Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?

14.04.2015 Vatan
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2013/10/31)

Şêwirmendê Siyasî yê Serokwezîr Erdoğan Yalçın Akdoğan, roja berê di Rojnameya Star û piştre jî di Yeni Şafak de bi mustearê “Yasin Doğan”, li ser HDPê ku kongreya xwe heftiyek berê çêkir, du nivîs nivîsandin. Beriya her tiştî ev her du nivîs, bi me dide nîşandan ku hikûmet meseleya HDPê gelekî ciddî dibîne.

Baş e Akdoğan (herwiha hikûmet) bi çi çavî li vê partiyê dinêre? Em dizanin ku HDP, bi talîmata Abdullah Öcalan li ser armanca BDP biguhere “partiya Tirkiyê” hatiye damezirandin. Akdoğan jî bawer nake ku HDP bigihê vê hedefê. Hetta, îma dike ku hereketa siyasî ya Kurd di rêya birinca Helebê de wê ji bulxirê malê jî bibe.

Ev helwesta wî di girseya hereketa Kurd de jî raxbetê dibîne. Loma em dizanin ku gazindên wekî “Tam di orta pêvajoya çareseriyê û erefeya pêvajoya çareseriyê de wextê tiştekî wisa ye, çi hewce dike?” heyamên dawîn gelekî têne ziman.


Pirsgirêka hemahengiyê

Gelekî aşîkar e ku pirsgirêkeke ciddî di warê hemahengiyê de heye. Mesele wiha ye, PKK di dawiya salên 1970ê de wekî rêxistineke Marksîst-Lenînîst derkete holê. Ji hêla kadroyên xwedî vê bîrdoziyê hate birêvebirin. Lê geşedana xwe ya herî mezin di wê yekê de kir ku ji çepgiriyê ber bi xeteke neteweperweriya Kurd ve guherî. Wekî encam, hereketa siyasî ya Kurd ji hêla kadroyên xwedî fikrên sosyalîst tête birêvebirin. Lê motîvasyona bingehîn di girseya gelê Kurd de Kurdîtî û nasnamey Kurd e. Loma, serkirdayetiya hereketê dixwaze ku bi çepgirên ne Kurd bimeşe, lê ev ji bo girseyê ew qasî ne muhîm e. Hetta ji ber ku dê meşa wan bi xwe bixe tengasiyê hewl didin ku ji îhtimaleke wisa dûr bikevin. Di resepsiyona 29ê Cotmehê ya li Çankayayê rastî BDPyiyan hatim, min hinekî bi wan re sohbet kir. Wan jî heman fikar anîn ziman. Yekî ji wan diyar kir ku kom û şexsên ji çepa sosyalîst ên di nav HDPê de cih girtine, di rojên teng de dest dane wan, loma jî xwe li hemberî wan minnetdar dibînin. Lê ev jî bibîr xist ku li rojavayê welat tu girse û bersiveke wan derdoran tuneye. Hetta li gorî wî giraniya çepa sosyalîst a di nav HDPê de rê li ber bizava siyasî ya Kurd digire ku bi derdorên civakî û siyasî yên wekî din re têkiliyên mumkin çêke.

Faktora Geziyê

Eger HDPê kongrey xweya ewil mesela par kiriba, dibe ku me hêjayî xeberdanê jî nedîtiba û gotiba “her çawa be dê vala derkeve” û bi rêya xwe de çûbana. Lê ji ber ku piştî berxwedana Geziyê hemû qalibên siyasî li Tirkiyê serûbinî hev bûn, em ji bo HDPya ku bi dirûşma “Ev hêj destpêk e…” derkete holê pirsên wekî bi “gelo” destpê dikin dipirsin. Lewra eger çepgirên di nav HDPê de karibin “ruhê Geziyê” neqlî partiyê bikin, îhtimal e ku wê ji marjînalîteyê xelas bikin û ji îmaja “derve Tirk, hundir Kurd” xelas bikin.


Baş e ev çi qasî mumkin e? Ez bi xwe texmîn nakim ku ev mumkin be. Lewra kesên ji çepa sosyalîst ên di nava HDPê de (piraniya yên li derve jî wisa ne ya rastî) bi qalibên kevn li Geziyê dinêrin. Ez wisa difikirim û dibînim jî. Mesela eger diyardeya dibêjin “Ruhê Geziyê” fêm kiribana gelek ji wan di partiyeke nû de ew qasî dernediketin pêş û dê cihê xwe ji xort û navên nû re hiştibna.


Yên berjêr û berjor dibin

Divê em vê têbîniyê muheqeq deynin: Abdullah Öcalanê xort, pêşî Mahir Çayan, di bin bandora sosyalîstên Tirk de ma û hereketeke siyasî ya Kurd ji nebûnê afirand. Di muqabilî vê de çepgirên ku îddiaya peyrewiya Mahir Çayan, Deniz Gezmiş, İbrahim Kaypakkaya û pêşengên din ên şoreşger dikin, nekarîn rê li ber hereketa çep bigirin ku gav bi gav ber bi nemanê ve biçe.

Naxwe ev pirs li ber me disekinin: Gelo mumkin e ku çepa sosyalîst careke din  bihêz derkeve qada hebûnê? Mumkin be çawa? Bi derxistina Öcalanê xwe? Eger na, bijrteka tekane ya sosyalîstan ew e ku bibine parçeyekî biçûk ji hereketa Kurd? Û helbet pirsa esasî: Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
21.07.2024 Yeni kutuplaşma konumuz: Sokak hayvanları
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı