Wekî xaleke diyarker Kobanê: Têbîniyên li ser DAIŞ û PKKê

05.10.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/10/01)

DAIŞ:

·  Di serî de dihate texmînkirin ku rêxistineke li ser bingeha mezhebî ye. Her kes difikirî ku li Iraqê û Sûriyê Şîiyan û Filehan ji xwe re dike hedef. Lê ev qederek e tenê bi Kurdan re şer dike. Ev yek jî dide nîşan ku li herêmê xetere ne tenê şerên mezhebî ne.

·  Li Kobanê derkete holê ku DAIŞ qeweta xwe ya esasî ji tirsa belav dike distîne. Mesela vê rêxistinê bêyî ku gulleyekê berde Mûsil bidest xist. Lê cara yekem rêxistineke wisa berxwedêr li hemberî xwe dibîne. Ji ber wê yekê li gel çekên zêde jî di şerê Kobanê de sekinî.
·  Pêşmergeyên Rêvebiriya Herêma Kurdistanê jî bi moralê berxwedana Kobanê û piştgiriya êrişên hewayî yên hevpeymana navneteweyî, hewl didin ku deverên ji hêla DAIŞê ve hatine dagirkirin, bi paş de bistînin. Gerîllayên HPGê yên ku ji Qendîlê hatine jî arîkariya wan dikin. Yanî di wextekî ku DAIŞ dixwaze qada desthilata xwe firehtir bile, bereksê vê mumkin e gelek zayiatan bide.

·  DAIŞ li Kobanê bi ser neke, nayê wê me’nê ku dê bidawî were. Feqet dê rewşa wê ya li Sûriyê bi awayekî ciddî serûbinî hev bibe. Dema ku giraniya xwe bide ser Iraqê jî, hêza esasî ya derkeve pêşiya wan dîsa Kurd in. Eger Kobanê bi dest bixe jî ku piştî vê merhelê gelekî zehmet dixuyê nikare di destê xwe de bigire. Lewra piştgiriya xelkê tuneye. Bi gotineke din, dibe ku bi girtina Kobanê poşman jî bibe.

·  Êrişên hewayî yên hevpeymanê derbeyan li DAIŞê didin. Ev muheqqeq e. Li beramberî vê wekî ku Hassan Hassan di Guardianê de nivîsandiye, DAIŞ bi saya vê sefên xwe dişidîne. Ji aliyekî din ve jî li hemberî rêxistinên din ên îslamî destê xwe biqewettir dike (tê îddiakirin ku piştî êrişên hewayî beşdariya çekdarên ji grûbên dijber bi bal DAIŞê ve zêdetir bûye). Herwiha ji tawanbariyên wekî “sîxurê hêzên mezin, xizmetkara wan” jî xelas dibe û wekî xaleke girêdayî vê li alema îslamê elaqe û sempatiya li ser wê zêdetir dibe.


PKK:

·  Berxwedana kobanê ji bo hereketa PKKê, xaleke diyarker e. Lewra Rojava û herwiha Kobanê, hem laboratûara ku nezeriya Abdullah Öcalan a “xweseriya demokratîk” lê tê ceribandin e û hem jî mifteya bûyîna PKKê wekî “hêzeke herêmî” ye. Windakirina Kobanê, dê van îddiayan hemûyan bi awayekî ciddî zeîf bike.

·  Eger bereksê vê bibe û berxwedana Kobanê bi serkeftî encam bide, dê PKK di rêya bûyîna “hêzeke herêmî” de merheleyeke mezin derbas bike. Ji aliyekî din ve jî dê bi têkbirina rêxistineke ku hemû dinya ji bo şerê wê seferber bûye, prestîja xwe ya navneteweyî bilind bike.

·  Sedemê ku Enqere jî li berxwedana Kobanê ne ji hêla DAIŞê ve, lê ji ber PYD/YPGê ji perspektîfa PKKê lê dinêre, lazim e di vê çarçoveyê de were nirxandin. Ne diyar ka dê stratejiya di serî de Erdoğan hemû serkirdayetiya siyasî ya desthilatê li kêleka DAIŞê PKKê jî (herwiha rejima Esed) wekî hedefê pêşkêşî hevpeymana navneteweyî dikin, bi ser bikeve yan na. Lê em dikarin bêjin ku bêdiliya hevpeymanê ya di barê bêdiliya bombebarankirina hedefên DAIŞê li derdora Kobanê, girêdayî rezervên Enqereyê ne.

·  Li Tirkiyê terefên ku ji bo çareseriyê li ser maseyê rûniştine, der barê Kobanê de asê dimînin. Ev yek jî bi awayekî tebîî pêvajoya çareseriyê dixe xeterê. Ya balkêş jî ew e ku ji Qendilê daxuyaniyên wekî pêvajo xitimî/dixitime tên, lê hikûmet biisrar dibêje ku tu tişt nabe. Herhal di vê nuqteyê de herî zêde bi Öcalan bawer in. Difikirin/hêvî dikin ku ew dê Qendîl û PYD/YPGê bikşîne îstîqameteke ku bi Enqereyê re hevaheng bin.

·  Mumkin e. Bi rastî jî serokê PKKê, bi daxuyaniyên xwe dikare bike ku hereket pozisyona xwe ya li Iraq, Sûrî û Tirkiyê wekî daxwaza hikûmetê biguherîne. Lê divê em balê bikşînin ser xalekê: Tu aktor û şaxê hereketa PKKê, helwestên ku niha desthilata siyasî aciz dikin bêyî xebera Öcalan û di ser gotina wî re nabêjin û naxine meriyetê. Mesela Serokwezîr Davutoğlu, Salih Muslîm wekî mesûlê pirsgirêkên di navbera Enqere û PYDê de destnîşan dike. Hal ew e ku li Rojava (û li Tirkû û Iraqê) kar zêdetir di çarçoveya agahiya Öcalan de û bi talîmatên wî dimeşin. Bi kurtasî, guherînên muhtemel ên polîtîkaya serokê PKKê xelet e ku em wekî “Öcalan dîsa Qendîl anî rayê..” pêşkêş bikin û vê yekê wiha bidomînin.

Wekî din jî ne karê aqilan ku her carê mesele bi Öcalan ve were girêdan û aktorên din ên hereketa siyasî ya Kurd pasîf bêne hiştin. Ev ji bo selameta pêvajoya çareseriyê ne baş e. Loma jî hevdîtina Demirtaş û Davutoğlu, herwiha seredana Salih Muslîm bi bal Tirkiyê ve gavên erênî ne.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı