DAÎŞ hem herêmî, hem gerdûnî; hem El Qaîde, hem Talîban

08.07.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/07/07)

Rêxistina bi navê DAÎŞê (Dewleta Îslamî li Iraq û Şam-Bi navê xwe yê nû îdî tenê DÎ, yanî Dewleta Îslamî) piştî bidestxistina Mûsilê bala her kesî kişande ser xwe. Vê rêxistinê di dawiya meha hezîranê de Dewleta Xîlafetê ragihand. Sînorên wê jî wekî hin deverên Iraq û Sûriyê di nava xwe de digire. Herwiha diyar kirin ku serokê wan Ebûbekir el-Bexdadî ye û divê hemû Misilmanên dinyayê bîetî wî bikin.

Endamê Dewleta Îslamî (DI) li ser hesabên xwe yên di medyaya civakî de îddia dikin ku li çar aliyên cîhanê hêzên îslamî bîetî wan kirine. Di parvekirinên endamê DIyê de hin kesên rûgirtî, li ser navê temsîliyeta komên îslamî radigihînin ku ew tabiî Dewleta Xîlafetê didib. Xeberên wisa gelekî belav dibin. Lê em dizanin ku îcabeteke ciddî li ser vê daweta bîetê çênebûye.

El Qaîde bifikar e

Dema ku em bi şêweyekî gelemperî, temaşe bikin, emê bibînin ku îlana vê xîlafetê bi taybetî li raya giştî ya îslamî û di qada navneteweyî de dengekî zêde nedaye. Wekî ku tê fêmkirin, rewşeke demdar li holê ye. Tê çaverêkirin ku zilhêzên cîhanê aktorên herêmî jî bidine kêleka xwe û DIyê tasfiye bikin. Helbet ji bo ku manevrayeke wisa serbikeve, divê daxwazên civaka Sunnî li Iraq û Sûriyê bi awayekî din werin bicihanîn. Ew jî ne diyar  e ka wê çawa ji bin vî karî derkevin. Ev rewşeke nediyar e.


Di serê wan hêzên ku gavên DIyê ji nêzîk ve û bifikar taqîb dikin, El Qaîde tê. Navenda El Qaîde ji tevger û biryarên DIyê ji bo xwe wekî xeterekeyekê dibînin. Di kêliya ewil de ji ber sedemê ku ragihandina xîlafetê “Li dijî cîhada kurewî hewldana derbeyê ye” li hember derketin. Ebûbekir el-Bexdadî di wextekî de ji hêla Emrîkiyan ve hatiye girtin û piştî sala 2004an ku hatiye berdan heta niha tu dîmenên wî nehatine belavkirin. Qaîdeyê jî xwest ku bi vê yekê gumanbariyekê li dora Bexdadî biafirîne û peyameke wekî “di heqîqetê de nayê zanîn ka kî li pişt îlana xîlafetê ye?” bide her kesî.


Ebûbekir el-Bexdadî îna borî, li mizgefteke Mûsilê xutbe xwend û li pêş cemaetê nimêj kir. Navê wî yê rastî Îbrahîm Ewwad Îbrahîm Elî Mûhemmed el-Bedrî ye. Doxtora xwe di ilmên îslamî de kiriye. Ev xutbe û nimêja Bexdadî (bi postê xwe yê nû “Xelîfe Îbrahîm”) bi şiklekî profesyonel hate qeyidkirin û vîdeoyên wî di youtubeyê de hate belavkirin. Em dikarin bibêjin ku bi vê pêngavê DIyê xwest ku ew nediyarî û gumanên li dora Xelîfeyê xwe bidawî bîne û bersiva îddiayan bide. Armanca wan bi belavkirina dîmenan, belavkirina toz û xubara li dora Xelîfe ye.

Gelo Talîbana nû ye?

Zemanekî dirêj e ku têkiliya DAIŞ/DI û El Qaîdeyê tê nîqaşkirin. El Bexdadî di xutbeya xwe ya înê de bi subbe û şaşika xwe ya reş, ne dişine Ûsame bîn Ladîn, ne jî dişibe Eymen el Zevahîrî ku şûna wî girtiye.  Ji bo wî cil û bergî şîroveyên ku Bexdadî dirûvê pêşengê Hizbullahê Hesen Nesrellah dide têne kirin. (Bêguman ji bo dijminekî sondxwarî yê Şîîtiyê mînandineke hîç ne xweş e).

Helbet ji layekî din ve jî, demek e dirêj e emîrê berê yê Talîbana Efxanistanê Mela Mûhemmed Umer jî heye. Rojnamevanê Pakistanê yê der barê Talîbanê de pispor Ehmed Reşîd, piştî ragihandina xîlafetê şîroveyek nivîsand. Reşîd di nivîsa xwe de dibêje ne rast e ku em DI/DAÎŞê bişibihînin El Qaîdeyê. Bi raya wî li Iraq  û Sûriyeyê ji bo rejîma Talîbaneke nû bingeh tête avakirin. Reşîd ji aliyekî din ve jî îhmal nekir ku balê bikişîne ser wê yekê; DAÎŞ ji El Qaîde û Talîbanê pir wêdetir, bêmerhemet e û dijminekî bêeman yê Şîîtiyê ye. (ISIS: The New Taliban

Nakokiya herî mezin ya El Qaîdeyê ew bû ku ji bo terafgîrên xwe destkeftiyên berçav pêşkêş nekir.  Lê DAÎŞê dewleteke Îslamî, hetta ji vê jî zêdetir xîlafet pêşkêşî wan kir. Bi yekê gaveke li pêş Qaîdeyê ye. Lê xewna herî mezin a DAÎŞ Û El Bexdadî ew e ku piştî dewleta li Iraq û Sûriyeyê binecih û qahîm bikin (dibe ku bi vê geşedanê re di heman demê de) pêşengiya cîhada kurewî/gerdûnî jî bidest bixin. Ev armanc gelekî aşîkar e. Loma jî, DAÎŞ, ne El Qaîde ne jî Talîban, lê hem El Qaîde û hem jî Talîban e.  Dibe ku ev nêrîn maqûltir be.

Têbîniyek: Li Efxanistanê di bin banê Talîbanê de tenê Efxanî, li cem El Qaîdeyê jî xwebexşên biyanî hebûn. Evan bi koordîne hereket dikir. Îro di bin banê DAÎşê de hem unsûrên herêmî (Iraqî û Sûriyeyî), hem jî xwebexşên biyanî li cem hev in. Yanî DAÎŞ ji hêlekê ve koalîsyona hêzên herêmî û kurewî ye.

Gotina dawî: El Qaîde, ji popularîteya DAÎŞê di qada nav neteweyî de di nav derdorên Îslamîst de pir aciz e. Navenda El Qaîdeyê, ji bo pêşiya vê yekê bibire, ji aqilan ne dûr e ku ew berê xwe bide çalakiyên kurewî yên dengekî berfireh derxîne. Wek tê zanîn Qaîdeyê wextekî dirêj e ku çalakiyên wisa nekiribû.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı