Hingî ku gotin "İmralı baş e, Qendîl xerab e"

27.10.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/10/22)

Serokwezîr Ahmet Davutoğlu roja yekşemê (19.10.2014) bi şandeya mirovên aqilmend re civîneke ku 11 seet berdewam kir pêk anî. Gelek hempîşeyên me yên ji rojnameyên cuda cuda ku beşdarî civînê bibûn, li ser naveroka wê nivîsandin. Di roniya nivîsên van hevalan de em dikarin pêşniyarên “nêrîna resmî” yên der barê pêvajoya çareseriyê de wiha rêz bikin:

· Dewletê hemû we’dên xwe bicih anî /hewl da bicih bîne, lê bizava siyasî ya Kurd bi taybetî jî Qendîl li ser soza xwe nesekinî.
·  Berpirsê çalakiyên kolanan ên bi sedema Kobanê rû dan, HDP û Selahattin Demirtaş in ku li ser soza xwe nesekinîn.
·  Hetanû ku pergala qamûyê neyê rêkxistin, ne mumkin e ku daxwaz û hêviyên bizava siyasî ya Kurd bicih werin.
·  Berevajiyê Qendîl û HDPê Abdullah Öcalan bêtir bi mentiq û xwînsarî hereket dike.


GOTINÊN BAYIK 

Ne cara yekem e ku ev mijar têne ser ziman. Bo mînak, piştî rûdanên dawîn di çapemeniya nêzîkî hikûmetê de li dijî PKK/KCK, HDP û Demîrtaşî gelek tişt hatin nivîsandin û gotin. Hate îddiakirin ku ev bi hêzên derveyî re bi hemaheng dixwazin Öcalan tasfiye bikin û yan jî bi kêmanî bandora wî kêm û sînordar bikin.


Bawer nakim. Teza resmî ya ku dibêje di navbera Qendîl û İmraliyê de cudatiyên ciddî hene û PKK/KCKê “xerab” Öcalan jî “baş” dide nîşandan îdî xelet e û bi tu awayî ne libar e. Berî ku sedemê van fikrên xwe rave bikim, bersiva Hevserokê KCKê Cemil Bayık ku di nîvê meha tebaxê de dabû min bibîr bixim dê baş be: “Rolê Serok Apo cuda, yê me cuda ye. Ne em dikarin rolê wî hildin ser xwe, ne jî ew dikare rolê me hilde ser xwe. Ev unsûrên hev temam dikin. Serok Apo, pêşengê xelkekî ye û kesê yekem e di muzakereyan de. Rewşa me cuda ye. Divê ev neyên tevlihevkirin. Ne eynîkirina wan rast e, ne jî dijberkirina wan. Dibe ku hinek ji qestî wan dînin hemberî hev. Rewşeye nakok ne mewzû behs e. Nabe jî.”



ÇIMA FERQ TUNE?

Ez çima bawer nakim ku di navbera Qendîl û İmraliyê de ferqeke wisa tuneye ku bête mezinkirin:

* Ev kes ji nîvê 1970an ve bi hev re hereket dikin. Hevdu baş nas dikin. Yekser ne di têkiliyê de bin jî, dizanin ku dê yê din di kîjan rewşê de helwesteke çawa bigire.
* Hetanî niha gelek qrîzên ku PKK yan jî BDP/HDP wekî berpirs hatine qebûlkirin û ji hêla Öcalan ve hatine çareserkirin qewimîn. Mumkin e em di pêşerojê de rastiya der heqê van de hîn bibin ku hîç ne wekî hatiye behskirin e.
* Öcalan ji bo bihêzkirina xwe rêxistinê zeîf nake. Rêvebirên rêxistinê jî ji bo zêdekirina desthilatên xwe Öcalan zeîf nakin. Serî li rêyeke wisa nadin. Lewra aliyek çi qas bihêz yan jî zeîf be, aliyê din jî ew qasî zeîf an jî bihêz e.
* Öcalan, navenda herî  muhîm e ku rê li ber şerê meylên cuda yên di nava bizava siyasî ya Kurd de digire. Eger ew zeîf bibe, yan jî li dervayî konseptê bimîne, dê bizav bikeve qrîzeke mezin. Hetta dibe ku belav jî bibe.


ISRARA DI XELETIYÊ DE

Li gel ku ev rewş heye jî, diyar e hikûmet bibiryar e helwesta “İmralı baş e, Qendîl xerab e” bidomîne. Lê di encamê vê perspektîfa ku demek e dirêj e tê meşandin derketiye holê ku ne destê Qendîlê ne ji yê İmraliyê zeîf bûye. Tam berevajiyê vê, em dikarin bi rehetî bêjin ku bi giştî bizava siyasî ya Kurd, bi taybetî jî Öcalan û PKK/KCK serdemên xwe yên zêrîn dijîn.

Ev jî di pêvajoyê çareseriyê de, li dijî hikûmetê rê li ber xerabûna hevsengiyê vedike. Ji bo silametiya pêvajoyê, divê ev hevsengiya xerab ji holê bê rakirin. Ev jî girêdayî wê yekê ye ku têkiliyên di navbera hemû aliyan de hetta mumkin be şeffaf bin.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı