Wêneyek ji Çiyayê Şengalê û guherîna têgihîştina Rojavayê li ser PKKê

19.08.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/08/16)

Me’neya vî wêneyî gelekî zêde ye. Em pêşî detayan bidin: Ev foto li Çiyayê Şengalê hate kişandin ku Êzîdî ji dagirkeriya DAIŞê reviyabûn û xwe spartibûnê. Wekî ku tête zanîn, DAIŞ bi çekên giran ên ku ji artêşa Iraqê bi dest xistine hereket dikin. Ji ber ku pêşmergeyan li ber xwe nedan, Şengal bi rehetî kete destê wan. Xelkê sivîl ên ku ji zilma wan reviyabûn jî xwe sipartibûn Çiyayê Şengalê. Êzîdiyan li wê derê qederekê êş û elem kişandibû. Piştre beriya her kesî hêzên YPG ku li Sûriyê-Rojava li dijî grûbên wekî Eniya Nûsre û DAIŞ şer dike (baskê eskerî yê PYDê ku di xeta Abdullah Öcalan de ne) gihîşte hawara wan. Piştre jî endamên baskê eskerî yê PKK/KCKê HPG gihîşt wê derê. Di vê pêvajoyê de, balafirên Emrîka hin hedefên DAIŞê yên li dorûberê Şengalê  bombebaran kirin. Dawiyê leşkerên hêza taybet ên Emrîkî ku jimara wan ji 100î zêdetir bû, li gel berpirsên USAIDê ku rêxistina navneteweyî ya Emrîka ye ji bo arîkariyê, gihîşte Çiyayê Şengalê. Peşmerge jî bi Emrîkiyan re çûn. Aha ev foto, di kêliya ku xelkê Şengalê peşmerge û Emrîkî ji ber derengmayinê protesto dikirin de hate kişandin. Li gorî rojnamevanên ku li hêrêm dixebitin, sivîlê bi şewqe yê li ortê disekine berpirsê USAIDÊ ye. Gerîllayekî YPG di navbera wî û xelkê de tercumaniyê dike. Kesên din ê çekdar ku pişta wî li foto ye jî şervanekî HPGê ye.


Firsendên ku DAIŞ pêşkêş dike

Piştî ku DAIŞê Mûsil dagir kiribû, di demeke kin de Qendîlê hin daxuyanî dabûn. Min jî ji wan daxuyaniyan hin tesbît derxistibûn û bi sernavê “PKK çima dixwaze bi DAIŞê re şer bike” nivîsek nivîsandibû û di maddeya yekemîn de jî gotibû: “PKK, dixwaze ku bi taybetî jî li dijî dijminê sereke yê alema Rojavayê El Qaîdeyê re şer bike û di qada navneteweyî de ji xwe re zemîneke meşrîyetê ava bike. Hetta dixwaze bi vê prestîjê bidest bixe”. Ji ber van tesbîtên xwe rastî gelek bertekên wekî “Tenê armanceke PKKê heye; Kurdistanê li hember dagirkeran diparêze” hatibûm.

PKK, ne tenê li Tirkî herwiha li Iraq, Sûrî û Îranê jî xwedî girseyeke bihêz a bingehîn e. Loma helbet dema ku li dijî rêxistinên wekî DAIŞê şer bike, parastina axa Kurdan wekî armanceke sereke dibîne. Lewra em ji hevpeyvîna Güney Yıldızê BBCê ku bi qumandarê HPGê Tekoşêr Zağros (Qumandarê PKKê qala şerê li dijî DAIŞê kir-Güney Yıldız) hîn dibin ku PKK bi zimanê ku DAIŞ fêm dike pê re dide û distîne. Herwiha gelekî jî serkeftî ye.
Ji xeynî vê, PKK ew atmosfer û zemîna ku DAIŞ li herêmê ji ber teror û wehşeta ku ava dike, bi stratejiyeke aqilane dizivirîne qezenca xwe. Ev jî rastiyeke li ber çavan e. DAIŞê, li Mûsilê artêşa Iraqê, li cihên wekî Şengal û Mexmûr jî pêşmerge bi rehetî têk birin. Lê nikare YPG û HPGê ku di xeta PKKê de ye û gelek jî şervanên jin di nav wan de hene. Ji ber vê PKK bala hemî dinyayê dikşîne ser xwe. Li gel vê, di salvegera 30emîn a Dihê-Eruh  Şemzînan-Şemdinliyê de PKK ji hêla Rojavayê wekî berê mîna “terorîst” nayê dîtin. Bangewaziyên li Emrîka tê kirin ku PKKê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne jî di rojên paşî zêdetir bûne. Sedemê vê jî gelekî aşîkar e ku girêdayî bûyerên li Iraqê diqewimin.

Pêşeroja pêvajoya çareseriyê

Yek ji sedemên ku têgihîştina PKKê di qana navneteweyî de diguhere jî bêguman, atmosfera bêşeriyê ye ku qederek e li Tirkî serdest e.  Bi gotineke din, eger PKK hê jî li dijî Tirkiyê di şer de ba, ne li Sûriyê û ne jî li Iraqê nikaribû hinde çalak û bihêz be. Li gel vê ne Herêma Kurdistana Iraqê û ne jî dewletên Rojavayî ew wekî aktoreke meşrû’ qebûl nedikirin.

Loma, em dikarin bi rehetî wiha bibêjin: Pêvajoya çareseriyê rê li ber PKKê vekiriye ku li herêmê çalaktir û bihêztir be. Ji ber vî sedemî, eger bizava siyasî ya Kurd, bixwaze ku pozisyona xwe ya wekî “hêzeke herêmî” baş hatiye morkirin, biparêze û pêşdetir bibe, divê bi dil û can li pêvajoya çareseriyê xwedî derkeve. Girêdayî vê mijarê, Abdullah Öcalan li gel ferzkirina hin şertan gotibû ku hêzên çekdarî dikarin Tirkiyê bi temamî terk bikin. Mesela, ev pêngav van rojan mumkin e were rojevê. Dê gelekî jî baş bibe.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
27.03.2025 Transatlantik: İmamoğlu operasyonu ABD'den nasıl görülüyor? | Hakan Fidan'ın ABD temasları
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı