Pêşeroja pêvajoya çareseriyê: Ji qezenc-qezencê ber bi zirar-zirarê?

25.09.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/09/24)

Van rojên dawiyê rêvebirên PKK/KCKê Enqereyê bi van xalan sûcdar dikin:

1) Di muqabilî rehîneyan de çavên xwe ji DAIŞê re girt ku êrişî Kobanêya tam dikeve navîna herêma bakurê Sûriyê bigire. Hetta hana wê daye. Ev herêm bi piranî Kurd lê dijîn û ji hêla wan ve wekî Binxetê û van demên dawîn jî Rojava tê binavkirin.
2) Dixwaze herêmeke azad were ragihandin û karê DAIŞê asantir bike.
3) Rê nadin ku ji aliyê Tirkiyê ve arîkarî û hêza piştgir ji bo YPGê derbas bibe. YPG li wê derê li dijî DAIŞê şer dike.
4) Xelkê sivîl ê Kobanê han didin ku bajêr vala bikin û koçî Tirkiyeyê bikin.


Bi van îddiayan radibin û radigihînin ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî fiîlî xelas bûye. Helbet îhmal nakin bêjin mafê gotina dawîn ê Abdullah Öcalan e.

Divê pêşî em balê bikşînin ser vê xalê: Di gelek merheleyên pêvajoya çareseriyê de rêvebirên PKK/KCKê gelek daxuyaniyên pir hişk dane, lê gelemperî Öcalan ketiye dewrê û pirsgirêk çareser bûne, pêvajo berdewam kiriye. Vê carê jî bi îhtimaleke mezin dê wisa bibe. Lê belê hewce ye em baş zanibin ku qeyrana vê carê qetiyen bi yên din re nayê muqayesekirin. Em vê bi taybetî diyar bikin.

Lewra:
a) Em dikarin seretayiyên bizava siyasî ya Kurd wekî Sûrî, Iraq û Tirkî rêz bikin.
Yanî xala bingehîn a rojevê ew  e ku hebûna xwe li dijî DAIŞa ku hevseniya Sûrî û Iraqê serûbinî hev kiriye biparêze û pêgeha xwe bixe bin xerentiyê. Piştre jî dê hewl bide ku qeyranê bigerîne firsendê, îmaj xwe ya nêvneteweyî sererast bike û bibe hêzeke herêmî.
b) Hikûmeta AK Partiyê jî ji DAIŞê bi fikar e lê seretayiyeke wê ya wekî têkoşîna li dijî vê rêxistinê tuneye. Hewl dide ku tevlî vî şerê gihîştiye temamê herêmê neke. Dixwaze girîngiyê bide nava Tirkiyê, bi taybetî jî pêvajoya çareseriyê geş bike.
c) Bizava siyasî ya Kurd jî difikire ku Enqere di dema wê ya herî teng de li Sûrî û Iraqê xwe nedaye aliyê wê û li gel pêvajoya çareseriyê jî helwesta xwe ya dijminane berdewam dike. Loma jî dixwaze di pêvajoya çareseriyê de pêl frênê bike.


Şaşîtiya Enqereyê

Hetanî do jî, bi wesîleya pêvajoya çareseriyê qezenckirina her du aliyan jî di rojevê de bû. Lê piştî rewşa ku DAIŞê li herêmê derxiste holê, rîska windakirina her du aliyan bi aliyan bi hev re muqedder be heye. Her du alî jî şaşîtiyên pir xeter dikin. Eger em desthilata siyasî binirxînin: Em dizanin ku Enqere, pê ne xweş  e ku PKK bi taybetî li Sûrî û piştre jî li Iraqê bihêz bibe. Lê belê di muqabilî vê de çi qasî rast e  û maqûl e ku ji DAIŞ an jî rêxistinên wekî wê bê hêvîkirin hêza bizava siyasî ya Kurd kêm bike?


Di vê noqtê de dixwazim qala çar îhtimalan bikim:

1) “Hevpeymana xwebexşan” a di pêşengiya Emrîka de hereket dike, piştî merheleyekê dikare vetoya Enqereyê piştguh bike û li Sûriyê bi PYD/YPG li Iraqê jî bi PKK/HPGê re rasterast an jî bi rêçikine din hevkariyê girêbide. Hêzên hevpeymanê pêşî li hedefên DAIŞê yên li Sûriyê xistin, piştre jî li çeperên DAIŞê yên derdora Kobanê xistin.

2) Bi arîkariya hevpeymanê yan jî bi serê xwe, divê em îhtimala ku bizava siyasî ya Kurd serkeftineke berçav li dijî DAIŞê bi dest bixe ji aqilan dûr negire. Di rewşeke wisa de, dibe ku li herêmê diyardeyeke PKK/Öcalan a ji texmîna Enqereyê bihêztir derkeve holê.

3)  Eger bizava siyasî ya Kurd dest ji pêvajoya çareseriyê bikşîne û dîsa dest bi tundiyê bike, di atmosfereke herêmî ya wisa aloz de wê Tirkî bilez ber bi bêîstiqrariyê ve biherike.

4) DAIŞ eger zora YPGê bibe, di dawiya dawîn de wê çavên xwe berde Tirkiyê jî.  Wê demê dê Enqere bi tehdîdeke nû re rû bi rû bimîne ku hetanî niha li sînorê xwe hîç rastî tiştekî wisa nehatiye.


Şaşîtiya BSKê

Em werin ser Qendîlê: Ew di esnayê her qeyranê de tehdîda bidawîanîna pêvajoyê dike. Di vê rewşê de îqnakirina raya giştî (Kurd, Tirk ferq nake) ji xwe karekî têra xwe zehmet e, bi yekcarê sexttir dike. Hal ew e ku şens û bijardeyeke ya tu kesî ji xeynî serxistina vê pêvajoyê tuneye. Herwiha:

1)  Bizava siyasî ya Kurd, li Sûrî û Iraqê ketiye nav pêngaveke şerê li dijî DAIŞê ku barekî gelekî giran e. Rabin ji nû de li Tirkiyê cebheyeke din a şer vekin, tu şîroveyeke vê ya mantiqî tuneye.

2)  Bizaveke ku dîsa bi Tirkiyê re şer bike, ji ber ku bi DAIŞê jî şer dike, dê hemû destkeftiyên xwe bixe xeterê. Dê bike ku yên nêzîkî wê bûne, dîsa jê dûr bikevin. Mesela roja Înê (26.09.2014) li Paytextê Emrîka Washingtonê dê Konferansa Kurd ku HDP organîze dike çêbibe. Ezê jî beşdarî panêla konferansê ya der barê Sûriyê de bibim. Dê xebat gelekî bibe arîkar ku bizava siyasî ya Kurd têkiliyên xwe bi Rojavayê re geş û xurt bike. Lê eger PKKê li Tirkiyê dîsa çekên xwe hilgirtiba mil, bêguman li Washingtonê konferanseke wiha mumkin nedibû.


Berî qedînê: Ev birêveçûna ku ji qezenc-qezencê ber bi zirar-zirarê ve diqulipe, dê ji hêla kesên aqildar ên her du aliyan were sekinandin. Texmîna min ew e. Mesela gotinên dawîn ên Serkomar Erdoğan ku li New Yorkê der barê têkoşîna li dijî DAIŞê de şewqa kesk pê xist, îşareta wê yekê ne ku dê desthilata siyasî li ser vê meselê helwesa xwe biguherîne.  Li gel vê jî divê em qebûl bikin sekikandina rewşa ber bi xerabiyê ve diçe hîç ne asan e. Loma jî zerûrî ye ku en meselê ciddî û muhîm bibînin.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı