Wekî destpêkekê li ser nîqaşên “Bijî Obama”

04.12.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/11/17)

Ne şaş bim, sala 2006an bû. Saziyeke fikrî ya li Washingtonê bernameyek çêkiribû. Yek ji lîberalên pêşdehatî yên yê Misrê Sadeddîn Îbrahîm diaxivî. Vî kesî li Qahîreyê Navenda Îbnî Xeldûn damezrandibû. Ji ber xebatên xwe yên di vê navendê de rastî xezeba rejima Husnu Mubarek hatibû. Gelek caran hatibû mehkemekirin û di ketibû zîndanê. Tawanê serekî yê der heqê wî de ew bû ku ji Rojavayê, bi taybetî jî ji Emrîkayê ji bo xebatên navenda xwe piştgiriya malî wergirtiye.

Di wê konferansê de Misriyekî alîgirê Mubarek heqê gotinê stend û arîkariya Emrîkayê rexne kir. Li ser vê Îbrahîm wiha bersiva wî da: “Di roja îro de, dewleta Misrê di nav wan welatên ku arîkariyê ji Emrîkayê werdigirin, di rêza yekemîn de ye. Dema ku Mubarek werdigire, hûn tiştekî nabêjin. Baş e wextê em distînin Emrîka dibe xerab?”

Dijmin bûne yek

Gelo hewce dike bînim ser ziman ku ez van tiştan di çarçoveya bûyerên Kobanê de tînime bîra we? Malûm e, bomberdûmana çeperên  DAIŞê yên li Kobanê bi awayekî karîger ji hêla hevpeymana navneteweyî, arîkariya eskerî ya ku ji hewayê ve ji bo berxwedêrên bajêr hate şandin û şandina pêşmergeyan wekî hêza piştgir ji Herêma Kurdistanê hemû bi awayekî girêdayî Washingtonê ne. Yanî li pişt van tevan jî Washington heye. Ji ber vê yekê ye ku Hevserokê KCKê Cemil Bayık diyar kir ku Emrîka dikare wekî aliyê sêyemîn mudaxilî pêvajoya çareseriyê bibe.

Ya balkêş ew e ku yên ji van bûyeran aciz in (jimara van têra xwe heye. Di nava van de nûnerên desthilata siyasî jî hene ku ji bûna “şirîkên stratejîk” bi Washingtonê re aciz nabin. Herwiha kesên nêzîkî cemaeta Gülen jî hene ku bi desthilatê re di şer de ne. Li gel wan her cure nijadperest jî mewcûd in) ji rêvebiriya Emrîkayê zêdetir, bizava siyasî ya Kurd sûcdar dikin.

Zemîna ku hikûmetê hazir kiriye

Em yên din niha deynin aliyekî. Hikûmet Emrîkayê bi wesfên wekî “eqlê jor” diwesifîne û bi rêyine cuda  sûcdar dike. Lê bizava siyasî ya Kurd rasterast sûcdar dike. Bes ev yek hîç ne cihê pêbaweriyê ye. Lewra divê hikûmeta AK Partiyê der barê Kobanê de pêşî li polîtîkayên xwe, yanî li xeletiyên xwe binêre. Enqereyê ji roja pêşî ve bi gotinên wekî “Kobanî ket, dikeve” hetta “kantonên din jî di dorê de ne” Kurdên Sûriyê bi qedera wan re rû bi rû hiştin. Lê berxwedêran isbat kir  ku DAIŞ wekî zenna rêvebirên Tirkiyê bi tu awayî ne qedera wan e.

Yanî der barê Kobanê de, zemîna ku Washingtonê bi awayekî aktîf û yekser bikeve dewrê Enqereyê hazir kir. Rewş  hate wê radeyê ku Emrîkiyan jî pêşbîniyên Enqereyê muteber dît û Kobanê wekî “bûyera bêhêvî” qebûl kirin. Lê piştre îhtimala serkeftina berxwedêran derkete holê. Li ser vê Emrîka, bi armanca ku Kobanê bibe navendeke destpêkê ji bo binketina DAIŞê li vî bajarî xwedî derket.


Manevraya Öcalan ya stratejîk

Hin kes hene ku bi hinceta piştgiriya pêvajoya çareseriyê, parastina hikûmetê derdixin pêşiya her tiştî.
Ev kes biisrar hewl didin ku mudaxilbûna Emrîkayê di meseleya Kurd de  balê bikşînin ser para Qendîlê (KCK/PKK) û Öcalan cuda bihêlin. Pirsgirêka Kurd (ya rastî pirsgirêka Kurdistanê) îdî dibe meseleyeke herêmî, hetta navneteweyî.  Ev wekî dubarekirina lîstika “İmralı baş e, Qendîl xerab e” dixuyê ku tu pêbaweriya wê tuneye. Bêguman Öcalan lı İmralı nikare bi Emrîkiyan re hevdîtinan bike. Lê em dizanin ku ew geşedanên li herêmê ji nêzîk ve taqîb dike û stratejî û tektîkên xwe her daîm nû dike. Yanî di serdema pêşiya me de gelekî normal e ku Öcalan fêm bike dê giraniya Emrîka di pirsgirêka Kurd de zêdetir bibe û li gorî vê polîtîkayên xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

Hêj gelek tişt hene ku li ser vê mijarê werine gotin. Em li vir nuqteyê deynin, lê vê jî bibîr bînin: Kî bixwaze mudaxil bibe û bikeve nav meseleyê jî, dê pêşeroja Kurdan ew bi xwe û xelkên din ên ku bi hev re dijîn diyar bikin. Ji ber vê yên ku ji mudaxeleya aliyên sêyemin aciz in, divê beriya her tiştî zemîna ku ber bi yekê ve diçe hazir nekin. 




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
22.12.2024 CHP ne zaman “Türkiye’nin birinci partisi” gibi davranacak?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı