîştiyê û dibêje “bi çekan nabe” ne heman tişt e. Lazim e em vê ferq bikin. Piştî ku di pêvajoya çareseriyê de hin acizî, pirsgirêk û derengî çêbûn divê em zanibin tesîra vê cudatiyê gelek e.

Bi kurtasî, pêvajoya çareseriyê, berdewamiya tebîî ya qonaxa Öcalan e. Loma jî sirf ji ber vî sedemê binavkirina wê wekî “projeya Öcalan” dicih de ye. Piştî vê pêvajoyê, bizava siyasî ya Kurd di qada yasal de heta bêjî bes xurt bû. Nêzîkbûna HDPê li benda sedî dehan ne tesafudî ye. Helbet divê mirov dengên bi rêjeya 9.8  ku Selahattin Demirtaş di hilbijartina Serkomariyê de bidest xist jibîr neke. Ev encam, nîşan didin ku eger çek di plana paşî de bimîne bizava siyasî ya Kurd di qada siyaseta yasal de bilez normalîze dibe. Herwiha xwe digihîne derdorên ne Kurd jî.

Bûyina hêzeke herêmî ya heqîqî

Hereketa PKKê ji wextekî dûr ve ye hêzeke herêmî bû. Li Kurdistana Iraq, Îran, Sûrî û di nav Kurdên van welatan de xwe rêxistin kiribû. Piştî gurbûna şerê navxweyî li Iraq û Sûriyê û sedemên wekî xurtbûna tehlûkeya DAIŞê, PKK heta bêjî li herêmê bi qewet bû.  PKK îdî li herêmê di nav aktorên sereke de ye.  Di vê nuqtê de divê em qebûl bikin ku DAIŞê ji PKKê re qadeke berfireh vekir û îmkanekî mezin pêşkêş kir. Lewra ji bo rêxistineke çekdarî tişta herî zor danîna çekan e. Piştî DAIŞê, PKKê hem ev zehmetî li pey xwe hişt, hem di tarîxa xwe de belkî jî cara yekem, ji ber ku çek xebitand teqdîra civaka navneteweyî stend.

Eger PKK, li Tirkiyê bi dewletê re şer kiriba, muhtemelen li Sûrî û Iraqê wekî roja îro bitesîr nedibû. Eger biba jî, bala civaka navneteweyî û medyayê bi di vê astê de nedikişand ser xwe. Herwiha jî piştgiriya wan bidest nedixist.

Tenê mînakek jî besî vê mijarê ye: Eger pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê neba, di Kobanê de dikaribû li dijî dorpêçkirina DAIŞê li ber xwe bide û serkeftineke hinde mezin bidest bixe?




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
21.07.2024 Yeni kutuplaşma konumuz: Sokak hayvanları
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı