Pêşmerge li Kobanê ye: Çi guherî? Dê çi biguhere?

31.10.2014 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2014/10/29)

Dorpêçkirina Kobanê ji hêla DAIŞê ve kete roja 45emîn. Rêvebiriya Herêma Kurdistanê, çekên giran û hêza palpişt ji şervanên berxwedêr ên Kobanê re şandin. Dema ku em dixwazin bizanin ka rewş çawa hate vê qonaxê, em dibînin ku pêvajoyeke girîft û dirêj li pey me maye.

Em pêşî balê bikşînin ser van xalan:
* Serê pêşî  navendên wekî Hewlêr (KRG) Enqere û Washington difikirîn ku dê DAIŞ Kobanê bi asanî bixe destê xwe û arîkariya şervanên bajêr hewildaneke beyhûde ye.
* Van navendan, digot jixwe tu ehemmiyeta Kobanê ji hêla stratejîk ve tuneye. Loma jî di şerê li dijî DAIŞê de jî dê bandor û me’neyeke wê ya taybet tunebe. 
* Daxuyaniyên Enqereyê yên der barê wekhevdîtina PYD/YPG û PKKê de gelekî bibandor bûn. Yên ditirsiyan ku dê serkeftina PYDê rê li ber PKKê veke ku bibe hêzeke herêmî, Kobanî  teslîmî qedera wê kirin.
* Weke xaleke girêdayî vê mijarê, piştî ku Serkomar Erdoğan, li New Yorkê ragihand ku dê beşdarî hevpeymana navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibin, bi taybetî Washingyonê mesafeya xwe ya bi Kobanê re parast, hetta firehtir kir.

BÊYÎ RIZAYA ENQEREYÊ

Lê piştî demekê rewş guherî. 
Beriya her tiştî wekî ku dihate hêvîkirin Kobanî derhal neket. 
Wextê ku DAIŞê jî li hespê înadê siwar bû û îmkanekî mezin ji dorpêçkirinê re veqetand, ehemmiyeta sembolîk a berxwedana Kobanê bi yekcarê zêde bû.
* Bi vî awayî, wekî cihekî ku cara yekem DAIŞ lê têk biçe, ji hêla stratejîk ve biqîmet bû.
* Helwesta Enqerê ya ku PYD/YPG û DAIŞê wekî hev bide nîşandan, bi tu awayî îtîbar nedît. Heta em dikarin bêjin ku berevajî bû. Bandora weşanên medyaya Rojava der barê PYD/YPG û ji ber çalakiyên wan ên li Iraqê helwesta pozîtîf li ser HPGê di vê nuqtê de gelek e.

* Girêdayî vê yekê, hevpeymana navneteweyî bombardûmanên xwe li ser amancên DAIŞê li Kobanê zêdetir kirin. Li gel îtirazên Enqereyê jî, bi rêya hewayî arîkariya eskerî ji berxwedêran re hate neqilkirin.

BI RIZAYA ENQEREYÊ

Çûna pêşmerge ber bi Kobanê ve, helqeya dawîn a vê pêvajoyê ye. Lê vê carê rizaya Enqereyê heye. Bêguman tê daxwazkirin ku Kurdên di xeta PDKa Mesûd Barzanî de ne li Rojava biqewet bibin û hevsengiya bi PYDê re pêk were. Lê hin mijarên ku Enqere di vê nuqtê de jibîr dike (yan jî dixwaze jibîr bike) hene:

1- Têkiliyên Enqere-Hewlêr mesela wekî  zemanê ziyareta Barzanî ya Diyarbekirê ne harîqulade ne. Dema ku DAIŞê êrişî Herêma Kurdistanê kiribû, Enqereyê daxwazên arîkariyê bi erênî nezivirandibû. Loma jî Kurdan hêvşikestî bibûn.
2- Têkiliyên Hewlêr-Qendîl jî ne wekî berê xerab in. Piştî ku PKK, di gelek cebheyan de li dijî DAIŞê çû arîkariya pêşmergeyan, mesafeya di navbera her du aliyan de bi yekcarê hate girtin.
3- Herî dawîn jî her du aliyan li Duhokê parvekirina desthilatê li Rojavayê, ji nû de rêk xistin. Di neqilkirina pêşmergeyan de bi bal Kobanê ve, ev peyman diyarker bû.
Wekî encam, piştî ku pêşmerge çûne Kobanê, pêvajo kete qonaxeke nû. Lê di vê pêvjoyê de hesabên Enqereyê bi piranî li hev nehatin. Hem têkiliyên wê yên bi Hewlêrê re qels bû, hem jî di pêvajoya çareseriyê de zehmetiyên dijwar dikşîne.
Sedemê vê yê sereke jî ew e ku hikûmeta AK Partiyê di mijara pirsgirêka Kurdan de, ne xwedî vîzyoneke herêmî ye û di vî warî de li paş ma.

Li beramberî vê Hewlêr û Qendîlê, di serî de Emrîka, piştgiriya hevpeymana navneteweyî jî dane pişta xwe û di ser Sûriyê re bi xêra DAIŞê firsenda ku stratejiyeke hevpar a herêmî biafirînin bidest xistin. Em dikarin bêjin ku îmkanê meşandina stratejiyeke hevpar li herêmê kete destê Kurdan.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı