Kurdên Binxetê çima bê xwedî ne?

23.09.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/09/20)

Bi rojan e DAIŞ ji sê aliyan ve erişî bajarê Kobanê dike. Ev der tam li nava herêma ku wekî Rojava tê binavkirin dikeve û wekî “qelbê” deverê tê zanîn. Lê rûdanên li Kobanêya ku tam dikeve muqabilî navçeya Sûricê ya bi ser parêzgeha Ûrfayê ve, li welatê me zêde deng neda. Hetanî ku bi hezaran însanên sivîl kulmişîn ser sînor. Ya rastî em dikarin bêjin ku raya giştî ya cîhanê û ragihandin jî bêdeng ma li hemberî vê meselê. Piştî ragihandina “hevpeymana xwebexşan” a di pêşengiya Emrîka de têkoşîna li dijî DAIŞê wekî maddeya yekemîn a rojevê hate qebûlkirin. Êrişên DAIŞê jî tam rastî ragihandina vê hevpeymanê hat, feqet bêdengiyeke diyar li hemberî vê rewşê heye. Gelo şîroveya vê çi ye?

Fikarên Enqereyê

Yek ji sedemên vê yên sereke ew e ku înîsiyatîfa siyasî ya Binxetê/Rojavayê di destê PYDê, înîsiyatîfa eskerî jî di destê YPG û şaxê wê yê jinan YPJê de ye. Lewra YPG û YPJ di xeta Abdullah Öcalan de ne û wekî “berdewamiya PKKê li Sûriyê” têne dîtin. Loma berî niha bi çendakî bi îlhama perspektîfa Abdullah Öcalan ya “xweseriya demokratîk” sê kantonên cuda (Efrîn, Kobanê, Cizîr) hatin ragihandin. Bi gotineke din, hereketa PKKê, Binxetê/Rojava ku nufûsa Kurdan herî kêm li wê derê ye, derfetên konjonktorê jî hetanî sînorê dawîn dixebitîne û wê coxrafyayê wekî laboratûarekê dibîne.
Aha tam ji ber vî sedemî bi tabîra hereketa siyasî ya Kurdî “şoreşa Rojava” ji hêla Enqereyê û Hewlêrê ve bi acizî tê pêşwazîkirin. Beriya her tiştî PKKê vekişîna çekdarên xwe ji Tirkiyê da sekinandin, bi vê jî nema mewcûdiyeta xwe ya çekdarî li Sûriyê zêdetir kir. Enqere jî ji vê yekê di mitalan de ye. Sedemê aciziya hikûmeta AK Partiyê ne tenê bidestxistina sînorê Sûriyê ji hêla hêzeke di xeta PKKê de ye. PYD tevlî refên têkoşîna li dijî rejima Sûriyê nabe. Ek yek jî Enqereya ku ji serî ve xwe angajeyî rûxadina Esed kiriye, hêrs dike. PYD jî bersiva vê rewşê dide û dibêje eniya muxalefetê û beşdarên wê piştî rûxîna rejimê tiştekî ji Kurdan re we’d nakin. Ew jî xwe dispêrîn vî sedemî û rexneyan neheq dibînin.

Fikarên Hewlêrê

Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê, bi taybetî jî PDKa di serokatiya Mesûd Barzanî de, ji serî de pê ne xweş bû ku reqîbê wê yê di coxrafyaya Kurdistanê de herî mezin PKK, li Rojavayê bandora xwe zêde bike. Di vê pêvajoyê de her û her giliyên li ser wê yekê hatin kirin ku PYD, li Rojava partî, grûb û şexsiyetên di xeta PDKê de tesfiye dike. Di encamê de rêvebiriya Hewlêrê nexwest ku bi rêxistina Kurdan a li Rojavayê nû re bi hemahengî bixebite. Hetta hin tevdîrên çûn û hatina her du aliyan sînordar bike girtin.

Enqere û Hewlêr, ji zêdebûna bandora PKKê li Sûriyê cihê cihê ketin nav fikaran. Nêzîkbûna di navbera her duyan de hebû jî bi vê wesîlê baştir û leztir bûn. Ji aqilan ne dûr e ku ev geriyabe “şirîkatiyeke stratejîk” jî. Mesela Barzanî di meha mijdara 2013an de li Diyarbekirê bi Serkomar Erdoğan re dîdarek kiribû. Yek ji maddeyên serekî yên rojeva vê dîdarê jî Rojava bû.

Di serî de Emrîka û welatên Ewrûpa, gelek dewletên ku hem bi Tirkiyê re û hem jî bi Herêma Kurdistanê re xwedî pêwendiyên stratejîk in, ji ber fikarên Enqere û Hewlêrê, mesafê dixine navbera xwe û PYD, YPG/YPJê. Wek numûne, Hevserokê PYDê Salih Muslîm, li gel ku gelek caran hewl daye û ceribandiye jî, nikare her Washingtonê

Rewşa ki Şendalê diguhere

DAIŞê, piştî girtina Mûsilê berê xwe da axa Kurdan, Şengal û Mexmûr bi dest xist. Li gel vê bidestxistinê hemî hevsengiya heyî guherî. Bi taybetî jî YPG berî hemûyan gihîşte hawa Êzîdiyên ku li Çiyayê Şengalê asê mabûn û bi xetereya komkujiyeke nû re rû bi rû bûn. Gerîllayên HPGê jî ji Qendîlê hatin û li Mexmûrê li kêleka Pêşmerge li dijî DAIŞê şer kirin. Mexmûr bi têkoşîneke hevpar bi paş de hate wergirtin. Bi vê yekê re sariya di navbera her du aliyan de hinekî germ bû. Helbet, li daxwazên biisrar jî Enqere di şerê li dijî DAIŞê de neçû hawara Hewlêrê. Bi çend rojan dereng mabe jî, Mesûd Barzanî bangî Kurdan kir ku nakokî û nîqaşên di navbera xwe de bidin aliyekî û piştgiriya berxwedana Kobanê bikin. Yek ji serkirdeyên serekî yên YNKê Berhem Salih jî Kobanê wekî cihê ceribandina jidilî û semîmiyeta hevpeymana navneteweyî ya li dijî DAIŞê destnîşan kir. Ev gelekî me’nedar e.

Di vê çarçoveyê de em dikarin çavnêrî bikin ku di polîtîkaya Enqerê ya li ser Rojava de hinekî nermayî pêk were. Tirkiyê çend roj berê, pêşî dudil bû ku bi deh hezaran penaberên hatin sînorê Tirkiyê bînin nava welat. Lê di wextekî gelekî kin de ew helwesta xwe guherand. Bêguman ev erênî ye. Lê diyar e ku têr jî nake. Di vê nuqtê de îhtîmal e ku Abdullah Öcalan bi awayekî bikeve dewrê. Lewra Kurdên ku li Kobanê şerê man û nemanê dikin, di halê xwe de bêne hiştin û bêne sipartinî qederê, dê Pêvajoya Çareseriyê ya li Tirkiyê jî were bombekirin.

Têbîniyeke dawîn: DAIŞ, hetanî demeke nêz jî cihê ku êriş kiribayê bi rehetî bidest dixist. Lê li Kobanê rastî berxwedaneke nedîtî hat. Ên ku vê berxwedanê fêm nekin û nexwazin fêm bikin dê gelek tiştan jidest bidin. Lewra jidest didin jî.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
10.11.2024 Abdullah Öcalan’a sormak istediğim 20 soru
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı