Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed

10.04.2015 rusencakir.com
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2014/12/05)

Hemû metnê dîdara li gel Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş

Piştî rûdanên Kobanê, di serî de hûn û partiya we rastî rexneyên ciddî hatin. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?

Demirtaş: Di 6-7ê Cotmehê de ji bo Kobanê berxwedanek birêve çû. Di esnayê van çalakiyan de gelek bûyer qewimîn. Li ser vê qampanyayeke ku min û partiya min wekî mesûlên van rûdanan hemûyan nîşan dide  hate meşandin. Di rastiyê de yên ku ev qampanya meşandin, dizanin ku tu elaqeya min û HDPê bi van tundûtûjiyên li kolanan rûdan û bi kuştinê biencam bûn re tuneye. Dewlet baş dizane kî kî ye û kê çi kiriye. Wekî din 51 însan mirin. Ji van 36 kes nêzîkî partiya me ne. Loma HDPê hedef hate girtin. Piştî hilbijartina serkomariyê atmosfereke erênî ji bo partiya me peyda bû. Bi saya vê ji serkeftina ku emê di hilbijartina parlamenteriyê de bidest bixin tirsiyan. Lewra ji bo AKPê hilbijartina 2015an gelekî muhîm e. Eger HDPê benda sedî 10î derbas bike, ev tê wê me’neyê ku AKP bi tena serê xwe nabe desthilat û dîsa bi dilê xwe nikare distûrê çêke. Ev rewş dê Tirkiyê û di rastiyê de jî dengeyên siyasî yên Rojhilata Navîn bixe bin tesîrê. Bûyerên Kobanê wekî firsend dîtin û mesele gerandin kampanyayeke mezin a tunekirina siyasî. Hewl dan ku min û partiya min reş bikin û îtibara me nehêlin.


Niha muzakere û yan jî diyalogek bi hikûmetê re tê meşandin. Hûn di vê nuqteyê de hêleke gelekî muhîm in. Aktorên din mesafeyê dixine nava xwe û vê rewşê, yan jî li dij disekinin. Ji vî aliyî ve hûn bi desthilata siyasî re heman qederê dijîn. Ji bo ku alî karibin pêvajoyê bi serkeftî bigihînin encamê, ma ne lazim e ku herdu jî bihêz bin?

Di pêvajoyên çareseriyê de helwesta nêzîkî aqilan ev tesbîta we ye. Lê belê AKP ew qasî pragmatîk e ku bi taybetî jî di serdemên hilbijartinan de bê prensîb tevgeriya. Loma jî pêvajo her carê dirêj bû û encamekî erênî neda. AKPê her daîm hilbijartin xistiye plana pêşî. Zêdetir qîmet daye wê. Li vir jî eynî tişt kir: Ji bo xerentîkirina serkeftina hilbijartinê pêvajo xiste xeterê. Hemleyeke ku HDPê zeîf bihêle û AKPê bilind bike zêdetir li hesabê wan hat. Wisa fikirîn ku “Her çawa me emê pêvajoyê piştre sererast bikin û emê hevdîtinan bidine destpêkirin” û beriya her tiştî berê xwe dane hilbijartinê. Lê bawer nakim vê carê heman tişt bibe. Muhîmgirtina hilbijartinê di plana pêşî de fêdeyekê nagihîne AKPê.


Hin rojnamevanên nêzîkî hikûmetê û siyasetmedarên AKPê, dibêjin ku HDPê di pêvajoya dawîn de dengê xwe kêm kiriye…


Em hêj neketine atmosfera hilbijartinê. Dengê HDPê li derdora sedî 9an e. Ez dikarim bêjim ku ew dengê me di hilbijartina serkomariyê de girt li cihê xwe ye. HDPê ji ber bûyerên qewimîn jî ji hêla Kurdan ve rastî bertekeke mezin nehatiye. Raya giştî dixapînin. Ji bûyerên tundiyê bi taybetî jî kuştinan bertekek çêbû, lê ev ne li dijî me ye. Herî zêde însanên li kolanan dizanin ku yên ji tundiyê û bûyerên kuştinê mesûl ne em in. Aciziya herî zêde li dijî hikûmetê ye. Lewra eger hikûmet di meseleya Kobanê de bi eqlê selîm hereket bikira, yek ji van bûyeran jî rûnedida. Bi milyonan însan daketin kolanan, lê tenê li çend bajar û navçeyan alozî derket. Ji dervayî wê milyonê însanan hikûmet û DAIŞ protesto kir. Bînin bîra xwe, me di 1ê Mijdarê de bangewaziyeke din da, dîsa sedhezarên însanan derketin qadan lê kesî ji wan HDP protesto nekir.


KCKê û we cuda cuda bangewazî kir. Însan derketin qadan. Piştre we û Öcalan ji hev re peyam şandin. We dawî li bûyeran anî. Însan bi bangewaziyekê derdikevin qadan û dîsa bi gaziyekê vedikişin. Bizava siyasî ya Kurd bi rastî jî dikare kolanan bi temamî kontrol bike?


Helbet ne sedî sed e. Xwezî me karîba hinekî din bi kontrol hereket bikira. Min ev got. Xwezî hêza ku em bûyeran kontrol bikin hebûya. Hate dîtin ku em nikarin bikevin pêş hin provokasyonan. Di rastiyê de dewlet ji van mesûl e, lê me dikaribû hinekî din bi rêxistin û rêk û pêk hereket bikira. Lê ev jî rastiyek e: Partiya tekane ya ku dikare bi girseya xwe re têkiliyeke polîtîk û exlaqî çêke em in. Dengdêr û xelkê me bawer dikin. Em jî bi wan bawer in. Ji ber ku em hest û fikrên xwe her daîm di heman astê de dihêlin, bangewaziyên ku me kirine û emê bikin di nav girseya me de bandorê çêdike. Dema ku me bangewaziya ji bo Kobanê kir, xelkê dizanibû me ji hêla dîplomatîk û siyasî ve tişta pêwist kiriye. Loma fêm kirin ku wextê derketina kolanan hatiye. Hetanî wê demê gelek hewildanên me çêbûn. Wezîr û Serokwezîr jî di nav de, me têkilî bi mesûlên dewletê re çêkir. Me bangewaziya xwe kir. Me bi daxuyaniyên erênî di qada çapemeniyê de daxwaz ji rayedaran kir. Lê wextê ev bêencam ma û Serkomar jî derket got “Kobanê li ber ketinê ye” meşrûiyeta derketina kolanan ji ber xwe ve çêbû.

Dema hûn dibêjin vebûna korîdorekê ji bo Kobanê, meqseda we tam çi ye?

PYD hatibû wê radeyê ku dikaribû di qada navneteweyî de bi peran an jî wekî bexş sîlehan wergire. Lê ji bo ku ev bigihê Kobanê tenê rêya Tirkiyê hebû. Yan dê bi rêya hewayî bihata Ûrfayê û ji wir derbas biba, yan jî dê bihata Xabûrê û bi rêya bejahî derbasî Kobanê biba. Destûra vê nedan. Daxwaz ew bû ku çekên giran ên wekî dijetank, fuze û roketavêj bêne şandin da ku li dijî êrişên DAIŞê bergirî çêbe… Di halê normal de ev ne tiştekî xeyrî qanûnî ye. Bajarek ji hêla hovan hatiye dorpêçkirin, loma arîkariya dinyayê ji bo wî bajarî meşrû ye. Divê korîdor bête vekirin û destûra derbaskirina çekan bidin. Gavên Neteweyên Yekbûyî yên di vî warî de hene. Hikûmetê demeke dirêj ev tişt nekir.


Derbasbûna şervanan...

Ev daxwaz jî hebû. PYD digot li kantona Cizîrê gelek şervan hene ku dixwazin di ser Tirkiyê re derbasî Kobanê bibin. Lê Tirkiyê di herdu mijaran de jî rê neda.

Vekişîna PKKê di meha Hezîranê de sekinî. Li Tirkiyê gelek şervanên PKKê hene. Dewlet dixwaze ev vekişin. Derbasbûna van şervanan ji bo Kobanê li ser mêzeyê hate xeberdan?

Nexêr. Me tiştekî wisa hîç neanî ser ziman. Bi qasî ez dizanim KCKê jî telebeke wisa nekiriye. Hikûmetê jî tiştekî bi revî nexiste rojeva xwe.

Di raya giştî de yên ku li dijî we û AKPê ne, bawer dikin ku proyejek dimeşe. Ew dibêjinn eger HDP, bi qeweteke baş bikeve meclisê wê li gel AKPê distûrê biguherînin. Hesabekî bi vî rengî heye?


Li Meclisê  me pêşniyareke distûrê pêşkêşî Komisyona Tefahumê kir. Herkes dikare pêşniyarên me bibîne. Eger AKP pêşniyara me ya li ser distûrê qebûl bike, helbet em dikarin bigihên tefahumê. CHP qebûl bike, emê bi CHPê re bikin. Feqet ji kerema xwe bila herkes li pêşniyara me ya distûrê binêre. Di wir de maddeyeke ku tenê Kurdan elaqedar bike tuneye. Pêşniyazên me ji bo temamê Tirkiyê ne. Loma jî qebûlbûna pêşniyara me ya li ser distûrê di xêra herkesî de ye. Bi awayekî eşkere dibêjim: Di muqabilî vê de, em maddeyeke bi tenê jî ku statuyeke taybet bide AKPê û hêza wê zêdetir bike qebûl nakin. Mesela sîstema serokatiyê. Hetanî ku em di rêvebiriyê de bin qetiyen bazarek wisa çênabe. Serokiya di xeyalê van de wê wekî xeyal bimîne. Em tu carî nabêjin erê. Em ji tu teklîfê re nabêjin erê ku azadî û demokrasî di nav de nebe. Dîdarên çareseriyê jî em mecbûr in nikin. Muxatebekî me yê din tuneye. Li dûwarojê wê hilbijartin bibe, belkî muxateb biguhere. Hêvîdar im ku biguhere. Zehmetiya meşandina bi AKPê re dizanim. Înşellah HDP biqewet bibe, di meclisê de bijarteyên din derkevin holê û pêvajo bi awayekî rêkûpêktir bimeşe. Lê hetanî ku bijarte ev be divê dîdarên me yên bi AKPê re ecêb neyêne dîtin. Ev ne hevkarî ye. Pêvajoyek e ku di nava wê de şerekî gelekî kûr heye…

Hûn pêvajoyê bi muxatebekî wisa re dimeşînin ku ne bi tercîha we ye?

Ne me AKP hilbijart. Xelkê Tirkiyê sedî 50 deng da AKP. Muxatebê me ne ji hêla me ve hatiye hilbijartin.

Em ji vir derbasî têkiliyên we li gel CHPê bibin. Vî çendê dawiyê tê gotin ku nêzîkbûnek bi bal CHPê ve heye. Seredana Kılıçdaroğlu ya ji bo Diyarbekir, ziyareta we…Li gorî demên berê em dikarin bêjin ku pêwendî zêdetir bûye.

Nexêr, di nava me û CHPê de tu pêwendî tuneye. Seredana birêz Kılıçdaroğlu ji bo Diyarbekir nayê wê me’neyê ku têkilî bi HDPê re daniye. Nêzîkbûn û hevdîtin tuneye lê gotina Kılıçdaroğlu ku dibêje “di siyasetê de 24 seet demeke dirêj e” li cî ye. Lê tu têkilî û dîdar nebûne. Elametekî ku tiştekî wisa bibe jî tune. Xebateke li ser îttîfaqê jî tune.

Nêt yan jî lêgerînek di vê mijarê de heye?

Di siyasetê de 24 seet demeke dirêj e. Li rojên pêş çi heye kes nizane. Divê mirov ji bo nîqaşên wisa hazir be. Ji aliyê me û ji hêla CHPê hewildaneke bi vî rengî tuneye. Ev gotin bêyî xebera me û CHPê belav dibin. Beriya her hilbijartinê xeberên bi vî şeklî derdikevin. Nîqaşên wiha çêdibin, lê ji can çend di rastiyê de dimînin, ji niha ve mirov nizane. Hêj zû ye.

Em bêjin benda hilbijartinê wek xwe ma. Wî wextî hûnê wekî partî bikevin hilbijartina 2015n. Di vî warî de biryareke qet’î hatiye dayîn?


Rast e. Fikrê ku di rêvebiriya partiyê de bi giranî tê qebûlkirin ev e. Lê ji bo ku em vê bikin biryareke resmî divê em bikevin keş û hewaya hilbijartinê. Ev biryar di deftera qerarnameya partiyê de nehatiye nivîsandin, lê wekî prensîb me ev biryar stend. Me xebatên xwe li ser esasê partiyê dane destpêkirin. Em zû bi zû ji vê venagerin. Bawer im ku emê bi xebateke baş derkevin ser bendê. Eger Mehkemeya Distûrê vê astengiya li ber demokratîkbûna Tirkiyê rake di binî de namîne. Berevajiyê vê wê di tarîxê de bi erênî were pêşwazîkirin. Wekî mudaxeleya qeziyê li siyasetê nayê fêmkirin, dê wekî mudaxeleya qeziyê li bêhiqûqiyê were zanîn.


Hûn dibêjin emê 40 bikin 80ê, lê dibe ku hûn ji nişka ve tu parlamenterî jî dernexînin. Biryara beşdariya hilbijartinê wekî partî diyar e ne asan e…

Carekê siyaset ne tenê ji parlamentoyê pêk tê. Divê tu kes bûn û nebûna li parlamentoyê neke meseleya hebûn û nebûnê. Em li dor û pişta yasayan dizîvirin û em dikevine parlamentoyê. Lazim e tu kes vê yekê wekî comerdiyeke dewletê nebîne. Werin em dev ji vê siyasetê berdin. Eger dewlet bendê rake û pêşiya me veke ku em siyasetê bikin, emê kêfxweş bibin. Lê eger veneke û em jî nikaribin tu bendan derbas bikin, bila em nekevin parlamentoyê. Eger tiştên em tînin ziman ne ne bi qîmetê sedî 10ê bin bila em di parlamentoyê de nebin. Ne em, bila parlamento bifikire. Eger parlamento kêmasî û valahiya nebûna me qebûl bike, ne xem e…Ji ber ku du dewran gelekî krîtîk bû me ev yek kir. Lê vê carê eger nêrîna dewletê neguhere û tu kes li hêjayiyên ku em diparêzin xwedî derkeve, nebûna me ya li parlamentoyê ne meseleyeke ew qasî mezin e.



Wekî din di partiya we de qaîdeya du dewran heye

Em dixwazin vê qaîdeyê gelemperî bicî bînin. Hin îstîsnayên biçûk dibe çêbin. Ji xeynî wê emê girêdayî vê qaîdê bimînin. Rewşa min jî bi vî awayî ye. Ez çima îstîsna bim? Bi rastî jî eger di vê mijarê de îttifaqet çêbe, ez amade me wezîfeya xwe biguherînim. Di vê mijarê de tu fikar û aciziya min tuneye.


Ne hewce ye hûn dev ji Hevserokiyê berdin herhal…

Belê, hewce nake dev ji Hevserokiyê berdim. Lê der heqê berdana parlamenteriyê de tu dudiliya min tune. Dema roj hat ev ji bo me ne zehmet in.


Naxwe hûn nabêjin dê ev qaîde bîla qeyd û şert were bicihanîn?

Eger bêjim dê ji bo herkesî bîla qeyd û şert were bicihanîn, lê ji bo kesekî jî îstîsna çêbe ezê xwe li derewê biqelibînim. Loma îhtimal e 1-2 îstisa çêbin.


Li derdorên hikûmetê hin kesên ku dibêjin di serê HDPê de kesekî biqewet hebe dê baş be. Hinek jî dibêjin, kesekî biqewet dê zehmetiyan ji me re çêke. Ez di vê mijarê de dibînim ku serê wan tevlihev e. Hûn jî vê dibînin?

Rast e. Carinan em dibihîzin ku dibêjin HDPê û serokatiyeke wê ya bihêz, ji bo meşîna pêvajoyê gelekî bifêde bûne. Birêz Öcalan û Erdoğan pêşengiyê li vê pêvajoyê dikin. Ji bo siyaseta demokratîk jî piştgiriyeke biqewet bide vê qonaxê, divê partî û serokatiyeke bihêz hebe. Carinan ji vê aciz dibin. Ew jî rast e. Lewra dixwazin HDPê bikşînin aliyê xwe pirî caran. Ya rastî em gelekî rastî hîlebaziyên wiha tên. Dema ku HDP, nakeve xeta AKPê û wekî rêvebiriyeke biqewet disekine, nikarin senaryoyên xwe cîbecî bikin. Heyamên ku êrişî me dikin, bi piranî pêvajoyên wisa ne.


Îhtimala ku dewlet mudaxeleyî partiya we bike û tiliya xwe bixe nav karên we yên navxweyî, hîç tuneye?

Dikin. Mumkin e. Carinan, hin berpirsên dewletê, yên hikûmetê, bi hin hevalên me yên rêvebir re dîdarên taybet dikin. Ev têne ber guhê min. Ji bo ku di nava partiyê de tevliheviyekê derxînin van dikin. Carinan jî di ser çapemeniyê re dikin. Daxuyaniyên ku min û hevalên min bînine hemberî hev didin.


Wek mînaka Hatip Dicle...

Belê. Hin caran kurtepistekê wekî xebereke ciddî didine nîşandan. Feqet dikarim bêjim ku ne gelekî serkeftî ne. Nikarim bêjim ji binî de têk çûne. Lewra nîqaşeke were kirin, di nava partiyê de dibe sedemê berhewabûna enerjiyê. Lê belê ji wê asta ku partiyê dîzayn bikin dûr in.



Ez jî li konferansa Emrîkayê hebûm. Di navbera tiştê ku min li wir dît û spekulasyonên piştre belav bûn de ferqeke mezin heye. Bi rastî jî we li Emrîkayê bi kesên girîng re hevdîtin kirin û we soz wergirtin?


Ya rastî me dixwest ku bi kesên girîng re hevdîtinan bikin. Mesela me dixwest bi cîgirê Wezîrê Derve re dîdarekê bikin. Me xwest ku meseleya Kobanê û DAIŞê ji me guhdarî bikin. Feqet li hev nehat. Min nikarî wan bibînim. Civan nehate rexsandin. Li konferansê ez di civînên 1-2 rêxistinên think-tankê (saziyên fikrî) de  axivîm. Bi siyasetmedaran re firsenda çend civînan çêbû. Jixwe konferanseke berî 5-6 mehan hatibû eyarkirin. Rastî bûyerên Kobanê hat. An na berî mehan hatibû organîzekirin. Li Tirkiyê teoriyên komployê baş muşteriyan dibînin. Der varê van spekulasyonan dikarim wiha cewabê bidim: 1) Ez ne kesayetekî ew qasî erzan im ku hemwelatiyên xwe, nemnîştimaniyên xwe li derve bidime ber bazarê. Wekî hereketa siyasî jî em dûrî wî exlaqî ne. 2) Yên ku komployên bi vî curî dinivîsim bila vê bizanin: Ji bo organîzekirina tiştên wisa çûna Emrîkayê hewce nake. Însanên bixwazin têkiliyên wisa erzan çêkin, dikarin vê li her derê bikin. Ewên ku van dinivîsin û belav dikin, li derdora xwe binêrin dikarin însanên wisa peyda bikin. 3) Ji dêvla ku hûn aciziyeke civakî rast fêm bikin, hûn rabin meseleyê bibin bi komployeke li dervayî okyanûsan girêbidin, ev dide nîşandan ku hûn pirsgirêkê didine aliyekî. Dubarebûna teqîna wê potansiyela hêrsa civakî mumkin e.


Lê piştre nêrîna Emrîkayê der barê Kobanê de bi şeklekî ku Kurdan qanih bike guherî.

Yek ji armancên xwepêşandanên Kobanê jî ew bû. Yanî ragihandina bûyerê ji civaka navneteweyî re.  Armanca wê teşhîrkirin bû, “We hevpeymanî durist lir lê hûn li DAIŞê nadin”. Em biser ketin. Herwiha dîtin ku hêza tekane ya li dijî DAIŞê berxwedanê dike YPG ye. Eger piştgiriyê nedine van dê bidine kê? Ev 3 sal in Artêşa Azad a Sûriyê û Tirkiyê destek dikin. Feqet van li dijî radîkalan serkeftineke biçûk jî  bidest nexist. Lê belê YPGê ji tu deverê piştgirî jî wernegirt û 35 rojan li ber xwe da. Loma mecbûr man ku destekê bidin. Bi saya wê berxwedanê, hem Tirkiyê pêşmerge derbas kirin hem jî bala raya giştî ya navneteweyî hate kişandin û piştgiriya asmanî û bejayî pêk hat.

Bûyera herî dawîn li Sûricê. We li wir daxûyanî da. Hate gotin ku erebeya bibombe ji Tirkiyê çûye û ji Ofîsa Berên Axê teqe hatiye kirin. Piştre mijara erebeyê nehate rojevê.

Nexêr, wasiteyeke bipalet bûye.

Ji Tirkiyê çûye?

Hema li ber deriyê sînorê Mürşitpınar YPGyî nobetê digirin. Hemû aliyên derî di kontrola YPGê de ye. Loma, îhtimala ku erebe ji aliyê Kobanê ve were hîç tuneye. Ew der di kontrola YPGê de ye. Ne mumkin e ku ew qas YPGyiyan derbas bike û bigihê wê derê. Dibêjin di carekê de derî şikadiye. Niha derî fîlan tuneye, kortaleke mezin vebûye. Deriyekî hesinî hebû, mifteya wê li cem berpirsên Tirk bû. Ew derî firiyaye. Ewle ne ku wasite ji aliyê Tirkiyê çûye.


Baş e, bûyera Ofîsa Berên Axê...

Bi îhtimaleke mezin, gelek milîtan derbasî Tirkiyê bûne, wasiteya bibombe derbas kirine. Dema wasite teqiyaye, wan jî ji Ofîsa Berên Axê teqe kiriye. Li ser vê Asiye Ebdullah telefonî parlamenterê me İbrahim Ayhan dike. Dibêje, ji Ofîsa Berên Axê teqeyê li me dikin, gelo ew eskerên Tirk in, em dixwazin bizanin. Lewra dibêjin em di bersivdanê de dudil in. Walî piştî pênc deqîqeyan cewabê dide, dibêje yên ji sîloyan teqe dikin ne em in. Piştî vê YPG berê xwe dide sîloyan û dest bi teqeyê dike. 


Halê hazir rewş çi ye?

Rojekê dewam kir, lê şer qediya. Bi vî awayî walî hebûna DAIŞê teyid kir. Dema ku gotin ên ji wir teqeyê dikin ne em in hebûna DAIŞê li wir teyid kirin, lê piştre red kirin. Şer hetanî êvarî berdewam kir, piştre milîtanên DAIŞê mecbûren ew der terk kirin.


Kobanê niha di çi halî de ye ?

Her ku diçe YPG pêşde diçe. DAIŞ gelekî paşekêş kiriye, lê ji bajêr bi temamî nehatine paqijkirin.  Eger ji bajêr bêne derxistin, paqijkirina wan ji herêmê dê asantir be. Lewra şerê bajêr girantir e.


We gotinên Serkomar ên “Çi elaqeya me bi Kobanê ve heye?” tekzîb kir. Meseleya Kobanê tesîreke çawa li ser nêrîna Kurdan li Tirkiyê û pêvajoya çareseriyê çêkir?

Gotina Serkomar cudakerî û perawêzxistina[1] nav civakê bû. Piştî ku serkomarek vê bîne ziman û bêje em bira ne, nakokiyeke mezin derdikeve holê.
 Kurdên AKPyî jî  ev di dilê xwe de hîs kir. Pêşengekî ku bi salan de piştgiriyê didinê, der barê Kobanê de siyaseteke ji rastiyê dûr û bêwijdan şopand. Ev bû sebebê xeyalşkestinekê. Xala ku xelk derxiste kolanan ji bangewaziya HDPê zêdetir helwesta Serkomar bû. Ma bi helwesteke wisa aştî dibe? Ev mijareke din e. Ez jî dizanim ne asan e. Eger hûn bipirsin dê bi fikra “Kobanê ne ji me ye, me elaqedar” nake Kurd, çawa aştiyê bikin? Ez jî cewaba vê tam nizanim. Feqet divê em rêyekê bibînin.

Daxuyaniyên ku ji hêla we û Qendîlê ve têne dayîn zêdetir rexneyî ne, feqet hevalên we diçine İmralıyê û peyama ji wê derê tê gelekî erênî dibe. Li vir nakokiyek tuneye?

Divê em van wekî daxuyaniyên “her tişt baş e” nebînin. Birêz Öcalan serokekî bihêz e. Bixwebaweriya wê gelek e û xwendinên wî yên siyasî kûr in. Tehlîlên wî yên herêmî licî ne. Rêxistin jî, xelk jî gelekî pê bawer e. Di pêvajoyên çareseriyê de serokê bihêz gelekî muhîm e. Serokatiyên lawaz di bin zexta civakê de têne çewisandin û pêvajo bidawî tê. Ev şansek e. Bûyîna Birêz Öcalan wekî serokekî bihêz ji bo me tevan siûdek e. Ew jî tam wekî pêşeng û serokekî rola xwe dilîze. Her ku ew di vê mijarê de israrê dike, aliyên meselê xwe zêdetir mesûl dibînin ku binê pêvajoya çareseriyê dagirin. Ev nayê wê me’neyê ku her tişt rêkûpêk dimeşin. Di rastiyê de Birêz Öcalan di hevdîtinên İmralı de rexneyên ji Qendîlê tundtir dike. Lê belê şeklê derbirînê û ragihandina ji raya giştî re diguhere. Sedemê vê jî ew  e ku divê serokek hêviya aştiyê bide civakekê. Ev mesûliyet e. Ew bi xwe vê yekê dike. Naxwaze ku di civakê de hêvî û kelecana aştiyê di civakê de vemire. Helwesta wî ya li ser pêvajoyê û rexneyên wî ji Qendîlê ne siviktir in.


Di daxuyaniya dawîn de xwerexneyek heye. Ez vê xwerexneyê wekî navlêdaneke[2] li hemberî hikûmetê fêm dikim.

Ya rastî ji navlêdanê zêdetir, dibêje ku di vê mijarê de bawerkirina ji hikûmetê xeletî ye. Divê em baweriya xwe bi qanûnan bînin. Ew dibêje min dev ji vê berda û destê min qels bû. Bi van tesbîtan xwe rexne dike. Di rastiyê de ev jî nîşaneya xwebaweriya wî ye. Li Tirkiyê çend serok hene ku bikarin xwe rexne bikin? Dibêje: “Min di vê mijarê de israr kiriba, qanûn derketiba û vekişîn li gorî yasayan çêbibûya, dê pêvajoya vekişînê bi serkeftî encam bida. Bi vî awayî dê pêvajoya çareseriyê bi yasayên dî baştir birêve çûba. Me di wê merheleyê de bawerî bi hikûmetê anî, bêyî ku qanûn derkeve vekişîn da destpêkirin û me pêvajo xiste xeterê.” Dibêj, “Îdî hetanî ku qanûn dernekeve, em gavekê pêşde naçin”, temînata pêvajoyê yasa ye. Gotin nabine cihê baweriyê. Jixwe dema ku wî jî ew bangewazî kir bifikar bû. Ji ber ez bi xwe çûm dizanim. Lê belê dirêjkirina mijara derketina yasayê pêvajo dixiste xeterê. Hikûmetê dikir nedikir qanûn dernedixist. Ew jî di bin zexteke giran de bû. Eger ew bangewazî nekiriba pêvajo dest pê nedikir. Dizanim ku di vê bangewaziyê de gelekî zehmetî kişand. Rêxistinê jî zorî da xwe lê mecbûr ma ku bicih bîne. Di vê merheleyê de em dibînin ku vekişîn biser neket. Pêdivî bi qanûneke yekmaddeyî hebû. Dê vekişîn bilez gihîştiba encamê, piştre jî bi pêngavên nû yên yasayî belkî îro bi temamî xelas biba.


Ew zabitnameyên ku van rojên dawîn hûn dixwazin bêne eşkerekirin, dîdarên Öcalan ên li gel we ne yan ên li gel berbirsên dewletê ne?

Qe nebe zabitnameyên dîdarên li gel me bêne eşkerekirin, dê baş bibe. Hin mijarên taybet têne xeberdan, mebesta min ne ev e. Ew xeberdanên ku aliyê meselê yê siyasî elaqedar dike, hemû herf bi herf mumkin e bêne weşandin.


Girteyeke wiha Rojnameya Milliyetê weşand. Dinya xera bû.

Dema veşartî be dinya xera dibe. Eger bi awayekî rêkûpêk bêne belavkirin, dê baştir were fêmkirin ku ew mijarên em xeber didin Tirkiyê parçe nakin. Dê piştgiriya raya giştî zêdetir bibe. Dê baştir were fêmkirin ka Birêz Öcalan mirovekî çawa ye û dê kesayetiya wî baştir were zanîn. Dê were zanîn ku ew ji bo Tirkiyê ne tehlûke û xeter e.

Ev pirsgirêka salan e. Wekî ku di daxuyaniya dawîn de derbas dibe, bi rastî jî çareseriyeke di 4-5 mehan de mumkin e?

Birêz Öcalan nabêje, “wê pirsgirêk di 4-5 mehan de çareser bibe”, eger hûn yasayên bingehîn derxînin wê qismekî muhîm ji pirsgirêkê çareser bibin. Dê gelek mijar nebin pirsgirêk. An na bicîbûna van îşê salan e. Rêya çareseriya van di 4-5 mehan de bi yasayan tê diyarkirin, lê pêkanîna wan dibe ku bi salan bikêşe. Zimanê Kurdî, hemwelatî, vegerên gundan, feqîriya li herêmê, pirsgirêkên bêkariyê û kêşeyên ekolojîk… Ev di 4-5 mehan de bi temamî dikarin bikevin rêçekê û li Tirkiyê pirsgirêkeke wekî Pirsgirêka Kurd namîne. Wê demê dê rojev gavên pratîk ên di mijara pirsgirêka Kurd de bin.

Dîdara Öcalan li gel medyayê her demê tê xeberdan. Gelo mumkin e van nêzîkan çêbibe?

Hikûmetê got “wê bibe”, lê wekî hûn dizanin mifteya deriyê hesinî yê li İmralıyê di destê wan de ye. Eger bi aqil tevbigerin, divê demildest bikin. Ev ji Birêz Öcalan zêdetir di xêra wan de ye. Lewra eger Birez Öcalan bi rêya rojnamevanan dengê xwe bigihîne raya giştî, ji bo bilezkirina pêvajoya aştiyê wê di xêra hikûmetê de be. Yan na Birêz Öcalan propagandeya xwe nake. Ew, di têkiliyên wisa de li ser navê pêvajoyê propagandeyê dike. Li ser navê xwe nake. Mesela eger hûn karibin herin, dê baş be. Yan na rojnamevanên nêzîkî wan, ên ku bi eşkereyî talîmatê ji wan bigirin ne rast e ku bişînin. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku divê heyeteke bi salan li ser pirsgirêka Kurd xebat kirine, serê xwe êşandine û serwextî meseleyê ne herin İmralı. Wisa nebe tu kes tetmîn nabe. Ne Birêz Öcalan tetmîn dibe, ne jî raya giştî.


Di serê pêvajoyê de pêşî vekişîn piştre jî danîna çekan wekî hedef hatibû diyarkirin. Niha meseleyeke wekî çekdarbûnê heye. Ne li Tirkiyê be jî, li Sûriyê û Iraqê rewş ev e. Dê ev nakokî çawa safî bibe?

Eger hûn bala xwe bidinê, di bangewaziyan de îdî tabîreke wekî “çekdanîna li dijî Tirkiyê” tê bikaranîn. Di daxuyaniyên Birêz Öcalan û KCKê de ev heye. Di nav rêzikên daxuyaniyên dewletê de jî ev heye. Lewra herkes dizane ku hetanî Rojhilata Navîn di vî halî de be, PKK bi temamî nikare çekan deyne û bibe rêxistineke siyasî. Lê bijarteka çekdanîna li Tirkiyê maqûl e. Bicihanîna vê bijartekê maqûl e û mumkin e.


Baş e ya meseleya ewlehiya giştî? Berê meseleya vekişîna unsûrên çekdar hebe, lê hikûmet îdî ehemmiyetê de navenda bajaran. Gelo ev ji bo hemû deverên Kurdnişîn e, yan tenê 1-2 navendên wekî Geverê ye?

Hûn rastiyê bixwazin aciziyeke wisa zêde di mijara ewlehiya giştî de tuneye. Li 1-2 cihan hin tiştên ku hikûmetê aciz dikin dibin. Lê tiştê esasî yê ku hikûmet cesaret nake bêje ev e: Hakimiyeta PKKê ya siyasî û tesîra wê her ku çû zêde bû. Yan na hikûmet nabêje ku li her derê ewlehiya giştî têk dide. Li çend cihan çalakiyên wekî rêbirrînê çêbûn. Lê sedemê bingehîn ê serêşiya hikûmetê, zêdebûna hêza PKKê ye di nav girseyê de. Ji bo rê li ber vê bigire, dixwaze tedbîrên yasaya ewlehiyê bixe fiîliyatê û xwepêşandanên kolanan bisekinîne.


Wek pirsa dawîn, serokê hereketa siyasî ya Kurd Abdullah Öcalan e. Hûn parçeyekî muhîm in ji vê. Hûn nîqaşên muhîm dikin, biryaran werdigirin. Ew van bi awayekî din şîrove dike. Ew heta ku rêya we diyar dike?

Heşt caran ez bi xwe çûm. Ev salek û nîk e heyetên me diçin û tên. Ew bi xwe tu carî helwesteke talîmatwarî nagire. Me bihêle, dema ku ji KCKê re jî tiştekî dibêje wekî talîmatê nade, pêşniyaran dike. Dibêje, “Pêşniyara min ji Qendîlê re ev e. Wiha bikin dê baştir be? Eger hûn hetanekî careke din vê mijarê di nava xwe de nîqaş bikin, ezê kêfxweş bibim”, helwesta wî li hemberî HDPê hessastir bû. Ev li aliyekî, rastiyeke meseleyê jî heye. Abdullah Öcalan, ji 40 salî zêdetir e serokekî li Tirkiyê, Rojhilata Navîn, Sûriyê, Ewrûpayê û İmraliyê mucadeleyeke giran dide. Ji zaroktiya xwe ve serê xwe li ser vê meseleyê êşandiye. Tenê di nava vê meseleyê de pijiyaye û bûye mijiyekî fîlozofîk. Serokatiyeke klasîk ya li ser pratîkê ji zû ve derbas kiriye. Bûye serokatiyeke îdeolojîk û felsefî. Tesîra wî pir zêde ye. Her tiştê ku dibêje, wekî pêşniyar bin jî, di cebheya Kurd de carinan ji talîmatê girantir e. Ji ber ew jî dizane, pêşniyarên xwe bi baldarî tîne ziman.

Di namzediya we ya serkomariyê de, eger Öcalan nexwasta, hûnê bibûna namzed?

Bi eşkereyî gotiba divê namzedekî wiha nebe û raya giştî bi vê zaniba, piraniya Kurdan piştgiriya min nedikir û dengê xwe nedida min.

Baş e, hûn dê bibana namzed?

Nexêr, min nikaribû rîskeke wisa bigirta ser xwe. Ewî bi xwe di rewşên wisa de tu carî wek despotan hereket nekir. Di namzediya serkomariyê de fikrê xwe jî neanî ziman. Wiha got: “Ev qas însan nîqaş dikin. Kî zêdetir munasib were dîtin, divê ew bê destekkirin.” Dema namzediya min diyar bû, gotibû: “Lazim e herkes piştgiriyê bidiyê.” Ew bi xwe pêşeng e. Em pê bawer in. Hem wek şexsê xwe, hem jî wek partî têkiliyeke me ya li ser pêbaweriyê heye.

*******

[1] Perawêzxistin, peyveke di zaravayê Soranî de likar e û ji bo “ötekileştirme, dışlama”  “othering” tête nivîsîn. Di zaravayê Kurmancî de, peyveke ku şûna vê têgihê bigire tuneye. Loma min Soraniya wê nivîsand. Perawêz,  di Soranî de bi me’na çarçove jî tê, lê belê ji rewşeke vederkirin/derandin, jixwehesabnekirin û biçûkdîtina tiştekî tête bikaranîn.


[2] Navlêdan, di Kurdî de bi me’neya “meydan xwestin” tê bikaranîn. Ji gefxwarinê siviktir e.



Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
19.10.2017 İstifalar AKP’ye ne getirir, AKP’den ne götürür?
15.08.2016 Un reportage du 28 décembre 1986 – les Fethullahçı, le groupe religieux qui a réussi à infiltrer l’armée
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
29.08.2015 Interview with the Director of Religious Affairs Mehmet Görmez on Salafism, ISIS and Turkey (full text)
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
31.03.2015 Die Staatskrise und ihre möglichen Auswirkungen auf den Lösungsprozess
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı