Bi pênc pirsan arîkariya eskerî ji bo Kobanê

24.10.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/10/21)

1- ÇIMA ARÎKARÎ DERENG MA?

Difikirîn ku dê DAIŞ Kobanê bi rehetî bidest bixe û arîkarî bi kêrî tiştekî nayên. Yanî helwesta “Kobanê li ber ketinê ye” ne tenê li Enqerê, li Washingtonê jî zal bû. Wekî din jî Enqere, îhtimala ku arîkariya eskerû çekên giran bikeve destê çekdarên PKKê ku li dijî Tirkiyê şer dikin, bi tundî li hemberî piştgiriya çekan ji bo PYD û baskê wê yê çekdarî YPG  kir. Di serî de Emrîka, ji welatên din ên hevpeyman re jî qewêtî kir ku li hemberî Kobanê bi mesafe bin.


2- ÇIMA NIHA?

Li gel ku di warê çekan de newekheviyeke eşkere hebû jî, Kobanê neket. Lewra YPG li dijî tankên DAIŞê bi keleşan şer dikir. Hevpeymana navneteweyî li ser vê yekê, pêşî  molgeyên DAIŞê bomberdûman kir, piştre jî dest bi êrişên hewayî yên bibandor û zêdetir kir. Wextê dît ku êrîşên hewayî yên bi koordîneya YPG encam didin û îhtimala têkçûna DAIŞê xuya bû, piştgiriya teqemenî û çekdaran hate rojevê.


3-Kî DI ARÎKARIYÊ DE ROLÊ SEREKE DILÎZE?  

Ji ber ku hem arîkariya Washingtonê, hem jî ya Enqereyê ji bo PYD/YPGê ku  bi PKKê re di têkiliyeke îdolojîk, polîtîk û hetta rêxistinî de ye, dê rê li ber pirsgirêkan vekira, Herêma Kurdistana Iraqê kete dewrê. Navbera Hewlêr û Qendîlê, bi şerê hevpar ê li dijî DAIŞê baş bibû. Van her du rêvebiriyan li Şengal, Mexmûr û herêmên wekî Kerkûkê bi hev re li dijî DAIŞê şer kir. Em dikarin arîkariya Kobanê, wekî sipasiyeke KRG jî bibînin. Herwiha mumkin e em çavnêrî bikin ku PYD di rêvebirina Kurdên Rojavayê de, bi taybetî parekê  bide kesayet û saziyên nêzîkî xeta Mesûd Barzanî. 


4- ENQERE ÇAWA QANIH BÛ?

Hikûmeta AK Partiyê ji serî de stratejiyeke xelet der barê Kobanê de meşand. Vê polîtîkaya xelet, li hundir û derve, rê li ber şîroveyên ku Enqere dixwaze Kobanê bikeve vekir. Ji ber sedemên diyarbûna îhtimala neketina Kobanê û dubarebûna çalakiyên kolanan û xetereya ku pêvajoya çareseriyê bikeve metirsiyê de, Tirkiye ji xeletiya xwe vegeriya û paşde gav avêt.  


5- JI VIR Û PÊ DE WÊ ÇI BIBE?


Diyar e ku Kobanê îdî zû bi zû nakeve. Ev tecrube, wê di şerê li dijî DAIŞê li Sûrî Iraqê de gelekî bi kêrî hevpeymana navnetweyî were.  Helbet ji ber ku rasterast yan jî bi rêyine din bi PKKê re dikevine pêwendiye û pê re hevkariyê dikin, wê hevsengiya li herêmê û Tirkiyê muheqeq biguhere. Eger hikûmet ji niha û pê de polîtîkayên aqilane pêşde bibe, dê neketina Kobanê di çareserkirina pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê de gelekî bibe arîkar. Herwiha dê bike ku Tirkî, di herêma xwe de rolekî çalaktir bilîze û destê wê xurttir bibe.



Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
15.12.2024 11 soruda, YPG ya kendini fesheder mi ya da feshedilir mi?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı