Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye

02.04.2015 Vatan
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2014/02/03)

Dîdara bi Cemil Bayık re (30-Çile 2014) - Hemû metin

Li Tirkiyê û Rojhilata Navîn kî biPKKê re tevbigere dê ew serkeftî bibe


Min û hevalê min ê fotografer İlker Akgüngör,30ê Çileya 2014an li Kurdistana Iraqê, di maleke gundekî Qendîlê de, biHevserokê Konseya Rêvebiriya KCKê Cemil Bayık (Cuma) re dîdareke nêzîkî duseetan kir. Me 2 û 3yê Sibata 2014an hin beşên girîng ên vê gotûbêjê diRojnameya Vatanê de weşand. Niha jî em hemî metnê wê dîdarê bêkêmasî diweşînin.


 
Di ziyareta herî dawîn a Leyla Zana û Sırrı Süreyya Önder ber bi İmralıyêde, tê gotin ku ji bo mutabeqeteke di navbera Öcalan û Barzanî de amadehî tênekirin.

 


Cemil Bayık: Ya rastî kî dixwaze çi amade bike, em nizanin. Der barê wêde agahiyên me yên zêde tunene. Leyla Zana û Sırrı Süreyya Önder çûne İmralı,li wir dîdar kirin. Tiştên di çapemeniyê de derketine hene. Hêj tişteknegihîştiye me. Lê dikarim bêjim ku tiştên di çapemeniyê de derketine ne rastin.

Wekî çi?


Bayık: Wekî ku çûne İmralı, der barê kongreya neteweyî de, KurdistanaRojava de û hetta li ser hin mijarên din axivîne û peyman girêdane. Kêş ûhewayeke wisa likar e. Ev ji rastiyê dûr in. 



Eger Önder an jî Leyla Zana ji İmralıyê agahiyan bidine we, îhtimala ku evwere piştrastkirin tuneye?


Bayık: Hêj tiştek negihîştiye me, lê em ewweliyata meselê dizanin. Jiber wê balê dikşînim ser. Lewra em serokatiya xwe jî dizanin, Leyla Zana jîdizanin û Mesûd Barzanî jî dizanin. Ji ber van dibêjim. Yan na tiştekîgihîştibe me tune. Herwiha bawer nakim ku tiştên gelekî cuda rû bidin. Texmînnakim.



Ji hêla yekî PDKê hatiye ragihandin ku li Rojavayê mutabeqet çêbûye.Daxuyaniyên eşkere ku dibêjin pirsgirêkên der barê kongreyê de çareser dibinhene.


Bayık: Ev ji rastiyê dûr in.

Ma ev pirsgirêkên giran in?
Bayık: Helbet ne asan in. Eger PDKê mesele wisa dabe diyarkirin, xeletkiriye. Rast e, li ser hin mijaran mutabeqet pêk hat. Der barê Rojava delihevkirinek çêbibû. Lê girêdayî van mutabeqetan neman. Bi taybetî jî ENKS(Encumena Niştîmaniya Kurdên Sûriyê) ev peyman da aliyekî. Ew mutabeqet çi bû?Yan dê her du meclis bi hev re çûbana Cenevreyê yan jî dê hîç neçûbana.Mutabeqet ev bû, lê ENKS pê ve pabend nebû û çû Cenevreyê. Loma jî rîayetîmutabeqetê nekir.

 

Yanî PYD li derveyî meselê hişt…
Bayık: Ne tenê PYD. Li wê derê mecliseke gel heye. Di nava meclisa gel ûencumena neteweyî de mutabeqet çêbûbû. Yan dê herdu meclis bi hev re çûbana yanjî dê hîç neçûbana. Encumena neteweyî , yanî meclisa bi navê ENKS, meclisa gelû peymana hatibû girêdan da aliyekî û çû Cenevreyê. Loma jî ew mutabeqet jiholê rabû, îdî ne rewacdar e. Lê PDK vê çawa dide nîşandan? Wekî ku peymanberdewam be tevdigere. Tu dibêjî qey Kurd bi îradeyeke hevbeş çûne Cenevreyê.PDK wisa dide fêmkirin. Tiştekî wisa tuneye.



Ma îhtimala bûyinê tuneye? Gelekî zor e qey ?


Bayık: Muhtemel e ku  di pêşerojêde tiştekî wisa bibe. Lê rewşa îro bi vî awayî ye. Mesela Mesûd Barzanî hindaxuyanî dan. Wiha dibêje: “Em Kurdên Rojavayê, ji hêla siyasî ve dîsa destekdikin”. Ev gotinên ji bo raya giştî ne û ji rastiyê dûr in. Eger bi rastî jîwekî ku Mesûd Barzanî dibêje piştgiriya ji bo Kurdên Rojavayê hebûya, wê demêdivabû mutabeqeta Hewlêrê cîbecî bûbûya. Bi wî awayî ENKSê bêyî xebera MesûdBarzanî û PYDê mutabeqet nedanî aliyekî û nikaribû biçûya Cenevreyê.



Dîroka mutabeqeta Hewlêrê çi ye?

 

Bayık: Serê Kanûna  2013anbû. Ew mutabeqet çawa çêbû? Em bi PDKê re axivîn. Di wê xeberdanê de emgihîştin mutabeqetekê. Di encamê vê de wê herdu meclis, meclisa gel û encumenaneteweyî hatibûna Hewlêrê. Mê dê bi PDKê re civîn kiriba û hewl bida kupirsgirêkên di navbera van meclisan de guftûgo bikin û bigihên encamekî. Lê diesasê xwe de wê herdu meclisan pirsgirêk di nava xwe de xeber bida û safîbikirana. Ya me tenê piştgirî û arîkarî bû. Li cihê ku xitimîbana me dê arîkarîbikira. Yan na me tu biryar nedida ber wan. Ewan jî biryarên me pesend nedikir.Jixwe tu carî cehdeke me ya di vî warî de çênebû. Ewan dê meseleyên xwe nîqaşbikira. PDK bi tena serê xwe li Hewlêrê bi wan meclisan re civiya. Li ser vêMeclisa Gel rexneyên xwe anî ziman, got çima PKK di vê civînê de tuneye?Bersiva PDKê wiha bû: “Jixwe em gihîştine mutabeqetê. Em li ser navê PKKê jîxeber didin.” Di wan civînan de li ser çend xalan gihîştinbûn encamê. Yek, lidijî rejima Sûriyê dê helwest hevpar be. Bi dewletê re hevdîtin bibin jî nebinjî, dê helwest cuda be. Dîsa wê bi muxalefeta Sûriyê re jî dê gav bi hev rebêne avêtin. Bi wan re ittîfaq çêbe jî çênebe jî. Xaleke din a muhîm jî çûn ûneçûna Cenevreyê bi hev re…Wekî din eger însanên girtî hebin û beşdarî liçalakiyekê nekiribin, wê ji hêla komisyonekê ve biryara serbestmana wan bêtedayîn. Di mutabeqetê de ev xal hebûn. Yanî di çar mijaran de li hev kiribûn.Wekî din wê deriyê Sêmalka hem ji bo çûn û hatinê, hem jî ji bo arîkariyênînsanî vekirî maba. Feqet li gel ku ev xal ji raya giştî re hatin îlankirin jîderiyê Sêmalka ji bo arîkariyên însanî nehate vekirin. Ji bo çûn û hatinan jîgirtî ma. Tenê ji bo mirovên girêdayî PDKê hate vekirin. Girêdayî mutabeqetêneman. Girtiyên siyasî jî rewşa wan hate nirxandin. Kesên birastî jî beşdarî liçalakiyan nekiribûn serbest man, ên tevlî hin karan bibûn jî girtî. Yanî derbarê helwesta li hemberî dewlet, muxalefet û Cenevreyê de girêdayî peymanêneman.



Bi qasî ku ez fêm dikim Rojava ji bo we û Barzanî mijareke stratejîk e.


Bayık: Ya rastî mijara Sûriyê ne tenê ji bo me û Barzanî xwedîgirîngiyeke stratejîk e. Sûrî, ji bo herkesî mijareke stratejîk e. Sûriye wekînavendekê ye. Ji bo herkesî navend e. Yê li Sûriyê biser bikeve wê li RojhilataNavîn û dinyayê li gorî wê cihê xwe bigire. Lê belê yê ku li Sûriyê bisernekeve di polîtîka Rojhilata Navîn û ya dinyayê de cih nabîne. Sûrî wekîmarkêta Rojhilata Navîn e. Navenda şer û nakokiyên Rojhilata Navîn e. Bala xwebidinê, El Qaîdeyê Sûrî ji xwe re kiriye navend. Ji bo vê ji hemû welatanmilîtanên xwe tîne. Bi pera însanên cuda tîne. Dixwaze hêza xwe li wir kom bikeû Sûriyê bidest bixe. Dixwaze wê derê bike navend û hemû Rojhilata Navîn bixebin hukmê xwe. Stratejiyeke wisa dimeşîne.

 

Wekî tê zanîn El Qaîde îddia dike kuÎslama Sunî diparêze. Îslama Şiî jî heye. Van jî Sûrî ji xwe re weke navendhilbijartiye. Îslama Şiî jî dixwaze li Sûriyê û herwiha li Rojhilata Navînhakimiyeta xwe û armancên xwe pêk bîne. Ji bo Emrîka û Rûsyayê jî Sûrî navendeke. Ji hêla Tirkiyê û Kurdan ve jî merkez e. Emrîka, şerê ku li Efxanistanê dadestpêkirin û li Tûnisê berdewam kir dixwaze bi Sûriyê bigihîne encamê. LewraSûrî, welatê herî dawîn e di sehaya Ereban e. Wê li gorî encamê wê derêRojhilata Navîn dîzayn bike. Eger li Sûriyê serkeftinekê bidest nexe, wê şerêwê bêencam bimîne, berevajî bibe. Jixwe ji bo Rûsyayê qeleya dawîn e. EgerSûriyê jî winda bike, wê hemû berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn jidest bide.Ji bo Tirkiyê zaten merkez e. Ji ber ku hetanî niha polîtîkayên Sûriyê bêencammane, van pirsgirêkan derbas dike. Herwiha ji bo Kurdan jî merkez e. Biserketinû binketina Kurdan li wê derê wê bandorê li hemû Kurdistanê bike. Loma Sûrî,xwedî girîngiyeke merkezî ye. Sedemê ku hemû hêz li wir şer dikin jî ev e.

Öcalan gotibû: “Dest û piyê min vekin, em bi hev re li Rojavayê çareseriyêbibînin.” Gelo mumkin e ku hûn bi wasiteya Öcalan bi awayekî giştî der barêSûriyê û bi taybetî jî Kurdên Sûriyê de bi Tirkiyê re projeyeke hevparbimeşînin?


Bayık: Ji bo ku em karibin bi Tirkiyê re projeyekê bibine serî, lazim eem karibin hin tiştên din jî bimeşînin. Beriya her tiştî divê li KurdistanaBakur pirsgirêka Kurdan here safîkirin. Serok Apo bi mentiq nêzîkî meseleyêdibe. Heqqaniyetê esas digire. Esasgirtina heqqaniyetê, esasgirtina hemûyê ye.Serok Apo, ne tenê pirsgirêka demokratîzebûna Kurdistana Bakur û Tirkiyê dikemewzû behs. Ew tenê behsa Kurdistana Rojava jî nake. Ew pirsgirêka hemûRojhilata Navîn tîne rojevê. Ew li ser pirsgirêkên demokrasî û azadiya liRojhilata Navîn disekine. Di nava vê de pirsgirêka Kurd, Tirkî, Sûrî, Iraq ûÎranê jî heye. Tewrekî giştî li holê ye. Daxwaza Serok Apo, ne tenê ew e kuTirkî di mijara Kurdistanê de gavan biavêje. Ew dixwaze der barê Sûriyê degavinan biavêje. Lê Tirkiyê hetanî niha der heqê tu mijarê de gav neavêtiye.



Hîç neavêtiye?


Bayık: Dibe ku li gorî xwe avêtibe. Li gorî me ew gavên hatine avêtin tume’neyê îfade nakin. Ji bo borandina wext û mijûlkirinê ne. Loma jî Tirkiyê tugav neavêtine. Jixwe eger gav avêtiba îro rûbirûyî vê rewşê nedima. Sedemêbingehîn ê rewşa îro gavneavêtina hikûmetê ye.



Mebesta we ji rewşa îro, şerê wê û cemaeta Gülen e ?


Bayık: Helbet. Hûn dizanin, li Tirkiyê rastiyeke wisa heye: Ji bo hatinadesthilatê, mayîna li desthiltê, cihgirtina di sîstemê de lazim e hûntasfiyekirina PKKê qebûl bikin. Heçî hêza ku vê wezîfeyê wekî bernameya serekedaneyne ber xwe li Tirkiyê nabe desthilat, di sîstemê de cih nagire. Tenê yê kuvê deyne ber xwe dikare bibe îqtidar û di sîstemê de cih bigire. Qedera wan bivê ve girêdayî ye. Eger serkeftî be wê rêya xwe berdewam bike, yan na dêtasfiye bibe. Bala xwe bidinê, li Tirkiyê gelek hikûmetan tasfiyekirina PKKêwekî wezîfeyeke sereke danî ber xwe. Hetta Çillerê ev bi eşkereyî got, “dê bidawî were, xelasî jê re tune”. Tişta ji destê wê hat kir. Loma Tirkî gelekî qirêjbû. Dewlet, ji dewletbûnê derket. Çetecîtî kete şûna wê. Bertîl zêde bû,gendelî xurt bû. Bûyerên kuştinê yên failê wan nediyar derketin asteke bilind.Yasayên navneteweyî hetta yên Tirkiyê bi xwe hatin binpêkirin, lê wextê kuÇillerê nekarî dawî li PKKê bîne, serdema wê derbas bû. Yê nikaribe tasfiyebike, bi xwe tasfiye dibe. Ev qaîde ye. AKP û Fethullah bi operasyoneke hevparhatin ser hukim. Kê xwest ku ev herdu hêz wekî hevpeyman desthilatê bidestbixin? Helbet hêzên kapîtalîst. Lewra bi vê desthilatê xwestin ku stratejiyaxwe ya di Rojhilata Navîn de biser bixin. Lewra Tirkî welatekî NATOyê ye. Egermodêleke kapîtalîst  û modernîst werepêkanîn, bêguman zemîna herî musaid Tirkî ye. Jixwe Tirkî di 12ê Îlona 1980ê deji bo vê hate amadekirin. Armanca darbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980ê dîzankirinaTirkiyê li gorî stratejiya NATOyê bû. Armanca sereke ya 12ê Îlonê ev bû. Balaxwe bidinê, stratejiya NATOyê çi bû? Wekî projeya neslê Misilman derkete holê ûpiştre jî bi şeklê stratejiya Îslama siyasî muşexxes bû. Li dijî Îslama tund jîberdewam kir.  Divabû Tirkî jî li gorî vêbihata hazirkirin. Bi 12ê Îlonê ji bo vê hate hazirkirin û piştre jî hêza ku emdibêjin koalîsyon bû desthilat. Lê hê jî ji hêla sîstemê ve nehatibûqebûlkirin. Kengê hate qebûlkirin? Piştî hevdîtina Erdoğan û Yaşar Büyükanıt ali Dolmabahçeyê… Piştre dîdara bi Bush re çêbû. Bi van dîdaran hem mayindebûnali desthilatê hate qebûlkirin hem jî daxilî sîstemê bû. Di muqabilî çi de? Dimuqabilî tasfiyekirina PKKê de. Hewl dan ku PKKê tasfiye bikin. Lê piştî ku jiheq derneketin rewşa niha bi serê wan de hat. Têkiliya rewşa îro vê meselê reheye. Wisa encamekî ji ber xwe ve derneketiye holê.



Di şerê Cemaet û Hikûmetê de yek ji teza herî biqewet ew bû ku digot:“Hikûmet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe lê Cemaet naxwaze”. Bi  nêrîna we ev tez rast e?


Bayık: Na, na. Gelekî aşîkar e ku herdu jî çareseriyê naxwazin. Egerherduyan çareserî bixwesta, îro rewşa li Tirkiyê çênedibû. Dîsa ji herduyanyekê çareserî xwestiba nedihate vî halî. Ne Fethullahçiyan ne jî AKPyiyan xwestku çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û siyasî pêk were û demokratîzebûnaTirkiyê here serî. Dibe ku wekî dixwazin dane xuyakirin. Wisa dane fêmkirin.Gelek kesan çaverê vê kir, hêvîdar bûn û hetta piştgirî jî dan û gotin “têrnake, lê erê”. Lê halê îro bi awayekî zelal dide xuyakirin ku ne wisa bû. Hekena wê piştgiriya Kurdan bistenda. Wê hêza demokrasiyê ya li Tirkiyê bigirta ûev pirsgirêk çareser bikira. Lê bala xwe bidinê bi hedefeke wisa nehatinîqtidarê. 



Pêvajoya çareseriyê li vir muqabilî çi tê? Carekê Oslo heye, piştrepêvajoyeke ku di ser İmralıyê re dimeşe heye. Îddia dikin ku Cemaetê Oslosabote kiriye. Tê gotin ku di pêvajoya İmralıyê de jî Cemaet negatîf lê Hikûmetpozîtîf e. Feqet, hûn dibêjin ev ne wisa ye.

 


Bayık: Belê, we dîqqet kiribe israra Serok Apo ji bo pirsgirêka Kurd dizemîna demokratîk û siyasî de were çareserkirin bi salan e didome. Ya rastîagirbesta yekemîn diyar dike ku PKKê paradîgma guherandiye. Nîşan dide kustratejî jî guherandiye.


Meqseda we serdema Turgut Özal e…


Bayık: Helbet. Em ji wê tarîxê be her daîm israr dikin ku pirsgirêkaKurd bi rêbazên demokratîk û siyasî çareser bibe. Ji ber vê me teqrîben 9 caranagirbesta yekali ragihand. Eger nêteke me ya wisa tuneba me bi awayekî yekalîagirbest îlan nedikir. Baweriya me bi me tuneba, ev nedibû. Hem ji ber ku em bixwe bawer in hem jî ji bo ku em dixwazin ev problem bi rêya demokrasî ûsiyasetê çareser bibe me ew qasî israr kir. Lê her daîm bi tasfiye û şerbersiva me dan. Her carê rewş bi qelsbûna me hate şîrovekirin. Wekî daxwaza meya çareseriyê nehate dîtin. Berevajiyê vê, zenna wan wiha bû “yekalî agirbestanîlan dikin. Naxwe qels in. Em bi ser wan de herin, dê biqedin. Em dikarin wantasfiye bikin”, ji dervayî vê tiştekî din nehate bîra wan. Eger fikirîbanaherhal wê di vî warî de hin gav avêtibana. Bala xwe bidinê, hêzên ku li Tirkiyêalîgirê çareserî û demokrasiyê bûn jî heqê heyatê ji wan re nehiştin. Ne tenêtasfiyekirina PKKê ji xwe re kirin armanc. Li gel wê derdorên li Tirkiyêçareserî dixwestin hemû tasfiye kirin. Hetta hêzên di nava dewletê de kualîgirê çareseriyê bûn tune kirin. Ew qasî bi çavsorî hereket kirin.

 


Di vê pêvajoya dawiyê de em dîsa hatibûn Qendîlê, peyama newrozê fîlan, evbûyerên pozîtîf bûn. Lê vekişîn sekinî. Hûn dibêjin dewletê tiştek nekir. Feqetdi fiîliyatê de şer jî tuneye.


Bayık: Pirsgirêk ne hebûn û nebûna şer e. Şer hebe, çima heye? Ji ber kuproblemek heye, şer derdikeve. Mesela em belasebeb, ji bo ku dilê me şerdixwaze em dest navêjin şer. Pevçûn ji ber pirsgirêkekê çêdibe. Pevçûn,eşkerebûna pirsgirêkê ye. Yan na ne xwedî me’neyeke cuda ye. Yan na em neheyranê pevçûn û şer in. Em ji mecbûrî şer dikin. Me bi şerê xwe pirsgirêkaKurd derxiste holê. Biryara li ser Kurdan çi bû? “Xelkekî bi navê Kurd tuneye.Mafê jiyanê jî ji vî xelkî re tune”, biryar ev bû. Me ev qebûl nekir, redd kir.Me li dijî vê biryarê hereket ava kir û pêşde bir. Me got: “Xelkekî wiha heye ûdixwaze bijî. Wekî herkesî xwedî mafê jiyanê ye.” Hêj di destpêkê de xwedîderketinali xelkekî û têkoşîna ji bo wî bi serê xwe sûc bû. Me di serî de ev qebûl kir. Hekeme qebûl nekiriba em nediketin nav vê mucadeleyê. Kî pevçûnê dixwaze? Ne em in.Dewleta Tirkiyê û yan jî hêzên wê yên curbecur. Ne tenê ew jî. Li pişt wan hêzhene. Ew hêz naxwazin pirsgirêk Kurd li Tirkiyê çareser bibe, îstiqrar were.Loma  em dikin nakin çareser nabe. Lewraev hêz ji pevçûnê menfîetê bidest dixin. Îstiqrar û çareseriya pirsgirêkê lihesabê van nayê. Naxwazin şer bisekine. Eger ji Tirkiyê tenê re bihêlin. Hetanîniha wê bi Tirkiyê re çareser biba. Pirsgirêka Kurd ne tenê problema Tirkiyêye. Problemeke navneteweyî ye. Loma jî divê di çareserkirina vê pirsgirêkê dehêzên navneteweyî jî rolekê bilîzin. Hetanî ew hêz di nav de cih negirinçareserî zehmet e. Me ji sala 1993an pê ve agirbestên yekalî ragihandin, disala 2013an de jî me îradeyeke di ser agirbestê re danî holê û hewil da ku vêproblemê çareser bikin. Em xebitîn ku Tirkiyê bikşînin ser xeta çareserkirinameselê. Dîsa jî mesele çaresernebû. Ji ber ku hêzên li ber vê dibine astenghene. Mesela qetlîama Parîsê. Berî ku Serok Apo di newrozê de deklarasyonekêîlan bike, xwestin rê li ber bibirin. Qetlîama Parîsê ev e. Lê Serok Apo ûxelkê me bibiryar bûn. Qetlîama Parîsê bêencam giştin û di newrozê de Serok Apodeklarasyon ragihand. Ev bi tena serê xwe jî nîşan dide ka em di çareseriyapirsgirêkê de çi qasî bibiryar in.


Di wan deman de, mumkin bû ku ji ber qetlîama Parîsê hemû pêvajo eliqîbimîne?


Bayık: Helbet mumkin bû. Eger Serok Apo û xelkê me mesele baş fêmnekiriba, bi refleksê hereket kiriba, qetiyen mumkin bû ku deklarasyona diNewroza 2013an de nehata îlankirin. Dibe ku dîsa şer bi awayekî gur berdewamkiriba. Jixwe daxwaz ew bû.

Niha hikûmet di tengasiyê de ye. Hin kes dibêjin îhtimal e hûn di vêtengasiya hikûmetê de helwesteke cuda werbigirin. Fikrê we li ser vê çi ye?

 


Bayık: Gelekî aşîkar e ku em ne rêxistineke wisa ne. Bala xwe bidinê, jihêla navenda şerê psîkolojîk ve Serok Apo, PKK û hetta xelkê Kurd bi gelekawayan ji raya giştî ya Tirk û dinyayê re hatine nîşandan. Heqaret hatin kirin,rastî hatine berevajîkirin û mesele ji rê derxistin. Ji bo rastiya Serok Apo,PKK û xelkê Kurd neyê fêmkirin her tişt hate kirin. Rastiya Serok Apo, PKK ûxelkê Kurd çi ye? Xwestin ku pêşî li fêmkirina vê bigirin. Niha civaka Tirkiyê,dikare rastiya Serok Apo û xelkê Kurd fêm bike. Halê hazir ne tenê AKP ditengasiyê de ye. Tirkî, dewlet di rewşeke giran de ye. Reqabeta AKPê ûFethullah, ne tenê van hêzan elaqedar dike. Hemû Tirkiyê elaqedar dike. Tenêzirarê nade van hêzan, zirarê dide tevayê Tirkiyê. Eger PKK hetanî niha wekînavenda şerê psîkolojîk dide nîşandan hereket kiriba, halê hazir firsendekenedîtî li ber wê ye. Eger tenê dijmintiya Tirkiyê di hedefa wê de heba,dikaribû cuda hereket bikira. Naxwe dijmintiya Serok Apo, PKKê û xelkê Kurd, lidijî Tirkiyê tuneye. Ji rewşa ku îro li holê ye jî bi asanî dikarin vê bibînin.Di roja îro de yê herî bimesûliyet tevdigere Serok Apo, PKK û xelkê Kurd e.


Gelek hêz hene ku bi awayekî dixwazin we bikşînin nav vê mijarê. Eger hûnbikevin nav vê mijarê, wê li Tirkiyê gelek acizî rûbidin. Îhtimaleke wisa heye?


Bayık: Rastiya Serok Apo û PKKê, ji vê hêlê ve jî gelekî şaş hateşîrovekirin. Hewildanên ji bo çêkirina qenaetan çêbûn. Gotin: “Di heqîqetê deli Tirkiyê pirsgirêkeke der heqê Kurdan de tuneye. Ev pirsgirêkeke ji dervehatiye îcadkirin. Hin dewlet naxwazin ku Tirkî biqewet bibe. Loma meseleya PKKêkirin bela. Yanî çavkaniya problemê derve ye, li hundir tu pirsgirêk tuneye.”  Bi vî awayî xwestin ku PKKê di raya giştî yaTirkiyê de bi şeklekî cuda bidine qebûlkirin. Hewil dan ku qenaetê çêkin. Gotin:“PKK, rêxistineke girêdayî hêzên derve ye. PKK girêdayî Sûriyê ye, girêdayîÎranê ye, girêdayê Emrîkayê ye.” Yanî hêzeke ku PKK pê ve girênedabin nema. Çiwere bîra we ji bo PKKê hate ser ziman. Gotin: “PKK, ne hereketeke azadiyê ye.Hereketeke mafya ye, hereketeke eroînê ye, hereketeke ji xeynî kuştinê bitiştekî din nizane”… Lê yek ji van jî rastiya PKKê nade der. PKK, bi temamî liser hêza xwe ava bûye. Hemû pirsgirêkên xwe bi mucadeleya xwe çareser dike ûpêwistiyên xwe bi xwe dabîn dike. Rastiya hereketê ev e. Vê hereketê ji tu hêzêpiştgirî wernegirt. Dîsa hate gotin: “Ev hereket, di nav ev qas dijminî de çawadikare li ser piyan bimîne? Naxwe li pişt wê hin qewet hene. Hin derdor wêdixebitînin. Loma li ser piya ye”. Halbûkî ev hereket çavkaniyên pêwist bi xwepeyda dike. Rastî ev e. Bi zihniyeta xwe, felsefe û îdeolojiya xwe çavkaniyênpêwist dabîn dike. Pêşdeçûn û serkeftina PKKê di mekanîzmaya wê bi xwe de ye.Ne li cihekî din e. Eger hêzek xwe nespêre esasekî, bi arîkariyên derve ûteşwîqan nagihê cihekî. Bigihê jî şansê wê yê serkeftinê tune. Ev jî rastiyekdin e. Helbet gelek hêz dixwazin ku bikşînin aliyê xwe. Lewra hêzeke ku PKKêbibe aliyê xwe, rehettir dikare tesîrê li ser dengeyan çêke. Ev li Tirkiyê jîwisa ye, li Rojhilata Navîn jî. Halê hazir PKK, hem li Tirkiyê hem jî li Sûriyêhêzeke diyarker e. Ev gelekî eşkere ye. Qedera gelek hêzan di destê PKKê deye.  PKK, çawa bixwaze dikare dengeyanwisa xera bike û çêke. Lê bala xwe bidinê, PKK li hemberî xelkan ciddî ûbimesûliyet tevdigere. Li berjewendiyên wisa teng û besît ên rêxistinê nanêre.Hetta berjewendiyên teng ên xelkê Kurd tenê jî nake armanc. Bi qasî vanmenfîetên xelkên din jî li ber çavan digire. Loma bimesûliyet hereket dike.Loma tu hêz nikare PKK ji bo berjewendiyên xwe bixebitîne. Eger PKK, ji armancû xeta xwe dûr bikeve, dê xwe bi xwe tasfiye bike. Tu me’neya hebûna wê namîne.



Daxuyaniya Öcalan  "em benzînê liagir nakin” di vî warî de binirxînin?


Bayık: Hin derdor dixwazin me tevlî vê pêvajoyê bikin. Mumkin e yên wisadifikirin hebin. Ev tu me’neyê nade. Ya muhîm helwesta serokatî û hereketê ye.Xala diyarker ev e, yan na di her civakê de însan û derdorên xwedî nêrînên cudahene. Lê ya muhîm hêzên diyarker in. Helwesta Serok Apo û rêvebiriya PKKê esase. Herwiha helwesta KCKê muhîm e. Qîmetê fikr û nêrînên dîgeran tuneye.



Tesbîta Öcalan a li ser derbeyê û piştgiriya wî li hikûmetê, bi we re fikarû endîşe çêkir?


Bayık: Serok Apo, tu piştgirî fîlan nedaye hikûmetê. Wisa tê diyarkirinlê ne rast e. Li Tirkiyê şerek heye. Şerê Fethullah Gülen û AKPê. Ev pevçûn diencamê çi de derket û bi vî şerî dixwazin çi bikin. Dixwazin Tirkiyê bibine ku,lazim e ev were fêmkirin. Stratejiyeke sîstema kapîtalîs heye. Li RojhilataNavîn vê pêk tîne. Cara pêşîn ev li kir? Em bêjin bi taktîkekê li Efxanistan ûIraqê çêkir. Ew taktîk çi bû? Belavkirin û hilweşandina dewletan. Di vê debiser ket lê dewletên nû yên ku dixwest li şûna wan deyne pêk neanî. Dihilweşandinê de serkeftî lê di avakirinê de binketî. Ziyanên aborî jî çêbûn divan bûyeran de. Herwiha ziyanên siyasî jî derketin holê. Ev stratejî vanserdemên dawîn di hin welatên Ereb de jî hate meşandin. Li wan deran dewlet bitemamî xera nekirin. Derdorên neteweperwer, komên ku xwe wekî laîk binavdikirin dane hemberî xwe û ew ji rejimê dûr xistin. Di muqabilî wan de jî hêzêndi xeta Îslama siyasî de hatin desthilatê. Ev zêdetir Birayên Misilman bûn lê evtektîk jî bêencam ma. Çunkî Birayên Misilman li Misir û Tûnisê hatin desthilatêlê El Qaîde xurt bû. Feqet gava ku dîtin ev tektîk jî biser nakeve li Misirêderbe kirin. Lewra Misir merkeza Birayên Misilman e û ji wir jî li temamêwelatên Ereb birêxistin bûye. Eger Birayên Misilman li Misirê bi stratejiyaNATOyê û ya modernîteya kapîtalist li hev kiriba ew derbe pêk nedihat. DêBirayên Misilman li her derê bihata desthilatê. Ji ber ku encamekî berevajîderkete holê ew tektîk avêtin aliyekî û bi stratejiyeke nû xwestin Îslamasiyasî bipêş bixin. Ew jî li Sûriyê tê ceribandin. Tektîka li Sûriyê gelekîcudatir e. Ne dişibe Efxanistanê û Iraqê, ne jî Misir û Tûnisê. Li wan deran jîdixwazin qismê di nav Îslamîstan de wekî radîkal binav dikin deynin aliyekî,herwiha qismê radîkal ji laîk û neteweperestan jî bidin aliyekî û rejimekeMisilman-neteweperwer bînin. Evê çi qasî here serê, ne diyar e. Di vê pêvajoyêde, li gel ku hin gav hatin avêtin jî hêzên modernîst û kapîtalîst di pêşengiyaEmrîkayê de biser neket. Xelkan jî gelek encamên baş bidest nexistin. Dibe kuji rejimên kev hinekî xelas bûn, lê hêviya milletan jî pêk nehat. Xelkên wanderan jî qezenc nekir. Kê qezenc kir? Zêdetir El Qaîdeyê qezenc kir. El Qaîdebipêş ket. El Qaîdeyê Sûrî ji xwe re wekî merkez hilbijart û dixwaze vêserkeftina xwe li temamê Rojhilata Navîn pêk bîne. Hereketa Şîî ya ku Îranpêşîvaniya wê dike, Sûrî ji xwe re kire navend, li wê derê şer dike. Hemû hêzli Sûriyê şer dikin. Rastiyeke wisa heye. Tirkiye bi 12ê Îlonê li gorî vê stratejiyêhate amadekirin. 12ê Îlonê tê vê me’neyê. Bala xwe bidinê, rêxistin û mezinbûnaÎslama siyasî piştî 12ê Îlonê ye. Di salên 2000î de jî hate ser desthilatahegemonîk. Kê ew anî? Sîstemê anî. Ji bo pêkanîna stratejiya xwe anî. Tirkî bivê armancê hate hazirkirin. Dema ku ev hevpeyman hate ser desthilatê koalisyonêîttifaq kiribû. Fethullah û AKP ne eynî ne, armancên wan jî ne wek hev in. Dibeku hin aliyên wan hevpar bin. Loma wekî hevpeymanê hatine ser desthilatê û liber wan astengiyeke ciddî hebû. Çi bû ev? Sîstema dewletê ya li ser hîmên wekîneteweperest, laîk û li aliyekî jî Tirkîtiyê hatibû avakirin. Awayê dewletêhegemonîk bû. Vê sîstemê Îslamîst, Kurd û sosyalîst ji xwe nehesibandibû û ewçewisandibûn. AKPê  û Fethullahiyan, evdewleta hegemonîk xera kirin û di şûna wê de dewleteke nû anîne holê. Dewletekehegemonîk û zêdetir senteza Tirk û Îslamê di xwe de dihewand. Her ku ev awayêdewletê yê nû pêşde çû, astengiya din heta radeyekê ji holê rabû. Lêastengiyeke din heye: Astengiya Kurd. Divê ev astengî jî nemîne. Jixwe Îslamhate merkezê, sosyalîst jî piştî belavbûna Sovyetê îdî ne hêzeke biqewet bûn ûxetere nedihatin qebûlkirin. Tenê Kurd mabûn ku daxilî sîstemê nebibûn. LiTirkiyê rastiya sîstem û desthilatê heye. Mesela em bêjin sîstem, ji dêvla kuKurdan bikşîne nava xwe, dixwaze wan biçewisîne. Desthilat jî li ser vî esasîtê damezirandin. AKP û Fethullahiyên ku wekî hevpeymanê hatin ser desthilatê,xwestin ku vê astengiyê ji holê rakin. Herduyan jî polîtîkaya çewisandin ûtasfiyeyê li hemberî Kurdan meşand. Jixwe sedemê ku ji hêla sîstemê ve hatinqebûlkirin jî li ser vî esasî ye. Wekî din di sîstemê de nedihatin qebûlkirin.Esasê hevdîtina Dolmabahçeyê ev e. Hetanî sala 2007an nêrîna AKPê li meseleyaKurd fetl e. Li aliyekî çav ji wan re dişkîne li aliyekî din jî diçewisîne.Esas ev peyamê didine sîstemê, “Eger hûn min qebûl nelin, ezê bi Kurdan rebibim yek”, vê dibêje. Yanî di muqabilî perçiqandina Kurdan de qebûl kir. Livir hem îttifaqa AKP û Cemaetçiyan heye hem jî dijberiyên wan hene. Ji hêlekêve jî hev dixapînin. Wextê dewleta kevn a hegemonîk hate tasfiyekirin û di şûnawê de yeke nû derkete golê, ji bo wan tenê PKK wekî problem ma. Jixwe sîstemanavneteweyî jî li pişt wan e… Di vê nuqteyê de dest bi şerê desthilatê kirin. Lêji bo şerê desthilatê qezenc bikin divê Kurdan tasfiye bikin. Rêyabidestxistina desthilatê di wir re derbas dibe. AKP resmen li ser desthilatêye. Rewşeke Fethullahiyan a wisa resmî tune. Bi awayekî resmî hevpeymanîgirênedane lê hevpeyman in. Cemaetçî îdeolojîk in û hêzeke xwedî têkiliyênnavnetweyî ye. Fethullahiyan berê xwe da Kurdistanê û xwestin ku bi xelaskirinaPKKê desthilatê bidest bixin. Hemû îcraetên li Kurdistanê Cemaetçiyan kir lê dibin banê desthilata AKPê de meşandin. AKP li vê xwedî derket, îtiraz nekir. Evli hesabê AKPê jî hat. Ji hêlekê ve tiştê ku wê dixwest bike, hewaleyîCemaetçiyan kir. Xwest ku aciziyên Kurdan li dijî wan, li dijî Fethullahiyanbe. Di vê navberê de wê AKPê jî desthilata xwe xurt bikira û xwe wekî xelaskerêKurdan bida nîşandan. Bala xwe bidinê, propagande hemû di wî warî de bûn. Livir, di rastiyê de AKPê Cemaetçî kirine alet û ew teşwîq kirin. Cemaetçiyan jîxwest ku derbeyeke mezin li PKKê bidin û wekî hêzeke ku şerê li Kurdistanêqezenc kiriye derkeve desthilatê. Di vê mijarê de şerek meşandin. Bi hezaranînsan avêtin zîndanan. Li ser vê dest bi mudaxeleya pêvajoya Osloyê kirin.Gotin, “lazim e em hakimê desthilatê bin” û ji bo vê MÎT û Erdoğan kirin hedef.Xwestin bibin desthilat lê AKP li dijî vê sekinî. Piştre hin pirsgirêkên dinqewimîn. Hem aliyê vê yê desthilatê heye hem jî têkiliya wê bi polîtîkayênsîstema navneteweyî yên li ser Rojhilata Navîn heye. Ji ber ku herdu gihîştinhev li Tirkiyê şer destpê kir.


Min û qismekî mezin ê raya giştî, me ji peyama Öcalan wiha fêm kir, “AKPdixwaze hin tiştan bike lê cemaeta Gülen li ber dibe asteng”. Ev tesbîteke raste?


Bayık: Dema ku me  di newrozê deew deklarasyon li ber çavên hemû dinyayê îlan kir, berî wê û piştî wê helwestaHereketa Gülen çawa bû? Herkes bi vê dizane. Ma bi eşkereyî nehate gotin?Gotin: “Divê hevdîtin bi PKKê re neyêne kirin, berevajiyê vê lazim e wereperçiqandin”.

Gotinên Gülen ên di BBCyê de tam bereksî vê ye…


Bayık: Erê, tam tersê vê dibêje, lê herkes gotinên wî yên berê dizane.Hetta nifir jî kirin. Got, divê hereket û hetta Kurd ji binî ve werin qirkirin.Tenê bi gotinê jî nema. Di pratîkê de ev kirin. Bi hezaran însanên hilbijartîketin zîndanan. Van însanan kîjan sûc kiribû?



Hûn vê rasterast bi Cemaetê ve girêdidin?


Bayık: Helbet, belge hene di destê me de. Çawa mudaxeleyî hilbijartinaşaredariyê kirine, hin şaredariyên ku BDPê qezenc kiribûn çawa ji destê wanderxistine, divê kî li ku û çawa were girtin, divê sûcdariyên çawa werineîcadkirin… Belgeya van tevan heye. Me berê jî ev gotibû. Me got, yên bixwazinderxînin çapemeniyê em dikarin bidin. Hinekan girt, lê wextê ev şer destpê kirweşana wê sekinandin. Ev rastiyek e. Hereketa Gülen, tu carî nexwest kupirsgirêka Kurd bi rûniştina li gel PKKê û rêya muzakereyê were çareserkirin.Tam bereks, ev bitehlûke dît û bi tundî redd kir. Got: “Lazim e PKK wereperçiqandin. Emê bi perçiqandina PKKê meseleyê çareser bikin.” Ma Tirkiyê jîher daîm ev nedigot? Pêşî emê biperçiqînin, piştre me çi da bi kêfa me ye.Jixwe mentiqê dewleta Tirk ev e. Çi bê dayîn emê bidin, divê tu kes tiştekînexwaze. Li  vî welatî ji kê re çi lazimbe emê bidin. Fethullah jî wisa digot. Ev terzê diyarkirina polîtîkaya Tirk e.Polîtîkaya çewisandinê ye. Di muqabilî vê de eger AKP bixwaze pirsgirêkêçareser bike, Serok Apo, ji bo vê yekê tiştekî ku di dinyayê de tu kes nakekir. Me gavên li pey hev avêtin. Me dîlên di destê xwe de yekalî berdan. Meagirbest yekalî îlan kir. Me şer yekalî rawestand û em hêzên xwe ji Bakur berbi Başûr ve dikşînin. Rojnamevan hatin, rewş dîtin. Ev hemî bi qeyd û belge ne.Li dinyayê tu hêz vê nake. Li dinyayê, aliyên li hev nakin rûdinên û muzakereyêdikin. Li ser çi li hev bikin, bi awayekî nivîskî ji raya giştî re radigihînin.Herwiha ev di bin çavdêriya aliyê sêyemîn de têne kirin. Li cem me, ne aliyekîsêyem heye, ne metnekî nivîskî heye û ne jî avêtina gavên dualî heye. Ev hemûyekalî ne û li pey hev hatine kirin. Me xwest bi van gavan zemîna muzakereyêguncantir bikin. Hereket û xelk hazir e, hêzên demokrat hazir in. Me hewl da kucivaka dewleta Tirk amade bikin. Me ev zemîn çêkir. Wekî din çi maye? Tenê ewmaye ku di ser vî zemînî re gava muzakereyê were avêtin. Divê ev ji hêladewletê ve were kirin. Di merheleya pêşîn de me li pey hev gelek gav avêtin. Liser vê lazim bû muzakere destpê bikira. Me çima ev gav li pey hev avêtin? LewraSerok Apo dixwest ku rê li mudaxeleya hin hêzan li ser pêvajoyê bigire. Gelekîaşîkar e… Pir hêz hene ku vê pêvajoyê naxwazin. Dixwazin wê sabote bikin. Ji boem pêşiya van bigirin me ev gav avêtin. Me li ber çavên dinyayê ev gav avêtinda ku pêşiya mudaxeleyan were girtin. Eger AKP bi mesûliyet hereket bike ûbilez derbasî muzakereyan bibe wê hewildanên ji bo sabotekirina pêvajoyêdakevin asta herî nizim. Bi vî awayî dê pirsgirêka Kurd, bi rêbazên siyasî û demokratîkber bi çareseriyê ve here. Me ev esas girt lê AKPê ev gav neavêtin. Çimaneavêtin? Lewra di hedefa wê de armanceke wekî çareserkirina pirsgirêka Kurdtuneye. Di hedefa wê de “bila agirbest hebe, şer nebe, mirin çênebin û xwînnerijê” heye. Hedefeke wê ya di ser vê re tuneye. Hemû hesabê wê serkeftina dihilbijartinê de ye.

Hûn me zemîn hazir kiriye. Gelo nabe ku ji bo AKPê zemîn hêj nekemilîbe?


Bayık: Dikaribûn ji me re wiha bigotana: “We ev gav avêtin, lêpirsgirêkên me yên bi vî awayî hene. Ji bo em van pirsgirêkên xwe çareser bikinji me re zeman hewce ye.” Em ji bo vê jî vekirî ne. Lewra em dixwazin pirsgirêkçareser bibe. Ji bo vê em gavan diavêjin. Hêzeke ku nexwaze pirsgirêk çareserbibe van gavan diavêje? Li dinyayê kesên van gavan biavêjin tunene. AKPê tucarî ew bi me re nîqaş nekir. Mesela nexşerêyek derxiste holê? Mesela hîçdeklarasyoneke bi şeklê em dixwazin di vê demê de van gavan biavêjin ragihand?Nexêr. Tu kes nizane dixwaze çi bike. Ma pêvajoyeke çareseriyê wiha dibe? Feqetli aliyê din dibêjin, “em di pêvajoya çareseriyê de biisrar in, pêvajo başdimeşe”… Gelo ev tiştekî îfade dike? Nake.

Serbestmayina parlamenteran ne tiştekî baş e?


Bayık: Berdana wan helbet baş e. Em dixwazin hinekên din jî bêne berdan.Ew qas însanên bêsûc rehîn girtine. Pirsgirêk ne tenê berdana çendparlamenteran e. Yên din jî însanên hilbijartî ne. Însanên bi tu awayî tevlîşiddetê nebûne û belasebeb li hepsê radizên.

Tê gotin ku ji bo vê formulek dîtine?
Bayık: Dikarin bêjin. Mumkin e were dîtin yan neyê dîtin. Ew aliyênteknîkî ne. Ya muhîm muameleya li gel pirsgirêkê ye. Mecbûr bûn parlamenteranberdin. Çima?  Lewra Kılıçdaroğlu çûWashingtonê. Li wê derê bi Güleniyan re hevdîtin kir. Mustafa Balbay serbestma. Piştî berdana Mustafa Balbay, ne mumkin bû ku parlamenterên din girtîbimînin.



Fethullah Gülen di BBCyê de got: “Rûniştina li gel PKKê dibe lê lazim erûmeta dewletê were parastin.” Hûn vê daxuyaniyê çawa dibînin?


Bayık: Rûmeta dewletê hebe, ya Kurdan tuneye? Kurd, xelkek in. Ev qassal in mucadeleyê dike. Milletdekî bedel daye. Eger mijar rûmet be, divê esilrûmeta Kurdan bifikirin. Tiştekî wekî rûmeta dewleta Tirk nabe. Hessasiyetêncivaka Tirkiyê hene, mirov dikare bêje hessasiyetên dewletê hene. Baş e,hessasiyetên wan hene lê yên Kurdan tunene? Ma Kurd, heqaretê li civaka Tirkdkin, an dewleta Tirk heqaretê li Kurdan dike? Kî hemû heqê Kurdan ji desê wanderdixîne? Kurdan ziman û çanda tu kesî qedexe nekiriye. Dest nedaniye serîradeya tu hêzê. Siyaset û xwerêxistinkirin qedexe nekiriye. Dewlet qedexeyanli ser Kurdan disepîne. Eger hessasiyet û rûmet bibine mijar, lazim em behsahessasiyet û rûmeta Kurdan bikin. Divê ev were parastin. Yên alîgirê çareseriyêbin divê bala xwe bidinê vê. Lê tu dibêjî qey tu hessasiyet û rûmeta vî xelkîtuneye. Tenê dibêjin bila hessasiyetên dewlet û civaka Tirk li ber çavan bênegirtin. Ev zimanê nexwestina çareseriyê ye.


Gülen di medyaya navneteweyî de got rûniştina bi İmralı  re guncan e. Ev ne muhîm e?


Bayık: Çima niha? Gotin û kirinên wî yên berî vê hene. Pir aşîkar in.Girêdayî pêvajoyê ne. Niha li Tirkiyê dewlet di krîzekê de ye. Ne krîzahikûmetê, ya dewletê ye. Halê hazir li Tirkiyê pirsgirêka desthilatê heye.Dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Tirkî, welatekî NATOyê ye. Tirkî, demekedirêj valahiya desthilatê ranagire. Divê ev pirsgirêk muheqeq zûbizû çareserbibe. Menfîeta modernîst û kapîtalîst a NATOyê vê dide îcabkirin. Tirkî neMisir e. Li Tirkiyê, dê pirsgirêka desthilatê çawa çareser bikin. Ev muhîm e.Dema li Tirkiyê pirsgirêka desthilatê derkete holê, CHP derhal çû Washingtonê,hin hevdîtin kirin. Hat, niha dixwaze piştgiriya hêzên neteweperest  û Cemaetê jî bistîne û li gorî xwe pirsgirêkadesthilatê çareser bike. Li Enqereyê, namzedê MHPê, wekî namzedê şaredariyamezin nîşan dan. CHP û MHP, ji vê hêlê ve bûne yek. CHP, bi rastî jî dikarepirsgirêka desthilatê safî bike? Dikare were desthilatê? Ev bi temamî girêdayîtêkiliyên wê yên li gel PKKê ne. Ew girêdayî çi ye? Girêdayî pirsgirêka Kurd, aElewî û avêtina gavên bingehîn der barê pirsgirêka demokratîzebûna Tirkiyê ye.Eger van guherînên bingehîn bike, dikare piştgiriya xelkê Kurd bigire. Wê demêdikare bibe desthilat. Bi halê îro ji hatina desthilatê û çareserkirina krîzadesthilatê gelekî dûr e. MHP, dikare pirsgirêka desthilatê çareser bike? Aşîkare ku ev gelekî dûrî wê ye. Hêzeke wekî HDP, BDP bi tena serê xwe dikare safîbike? Nikare, dûr e. Çi maye di dest de? Yan dê qismekî ji nava AKPê yan jîderbeyeke eskerî pirsgirêka desthilatê çareser bike… Çareseriyeke wekî ya liMisirê. Xwestin ku li Misirê bi derbeyeke eskerî çareser bikin, lê nebûn. Hêjne diyar e wê li wê derê çi bibe. Tirkî ne Misir e. Çareserkirina pirsgirêkadesthilatê li Tirkiyê bi artêşê nabe, ev ji dêvla ku meseleyê safî bike dêyekcarê serûbinî hev bike. Çare tenê ew dimîne ku ji nava AKPê bedîlekê çêkin.Loma divê Erdoğan û ekîba wî bêtesîr bimînin. Mezinkirina vê berî hilbijartinêtê vê me’neyê. Çima ev mijar gelekî berî hilbijartinê nehate rojevê, hema dierefeya wê de hate holê? Diyar e ku dixwazin bandorê li ser hilbijartinançêkin. Li aliyekî parlamenterên Fethullahî yên di nava AKPê de didineîstifakirin, ji aliyekî din ve jî CHPê xurt dikin da ku AKP, encamê dixwazebidest nexe. Piştre jî dixwazin ava serê wan bikelînin. Bi vî awayî armanc ew eku Erdoğan û ekîba wî bi dawî bînin. Hedef AKPyeke biçûk e. AKPyeke zêdetir dikontrola sîstemê de. Tirkî, dê ji vir derbasî ku bibe? Îdî wê derbasî heyamahevpeymaniyê bibe. Dê îdî li Tirkiyê hevpeyman hukim li desthilatê bikin. Wekîdin, tiştê ku Erdoğan û AKP di desthilatê de dihêle çi ye? Polîtîkayênekonomiyê ne. Mudaxeleyî polîtîkayên li ser ekonomiyê jî dikin. Bi van hemiyandixwazin ji desthilata AKP û Erdoğan xelas bibin. Ev gelekî aşîkar e.

Ev senaryoya AKPyeke bêyî Erdoğan e…


Bayık: Belê. Dixwazin vê bi kê çêkin? Bi cemaetê. Li pişt wê kî heye?Emrîka. Emrîka, bi Cemaetê meselê dimeşîne. Ji kur ve li AKPê xistin? Bigendeliyê. Li nuqteya herî hessas xistin. Lewra AKPê, xwe wekî hêzeke her demêli dijî gendeliyê daye nîşandan û qenaeteke wisa çêkiriye. Eger AKP derbeyêbixwe dê ji vir be, loma jî operasyon ji wir destpê kir. Gendelî tuneye? Heye.Bertîl tuneye? Heye. Eger tuneba, nikaribûn ji wir lêxistana. Naxwe heye, lomaoperasyonan dikin. Ev zelal e. AKP, gendeliyan davêje aliyekî tenê dibêjeCemaetê xwestiye li dijî wan derbeyê çêke. Rast e. Cemaet dixwaze derbeyê çêkelê rastî ne tenê ew e. Ev derbe di ser gendelî û bertîlê re tê meşandin. AKPçima kete nav gendelî û bertîlan. Sedemê wê heye? Çawa ku Çillerê ji botasfiyekirina PKKê her tişt rewa dîtibe, çavê xwe ji her tiştî re girtibe û hertişt teşwîq kiribe, AKPê jî eynî tişt kir. AKP, hem li hundir hem jî li derveji bo tasfiyekirina PKKê kete nav têkiliyên nebûyî. Emrîka ambargo daniye serÎranê, lê AKPê ew çirand. Aliyê vê yê hem aborî hem jî siyasî heye. Ji bokaribe PKKê biperçiqîne, xwest ku di şerê li dijî wê de Îranê bikşîne aliyêxwe. Sedemê ku di 2011an de Îranê êrişî PKKê kir jî ev e. AKP, zen kir ku dê bivê yekê desthilata xwe biqewettir bike, lê rastî polîtîkayên Emrîkayê hat. Lialiyekî din ji bo karibe PKKê biperçiqîne têkiliyên xwe bi PDKê re xweş kir. Duhêlên xweşkirina vê têkiliyê heye. Aliyê siyasî û yê aborî mewcûd e. Hem wêPDKê di perçiqandina PKKê de bixebitîne, hem jî dê ji dewlemendiyên vê derêîstîfade bike. Ev bû sedemê çi? Têkiliyên PDKê û Malîkî serûbinî hev bûn. LiIraqê jî eniya Sunnî her ku çû li dijî eniya Şiî tund bû. Lewra Şîî, bi Îran ûHizbullahê eniyekê vedikin. Li dijî vê jî eniya Sunnî xurt dibe. Loma ne tenêli Sûriyê, li Iraqê jî ev dijberî çêbû.

 

Sedemê pirsgirêkên ku îro li Iraqêrûdidin polîtîkayên AKPê ne. Lewra Haşimi (Tariq Haşimi, Cîgirê Serkomarê Iraqêyê wê demê Celal Talebanî) kişande Tirkiyê. Têkiliyên bi PDKê re xurt kir. Vêyekê rê li ber çi vekir? Ji El Qaîdeyê re zemîn çêkir. Xwestin ku dewlemendiyênli Kurdistanê neqlî Tirkiyê bikin û perê neftê jî li bankeyeke wî welatîrazînin. Di meseleya Îranê de jî ev heye. Emrîka li Iraqê ji bo Tirkiyê şernekir heta ku ew welat ji nîmetên vî şerî fêdê bigire. Di vê nuqteyê de jîEmrîka û AKP hatin beramberî hev. Ji ber ku navenda Birayên Misilman Misir e,AKPê xwest têkiliyên xwe bi wan re xweş bike û li alema Îslamî û welatên Erebji van pêwendiyan îstîfade bike. Feqet li Misirê Birayên Misilman û Emrîka lihev nehatin. Lê AKPê xwest ku têkiliya xwe bi Birayên Misilman re bidomîne,piştgiriya wan kir. Wekî din li Sûriyê, di plana pêşî de berî herkesî li dijîrejima Sûriyê helwesta xwe diyar kir. Xwest ku ev rejim di demeke kin debirûxe. Wê demê li muxalefeta Sûriyê kî hebû? Birayên Misilman. Yên din zêdetunebûn. Ji bo wan bîne ser desthilatê xebitî. Dema ku li Misirê BirayênMisilman ji desthilatê hatin xwarê, tesîra vê li Sûriyê jî çêbû. BirayênMisilman, li Sûriyê hatin bêtesîrkirin. Di muxalefetê de hin hêzên din biqewetbûn. AKPê çi kir? Di polîtîkaya Sûriyê de li binî sekinî. Vê carê piştgiriya ElQaîdeyê destpê kir. Xwest bi El Qaîdeyê Kurdan biçewisîne û di polîtîka Sûriyêde giraniya xwe birexsîne. Di vê mijarê de jî polîtîkaya AKPê û ya Emrîkayêberevajî hev bûn. Bi vê yekê re di tevgerên AKPê û Emrîkayê de nakokî derketinholê.

Hûn dibêjin şerê esasî di navbera Emrîka û AKPê de ye


Bayık: Helbet di navbera wan de ye. Li hundir jî mucadeleya desthilatêheye. Di ser wê re tê meşandin.


Piştî daxuyaniya Öcalan der barê derbeyê de, rojnameya Tarafê derhal xeberênMİT û Robozkê hatin çêkirin. Tu dibêjî qey ji Kurdan re tê gotin: “Hûn li piştvan disekinin. Lê ev binê we dikolin. Qetlîaman tînin serê we.”


Bayık: Eger MİTê ev kiribe, çima pêşî bêdeng man û niha diyar dikin.Girêdayî vê pêvajoyê. Lewra şerekî ciddî heye. Ev gelekî aşîkar e. Di vî şerîde PKK hêzeke diyarker e. Kî piştgiriya PKKê bistîne, dê ya din winda bike. AKPjî dixwaze piştgiriya PKKê bigire, Cemaet jî. Lewra hetanî ku piştgiriya PKKê ûya Kurdan wernegirin, gelekî zehmet e ku di vî şerî de bigihên armanca xwe.


Ya rastî zehmet e ku Cemaet piştgiriya we bistîne. Lê bi kêmanî dixwaze hûnpiştgiriyê nedin hikûmetê. Mirov dibêje qey dixwaze hûn notr bimînin.


Bayık: Destek ne tenê ew e ku tu li pişt wê bisekinî. Ji bo ku di wîşerî de biser bikevin dûrketina PKKê û AKPê ji bo wan piştgirî ye. Fethullahî,helbet piştgiriyê nadin PKKê. Lê ji ber ku rolê diyarker ê PKKê dizanin,dixwazin vê hevsengiyê li gorî xwe eyar bikin. Loma jî ji bo di vî şerî debigihên encamê, di vê pêvajoyê de van meseleyan tînin rojevê û dixwazin PKKêbêteref bikin.

Îhtimala ku biser bikevin tuneye?


Bayık: Nikare serkeftî bibe. Pêşî divê bêjim ku em di vî şerî de nepiştgiriyê didin AKPê ne jî Fethullah. Sefên me cuda ne. Em dixwazin hêzêndemokrasiyê biqewet bibin. Em ji bo vê dixebitin. Em ne alîrê bihêzbûna AKPê ûFethullah in. Ev ne di xêra Tirkiyê de ye. Eşkere dibêjim. Kê qetlîama Parîsêkir? Ew muhîm e. Çima hate kirin? Ew muhîm e. Kaxezên ku MİTê bikar dianî,hatine xebitandin. Ev eşkere ye. Bibelge ye. Kê kiribe bila bike, li ser navêMİTê bûye. Mesûliyeta MİTê û ya AKPê heye. Ne AKP û ne jî MİT dikare ji vêbireve. Dibe ku ji nava wan hinekan kiribe. Her kîjan kom be axirî. Evmesûliyeta AKPê û MİTê ji hêla siyasî ve betal nake. Lê ji aliyekî din ve jî evmuhîm e. Di qetlîama Parîsê de agahdariya AKPê, MİT û Fethullahiyan heye. Bişirîkatî hate kirin. Hinekan ji yên din bêxeber nekiriye. Dibe ku hinekan teyidnekiribe, feqet jê agahdar in. Nikarin ji vê xelas bibin. Belge hene. Hinek jiwan hatibin reşkirin jî, belgeyên nîşaneyan bidin dest hene. Piştî qetlîamaParîsê medyaya Cemaetê çi got: “Parîs ji berê xweştir e.” Yên ji vê qetlîamêbêxeber bin û ne kêfxweş bin, dikarin tiştekî wiha bêjin? Nikarin. Çima Parîs,piştî qetikirina wan hevalan xweş bûye? Wekî din qetlîama Parîsê çima hatekirin? Eşkere ye. Dîdarên Serokatî û kesên li ser navê hikûmetê hereket dikinhene. Ev hevdîtin pêşde diçin û wê di newrozê de were îlankirin. Hêzên ku nexwestinev were îlankirin, dest avêtin qetlîamê. Hêzên ku nexwestin pêvajo pêşde biçe,xwestin ku şer berdewam be. Kî heye ku bixwaze li Kurdistanê şer bidome?Cemaet, jixwe her û her tehrîk dike.  Helekkirinên wan sedemê şer e. Ji bo şerê me her cure sedemî diguncînin. Eger Cemaetalîgirê çareseriyê be li Kurdistanê van nake, qetlîama Parîsê jî nabe. Naxwemayeya Cemaetê di vê meseleyê de heye. Baş e, ma AKP gelekî terefdarêçareseriyê ye. Nexêr, AKP jî ne alîgirê çareseriyê ye. AKP, bes dixwaze şerbisekine. Rê li ber rijandina xwînê bigire. Di wê kêş û hewayê de jî hilbijartinêqezenc bike. Vê dixwaze. Çareserî fîlan ne di bîra wê de ye. Eger çareserîxwestiba, dema bi Fethullahiyan re hevpeyman bûn dê rê li ber wan bigirta.Mesele operasyonên KCKê eger ji teyida Serokwezir derbas nebûya nikaribûnbikin. Ew qas zelal e. Niha Ömer Güneyê ku qetlîama Parîsê kir kî ye? Zilamekîku têkiliya wî bi Partiya Yekîtiya Mezin (BBP Partiya Muhsin Yazıcıoğlu) reheye. Baş e, BBP çi partî ye? Li Tirkiyê li pişt hemû cînayetan ew hene. CînayetaSantoro, Dînk û Meletî… Kî li pişt van e? Rêxistina xortan a BBPê. Kî herî zêdeli BBPê xwedî derdikeve? Cemaet. Niha jî Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Desticiçi dibêje? Dibêje: “Em bi parlamenterên ji AKPê veqetiyanê ketine têkiliyê. Dibeku derbasî partiya me bibin.” Yên ku veqetiyan kî bûn? Fethullahî. Wekî din BBPkîjan heyamê ji MHPê veqetiya? Piştî 12ê Îlonê, Muhsin Yazıcıoğlu, ji MHPêveqetiya û BBP ava kir. Alparslan Türkeş aciziya xwe nîşan da? Ne zêde. MuhsinYazıcıoğlu kî ye? Serokê Berê yê Malên Ulkuciyan û mirovê ku gelek şoreşgerqetil kirine. Beriya 12ê Îlonê têkiliya MHPê û Malên Ulkuciyan çi be, piştre jîtêkiliy BBPê û Cemaetê jî ew e. Ev hêz, li gorî stratejiyekê hatine avakirin. Kesênberê di MHPê de karê wan qatilî bû, hinek derbasî AKPê bûn, hinek jî derbasîCemaetê bûn. Ev ne tesadufî ne. Qetlîama Robozkê, Cemaetê hetanî niha der barêvan qetlîaman de çi gotiye? Niha dibêje MİT kiriye. Te çima berê ev nedigot?Ser hemûyan digirtin. Min, hetanî niha nedîtiye ku Cemaetçiyan helwesteke jiAKPê cuda der barê Robozkê de nîşan dane. Lê niha ji bo Erdoğan têk bibin hertiştî dike malê MİTê. Xwedêgiravî MİT di kontrola Erdoğan  de ye.

We hîç têkilî bi Cemaetê re daniye? 

Bayık: Nexêr, bi me re tu têkiliya wan çênebû. Me xwest ku têkiliyêçêkin, me peyam şandin. Lê dîsa jî helwesta Cemaetçiyan li hemberî me neguherî.



We peyam şand, lê bersiveke erênî nehat?

 

Bayık: Nexêr, bersiveke erênî nehat.

Hûn çima peyaman dişînin? Armanca we çi ye?


Bayık: Nêrîneke me ya li ser dîn û terîqetan heye. Eger we parastinênSerok Apo xwendibe, dibe ku we li wir jî dîtibe. Mesela gelek caran qenaeta kudixwazin der barê Serok Apo de çêkin çi ye? “Ev dijminên dîn in”. Dixwazinqenaeteke wisa çêkin. Lewra di civaka me de bandora dîn heye. Dixwazin bi çekêli PKKê û Serok Apo bixin. Loma dikin. Halbûkî nêrîna Serok Apo û PKKê li dîngelekî cuda ye. Carekê însan nikarin bê dîn bijîn. Civak nikarin bê dîn bijîn.Civak û însan, ji çi bawer bikin, dê ew wan bide jiyandin. Ev qas zelal e. LiKurdistanê tesîra dîn gelekî xurt e. Kurd bawer dikim û dijîn. Bi armancên wisasiyasî û aborî jiyana dînî birêve nabin. Wekî terzekî jiyanê dijîn. Bawer dikinû dijîn. Ji ber ku vê dizanin, dixwazin sûîstîmal bikin. Niha ji xwe re dibêjeCemaet, dibêje hereketa xizmetê, eger wisa be em dikarin bi tevgerên wiha retêkiliyê deynin, em dixwazin pêwendî çêbe. Daxwaza me ev e. Di tarîxê desedemên derketina terîqetê û dîn hene. Em bi van baş dizanin. Lê me bersivekeerênî wernegirt. Tam berevajiyê vê, PKK ji xwe re wekî reqîbê herî ciddî dît.Loma xwest PKKê biperçiqîne. Sedemê ku têkilî çênekir jî ev bû. Hêzeke bixwazebiperçiqîne, helbet nakeve têkiliyê. Dê kengê bikeve têkiliyê? Di tarîxê de jîwisa ye. Hêza ku dixwaze biperçiqîne, dema biser neket, dê rûnê muzakereyêbike. Di medyayê de jî wiha derket: APO, li dijî Cemaetê destekê dide hikûmetê,AKPê. Ev hewildan ji bo şikandina vê yekê ne. Ji bo ko bêjin: “Yên qetlîamaParîsê û Robozkê kirin ev in. Hûn çawa dikarin piştgiriyê bidin van?” Me tehrîkdike. Dixwazin rê li ber piştgiriya Kurdan ji bo AKPê bigirin. Eger rê girtin,wê di mucadeleya xwe ya li dijî AKPê encamekî baştir bidest bixin.


Eger hûn jî di vî şerî de helwesteke diyar bistînin…


Bayık: Dê hevsengî biguhere helbet . 

Yên ku dibêjin: “Kî PKKê bîne aliyê xwe dê winda bike” hene…


Bayık: Texmîn nakim. Rewş berevajiyê vê ye. Li Tirkiyê halê hazir kî biPKKê û hereketa Kurd re bimeşe, ewê qezenc bike. Niha yek ji hêzên herî muhîmên ku siyasetê tayîn dikin PKK ye, Serok Apo ye.


Baş e, der barê şerê ku niha li welat diqewime, hûnê bêjin elaqeya wî bi meve tuneye û hûn dest nadinê?


Bayık: Çawa elaqeya wî bi me ve tuneye? Ev şer, kesên di civaka Tirkiyêde dijîn hemûyan elaqedar dike. Ne tenê Tirkiyê, Rojhilata Navîn jî elaqedardike. Em hêzeke li Rojhilata Navîn siyasetê dikin. Em ne ji dervayî rûdanên vêherêmê ne. Dibe ku wisa bixuyê, lê em ne bêxem in di vê meseleyê de.


Wê demê hûn dikarin çi bikin? 


Bayık: Pevçûna îro, şerekî wisa ye ku dewleta hegemonîk li Tirkiyêdirûxîne. Tirkî, ketiye pêvajoya guherînê. Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû deye. Di vê pêvajoyê de, zêdetir hêzên demokratîk dikarin xurt bibin. Eger hêzêndemokratîk ji rewşa heyî baş fêdê bibînin û mesûliyeta xwe bînin cih, di vêqunaxê de wê derdorên azadîxwaz muheqeq qezenc bikin. Li Tirkiyê îdî dewletahegemonîk careke din nikare xwe rêxistin bike. Dewlet dê zêdetir bi demokrasiyêbaweriyê bîne. Dê pêşiya civaka demokratîk û siyaseta demokratîk vebe. Dêpêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û siyasî vebe. Em ketinepêvajoyeke wisa. Em di vî şerî de nikarin xizmeta aliyekî bikin. Em di vêmeseleyê de helwesta xwe li aliyê hêzên demokratîk datînin. Divê hêzêndemokratîk xurt bibin. Ne hereketa Fethullah ne jî ya AKPê, nikarin demokrasiyêbînin Tirkiyê.



Gülen di BBCyê de got hevdîtina bi Öcalan re dibe….


Bayık: Em hazir in ku bi herkesî re biaxivin. Neyartiya me bi kesî retuneye. Em hereketeke siyasî ne, mucadeleya azadiyê didin. Armanca me civakekeazad û jiyaneke serbest e. Em ne hereketeke wisa ne ku li hemberî hêzêncurbecur helwestên klasîk nîşan bibin. Em dikarin bi herkesî re rûnên.

Wekî girêdayî vê mijarê, mijara bi Hizbullahê re di çi rewşê de ye? Têkilihilawistî ne?


Bayık: Hilawistî ne tabî. Têkiliyeke me tune.

Di vir de potansiyeleke şer heye?


Bayık: Em naxwazin bi kesî re şer bikin. Lê helbet emê xwe biparêzin. Meev ji wan re jî got. Me got: “Binêrin, we li Batmanê xwîn rijand. Divê carekedin ev dubare nebe”. Li wê derê, di gel ku însanek jî hate kuştin me hêzên xweji bo tu pevçûnê ranekire ser piyan. Em naxwazin wan bilivînin. Me ji wan repeyam şand û got bila ev bidawî bibe. Mesela di hinek malperên înternetê degencan wiha got: “Dewleta Tirk, dixwaze me û PKKê bera hev bide.” Yên ku evgotin xortên alîgirê Hizbullahê ne. Ev her tiştî dide îfadekirin. Madem dewletdixwaze we bera hev bide, wî çaxî divê hûn nekevin nav şer.



Wekî hûn dizanin çend roj berê li Esenyurta Stenbolê bûyerek qewimî. Vêbûyerê bandoreke çawa li ser têkiliyên we û MHPê çêkir?


Bayık: Çi elaqeya vê bi PKKê û Kurdan ve heye? Lê wekî ku PKK û Kurdanev kiribe didine nîşandan. Di vê pêvajoyê de dixwazin bi wê meseleyê qetlîamandurist bikin. Di vê pêvajoyê de, divê em herî zêde bala xwe bidine çi? Mumkin eku cînayetên siyasî çêbibin. Ne tenê li Tirkiyê, li dervayî Tirkiyê jî. Hettamumkin e li dijî rêvebirên li Sûrî sûîqesd û êrişên bombeyî pêk werin. Hettahin derdor bêne çekdarkirin û bi ser hin deveran ve bêne berdan. Ev xeter henetabî.

Ev cumle hemû pasîf in. Failê van kî ne?


Bayık: Fail, hin hêzên li Tirkiyê ne. Di destê me de agahî jî hene.

Mebesta we ji Sûriyê, yanî wê sûîqesdên li dijî PYDê çêbibin?


Bayık: Ne tenê PYD ye. YPG heye, yên din hene. Ev qenaet xelet e. Li wêderê ne tenê PYD heye. Mesela niha kanton hatine avakirin. PYD bi tenê vantiştan nake. Hin grûbên din ên Kurd jî di navê de hene. Ji dervayî Kurdan,Suryanî û Ereb jî hene. Propagandeya PDK û Tirkiyê ku dibêjin, “Li wir tenê PYDheye. Destûra hêzeke din nayê dayîn. Li wê derê dîktatorî heye, zext heye. Heqêjiyanê tuneye” ne rast e. Tiştekî wisa li wir tuneye. Li wir herkes heye, bihev re dixebitin.

Baş e li Tirkiyê, ew hêza ku dixwaze girseya we û ya MHPê bîne hemberî hev,kî ye gelo? Tu menfîeta desthilatê ji vê meseleyê heye?


Bayık: Nizanim. Dibe ku hin hêzên navneteweyî bin. Li Tirkiyê dûvikênwan hene. Rêxistinên wan hene. Herwiha hêzên Tirkiyê bi xwe mewcûd in. Kêş ûhewaya niha bi mij û moran e. Herkes dikare her tiştî bike.

We got, lazim e di şerê Cemaet û AKPê de hêzên demokratîk qezenc bikin. Divî şerî de dibêjin, “tu yan ji min î yan jî li aliyê din î”. Di şerekî ku aliyêsêyemîn tune, nikare bikeve dewrê, hûn rewşê çawa dibînin? Di vî şerî de wê kîderkeve ser?


Bayık: Nizanim wê kî derkeve ser, feqet wê herdu jî gelekî biherişin. Dêherdu alî jî zirarê bibînin. Bi vê jî namîne. Wê civaka li Tirkiyê hemû zirarêbibîne. Lê divê hêzeke sêyemîn bikeve dewrê. Li Tirkiyê ne tenê ev herdu hêzhene! Hiştina Tirkiyê ji şerê van hêzan re, bêmesûliyetî ye. Derdorên wekî dinhene. Dibe ku lawaz be feqet pêvajoya ku îro Tirkî ketiyê, rê dide ku derdorênsêyemîn bikevin dewrê. Zemîneke ji vê çêtir ne mumkin e. Lazim e ji vê firsendêbaş îstîfade bikin. Divê hêzên demokratîk aktîf bin.


Piştî destpêkirina pêvajoya 17ê Kanûnê, belavkirina fotoyên Öcalan, li gorîwe tesadufî ye?


Bayık: Di vê pêvajoyê de her tişt dibe. Ev ne tesadufî ne. Heydê bilayek tesaduf be, du tesaduf bin, lê aşîkar e ku ev ne tesaduf e. Pêwendiya vanbi pêvajoyê re heye. Di siyaseta Tirkiyê de herkes dibêje ku Serok Apo, PKKaktorekî pir muhîm e. Loma jî herkes dixwaze vê hêzê bikşîne aliyê xwe. Herîkêm dixwaze di bêalî bimîne. Ji bo vê çi ji destê wan were dibe ku bikin.


Van heyamên dawîn, hevdîtinên İmralı zêdetir bûne?


Bayık: Nexêr, zêdebûne wisa tuneye. Normal bi awayê rûtîn berdewam in.Zêdebûn çênebûye.

Dewlet hê jî îmkanê ku hûn bi Öcalan re yekser têkiliyê deynin nade?


Bayık: Di şertên Serok Apo de tu guherîn tuneye. Guherîn, tenê çûn ûhatina parlamenteran e. Ji xeynî wê tu guherîn tuneye. Di çûna parlamenteran dejî hetanî niha xwestin ku li gorî dilê wan be. Kesên ne li gorî dilê wan jiheyetê derxistin. Wan kê xwestibe ew çûye. Hem heyetên xwe pêk tînin hem jî yame. Li ku dera dinyayê hatiye dîtin hêzeke ku bixwaze pirsgirêk çareser bibe,heyetên herdu aliyan jî diyar bike. Ev tenê helwesta hêzeke ku ne dilxwazêçareseriyê ye. Lê dîsa jî Serok Apo û PKK pirsgirêkan dernaxîne. Ne ku van fêmnakin, lê ji ber israra wan a li ser çareseriya pirsgirêkê ye. Divê wisa bêtezanîn. Ne ku em lawaz in û mecb3ur in. Em îşan asan dikin, naxine zehmetiyê.Qenaetek hatiye çêkirin ku PKK lê dixe, dişkîne, xera dike. Feqet ne wisa ye.Aliyê PKKê yê şerker yanî xerakiriê kêm e. Esasen aliyê wê yê çêkirinê li pêşe. Ev rastiya Serok Apo û PKKê ye. Eger me xwestiba pêvajoyê bixine zehmetiyê,gelek malzeme hene di destê me de. Dema ku me vekişîna gerîlla sekinand jî, megot wê agirbest berdewam bike. Dîsa jî me hişyarî da û got, eger wiha berdewambike emê biryarên nû bistînin. Me mecbûrî vê yekê nekin.

Dibe ku vekişîn ji cihê mayî destpê bike?


Bayık: Girêdayî bûyeran e. Ez niha nikarim bêjim ku emê dîsa vekişînêbidine destpêkirin an jî nadine destpêkirin. Me ev bi eşkereyî ji raya giştî reragihand: Eger çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî berdewam neke,muzakere nedome; ew hêzên ku me vekişandine jî dê bipaş de bişînin Bakur. Hê jîfikrê min ev e. Divê bi me nelîzin. Divê bi Serokatiya me, hereketa me û xelkême henekên xwe nekin. Renc û te’ba me ya di rêya çareseriyê de û helwesta me yapozitîf, divê bi awayekî negatîf neyêne bersivandin. Eger wisa bikin emê hêzênvekişiyayî careke din bişînin.

Halê hazir wekî ku zêdeyî bersiva negatîf tiştekî din tune.


Bayık: Nedayina bersivê tê wê me’neyê. Tu yê ew qasî pozitîf bifikirî,tu yê zehmetiyan li dijî wan bi nexebitînî, tu yê bimesûliyet hereket bikî, tuyê yekalî zorê bidî çareseriyê… sînorek ji vê re jî heye. Tu zêdetir nikarîbikî. Li ku dera dinyayê hatiye dîtin ku pirsgirêk yekalî çareser bûye? Egerpirsgirêk hebe, alî jî hene. Eger pirsgirêk hebe aliyên wê hene. Pirsgirêk jîbi aliyên wê ve tê çareserkirin. Bi aliyekî nabe. Em li helwesta AKPê binêrin:Dibêje pirsgirêk heye û ezê safî bikim. Eger tu aliyekî wekî muxateb qebûl nekîû tune hesab bikî, tu yê çawa safî bikî? Destpê kirine dibêjin, “Ji BDPê (HDP)zêdetir AKP temsîla Kurdan dike”. Niha ev gotin e? Hemû hêzên mêtinger êndinyayê ev gotine jixwe. Kîjan hêza mêtinger, li welatê ku dagir kiriye dibêje,“nexêr, xelkê wê derê piraniyê temsîl dike, ez jî kêmaniyê temsîl dikim”? Tume’neyê îfade nake, lê bi gotinên wisa dixwazin civakê birêve bibin. Ew jî dêheta cihekî bimeşe, piştî wê…Di encamê de ev pirsgirêk bi dewlet û hikûmetançareser dibin. Lê ji bo dewlet û hikûmet pirsgirêkê çareser bikin jî zextê rayagiştî şert e. Raya giştî ya Tirkiyê, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar,hunermend, sosyalîst, lîberal, Îslamîst û yên xwe demokrat dikujin… Eger evbixwazin pirsgirêk çareser bibe, zextê çêkin dê dewlet û hikûmet gavan bavêje.Mirovên aqilmend hatin hilbijartin. Ji hêla hikûmetê ve biryar hate dayîn. Yênku me pêşniyar kiribûn gelekî kêm bûn. Piranî, exlebiyet ew kesên ku AKPêbiryar li ser dabû. Erdoğan çi got? Dê komên aqilmendan raporan pêşkêş bikin.Emê jî rapora xwe amade bikin. Mirovên aqilmend geriyan, raporên xwe hazirkirin û pêşkêş kirin.  Piştî wê AKPê çikir? Raporên ku aqilmendan amade kiribûn ji xwe re wekî esas qebûl kir û gavavêt? Nexêr. Di raporên mirovên aqilmend de çi ye? Piraniya pir dixwazinpirsgirêk çareser bibe. Hetta hinek ji wan dibêjin ji bo çareseriya pirsgirêkêSerok Apo tayinker e. Dibe ku nebêjin ka dê pirsgirêk çawa çareser bibe, lêdixwazin mesele safî bibe. PKK vê dixwaze. Xelkê Kurd dixwaze. Piraniya civakaTirkiyê vê dixwaze. Yê bixwaze pirsgirêkê çareser bike dê civakê amade bike.Divê hikûmet civakê amade bike. Serok Apo, di şertên İmralıyê de ya ku ketiyeser milê wî bi zêdehî jî kir. Hereket û civaka Kurd ji çareseriyê re hazir kir.Di vê mijarê de pêbawerî di dilê hêzên demokrat ên Tirkiyê de çêkir? Belêçêkir. Di wan şertan de, encex dikare wê bike. Ji vê zêdetir nikare. Wekî dindikeve ser milê hikûmetê. Madem hikûmet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike wîçaxî divê civakê ji bo vî tiştî hazir bike. Eger bixwaze dikare. Herwiha diraporên ku ji hêla aqilmendan ve hatine pêşkêşkirin de jî diyar e ku exlebiyetacivakê çareseriyê dixwaze. Hikûmet, bi asanî dikare raya giştî biguncîne. Egerşertên Serok Apo jî hinekî biguherîne, ew dikare zêdetir tesîrê li ser civakêçêke ji bo haziriyê. Di vê mijarê de jî gav nayên avêtin. Ew bi xwe jî di vêmijarê de tiştekî nake. Civak jî dixwaze lê ya ku naxwaze kî ye? AKP ye,Erdoğan e. Wekî din çi li ber çareseriyê rêgir e? Helbet li aliyekî jî hêzênnavneteweyî hene. Li hesabê wan jî nayê.

 

 


Dê çi li kongreyê were?


Bayık: Kîjan kongre?

Diyar e dê çênebe. Kongreya neteweyî ya Kurdistanê wê çi lê were?


Bayık: Çêbûna kongreya neteweyî girêdayî çareserbûna pirsgirêkênRojavayê ye. Ji ber vî sedemî çêbûna kongreyeke neteweyî gelekî zehmet e. Tu yêhewl bidî ku şoreşa Rojava bifetisîne, tu yê ji bo têkbirina şoreşa wê derê bigelek hêzan re peymanan girêbide, piştre jî tu yê bêjî kongreya neteweyî. Evnabe. Ji bo sazkirina kongre yan jî konferansa neteweyî divê tu bi hurmet berêxwe bidî şoreş, berxwedan û îradeya li Rojavayê çêbûye. Lazim e tu parçe nekî,neçî Cenevreyê û ambargoyê rakî. Divê tu di nav êrişan de cih negirî. Yê ku vantevan bike dê çawa kongreya neteweyî saz bike. Em dixwazin bi kongreya neteweyîpirsgirêkên di nav Kurdan de çareser bikin.



Dê rojeva sereke Rojava be?


Bayık: Helbet dê Rojava be. Wextekî ku ambargo li ser Rojava weremeşandin, êriş berdewam bin, di qada navneteweyî de were tecrîdkirin û bi hêzêndin re haziriya mudaxeleyê li ser wir bêne kirin, kongreya neteweyî saz nabe.Dê kongreya neteweyî çi nîqaş bike? Kongreya neteweyî, ne zemîneke ji bokûrkirina pirsgirêkên Kurdan û cîranên wan e. Zemîneke wisa ye ku Kurd  li ser esasê menfîetên hevpar bigihên hev.



PDK, polîtîkaya xwe ya herêmê temamen bi koordîneya Enqereyê dimeşîne?


Bayık: Helbet. Hem polîtîkayên herêmê bi koordîne ne û hem jîberjewendiyên aborî hene. Menfîetên aborî berê hemû polîtîkayên wan diyar dike.Di navbera PDK û Enqereyê de peymanên aborî hene. Peymanên bi milyaran. Berêhemû polîtîkayên wan ew diyar dike. Neft, xaz, şirketên hevpar, firotina neftêbi qaçaxî… Têkiliyên aborî hene. Yek ji sedemê helwesta Emrîkayê jî ev e.Sedemê hedefwergirtina Halkbankê jî ev e. Emrîka, naxwaze pere li Halkbankê kombibe.

Ji xeynî meseleya Îranê, têkiliya vê jî bi Halkbankê re heye?


Bayık: Helbet heye. Xwestin ku perê petrola vê derê li Halkbankê kombibe, lê Emrîka li dijî vê derket. Emrîka got, bila li bankeyên din kom bibe. 




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
21.07.2024 Yeni kutuplaşma konumuz: Sokak hayvanları
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı