"Realîteya Kurdistanê"

10.09.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/09/10)

Tirkiyê, bi salan ji bo qebûlnekirina “Realîteya Kurdan” li ber xwe da û bedelekî gelekî giran da. Di salên 1990î de realîteya Kurdan bi şêweyekî mehcûb qebûl kir lê ji ber ku nexwest bi “Realîteya hereketa siyasî ya Kurdî” yanî bi “Realîteya Abdullah Öcalan û PKKê” re rûbirû bibe, dawiya pirsgirêkan nehat. Piştî sala 2000î, bi pêvajoyên çareseriyê yên ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hatin meşandin, ev merhele jî derbas bû. Hem Öcalan hem jî PKK, hin caran rasterast, hin caran jî bi wasiteyan muxateb hatin girtin û rewş gihîşte nuqteyeke diyar ku erênî ye.

Lê belê di roja îro de em bi realîteyeke gelekî cuda rûbirû ne. Em dikarin ji vê yekê re bi kurtasî bibêjin “Realîteya Kurdistanê”. Em dikarin vê rewşê jî wiha şîrove bikin: Hetanî ku hûn pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyê bi coxrafyayên din re di nav koordînasyonekê de nemeşînin, çareserî ne mumkin e. Divê mesele bi awayekî giştî bête hilsengangin û  têkilî bi  Iraq, Sûrî û Îranê re hebe. Ya rastî “Realîteya Kurdistanê” ji berê ve di holê de bû, feqet dihate îhmalkirin, muhîm nedihate dîtin û dihat xwestin ku were jibîrkirin. Lê piştî ku diyardeya DAIŞê ji nişka ve derkete rojevê, mazeret û hincetên kesî neman. Lewra, DAIŞ bi qasî li Iraq û Sûriyê, li dijî rêvebiriya Bexda û Şamê şer dike, bi Kurdan re jî şer dike. Hetta di rojên dawiyê de ji tevan zêdetir û bihêztir li dijî Kurdan şer dimeşîne. Loma, hêzên Rojavayî yên ku dixwazin di pêşengiya Emrîkayê de DAIŞê ji herêmê paqij bikin, di lîsteya muttefiqên wan ên muhtemel de Kurd rêza yekemîn in. Kurd jî ne tenê ji Herêma Kurdistana Iraqê û hêza wê ya çekdarî pêşmerge pêk tên. YPG, li Sûriyê wextekî dirêj e ku şer dike. Herwiha li Iraqê jî li dijî DAIŞê şerekî baş kir. HPG jî, ji Qendîlê dakete xwarê û li gelek deverên Kurdistana Iraqê, li kêleka rêzên pêşmerge cih girt û şerê DAIŞê kir. Ji ber vê yekê, baskê siyasî yê van her du hêzên çekdar PKK û PYD jî, vekirî yan jî veşartî, rasterast yan jî bi rêbazine din, wê di hevpeymana ku nû durist bibe de cihê xwe bigirin.

Prestîja PKKê ya ku zêde dibe

Em tam di vê nuqteyê de hin têbîniyan rêz bikin:

-PKK li Sûrî û Iraqê, bi sedema DAIŞê ji nişka ve derkete pêş. Yek ji armancên wê yên sereke jî ew bû  fêhma  “terorîst” a di serê Rojavayê de nehêle. Rewşa heyî bi me dide xuyakirin ku wê di wextekî nêz de di çavê Rojavayê de pirsgirêka meşrûiyetê safî bike. Mirov wisa fêm dike.

-Şerê PKKê yê li dijî DAIŞê dibe sedem ku prestîja wê di çavê Kurdên welatên din de jî zêde bibe.

-Xaleke din jî ew  e ku DAIŞê dibe sedem ku mesafeya di navbera PKK û Herêma Kurdistanê de jî kêm bibe. Meselê hatiye wê radeyê ku îdî yên ji vê atmosfera erênî îstîfade dikin, ji bo lidarxistina “Konferansa Kurdistanê ya Neteweyî” ku Abdullah Öcalan her carê biisrar tîne ser ziman, destê wan xurttir dibe ku zextê li rêvebiriya Hewlêrê bikin. Hemû ev geşedanên ku rê li ber hereketa siyasî ya Kurdî vedike û wê biheztir dike, desthilata siyasî ya Tirkiyê dixe nav fikaran. Tirkî, muheqeq bi awayekî fikaran ji vî halî dike. Mesela ji bo Kurd li dijî DAIŞê bibandortir bibin, dê piştgiriya çekdarî û perwerdehiyê ji welatê Rojavayê bistînin. Lê endîşeya Enqereyê bi taybetî ew e ku çekên giran bikevin destê PKKê. Lê fikara hê ji vê mezintir jî ew e ku PKK, bi saya vê piştgiriyê bigere  “hêzeke herêmî”.


Temamkirina karê nîvcomayî

Aha ji ber vî sedemî ez îddia dikim ku pirsgirêka li ber Tirkiyê ya divê bilez were çareserkirin “Naskirina realîteya Kurdistanê” ye. Eger Enqere, di qadeke berfireh ya herêmî de li mesela Kurdan binêre û pêvajoya xwe ya çareseriyê jî bi vê perspektîfê dîsa di ber çavan de derbas bike, piştî DAIŞê ji serûbinîhevbûna hevsengiya herêmê zirarê nabîne, hetta dê fêdeyê bibîne. Lê hikûmetê bi tena serê xwe nikare ji bin vî karî derkeve. Divê bizava siyasî ya Kurd jî bi helwest perspektîfeke “fêde-fêde” li bûyeran binêre û gavên xwe bi Enqereyê re bi awayekî koordîne bavêje.  

Eger em muşexxestir bikin: Dixwazî bila hîç nekevin şer û pevçûnan, lê heta ku PKK çekdarên xwe di nav sînorên Tirkiyê de bihêle û vê helwesta xwe neguherîne, nikare hêviya piştgiriya Enqereyê di şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê bike. Şertê piştgiriya Enqereyê ku PKK di şerê li dijî DAIŞê yan jî hêzeke din de, vekişîna wê ya dervayî sînor e. Hetanî ev nebe, hêviyeke wisa jî ne realîst e. Herwiha wekî xaleke muhîm divê destnîşan bikim ku hetanî PKK bi halê xwe yê îro bimîne, di serî de Emrîka hevpeymanên Rojavayî yên Tirkiyê, gelekî bixwazin jî nayê hêvîkirin ku bi PKKê re bikevine nav hevkariyeke rasterast.

Eger PKK, karê nîvco mayî temam bike û çekdarên xwe yên li Tirkiyê mayî bikşîne Iraqê ragihîne ku ji niha û pê de bi tu awayî di nava Tirkiyê de serî li çekê nade; emê bibine şahidê guherînên gelekî mezin. Dê gelek tişt bilez biguherin. Hêj ku gotin xelas nebûye divê balê bikşînim ser nuqteyekê; gelek îşaret hene ku pêvajoya çareseriyê jî ji niha û pê de ber bi mecrayeke wiha de biherike.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
27.03.2025 Transatlantik: İmamoğlu operasyonu ABD'den nasıl görülüyor? | Hakan Fidan'ın ABD temasları
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı