Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e

16.04.2015 Vatan
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2013/11/01)

Min nivîsa xwe ya do bi pirsa "Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?" ("Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?")  dawî lê anî û ev pirs derxiste serdêrê jî. Hin xwendevanan gotiye qey mexseda min ji vê pirsê “na” ye. Nexêr, bersiva ku min ji nivîsa îro re hiştibû “erê” ye. Hetta hîn jî wêdetir diçim û bawer dikim ku pêdiviya hemû Tirkiyê bi çepa sosyalîst heye. (Ya rastî ji 14 saliya xwe ve li ser vê baweriyê me. Li gel her tiştî jî hewl didim ku vê baweriya xwe biparêim)  
Lê bi şertê ku hereketeke çepa sosyalîst a heqîqî hebe. Hereketeke wisa li Tirkiyê di dawiya salên 1960î, destpêka 1970ê û heta derbeya 12ê Îlona 1980ê jî qismen hebû. Piştî 80ê kir nekir bi ser xwe ve nehat û bi taybetî jî li hemberî hereketên li ser bingeha dîn, mezheb û nasnameyê ava bûne her berepaş çû. Di encamê de ji bo roja îro ne mumkin e ku em behsa hereketeke sosyalîst bikin ku li ser stûnên xwe maye, xwedî piştgiriyeke civakî û bibandor e. Ji ber vê yekê em dikarin bi asanî nirxandineke wiha bikin: Pêdiviya çepa sosyalîst zêdetir bi hereketa siyasî ya Kurd heye ku hebûna xwe berdewam bike.

Lihevnehatina armancan

Hin şexsiyetên sosyalîst, vî çendê dawiyê di raya giştî de heta radeyekê baş hatine naskirin. Divê tesîra hereketa Kurd di populerbûna van şexsan de paşguh neyê kirin. Bi HDPê jî hedef ew e ku ne kes yeko yeko, hereketa sosyalîst bi awayekî giştî careke din di civakê de şaxên xwe berde. Gelo ev çi qasî mumkin e?
Li aliyekî hin firsend û şansên ku ketine destê HDPê hene, li aliyekî din jî hin pirsgirêkên ku rê li ber nakokiyan vedikin hene. Bo nimûne, gelo armanca sereke ya HDPê ew e ku di çarçoveya “Tirkîbûnê” de bersiva lêgerînên hereketa Kurd bide, yan zemînekê ji bo sosyalîstan amade bike? Yan jî pêkanîna herdu armancan bi hev re mumkin e? Wekî ku min di nivîsa berê de jî got,  eger di navbera kadroyê jorîn ku bi piranî ji çepgirên hereketa Kurd pêk tên  û girseya wê ya neteweperwer û xwedî hessasiyetên Îslamî de pirsgirêka lihevkirinê tuneba, îhtimal hebû ku ev jî pêk were. Lê ne wisa ye. Nakokiya di navbera van herdu armancan de ku li bin banê HDPê kom bûne, potansiyela pirsgirêkeke daîmî di xwe de dihewîne.

Faktorê Öcalan

Şansa herî mezin a HDPê ew e ku ev partî projeyeke Öcalan e. Gelek nêrîn û projeyên Öcalan di serê pêşî de ji hêla pir kesan wekî “eklektîk, nehewce, bêwext, beredayî, nemumkin” hatine dîtin. Lê bi mirûra demê me dîtiye ku ew proje di hin heyaman de pratîze bûne û yan jî îhtimala pratîzebûna wan pêk hatiye. Mînak gelek in, mesela berî çend salan ji bo gelek kesan xeyal bû ku dewlet wî muxateb qebûl bike û bixe merkeza pêvajoya çareseriyê. Lê ev îdî rastî ye. Lê belê Öcalan jî van projeyên xwe bi rêxistineke mezin û piştgiriyeke berfireh bicî dike. Desteka girseyê jî her ku diçe berfirehtir dibe. Kêmasiya herî bingehîn a çepa sosyalîst jî ev e. Şansekî din ê HDPê ew e ku kongreya xwe ya ewilî piştî berxwedana Geziyê çêkir. Gezî, bûyereke tarîxî ye ku rêxistinên siyasî yên heyî ji binî de hejandiye û rê li ber qonaxeke nû vekiriye. Eger berxwedana Geziyê ji hêla derdor û aktorên ku HDP anîne holê baş hatiba fêmkirin û tehlîlkirin, dê rêxistineke pir cuda derketa holê û dê statuko bihata hejandin. Lê çênebû. Sedemekî vê jî ew e ku hereketa Kurd ji destpêkê ve mesafe xiste navbera xwe û Geziyê. Li gel ku di vê mijarê de helwesta xwe rexne kirin jî ev mesafe bi tu awayî nehate girtin. Sedemekî din jî ew e ku sosyalîstan hin beşdarên Geziyê yên wekî LGBT û Elewî anîne nava xwe û zen kirin ku ruhê Geziyê neqlî HDPê kirine.

Tecrubeya Liceyê

Halbûkî îskeletê Geziyê ji hêla wan kesan ve hatibû avêtin ku bi Kurdan û hereketa Kurdan re ji ber xwe ve empatî çêdikirin. Ji helwesta medya û polêsan jî diyar e ku van kesan pirsgirêka Kurd baştir fêm kiribû. Dawiya meha hezîranê, piştî bûyerên Licê ku Medenî Yıldırım wefat kiribû, min wiha nivîsandibû: “Piştî berxwedana Geziyê, mesafeya di navbera Stenbol û Diyarbekirê û Meydana Teqsîm û Meydana Newrozê de bilez kêm dibe. Berxwedêrên Geziyê di portalên xwe yên înternetê de nîqaşên li ser Licê dikin, numayişan çêdikin. Ev yek nîşan dide ku civaka Tirkiyê ji rewşa “tenê guh dide alema xwe, li aliyê din ker e” dûr dikeve.” Yan ji ber ku hate eceleyê, yan jî ji ber hin sedeman, HDP dûrî bidestxistina van dînamîkên nû ye. Jidil hêvî dikim ku bixelitim.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
21.07.2024 Yeni kutuplaşma konumuz: Sokak hayvanları
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı