Kobanê çima neket?

04.12.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/11/29)

Dirpêçkirina Kobanê ji aliyê DAIŞê ve wext e bikeve roja 80emîn. Bajêr neket, diyar e jî ku wê nekeve. Hal ew e ku di rojên pêşî de, li hundir û derve gelek kesan, pêşbîniyên bi piranî li ser daxwazê ava bûyî dianî ziman û digotin: "Kobanê dikeve, li ber ketinê ye"...
Gava mirov di ser re li mijarê binêre, ev pêşbînî gelekî saxlem bû. Lewra:

1- Wekî ku li Mûsilê hate dîtin, DAIŞê cihê ku êriş dibire ser di demeke kurt de bidest dixist. 
2- Jî ber çekên giran ên ku DAIŞê ji artêşa Iraqê bidest xistibûn, li beranberî YPGya ku Kobanê diparast ji hêla çekan ve gelekî biqewettir bû. Lewra di destê wê de tank hebûn, lê yên YPGê keleşînkof bûn.
3- Ji ber ku sê aliyên Kobanê jî di bin hukmê DAIŞê de bûn, deriyê tekane yê ku ber bi dinyayê vedibû Mürşitpınar bû. Lê Enqere rê dida ku ev deriyê li Sirûca Ûrfayê tenê ji bo hewceyiyên însanî were bikaranîn.
4- Hevpeymana navneteweyî ya ku wekî rewşeke "bêhêvî" li meselê dinêrî, loma jî êrişên bibandor li ser çeperên DAIŞê yên li Kobanê nedikir.
Lê gava ku fikra serkeftina berxwedana Kobanê derkete pêş, beriya her tiştî êrişên hewayî zêde bûn. Piştre arîkariya hewayî gihîşte şervanan. Herî dawî jî Peşmerge wekî hêza piştgir di ser Tirkiyê re hatin şandin.

Ferqa Mûsil û Kobanê
Yên ku ji destpêkê ve berxwedana Kobanê biçûk didîtin, dixwazin ku neketina bajêr di esasê xwe de bi mudaxeleya hevpeymanê û hetta çûna pêşmergeyan ve girêbidin. Bêguman, tesîra van tevan jî çêbûye. Lê li Kobanê di esasê xwe de berxwedan diyarker bû û hêj jî berxwedan rewşa wê derê tayin dike.
Eger wekî sernivîsa nivîsa me pirseke wekî "Kobanê çima neket" were pirsîn, cewaba wê gelekî asan e: Artêşa Iraqê li Mûsilê ji hêla çekan ve gelekî ji DAIŞê biqewettir bû, lê piraniya Sunniyên Ereb ku exlebiyeta bajêr pêk dianîn artêş wekî "dagirker", DAIŞ jî ji xwe didît. Di sefên DAIŞê de însanên bêjimar hebûn ku ji bo doza xwe ji mirinê neditirsiyan. Lê canê mensûbên artêşa Iraqê şîrîn bû.
Lê Kobanê rewş tam berevajiyê vê bû: Piştgiriya DAIŞê li bajêr hîç tunebû wekî hêzeke "dagirker" dihate dîtin. Şervanên jin û mêr ên YPGê jî hîç ne wekî eskerên Iraqê bûn. Ew jî eynî wekî gelek DAIŞiyan amade bûn ku ji bo doza xwe bimirin.

Erişên xwekujiyê
Dîxwazim li vir kevanekê vekim.  Rêvebirekî El Qaîdê wiha gotibû: "Li Rojava xort ji bo nemirin tişta ji destê wan dikin, lê xortên me bêyî tirs ber bi mirinê ve direvin". Ev rewş serkeftineke berçav ji bo rêxistinên wekî El Qaîde û DAIŞê bi xwe re tîne. Lê wekî ku ji vekolînên zanistî yên li êrişên xwekujiyê jî diyar e, xwefedakirina ji boyî dozê ne tenê di nav komên Îslamiyên radîkal de heye. Mesela li Srî Lankayê Pilingên Tamilê û li Tirkiyê jî PKK rêxistinên ku di vî warî de li ber çav in.
DAIŞ li Sûrî û Iraqê, çalakiyên xwekujiyê wekî rêbazeke gelemperî û encamdêr bikar tîne. Feqet li Kobanê, herçiqasî gelek caran ceribandibe jî bêencam maye.  Ev jî qet ne cihê ecêbiyê ye. Hetta wekî ku em di mînaka endama baskê jinên YPG Arîn Mîrkan de jî dibînin, erişên xwekujiyê li Kobanê ziyanên mezin gihandine DAIŞê.
Bêguman gelek sedemên din jî hene ku DAIŞê nikariye Kobanê bidest bixe. Her kesê ku DAIŞê wekî xetereyekê dibîne divê berxwedana Kobanê baş tehlîl bike, dersan bigire û van di qadên din de pratîze bike. Bi vê yekê dê karekî rast bicih bîne.
Ev yek muheqeq e: Beriya her tiştî însanên berxwedêr qedera Kobanê tayîn kirin û berdewam in di tayinkirinê de.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
15.12.2024 11 soruda, YPG ya kendini fesheder mi ya da feshedilir mi?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı