Hereketa Kurdî di serdema zêrîn de

09.09.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/09/08)

Roja şemiyê, li Diyarbekirê min roja yekem a 7emîn Civîna Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) taqîb kir. Li wê derê, di temamê rojê de, min firsend dît ku bi gelek kesên di bizava siyasî ya Kurd de wezîfeyên cuda cuda pêk tînin  sohbetê bikim. Piştî çavdêriyên min ên li kongreyê û sohbeta bi şexsiyetên siyasî re, min hin nêrînên xwe yên der barê bizava siyasî ya Kurd de ji nû ve di ber çavan re derbas kirin. Di encamê de min hin nêrînên xwe di cih de dîtin û hinek jî guherandin. Dixwazim di vê nivîsê de hin tesbît û nêrînên xwe yên der barê bizava siyasî ya Kurd de bi we re parve bikim:


Li zîrweyê: 
Bizava siyasî ya Kurd bi rêberiya Abdullah Öcalan xwedî paşerojeke 40 salî ye. Em dikarin bi rehetî bêjin ku ev bizav di serdema xwe ya zêrîn de ye. Gihîştiye lûtkeya xwe.


Hêza herêmî:
Hêza vê bizavê, ne tenê bi Tirkiyê re sînorkirî ye. Yek ji maddeyên sereke yên rojeva Kongreya KCDê, cereyana DAIŞê ku li Iraq û Sûriyê rû dide û têkoşîna li dijî wê bû. Loma jî di serî de Rojava, nûnerên bizava Kurdî ji Iraq, Îran û Ewrûpayê beşdarî civînê bûn û xîtabî delegeyan kirin. Ji aliyekî din ve, em dizanin ku çekdarên li dijî rêxistina bi navê DAIŞê li Iraq û Sûriyê şerê herî bibandor dikin, YPG û HPG ne ku ew jî di xeta Öcalan yanî bizava siyasî ya Kurd de ne. Hêzên NATOyê yên di pêşengiya Emrîkayê de hereket dikin û  dixwazin DAIŞê ji Iraq û Sûriyê paqij bikin, dê vê bizavê jî li ber çav bigirin. Em dikarin bibêjin ku bi vê yekê re dê pêşiya bizava siyasî ya Kurd bi yekcarê vebe ku bibe hêzeke herêmî.


Baweriya bi pêvajoya çareseriyê: 
Di bin banê bizava siyasî ya Kurd de dudiliyên li ser pêvajoya çareseriyê bi yekcarê ji holê radibin. Sedemê vê jî ew e ku bi serokatiya Öcalan û nasnameya wî ya “muzakerevanê serekî” ku têra xwe eşkere bûye ewle ne. Ya duyem jî, atmosfera bê şer û tundiyê, hem îmkanê xwerêxistinkirin û girseyîbûnê li Tirkiyê dide wan û hem jî rê li ber wan vedike ku giraniya hêza xwe bidine ser herêmên wekî Iraq û Sûriyê. Bizava siyasî ya Kurd, ji bo xebatên amadehiya “xweseriya demokratîk” di nav hewildaneke bi coş û xiroş de ye. Ev ji ber çavan nareve û balê dikşîne. Herî dawî jî, bi destpêka şerê li dijî cemaeta Fethullah Gülen, operasyonên KCKê sekinîn û piraniya girtiyên vê dozê serbest man. Bi vê yekê re jî baweriya li ser pêvajoya çareseriyê xurttir bûye.


Pirbûna rêxistinan:
Bizava siyasî ya Kurd, di roniya perspektîfên Öcalan de gelek rêxistin pêk anîne. Ji dervayî KCD û HDPê DBPa ku kete şûna BDPê jî çalakiyên xwe bi herêmên ku piraniya wan Kurd in sînorkirî dihêle. Mesela şaredar ne endamên HDPê, yên DBPê ne. Lê parlemanter endamên HDPê ne. Kesekî ji derve zehmet e ku sînorên erkdarî û berpirsiyariya van her sê rêxistinan ji hev ferq bike. Ji ber vê yekê, tê hêvîkirin ku ev her sê rêxistin di nava xwe de koordînasyoneke sîstematîk bimeşînin. Eger wisa bibe, dê ev her sê rêxistinên ji hev cuda, bizava siyasî ya Kurd pêşdetir bibin û bihêztir bikin. Lê belê îhtimala ku xebatan tevlihev bikin û aloztir bikin jî ji aqilan ne dûr e. Helbet ji aliyekî din ve rêxistinên wekî PKK û KCK îllegal jî hene ku desthilata van ji ya rêxistinên yasayî hemûyan zêdetir e. Herwiha, di rewşên îcabî de Öcalanê ku gotina pêşî û dawîn dibêje heye.


Pirsgirêka pirdengiyê:
Di gel ku rêxistin gelek in jî di bin banê bizava siyasî ya Kurd de pirsgirêkeke mezin ya pirdengiyê heye. Aysel Tuğlukê, di xeberdana xatirxwestina ji hevserokiya KCDê de ev tesbît anî ziman. Tuğlukê, bi taybetî û bi girîngî bal kişande ser mijarên wekî  pirdengî, rexne û azadiya fikrî. Guman tune ku ev şîroveyên Tuğlukê bûne sedemên aciziyê. Bawer nakim kes pê kêfxweş bûbe. Lê belê zemîneke gelekî saxlem ji bo van rexneyan heye. Ev jî rastiyek e.


Cudahiya Kurdistan/Tirkî
Wekî tê zanîn piştî gotinên Cemil Bayık ên di gotûbêja me de nîqaşa marjînaliyê dest pê kir. Herwiha ji ber ku  Selahattin Demirtaş û hin parlemanterên HDPê di merasima sondxwarina Serkomar Erdoğan de li çepikan xistin jî, ji hêla hin kesan ve hatine rexnekirin. Ev bûyer bi me didine nîşandan ku sereta, hêvî û hessasiyetên bizava siyasî ya Kurd û derdorên ku ne Kurd in lê piştgiriyê didinê û yên meyla piştgirîdayinê di xwe de dihebînin bi asanî ji hev cuda dibin. Wekî din kesên ku beşdarî kongreya li Diyarbekirê bûbin, di rojeva piraniya wan de ne pirsgirêka kurd lê “Pirsgirêka Kurdistanê” hebû. Vê yekê bala min kişand. Bo mînak, hem di mijara DAIŞê de, hem jî di mesela Êzîdiyan de ku bi xetera komkujiyê rûbirû ne, li rojavayê welat acizî û bertekeke zêde xuya nekir. Aciziya kesên li herêmê ya li ser vê gelekî eşkere ye. Ev mijara cudabûna rojevan, dibe ku motîvasyona HDPê ya bûyina “Partiya Tirkiyê” bişkîne. Lewra rojavayê Tirkiyê û herêmên Kurdan li ser mijarên gelekî ji hev cuda serê xwe diêşînin.
Bi vê yekê re, ji aqilan ne dûr e ku bizava siyasî ya Kurd, ne bi HDPê lê ji ber benda sedî 10, dîsa bi namzedên serbixwe bikeve hilbijartina 2015an.

Hurmet ji bo qurbanên nû yên sîstema kapîtalîzma wehşiyane

Tahir Kara
Ferdi Kara
Hıdır Genç 
İsmail Sarıtaş
Bilal Bal
Cengiz Tatoğlu
Murat Usta 
Menderes Meşe
Vahdet Biçer
Cengiz Bilgi




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
24.11.2024 Kürt realitesi, Kürt sorunu realitesi, Kürt siyasi hareketi realitesi
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı