Mudaxeleya Öcalan li ser şerê PKK û Hizbullahê

15.11.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/10/23)

Kuştina endamê Hüda-Parê li Karlıovaya Bîngolê Fethi Yalçın, tirsa ku dê rewş dîsa vegere salên 1990î ku failên mechûl tê de derketibûn zîrweya xwe xiste dilan. Wekî tê zanîn di rojên 6-7ê Çiriyê de bi sedema Kobanê çalakiyên kolanan hatine kirin û di vî esnayî de şerê PKK û Hizbullahê ku qederek e hatibû jibîrkirin dîsa hate rojevê û gelek însan ji ber van pevçûnan hatin kuştin.
Xortê bi navê Yasin Börü, bi hevalên xwe re goştê qurbanê belav dikir. Di esnayê xwepêşandanan de bi awayekî hovane hate qetilkirin. Kuştina vî xortî mînaka herî balkêş û dilsoj a van pevçûnan e. Lê piştî ku alî û kesayetên sêyemîn ku naxwazin hevsengiya tirsnak careke din rû bide ketine navberê, tawanbarî berdewam bikin jî xirecir heta radeyekê sekinî. Lê piştî xebera ji Karlıovaya Bîngolê hat, fikr û boçinê ku ji hêla PKKê ve hatine xapandin û di navbera wan de aştî li aliyekî agirbest jî ne mumkin e pêk were li ser Hizbullahiyan zal bû.

Hêviya Hüda Parê
Min pêşî bi berdevê Hüda Parê Dün Said Şahin re xeber da. Şahid got Fethi Yalçın berî hilbijartinê û piştî wê jî ji hêla milîtanên PKKê hate tehdîtkirin û ji ber vê yekê jî ew dane ber gullan. Şahin wiha dibêje: "Eger hin destên din tevlî meselê bûbin bila PKK helwesteke aşîkar bigire. Wekî her carê bi daxuyaniyên 'provokasyon' e mesele safî nabe."
Li ser pirsa "Dê ev mesele bigihê ku?" Şahin bersiva, "Beriya her tiştî divê ev negihê tu cihî. Lazim e êriş demildest bisekinin. Lê valahiyeke diyar a ji hêla dewletê ve heye. Polês û dadwerî karê xwe nakin. Di vê nuqteyê de em bawer dikin ku para dewletê jî heye" da.

Öcalan wezîfeyê de Dicle
Piştre jî ez bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle re axivîm. Dicle ragihand ku Abdullah Öcalan ji bo Parlamenterê HDPê İdris Baluken ku di nav heyeta İmrali de ye diyar kiriye ku ji şerê dawiyê gelekî aciz e û divê demildest ev bidawî were. Ji bo vê jî xwestiye ku Dicle berpirsiyariyê hilde.
Dicle jî yeksek bi Cîgirê Serokê Hüda Parê Mehmet Hüseyin Yılmaz re kom bûye û boçinên Öcalan jê re ragihandiye. Dicle jê re gotiye wekî KCDê jî daxuyaniyeke şermezarkirinê amade kirine û heyeta İmraliyê jî dê têbîniyên Öcalan bigihîne Qendîlê û îhtimal e ku rêvebirên PKK/KCKê jî daxuyaniyekê belav bikin.

Ji vir û pê de?
Dicle diyar kir ku birayê Fethi Yalçınê ku endamê Hüda Parê bû û hate kuştin di partiya wan de serkirde ye. Loma jî îhtimala ku sûîqesda Yalçın ji hêla hêzên ji dervayî PKKê ve hatibe kirin biqewet e. Dibe ku wisa be, lê piştî vê merheleyê ne asan e ku girseya Hizbullahê der heqê vê de were qanihkirin.
Ji ber vê yekê eger Öcalan di sekinandina pevçûnan de ji dil be ku wisa dixuyê, lazim e rêvebiriya PKK/KCK gavên ku girse û serkirdeyatiya Hüda Parê qanih bike biavêje. Şert ku gaveke wisa were avêtin.  Yan na Hizbullahiyên ku destnîşan dikin niha di pozîsyona "parastina meşrû" de ne bi tehrîka aliyên sêyem jî bi asanî wekî salên 1990an bikeve helwesta êrişbirinê.
Ji şerê paşerojê her du aliyan jî derbeyên mezin xwar. Lê zirara herî mezin PKKê dîtibû. Herçiqasî berdevkên her du aliyan bêjin em naxwazin jî îhtimala dubarebûna tarîxê hê jî heye.



Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı