Murat Karayılan: Vekişîn encex di payizê de biqede, lê Serokatî dixwaze zûtir be

24.03.2015 Vatan
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2013/04/27)

Serokê Konseya Rêvebiriya KCKê Murat Karayılan, piştî civîna çapemeniyê ya li Qendîlê bi du seetan, li maleke gundan bi komeke rojnamevanên Tirkiyê re sohbet kir. Ev dîdara ku hin rêvebirên sereke yên PKKê jî tê de beşdar bûn nêzîkî du seetan berdewam kir. Hin nêrînên Karayılan ên ku zêdetir derketin pêş ev in:

Di civîna çapemeniyê de teftîşa rojnamevanan hate kirin

Karayılan: Hevalên me xeletiyeke teknîkî kirine. Lêgerîn-teftîş fîlan. Ji ber van dawa uzrê xwe dikim. Yanî ne hewceyî ew qasî bû. Ev HPGa me di rastiyê de gelekî asê-dogmatîk e. Bi rastî jî hewce nedikir. Ev şaşî ye. Bila herkes li me bibore.

Xeta pêwendiyê di navbera Qendîl û İmralıyê de: 

Karayılan: Pêşniyara xeberdana bi telefonê berê jî hate nîqaşkirin. Ew encamekî nade. Lê mesela lazim e heyetek ji me karibe here İmralı û vegere. Madem emê li hev bikin, em li hêv tên û pirsgirêkeke bingehîn çareser dikin naxwe divê îmkanên vê bêne peydakirin. Çawa ku însanên li her derê dihatine taqîbkirin bi balafira taybet çûne Osloyê û hatin, eynen wisa divê herin İmraliyê jî. Dayîna peyama li ser vîdeoyê jî tiştekî baş e, lê bi rastî jî ji bo hemû hevalên me qanih bibin û pirsgirêk bigihên çareseriyê lazim e serokatî bi hin hevalan re rasterast xeber bide. Eger karibe ji wan re qal bike, dê mesele asantir bibe. Heqîqeten pêdivî bi vê yekê heye. Mesela em bêjin me pêvajo da destpêkirin. Ev dê hinekî bidome û piştî merheleya navîn tiştekî wisa dê destê me xurttir bike. Eger bibe dê baş bibe. Emê nîqaş bikin. Divê pêşdeçûnek çêbibe. Temam hin tişt îhtiyac in, feqet aliyekî wan ê siyasî jî heye. Mesela çawa? Em bêjin biryara parlamentoyê ji bo ewlehiyê lazim e, lê eger hikûmet xwe ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê amade kiribe divê parlamento biryareke wisa esxarî muheqeq bide. Yanî çûn û hatina heyeteke ji me bi bal İmralıyê jî xwedî hêleke siyasî ye. Bi vî awayî ne tenê yên tên û diçin, dê herkes zêdetir qanih bibe. Ez xwe ji bo İmralıyê pêşniyar nakim. Lewra min pêşniyar nakin. Ez neçûme Osloyê jî. Nehatime pêşniyarkirin. Xeter e. Hin kesên xuya nabin. Însanên ku karibin herin hene. Ji bizava jinan, xortan û HPGê (baskê çekdarî) hin kes dikarin herin.

Dema vekişînê:

Karayılan: Nizanim çawa hate fêmkirin, lê me ji bo vekişînê tu şert neda pêş. Emê pêyî şert û merc vekişin, lê ji bo ku pêvajo bi awayekî baş bimeşe divê eskeriye operasyonan nekin. Ev lazim in. Eger pevçûnek biqewime, dê bisekine. Eger hemû kar û bar bêyî problem bimeşin, li gorî agahiyên di destê me de vekişîn encex di payizê de biqede. Feqet bi eşkereyî bêjim ku Serokatî dixwaze zûtir biqede. Berî payizê zehmet e ku biqede. Rêvebirên me yên ku aliyên meselê yên teknîkî birêve dibin hene. Em dinêrin ka çi qasî mumkin e. Emê zêdetir vekolînin.

Çima 8ê Gulanê?

Karayılan: Hewceyî bi 10-15 rojên haziriyê heye. Sedemekî taybet tuneye. Ya rastî em li ser 6ê Gulanê (roja Deniz Gezmiş hevalên xwe hatin îdamkirin) jî fikirîn, lê hin hevalan got dibe ku xelet were şîrovekirin.

Pêvajoya Osloyê

Karayılan: Pirsgirêk bi Serokatiya me re werine nîqaşkirin û çareserkirin dê baştir be. Jixwe me polîtîkayeke tund li ser wî nemeşandiba belkî ev pêvajo wisa pêşde neçûya. Rêxistina ku di navbera me û dewletê de navbeynkariyê dike saziyeke navneteweyî û naskirî ye. Ez navê wê nadim, lewra qewêtî ku kirine ku navê wan neyê zanîn. Têkiliya me ya bi vê rêxistinê re di 2005an de çêbû. Me wê salê hevdîtin kirin. Di sala 2006an de jî têkilî bi awayekî sîstematîk meşiyan. Şertê wan beriya her tiştî veşartîmayîna dîdaran bû. Divabû ji çapemeniyê dûr ba û ji rêvebiriya we jî kêm kesan zanîba. Herkes agahdar nebe. Pirsîn: çend berpirs hene? Min got 11 kes. Gotin: “Temam ji xeynî van 11 kesan divê kes nizanibe.” Di hevdîtên wisa sîstematîk de bi aliyê din re jî xeber didin. Li Tirkiyê pêşî bi Serokwezîr re axivîne. Serokwezîr ew hewaleyî MİTê kirine. Gotiye ew nûnerê min e. Behsa 2006an dikim. Wextê Emre Taner şêwirmend bû. Piştre ev di Îlona 2008an de bi awayê hevdîtên dualî berdewam bû. Serê pêşî ew di navberê de diçûn û dihatin. Peyam digihandin cih. Di 2008an de ewan heyeteke me bir û çûn. Me li wir nêrî gelek selahiyetên wan hene. Dikarin teyarên taybet bidine rakirin. Wê demê li Osloyê hevdîtin çêbûn. Bi xwe de li wir bûm. Min her demê xwest, lê wekî prensîb naçime nav bajaran. Ji wê demê ve ev qenaet bi me re çêbû ku dixwazin rasterast bikevin têkiliyê. Me jî her demê gote na. Me got İmralı ne di nava meseleyê de be nabe. Me nemeşand. Me di ber wan re hereket kir. Çawa? Mesela berî her dîdara Osloyê, ya rastî em nizanin ka ji MİTê ne yan na lê bawer nakim ku esker bin. Lê dibe ku burokratên wezareta dere di nav van de hebin. Hakan Dema hate dîdara pêşî ne di nav MİTê de bû. Wekî nûnerê Serokwezîr li wir bû. Nabêjim, lê piştî Osloyê li cihekî din jî dîdar çêbûn. Kê ew dabe çapemeniyê, ji wî cihê ku behs dikim ku agahiyê gihandine cihnan. Ne hevdîtinek tenê ye. Gelek civîn kom kirine. Zêdetir jî tiştên ku Hakan Fidan bixine zehmetiyê tê de bicih kirine. Bi ya min Cemaetê ew dane derve. Niha em dixwazin pêwendiyan xweş bikin, lê qenaeta min ev e.

Nêrîna Ewrûpayê li pêvajoya çareseriyê

Karayılan: Kesên ku dixwazin pêvajoyê têk bidin hene. Ne tenê welatek e. Mesela ez ji helwesta YEyê biguman im. Mesel bûyera Parîsê. Hevala me Sakin Cansız ku şehîd bû, hem damezrênera yekemîn a jin e di partiya me de hem jî însana herî aştîxwaz bû. Dê bihata vir. Ji bo karên burokratîk çû wê derê. Bûyereke nehatiye ronîkirin. Çi bêjim ne licî ye. Bes ev heye: Di resmiyetê de tê zanîn ku deriyekî wê bînahiyê heye, lê ne wisa ye. Tu nabê 3 deriyên din hebûne. Mesela deriyekî wê wekî dehlîzan diçe super marketê. Yeke din ber bi xanekê ve vedibe. Mebesta min ne ew e ku bêjim “YE dixwaze pêvajoyê sabote bike”. Lê Ewrûpayê ji destpêkê ve xwestiye ku pirsgirêka Kurdan wekî kartekê bixebitîne. Bala xwe bidinê, kiriye 4 parçe. Tu bi kîjan dewletê tiştekî bikî, yên din li dij derdikevin. Yanî wekî feqa gur e. Ev polîtîkayek e û bingeha wê jî Ewrûpa ye. Bi rastî jî wê Ewrûpa dev ji vê polîtîkaya xwe berde? Wê çareseriya vê pirsgirêkê bixwaze? Çareseriya vê pirsgirêkê li Tirkiyê, tê me’na çareseriya esasî. Di halê hazir de parçeyê herî mezin li Tirkiyê ye. Yanî hereketa herî mezin li Tirkiyê ye. Li Tirkiyê ev problem were safîkirin tiştekî wekî karta Kurd namîne.

Nêrîna Emrîkayê li pêvajoya çareseriyê

Karayılan: Emrîka pragmatîst e. Ewrûpa zû bi zû naguhere. Emrîkayê nûner neşand. Tiştekî zelal tuneye. Peyamên wekî “em li çepikan dixin” belav dikin lê di pratîkê de tiştekî muşexxes tune. Ev Herona îro digere ya kê ye? Ev predator e. Ez detayeke teknîkî der barê Robozkê de ji we re bêjim. Yeko yeko sûîqesd hatiye kirin. Seetek û 48 deqîqeyan. Ev her wextî çênabe. Li dijî me çend caran hatibûn emilandin. Li Çelê, Newala Qazanê. Dema êrişeke hewayî li ser komekê hate kirin, hemû nabine hedef. Ji 3 paran 2 û hetta 1 jî nayine îsabetkirin. Lewra însan belav dibin. Çawa herkes dimire, hetta hêstir jî? Di wê meseleyê de wê têkiliya Emrîka derkeve holê. Predator koordînatê tesbît dike. Taybetmendiya wê ev e. Vê koordînatê dide merkezê. Merkez vê digihîne balafiran. Compîtir jî li hewa ye, ew jî li hewa ye. Ji ber ku berf e, bi awayekî şîlo dixuyên. Ji ber ku sar e. Yeko yeko reviyabin ku derê, ew hedef girtine. Ev însan seetek û 48 deqîqeyan hatine gullebarankirin. Tiliya Emrîka di vê de heye. Axirî kî biryara sîstemê dide…

Di dawiya meha kanûnê de tu gerîlla Qilabanê derbas nabe. Lewra derbaskirina Qilabanê mirin e. Çima? 1) Rê nade ku biçî cihekî. 2) Berf bilind e. Li her derê herî kêm metreyek berf heye. Li Qilabanê jiyan nabe. Gerîlla li Qilabanê salê tenê 4-5 mehan dijî. Ew jî ji Gulanê heta Îlonê. Di wê mehê de ne Bahoz Erdal, tu gerîlla li wir namîne. Ne mumkin e. Efser dizanin. Gotinên wekî “Bahoz Erdal di nav wan de bû, loma me lê xist” sefsete ye. Lewra nikare here. Çûna wê derê mirin e.
Çima bû? Divê vekolîn were kirin. Di vê pêvajoyê de lazim e bûyerên wisa bêne eşkerekirin. Rolê kê çi qas e? Yê Emrîka, Tirkî û Sererkanê? Eger MİT bi van karan zanibe, agahiyeke wisa nabe. Ji aqilan dûr e.

Dewletên herêmê û pêvajo

Karayılan: Li aliyekî din hêzên herêmî hene. Yên dilnexweş hene. Hin derdor cuda şîrove dikin ku me teref guherandiye. Halbûkî em tu carî ne li terefê din bûn. Xeteke me ya li gorî me heye. Çareseriyeke ku dewletên antî-demokratîk ên li herêmê ji xelkan re bînin tuneye. Pêşeroj tune, vizyon tune. Li aliyekî din mudaxeleyên ji derve û hatina Emrîkayê jî li ber çavan e. Em li Sûriyê ji nêzîktir ve dibînin. Dibêjin Artêşa Azad, lê di holê de ne zihniyeta azadiyê heye ne jî bîreweriya wê. Yanî tiştekî bi navê demokrasiyê tuneye. Dixwazin bibin desthilat. Lê berî bibin desthilat di nava xwe de bi şer tên. Mijareke binîqaş e. Me got antî-demokratîk e. Li vir ne mumkin e ku em bibin alî. Em xwe wekî hereketeke demokrasî û azadiyê dibînin. Em di li ser vî mîhengî bimeşin, mumkin e ji bo herêmê deriyekî nû vebe. Loma jî rewşeke ku em alîgir bin tuneye.

Hêza PKKê

Karayılan: Pirsgirêka Kurdan hatibû radeyeke wisa ku me dikaribû şer derxînin asteke bilindtir. Ew ferq kirin. Me dikaribû arîkariya derveyî jî bistenda, lê me nekir. Bes ew derî her demê ji me re vekirî ye. Lewra hêzên herêmî hemû li dijî Tirkiyê ne. Ne tenê Sûrî. Hewce nakê navan bijmiêrim. Tirkî serwextî vê xetereyê bû. Zanî ku emê wekî rêxistin li hemberî rewşa nû adaptasyonê birexsînin. Herwiha konjonktur jî musaid e. Di vê nuqteyê de dibe ku hesabên AKP li ser hilbijartinê hebin, lê ez dibêjim qey biryar a dewletê ye. Ne ya AKPê ye.


Kurd li Sûriyê

Karayılan: Kurd û muxalefet di nav hev de ne. Di gelek astan de têkiliyên wan hene. Car caran pev diçin, lê têkilî heye. Ev hatiye qebûlkirin: Kurd li wê derê hêza 3emîn in. Ne ji muxalefetê ne, ne jî ji rejimê. Dewlet bi vê dizane: Eger Kurd bi hemû hêza xwe here nav muxalefetê wê rejim bikeve tengasiyê. Pêşî wê Heleb û Heseke ji dest derkevin. Pevçûn çêdibin, lê dewlet li ser Artêşa Azad dike, nikare êrişên hewayî bîne ser. PYD (partiya di xeta Öcalan de) halê hazir li dijî herduyan jî şer dike. Polîtîkaya hemahengiyê dimeşîne. Divê PYD vê bike. Ji bo demokrasiyê baştir e. Lazim e mafên demokratîk û mafên jinan werine qebûlkirin. Sîstema şerîetê nabe. Eger muxalefet vê qebûl bike, dibe ku tevlî wan bibe. Ji bo vizyona pêşerojê PYD dikare li gel muxalefetê rûnê. Zehmet e ku bi rejimê re rûnê. PYD dikare bi rejimê re polîtîkaya şernekirinê bimeşîne, lê eger muxalefet hinekî pêşde were, hêviyê bide însanan û nîzameke adil we’d bike, ittifaqa pê re guncantir e.


Îhtîmala sûqesdê

Karayılan: Ji sala 2006an ve telefonê naxebitînim. Me agahiya eşkere wergirt. Îmkanê bi telefonê sûîqesd çêbe heye. Berê 3 telefon hebûn. Yek bi Ewrûpa, yek bi Rûsya û yek jî bi Rojava (Sûrî) re bû… Niha ji ber ku me ji nişka ve telefon terikand giran hat. Ez ve mekanîzmayê bi quryeyê birêve dibim. Bi hêza gerîlla… Sîstema me ya bêtêl heye. Pêla kurt belav dike. Em dikarin bi wê bêtêlê têkiliyê çêkin. HPG vê dike, li hemû welat. Wextê hewceyî çêbe ez ji berê ve xeberê dişînim. Em di nava vê rêxistinê de bi her kesî re xeber didin.


Di nava PKKê de şerê desthilatê

Karayılan: Ev îddia berhemeke şerê psîkolojîk ê dewleta we ye. Helbet herkes ne weke hev e, feqet di rêvebiriya me de fikrekî cuda tuneye. Dema wezîfeya min hate dirêjkirin. Ez naxwazim bikim, divê biguhere. Wekî partiyên klasîk ên çepgir, yek tê ser hukim bi salan dimîne. Ev ne rast e. Hêvî dikim di pêşerojê de şert û merc biguncin û em biguherin. Li cem me çandek çêbûye, partîbûn bipêş ketiye. Biryara hevpar çi be ew e. Tu kes îtirazê nake. Hetta carinan hin heval di civînan de amade nabin, em cihê wan diguherînin. Dişînin cihekî xerabtir. Kes îtirazê nake. Ev ne îtaet e. Em ji bo însanan bîlaheq biryaran nadin. Muheqeq sedemekî wê heye. Pêdiviya rêxistinê muhîm e. Nexweşiya sereke ya Kurdan çi ye? Nehatina cem hev e. Em ji ber wê li derdora serokatiyê wiha bitund disekinin. Lewra hereketên azadîxwaz ên Kurd her carê ji hundir ve hatine parçekirin. Pêvajoya parçekirinê her demê wisa çêbûye. Di serdema Osmaniyan de jî wiha ye, piştî Cûmhûriyetê jî… PKK, di encamê sentezkirin û tehlîla encamê van bûyeran derketiye meydanê. Îxtiraseke me ya wekî meqam û pêgeh tuneye. Pariyek nan û kulavek besî me ye. Wezîfeya me xizmet e. Têkoşîna çekdarî xelas. Jixwe me soz daye, wê xizmet berdewam be.  



Çûnûhatina nameyan

Karayılan: Qunciknivîsek îddiayek avêtiye holê. Dibêje, serokatiya me nivîsek ji heyeta İmralı re nivîsandiye. Me jî ew nivîs maçî kiriye. Tu dibêjî qey em mirîd in. Yanî ji aliyê zanistî ve xwendiye û teyid kiriye. Em her tiştî di bêjinga zanistê re derbas dikin. Disiplîna rêxistinê heye lê em korekorî tiştekî nakin… Em destnivîsa Öcalan nas dikin. Ew jî, em jî destnivîsan dişînin. Nivîs 5 rûpel bû. Em jî difikirin. Mesela me jî hin tişt xwestin û hatin cî. Naxwazim aliyê muqabilî me bixime zehmetiyê lê hin daxwazên me bicî hatin. Fikrê me jî ne gelekî berevajî ye. Loma em dibêjin lazim e di nava me de pêwendî hebe. Lewra em bi hev re biryarê didin. Em bêyî wî biryarê nastînin, ew jî bêyî me biryaran nade. Herî dawîn di sala 1992an de min û Öcalan me hev dît. Lê her daîm bi telefon û bêtêlê têkilî hebû. Cara dawîn wextê li Rûsyayê bû me hev dît.


Hedefa siyasî

Karayılan: Ji hêla mucadeleya siyasî ve hedefa me ew e ku; Tirkî demokratîze bibe, bibe welatekî numûne û em jî bi derdorên mezlûm re di xalên hevpar de bigihên hev. Mesela em dikarin qanûna partiyên siyasî û qanûna hilbijartinê wekî  numûneyên muşexxes nîşan bidin. Mumkin e ev hemû çêbin. Qanûna têkoşîna li dijî terorê heye. Jixwe heta yên ji doza KCKê hatine girtin serbest nebin mesele nameşe. Heta ew neyêne berdan, wê çawa bibe? Ne mumkin e. Têkoşîna me ne tenê mucadeleya çekdarî ye. Mucadeleya siyasî û rêxistibûyîn muhîm e. Armanca me ew e ku civak ji binî ve xwe birêve bibe. Li Enqereyê meclisek heye. Her biryarê digire û li gundê herî tenha jî dixwaze ew biryar cîbecî bibe. Bila meclisa her gund û bajarî hebe. Bila xwe birêve bibin. Bila ademî merkeziyet hebe. Xweseriya demokratîk ji vê fikrê derket. Ev ne tenê ji bo Kurdan, sîstemeke ji temamê Tirkî re ye. Feqet xelkê Tirkiyê qebûl nake. Em bi zorî li ser kesî nasepînin. Eger li Tirkiyê hêdî hêdî ademî merkeziyet çêbê dê însan jî ehemmiyeta wê fêm bikin. Mentiqê netew dewletê, ne tam dîktatorî be jî sepandina merkezî bi xwe re tîne. Her demê aliyekî mexdûr dike. Divê mirovatî di ser dewletê re be. Erkê dewletbûnê di destê kê de be, ew dibe xwedî îmtiyaz. Îro li Ewrûpayê, di welatê herî demokrat de jî ev heye. Dewletê biçûk dikin, lê dewlet dewlet e.


Nêrîna li Öcalan û BDPê

Karayılan: Li cem me teqawîdbûn tuneye. Hetanî dawiya umrê xwe emê xizmetê bikin. Bila mesele çareser bibe, ji me re kar heye. BDP, nêta wê baş e feqet amatorî zêde ye. Rêxistinbûyîn qels e. Helbet însanên jêhatî di nav de hene. Bi awayekî giştî diecibînim. Em di nava xwe de nîqaş dikin û wekî perspektîf pêşkêşî Serokatiyê dikin. Me xwest biryara dawîn ew bide. Wî jî li benda me hişt. Me çaverê nedikir ku daxuyaniyeke wiha bidin. Em li bendê bûn ku Serokatî wekî Newrozê peyamekê belav bike. Em rêvebiriyek in. Em bi hemû hêza xwe giraniyê didin rêxistibûyinê û bi baweriyeke mezin ji Serokatiyê xwedî dibin. Ji destpêka hereketê hetanî niha, bi rastî jî keda herî zêde ya wî ye. Di nava me de her heval dikare bi seetan xeber bide lê biryar muhîm e. Li hemberî me hêzek heye, dixwaze nakokiyê bixe navbera me û parçe bike. Dixwaze her yekî bide cihekî. İmralı, Qendîl û Ewrûpa… Lê me got, li Kurdistanê îradeyeke siyasî heye.


Têgiha milletê Tirk di distûrê de
 
Karayılan: Gelemperî li dijî milletê Tirk alerjiyeke me tuneye. Eger di distûrê de millet werine nivîsandin, divê hemû hebin, wekî “Tirk, Kurd û hemû komên dînî û neteweyî yên din ku li Tirkiyê dijîn bira ne. Tevayê van neteweya Tirkiyê pêk tînin”. Li Îspanyayê çawa ye? Dibêje, neteweya Îspanya. Di binî de jî şîrove ku ev netewe ji kê pêk tê. Em Tirkiyê wekî nasnameya jorî qebûl dikin. Em vê bi me’na neteweya demokratîk dibêjin. Pirrengî heye di nav meselê de. Eger tu navê tevan binivîsî wê dirêj bibe. Hîç nenivîsandin jî rêgayek e, lê ev herdu unsûrên mezin muhîm in.


Nêrîna li Rojhilata Navîn

Karayılan: Em li Rojhilata Navîn xwedî projeyeke siyasî ne ku hemû xelk bi hev re bin. Dibe ku hinek bêjin “Osmaniya Nû” lê wekî Osmaniya berê nabe. Ya me konfederalîzma demokratîk e. Modeleke alternatîfê kapîtalîzmê ye. Sîstemeke pirrengî û di ser kapîtalîzmê re ye, ji tecrûbeyên reel sosyalîzmê îstîfade dike û derdikeve dervayî netew dewletê. Ji hinek aliyan ve dibe ku nêzîkbûna wê mewzûbehs be, lê ew şeklî ye. Mebesta me guherîn e. Serokatî wiha dibêje: “Ji ber hinek têgihên ku min di Newrozê de xebitandibûn, wisa didine xuyakirin ku ez bi AKPê re li hev hatime. Lê ne wisa ye. Ez munaqeşe dikim. Pêşniyariyên rexê dinê jî digrim pêş çav”. Dibe ku ji sedî 10 wekî têgih bişibin hev, lê ji sedî 90 fikrê me ye. Nêrîn û raya me ye.


AK Partî û sîstema serokatiyê

Karayılan: Hin derdor zen dikin ku wê PKK bi AKPê re li hev bike, dê îttîfaqa Kurd û Tirkan wiha çêbe AKP bi dilê xwe hukim li Tirkiyê bike. Ev ne mumkin e. PKK, beriya her tiştî wekheviya gelan û demokrasiyê esas qebûl dike. Vê bêjim: Eger AKP pirsgirêka Kurd çareser bike, wê pûan ji xwe re bistîne. Tirkî demokratîk bibe, wê rolê wê û mîsyona wê li Rojhilata Navîn xurt bibe. Heke bi naverokeke demokratîk be ne xerab e. Eger wekî welatekî demokratîk û azadîxwaz di Rojhilata Navîn de tesîr wê zêde bibe, divê şoreşger û demokratek ji vê aciz nebe. Lê wekî din, mesela hewl bide ku welatên din bixe bin desthilata xwe ev tiştekî din e. Tirkiyeke tam demokrat û pirsgirêka Kurd jî çareser kiribe, helbet wê dilxweşiya Kurdan bikşîne ser xwe. Dikare bibe modêlek. Divê wekî kesên şoreşger, em ji vê yekê aciz nebin. Wer dixuyê ku peymaneke AKP û PKK çêbe. Pirsgirêka Kurd û sîstema seroktiyê bi hev re bêne nirxandin, rewşeke zehmet derdikeve holê. Mesela li welatên sîstema serokatiyê dimeşe, cudabûna hêzan û mekanîzma eyalatan rûnê dibe ku demokratîzebûn jî were fikirîn. Lê ne wekî pêşnûmaya ku AKP niha pêşniyar dike. Eger wekî em difikirin bibe, dê merkeziyet kêmtir bibe. Em dikarin bêtir zorê bidin AKPê. Lê bi şêwazê CHPê, bi şeklê lihemberderketina her tiştî muxalefet nabe. Ev tiştekî xelet e. Divê mirov xwedê lê derkeve. Divê em yêkîtiya hêzên alîgirê wekheviya mezheban, parêzerê mafê jinan, azadî û demokrasiyê çêkin. Li vî welatî salên berê partiyên çepgir hebûn ku sedî 40 deng werdigirtin. Netewparêzî ne çepgirî ye. Ew derdorên ku em demokrat dihesibînin kî ne? Misilmanên xwedî perspektîfa demokratîk. Em wan jî daxilî vê dikin. Mesela Elewî. Derdorên ku ji sîstemê hatine vederkirin. Em van tevan, ji hêza demokrasiyê qebûl dikin. Di encamê de wê herkes ji demokratîkbûna Tirkiyê fêdeyê bibîne. Ji vê hêlê ve, çareseriya pirsgirêka Kurd wê muheqeq guherînekê bi xwe re bîne. Wê însan cuda bifikirin. Eger hêzên demokrat li Tirkiyê piştgiriya vê yekê bikin bipêşketina vê gelekî mumkin e. Lê destek nekin, wê demê mesele zehmet dikeve. Ya muhîm ew e ku ev hêz di vê pêvajoyê de çalaktir bibin.


Nêrîna li Hizbullahê

Karayılan: Di serdema nû de li me nayê ku em derdorekê bigirine hemberî xwe û bikine hedef. Hizbullah wekî rêxistineke siyasî hebûna xwe berdewam bike, bila be. Em ne li dijî vê ne. Mafê herkesî heye ku li ser vê axê siyasetê bike. Wisa dixuyê ku bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê hatine tertîbkirin. Dibe ku hin hêzên din li pişt hebin. Nivîsên Hizbullahê li ser bûyerê nivîsandin gef in. Naveroka wan tundûtûjî ye. Paşerojê tînine bîra mirov. Emelên wan di serdema berê de hêj ji bîra me neçûne. Feleqên berazî hwd… Evan di rojên berê de xwerexneyek sethî belav kir. Lê xwerexneyeke ciddî nehate kirin. Em dixwazin wan jî tevlî vê pêvajoyê bikin. Lê pirsgirêkek heye. Divê paşerojê bi awayekî baştir binirxînin. Ev çênebû. Dema bûyerek dibe zimanê kevn dixebitînin. Dibêjim qey pêşniyareke wan li ser avakirina komisyonekê çêbûye, lê ji min re ne gelekî cihê baweriyê ye. Dibe ku di asta jêr de hin hevdîtin çêbûbin. Eger wan bihesibînin nizanim, lê lihevhelalkirineke jidil çênebûye. Xwerexneya xwe diyar nekirin. Raya giştî ya demokratîk heye. Divê bi awayekî qanihker ji raya giştî re îzah bikin. Em jî tam qanih nebûne. Zimanê ku di bûyerên dawiyê de yên li Dîcleyê bikar anîn problem e. Em bifikar in. Divê nîşanî me bidin ka dê paşerojê çawa îzah bikin û pêşerojê li ser kîjan hîman ava bikin. Eger wiha bibe, ji hêla me ve pirsgirêk tune. Serokatî pêşniyarekê tîne, emê jî nîqaş bikin. Dibêje, “Hizbullah jî di nav de herkes dikare tevlî bibe”. Bi vê gotinê dixwaze vê bêje: “Bila tu kes li derve nemîne. Beşdariya herî fireh pêk were”.


Dewleta Kurdan a serbixwe li Iraqê

Karayılan: Em li ber dewleteke serbixwe ya Kurdan li Iraqê nabine asteng. Lê piştgiriyê jî nadin. Em li dijî netew-dewleta Kurdan in. Em dixwazin ku Kurd li welatê xwe wekî xelkê hemdeng bimînin. Yanî em alîgirê federalîzma demokratîk in. Li Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Iraqê Kurd nabe ku Kurd bêne înkarkirin. Divê wekî xelkê xwedî heman mafan wekî parçeyekî wê welatî bimînin. Netew-dewleta Kurdan li dijî îdeolojiya me ye.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı