Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye

30.01.2016 medyascope.tv
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2016/01/29)

Pirsa Kurd li welatê me "maka" hemû pirsgirêkan e. Demokratîzebûn, azadbûn û pêşdeçûna Tirkiyê ji hêla aborî ve rasterast girêdayî çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin ku siyasetmedarên wekî Süleyman Demirel, Tansu Çiller, Mesut Yılmaz û Bülent Ecevit bi we'da çareserkirina Pirsa Kurd hatine desthilatê. Herwiha gava ku hatiye fêmkirin ev rêvebir nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin jî desthilat ji destê wan çûye. Divê mirov bi baldarî li vê xalê binêre.
AKP û Recep Tayyip Erdoğan jî ji ber ku der barê çareserkirina Pirsa Kurd de hêviyeke mezin dan 13 sal in li desthilatê ne. Ev hêvî bi pêvajoyên çareseriyê yên bi navên cuda yekcarê xurt bû. Lê piştî ku pêvajo neçûn serî jî hêvî kêm bû. Di serdemên dawiyê de jî, piştî navbereke dirêj tundûtûjiyê dîsa destpê kir. Ev tundûtûjî gur bû û esasen di navenda bajaran de qewimî. Bi vê yekê re jî hêviya li ser çareseriyê bi yekcarê kêm bû.
Desthilata AKP/Erdoğan, ev qederek e wisa dixuyê ku stratejiya "Pişta PKKê bi rêbazên eskerî bide erdê" daye ber xwe, loma jî hewl dide şerekî binbirkirinê bimeşîne. Ev ji bo desthilata AKP/Erdoğan heta bêjî bes tercîheke stratejîk a xeternak e. Lewra serkeftina AKP/Erdoğan girêdayî nêrîna wan a cuda li Pirsa Kurd e. Ferq û cudatiya vê desthilatê ji hikûmetên beriya xwe perspektîf û gavên der barê daxwazên Kurdan de ne. Lê belê AKP/Erdoğan, bi gotin û şêwazên xwe yên serdema dawîn, hêdî hêdî şûna hikûmetên beriya xwe digirin.
Bi destpêk û gurbûna şer eger em bêjin tenê desthilata AKP/Erdoğan dikeve xeterê, ne rast e. Şer, hetanî niha bûye sedemê texrîbateke mezin. Ji ber ku tu elametekî li ser sekinîna şer di demeke kurt de xuya nabe, mirov dikare pêşbînî bike ku dê ziyan zêdetir bibe. Eger tundûtûjî nesekine, berevajiyê vê hilkişe û berfireh bibe dê herkes bedelekî bide. Yanî temamê Tirkiyê di bin tehdîdeke ciddî de ye. Lewra em wekî welatê Tirkiyê, ji rewşa "qezenc/qezenc"ê, bi awayekî ji awayan dîsa vegeriyan atmosfera tundûtûjiyê ku ne mumkin e serkeftiyên wê hebin. Em niha di rewşa "ziyan/ziyan"ê de ne.
Bersiva pirsên heyatî yên wekî "çima wisa bû?", "rêya derbazbûna ji vê qeyranê çi ye?" bila niha bimîne. Niha ezê hewl bidim ku ziyana piştî destpêka tundûtûjiyê derketiye holê bi hûrgilî diyar bikim:

Dayik dîsa digirîn
Naveroka pêvajoyên çareseriyê yên berê bi gotineke Erdoğan "Bila dayik negirîn" dihate diyarkirin. Erdoğan, belkî jî cara yekem bû ku li ser navê dewletê, hem li dayikên esker û polêsên kuştî û hem jî li dayikên xortên ku di şerê li dijî wan de hatibûn kuştin xwedî derdiket. Ewî di vê yekê de israr kir û ji bo çareseriyê zemîneke gelekî guncaw rexsand. Lê belê zimanê temamê daxuyaniyên resmî yên serdema dawîn pir dûrî wê helwestê ne. Dewlet, dîsa wekî berê bi zêdekuştina "terorîstan" mexrûr dibe. Helbet di vê navberê de esker û polês hêzên ewlehiyê jî têne kuştin û brîndarkirin. Herwiha ji ber ku şer ji kenariyan neqlî nav bajaran bûye jimara kuştiyên sivîl jî heta bêjî bes zêde bûye.

Vê carê bajar vala dibin
Piştî dubaredestpêkirina şer, bala mirov diçe ser salên 1990î ku wek gabûsekê derbaz bûbûn. Yek ji sembola wan salan kuştiyên failnediyar, înfazên bêmehkeme û yek jî gund, mezrayên valakirî bûn. Şerê ji 2015an û vir ve berdewam e jî dê bi qedexeyên derketina kolanan ku bi rojan dewam kir û valabûna bajaran were bîra herkesî. Eynî wekî valabûna gundan, dê tesîra koçkirina bi hezarê însanan
ji Sûr, Cizîr û Nisêbînê jî di demeke kurt de tesîrê çêke. Lê belê di demên pêşdedir de ev dê muheqeq pirsgirêkê kûrtir bike. Divê neyê jibîrkirin ku xortên li bajarên navborî şerê dewletê dikin ew kes in ku di salên 90î de gundên wan hatibûn valakirin û mecbûrî koçkirina bajaran bibûn.

Hestê pevrejiyanê zirarê dibîne
PKK dema nû derket hedefa wê ew bû ku li çar welatan (Tirkî, Iraq, Îran, Sûrî) dewleteke Kurdan a sosyalîst, yekgirtî û serbixwe ava bike. Rêxistin, pêşî dest ji israra sosyalîzmê berda. Piştre fikrê "Kurdistana yekgirtî" danî aliyekî. Di dawiyê de jî Abdullah Öcalan îdeala "dewleta serbixwe ya Kurd" red kir û daxwaza "xweseriya demokratîk" derxiste pêş. Temamê van gavan ji hêla derdorên bi PKK û Öcalan nebawer bûn, yek ji van jî semîmî nedîtin. Wekî xapandinê qebûl kirin. Lê belê bi mirûra demê bi awayekî eşkere diyar bû ku meyla cudabûnê di bizava siyasî ya Kurd de her ku diçe marjînaltir dibe.
Vê guherîna bilez û bingehîn di bizava siyasî ya Kurd de rê li ber pêvajoyên çareseriyê xweştir kir. Di dîdara Dolmabahçe de 28ê Sibata 2015an dihate çaverêkirin ku pêvajo ji "diyalog"ê ber bi "muzakere"yê biherike, feqet Serkomar Erdoğan mudaxele kir û pêvajo rakire sarincokê. Piştî vê film bi paş de geriya, hate nuqta ewilî. Tundûtûjî destpê kirin, pê re di navenda bajaran de "rêvebiriya xweser" taliyê jî "parastina xweser" hate ragihandin. Alozî û gengeşî bi van bûyerek yekcarê hilkişiya. Piştî wê jî em pê dizanin. Ya rastî em hemû hûrgiliyên wê nizanin, heta kes nikare bêje ku nêta me û zanînê heye...
Hêmana/faktora sereke ya ku hestê pevrejiyanê di nava Kurdan de zirarê dibîne ew e ku; xelkê li rojavayê welêt, bi gotineke din raya giştî ya ne Kurd, li hemberî bûyerên Rojhilata Başûr bêxem in. Bi awayekî berçav bêdengiyeke qesdî heye.
Di encamê de ziyan mezin e û mixabin îhtimal heye ku hê jî mezintir bibe. Mirov dikare ji vir û pê de li ser sedemên hatina vê nuqteyê û piştre jî li ser rêgeçareyên derketina ji vê neqeba teng nîqaş bike...




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
21.07.2024 Yeni kutuplaşma konumuz: Sokak hayvanları
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı