Konferansa Kurdan li Washingtonê: Rojev tenê berxwedana Kobanê bû

02.10.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/09/28)

Mirov nikare bêje ku dinya elaqedarî berxwedana Kobanê ye. Lê yên hinekî elaqedar bin bi van xalan dizanin:
1)  Hetanî niha li Iraq û Sûriyê, berxwedana herî ciddî û rastî li dijî êrişên DAIŞê ji hêla Kobanê ve tê kirin.
2)  Xelkê Kobanê û kesên têne arîkariya wan bi çekên xwe yên sivik, li dijî çekên giran ên DAIŞê li ber xwe didin. Lê ji bo taqeta wan jî sînorek heye.
3)  YPG Kobanê diparêze, lê pêwistiya wê bi çekên giran heye. Hevpeymana navneteweyî ya di pêşengiya Emrîka de biryar da ku hêzên herêmî purçek bike, lê hêj di vî warî de gavek neavêtiye.
4)  Hêzên hevpeymanî li Sûriyê mewziyên DAIŞ û Eniya Nûsreyê bombebaran dike. Lê dîsa jî têr nake ku DAIŞ dorpêça xwe ya ji ser Kobanê rake.
5)  Kobanê ji sê aliyan ve ji hêla DAIŞê hatiye dorpêçkirin. Têkiliya wê ya bi dinyayê re tenê di ser Sûricê re bi Tirkiyê re ye. Feqet Enqere bes ji bo mijarên însanî deriyê sînor vedike. Mesela rê nade ku daxwazên wekî çek û şervanan bicih were.

Dema em ji vê hêlê ve li meselê binêrin, Konferansa Kurdî ya ku HDPê li Washingtonê lidar xist di wextekî gelekî guncan de bû.  Lê sibeha roja înê dema ku em ji otêlê ber bi avahiya Qlûba Çapemaniya Neteweyî ve diçûn, moralê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş xerab bû. Bi kesên li Kobanê xeber dabû û agahiya ku DAIŞ nêzîkî bajêr bûye girtibû. Demirtaş ragihand ku tu encam ji dîdarên li Washingtonê bi dest nexistiye. Bi gotineke din şandeya HDPê ji bo Emrîka çekên giran bide PYDê pir ne bihêvî bûn.

Atmosfera biqeswet

Ji ber fikariya ku ji Kobanê diqewimî konferans di atmosferke biqeswet de pêk hat. Hevserokê PYDê Salih Muslîm, ji ber ku vîze wernegirtibû bi skype beşdarî konferansê bû. Rewşa diltezîn a Kobanê ragihand û raya giştî ya navneteweyî gazî arîkariyê kir. Di daniştinên din de jî serdêrên mijaran her çi dibe bila bibe têkildarî Kobanê bûn. Bi taybetî jî her kersî bal kişande ser wê yekê ku pêşeroja pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê rasterast girêdayî berxwedana Kobanê ye.

Ji dervayî Kurdan, pisporên Emrîkî yên ku beşdarî konferansê bibûn jî, destnîşan dikirin ku sedemê serekî yê raya giştî piştgiriyê nade Kobanê rezervên Enqereyê ne. Di rastiyê de helwesta Enqereyê  ya der barê beşdarbûna hevpeymana neteweyî de rê li ber xeta PKKê vedikir. Di serî de YPG li Sûriyê, qismen jî HPG li Iraqê mumkin bû ku bikevin nav hêzên herêmî yên hevpeyman li dijî DAIŞÊ piştgiriya wan bikin. Rasterast nebe jî, muhtemel bû ku di ser Rêvebiriya Herêma Kurdistanê re bi awayekî din ev hevkarî pêk bihata.

Erdoğan berê bûyeran guherand

Tam di wextekî ku heyeta HDPê li Washingtonê dest bi hevdîtinan dikir, Serkomar Erdoğan li New Yorkê ragihand ku amade ne ji her hêlê ve piştgiriya hevpeymanê bikin. Bi vê daxuyaniyê re diyar e her tişt guheriye.

Ji vê gavê û pê de em bi rewşeke aloz re rû bi rû ne. Em vê yekê bi çend tesbîtan şîrove bikin:

·  Di navbera wan de her çiqas cudatiya nêrîn û fikrî hebe jî şirîkatiya stratejîk a Emrîka û Tirkiyê ji her du aliyan re jî gelekî hêja ye.
·  Herwiha Emrîka û bêguman endamên din ên  NATOyê dê bi tu awayî nexwazin ku îmkanên Tirkiyê pêşkêşî wan bike bixine xeterê.
·  Li gel ve hevpeymana navneteweyî ne mumkin e ku Kobanê ji însafa DAIŞê re bihêle. Loma jî êrişa hewayî ya li derdora Kobanê bi dilê Enqereyê be jî ne bi dilê wê be jî, dê berdewam bike.
·  Lê belê hetanî ku PKK hêzên xwe yên çekdarî di nav sînorê Tirkiyê de bihêle û destpêkirina şerê çekdarî wekî kartekî bikar bîne; Enqere, razî nabe ku çekên giran bigihên YPGê. Hetta em dikarin bêjin ku ji ber îhtimala ev çek ji hêla PKKê ve jî bêne bikaranîn heye, Enqere naxwaze ku bigihên destê Pêşmerge jî. Lewra fikara wê ew e ku ev çek sibê li dijî wê werine xebitandin.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı