Pirsgirêka partiya desthilatê ya Kurdan

12.11.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/11/07)

Em cara pêşî ji nivîsa meslektaşê xwe yê Enqereyî Ömer Şahîn bi sernivîsa “Di Ak Partiyê de îsyana Kurdan” fêr bûn ku pirsgirêka Kurdan di kampa Afyonê ya AK Partiyê de mijara sereke bûye. Şahin, nivîsandiye ku di daniştina yekem a di vî warî de 26 parlamenter axivîne û dikarên xwe anîne ziman. Mesela Parlamenterê Şirnexê Mehmet Emin Dindar ku birayê wî du sal berê bi êrişeke çekdarî hate kuştin gotiye: “Ewlehiya jiyana min jî tuneye, ma wê xelk çi bike. Birayê min hate şehîdkirin, mala me gullebaran kirin. Wê kî min biparêze? Ez nikarim ji mala xwe bi dilrehetî heta balafirgehê herim.” Parlamenterê Ûrfayê Seyit Eyüpoğlu jî gazind kirine ku dewlet wekî pêwist dike bi PKKê re mucadele nake û gotiye: “Min bi sala li dijî wan têkoşîn da.  Loma baş dizanim. Ev tenê ji qewetê fêm dikin.”

Piştre jî ji rojnameya Yeni Şafakê Abdülkadir Selvi nivîseke xwe bi ser navê "Parlamenterê AK Partiyê herî zêde pirsa çi kirin?" ji vê mijarê re veqetand û gazindên parlamenteran wiha kom kirin: “Parlamenterên herêmê (Kurd) bi piranî dibêjin bila pêvajoya çareseriyê berdewam be. Feqet bil ewlehiya jiyanê û otorîteya qamûyê were bicîkirin. Valahiya ku bi pêvajoyê re derdikeve holê ji hêla PKKê ve tê dagirtin. Di bajaran de dibine otorîte. Pêvajoya çareseriyê nayê wê me’neyê ku otorîteya di bajaran de PKK ye.”

Kurd gurê Kurd e

Ev hemû bi me didine xuyakirin ku pirsgirêkeke partiya desthilatê jî ya kurdan heye. Ji ber ku AK Partî partiyeke girseyî ye, mesela kesên nêzî neteweperestiya Tirkan jî tê de hene, divê mirov vê rewşê normal bibîne. Feqet li Afyonê rexneyên herî zêde ji hêla parlamenterên herêmên Kurd hatine kirin. Ev tiştekî anormal e.

Ya rastî ev gelekî jî ne cihê metelê ye. Lewra berî hilbijartina 2011an di lîsteyên AK Partiyê de parlamenterên Rojhilata Başûr (herêmên Kurd) ên ku bal dikişandin ser nasnameya xwe ya Kurd yek jî nebû namzed. Kesên wekî İhsan Arslan, Abdurrahman Kurt, Mehmet Emin Ekmen û Mir Dengir Fırat bi Kurdbûn xwe dihatin zanîn û ev yek bi eşkereyî jî dianîn ser ziman. Di nav parlamenterên nû de, eger em Galip Ensarioğlu û Mehmet Metiner jî wekî îstîsna qebûl bikin, kesên li hemberî parlamenterên HDPê mesela Kurdan nîqaş bikin nemabûn.

Wisa tê fêmkirin ku ev tercîheke bi zanîn a Erdoğan bû. Nexwestibû ku di partiya wî de navên giran ên li ser xwedîderketina pirsgirêka Kurdan bi HDPyiyan re nîqaşê bikin derkevin plana pêş. Lê belê di vê heyama ku me derbas kir de hate dîtin ku ev polîtîkayeke xelet bû. Lewra:
1)  Pêvajoya çareseriyê herçiqasî baş-xerab bi rê ve çûbe jî polîtîkaya dewletê ya resmî ku em dikarin wekî “înkar-red-asîmîlasyonê” bidine tarîfkirin hate terkkirin û rê li ber Kurdan vebû ku li nasnameya xwe xwedî derkevin. Kurdên di nav AK Partiyê de di hînbûna vê rewşa nû de gelekî zehmetî kişandin.
2) Piştî ku DAIŞê li Iraq û Sûriyê rasterast berê xwe da Kurdan  û êrişên xwe li ser wan zêde kir, avabûna nasnameya Kurdan jî bileztir bû. Kurdên di nava AK Partiyê de piştî vê bûyerê bi rewşeke giran re rûbirû mane. Ev gelekî diyar e.
3) Hikûmet dema gazindan ji PKK û HDPê dike, her carê bijarteka “erzkirina pêvajoyê ji xelkê re” derdixîne rojevê. Lê teşkîlatên AK Partiyê û kadroyên wê (bi taybetî parlamenter) piştî vê merheleyê ne mumkin e ku ji Kurdan re bêjin: “Pişta xwe bidine PKKê, em vê meselê bi hev re safî biki.”


Bi kurtî: Eger dilê hikûmeta Ak Partiyê û meşandina pêvajoyê çareseriyê ku niha di qonaxekê aloz de ye hebe, divê pêşî rê li ber Kurdên di bin banê xwe de veke û wan bi awayekî çalaktir daxilî vê pêvajoyê bike. Fikra min bi xwe ew e ku AK Partî dixwaze pêvajoyê bidomîne. Ji ber wê divê van gavan biavêje.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı