Wekhevdîtina DAIŞ û PKKê

12.02.2015 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2014/10/06)

Şerê rasterast li ser medyaya civakî 

Yek aliyên herî balkêş ên Şerê Yekem ê Xelîcê ew  bû ku CNNê şer bi awayekî zindî neqlî mala me dikir. Piştre di gelek şerî de rewşên mînanî vê hatin dîtin. Hetta girseyeke qelebalix a medyayê pêşwaziya hêzên navneteweyî kiribû ku berê xwe dabûne Somaliyê.
Piştî ku medyaya civakî xurt bû û wekî encamekî girêdayî vê “rojnamevaniya alîgir” geş bû, îmkanê ku em der barê şeran de ji gelek qenalan agahiyan bi dest bixin çêbû.
Em vî îmkanî bi awayê herî berçav di berxwedana Kobanê de dibînin. Agahiyên Kobanê ne ji aliyên şerker, berdevk û rojnamevanên wan tên. Hemwelatiyên ku ji bo piştgiriya berxwedêran çûne Sûricê jî tiştên ku bihîstin û hestên xwe di gavê de li ser medyada civakî parve kirin. Agahî ragihandin.

Înada DAIŞê

Mirov bi asanî motîvasyona PYD/YPG, xelkê Kobanê û piştgirên wan di berxwedana wî bajarî de fêm dike. Lê DAIŞ cara yekem rastî berxwedaneke wisa bibandor hat. Dîsa jî DAIŞê deverên li Iraq û Sûriyê kontrol kiribûn xiste xeterê û biisrar berê xwe dide vî bajarî. Aha mirov vê israrê fêm nake. Ez gelekî xerîb e. Gelo mumkin e ku em vê yekê bi ehemmiyeta stratejîk a Kobanê ve girêbidin? Gotinên “DAIŞê mesele xiste înadê” têrî şîrovekirina rewşê dikin? Îzahkirina meselê bi “dijmintiya Kurd” jî ne cihê baweriyê ye. Lewra gelek Kurd jî di nav refên DAIŞê de hene. Lê belê em dikarin bêjin ku DAIŞ, PYD/YPG û herwiha îdeolojiya sekuler a Abdullah Öcalan/PKKê di herêmê de ji xwe wekî alternatîf û dijmin dibîne. Mirov dikare li ser vê xalê bifikire.

Wekhevdîtina DAIŞ û PKKê

DAIŞ bi hemû giraniya xwe êrişî ser Kobanê dike. Girtina vî bajarî kiriye armanc û hedefa sereke. Lê hevpeymana ku li ser şerê dijî DAIŞê ava bûye bi heman ehemiyyetê nêzîkî meselê nabe. Li dijî wê hêza giran a DAIŞê bersiveke xurt nade.

Berdevkên bizava siyasî ya Kurd bi piranî di wê baweriyê de ne ku Enqere sedemê vê helwesta hevpeymanê ye. Serkomar Erdoğan DAIŞ û PKKê wekî hev dibîne. Loma jî em dikarin wisa bifikirin ku desthilata siyasî dixwaze di şerekî dirêjxayen de herdu alî hev bixwin. Lê ev helwest hîç ne realîst e dirêj berdewam nake. Lewra:


1)  Bûyera Kobanê ji zû de ketiye pêşiya PKKê.  Kobanê îdî hemû Kurdan ji nêzîk ve elaqedar dike. Eger hûn ji ber bandora PKKê mesafeyê bixine navbera xwe û Kobanê, hûnê ne tenê PKKê hemû Kurdan bikin dijberê xwe.
2)  Hevpeymana navneteweyî ku Tirkî jî piştre beşdarî lê kir, di plana pêşî de PKKê ji xwe re nake derd. Hetta hîç ne aciz e ku şervanên di xeta PKKê de li Iraq û Sûriyê dijî DAIŞê şer bikin.
3)  Hikûmet bi PKKê re pêvajoyeke çareseriyê ya gelekî krîtîk dimeşîne. Ne mumkin e ku vê pêvajoyê bi Anadoluyê re sînordar bike. Eger çavên Enqereyê li wê be ku pêvajoyê ji dervayî rewşa Kurdên Iraq û Sûriyê bimeşîne, dibe ku tu tişt di destê wê de nemîne. Hûn dilê Kurdan li Sûriyê bişkînin li Tirkiyê xweş nabe.

Bi destê DAIŞê dersdayina PKKê 

Min berê pirsîbû: “Eger Kurd li Kobanê winda bikin wê Tirk serkeftî bin?” Gelekî balkêş e ku pir kesan bersiva “Belê tam wisa ye. Bi rastî jî hin kesan hêrsa xwe li dijî PKKê û hestê tolhildanê hewaleyî DAIŞê kirine.  Lê belê van tiştan qebûl nakin, yan jî naxwazin qebûl bikin:

1)  Wê dubare be: Berxwedana Kobanê tiştekî gelekî di ser PKKê re ye. Piştgiriya DAIŞê li vê derê bi awayekî eşkere dijminiya Kurdan e.
2)  Însanekî ku kuştina Kurdeki li Kobanê rewa bibîne li Tirkiyê ne mumkin e li rûyê wan binêre. 
3) Encamê berxwedana Kobanê çi dibe bila bibe, piştî vê rewşê ne mumkin e ku Kurd têk biçin û DAIŞê biser bikeve.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı