Hilbijartineke zor li ber HDPê ye

10.12.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/12/06)

Partiya Civaka Demokratik (DTP) , ji ber ku benda sedî 10 hebû di hilbijartina 2007an a giştî de namzedên ku bi navê “Namzedên Hêviyekê” destek kir û 22 parlamenterî bidest xistin. Piştre DTP hate girtin. Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li şûna wê ava bû û di hilbijartina 2011an a giştî de piştgiriya namzedên bi navê “Kutleya Ked, Demokrasî û  Azadiyê” kir. Di encamê de ji 64 namzedên li 47 bajarî 36 parlamenter hatin bijartin. Ji nava van parlamenteriya Hatip Dicle, bi biryara mehkemeyê  ji namzeda AK Partî Oya Eronat re çû.

BDP nehate girtin, lê bizava siyasî ya Kurd derbasî Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) bû. Hêj ne diyar ka wê HDP di hilbijartina pêşiy me de ku wê sala 2015an birêve biçe, wekî partî bikeviyê yan dîsa dê piştgiriya namzedên serbixwe bike.

Ya her an hîç 

Bi rastî jî rewşeke zor e. Eger dîsa wekî namzedên serbixwe bikevine hilbijartinê, ji aqilan ne dûr e ku HDP derkeve ser 40 parlamenterî. Lewra der barê vê rêbazê de têra xwe bitecrube ne. Lê eger wekî partî bikevine hilbijartinê û bi ser bendê bikevin, li herêmên ku parlamenteran bidest dixin jixwe wê gelekî bilind bibin, li gel vê li hin bajarên ku hîç kursiyên wan tunene jî îhtimal e çavê Şeytên birjînin û bigihên serkeftinê. Di rewşeke wisa de jimara parlamenteran bi tevahî, dê derkeve ser 50.

Ji zêdebûna kursiyan zêdetir, ji aliyê siyasî ve me’neya ku HDP wekî partî dikeve hilbijarinê gelekî muhîm e. Ev ne tenê HDPê, herwiha pêşeroja bizava siyasî ya Kurd jî ji nêzîk ve elaqedar dike.
Lewra İmralı (Abdullah Öcalan), Qendîl (PKK/KCK) û HDP jî di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku dixwazin wekî partî bikevine hilbijartinê.


Herî baş jî gotinên Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku dîdara me ya li gel wî roja berê weşiya vê rewşê şîrove dikin: “Eger qîmetê tiştên em diparêzin sedî 10 jî nebe, em li parlamentoyê nebin jî ne xem e. Divê parlamento vê bifikire, ne em. Eger parlamento kêmasî û valahiya nebûna me li xwe dayne, bil be… Ji ber ku du serdem gelekî hessas bûn, ev yek kir. Lê di vê carê de jî eger nêrîna dewletê neguhere û hêjayiyên ku ji hêla me ve têne parastin bê xwedî bimînin, bila em ne li parlamentoyê bin.”

Faktorê İmralı û Qendîlê

Demirtaş dîsa jî destnîşan dike ku wekî rêvebiriya HDPê biryareke nîhayî wernegirtine. Bi vê yekê deriyê ku wekî namzedên serbixwe bikevine hilbijartinê jî vekirî dihêle. Lewra herçiqasî hilbijartina serkomariyê hêviyê bide wan jî, dizanin ku derbaskirina benda sedî 10î ne misoger e. Li gel vê di girseya partiyê de jî meyla ku ji dêvla xwe bixine xeterê, bi parlamenterên di destê xwe de razî bibin girantir e.

Feqet di rastiyê de wê birêveçûna pêvajoya aştiyê biryara HDPê diyar bike. Gelekî balkêş e, AK Partî û HDPê li gel ku di mesela pêvajoya çareseriyê de şirîkên qederekê bin jî di vê meselê de tu hemahengî û hemfikrî naxuyê. Mesela li gel ku îhtimala Mehkemeya Distûrê benda hilbijartinê rake gelekî qels e jî partiya desthilatê helwesteke gelekî tund a neyênî nîşan da. Ev jî bû sedemê wê yekê ku HDPyî der barê pêvajoyê de gelekî aciz bibin.

Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku derbaskirina benda sedî 10 ji bo HDPê mumkin e. Lê ji ber sedemên wekî kêmbûna zeman, qelsbûna îmkanên HDPê yên maddî, mehrûmbûna ji elaqedarî û piştgiriya ragihandinê gelekî zehmet e ku bigihê vê hedefê.

Muheqeq niha HDPyî van hesaban tevan dikin. Ji xeynî vê, dê ji İmralı û Qendîlê jî li ser vê mijarê peyam werin bê guman. Di çarçoveya van peyaman de jî biryara ku HDP wekî partî beşdarî hilbijartinê bibe, qet ne îhtimaleke dûr e.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
24.11.2024 Kürt realitesi, Kürt sorunu realitesi, Kürt siyasi hareketi realitesi
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı