Eger Kurd li Kobanê winda bikin wê Tirk serkeftî bin?

07.10.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/10/04)

Ev çend roj in ez hişyariyên “Îşev ji bo Kobanê gelekî krîtîk e” dixwînim û dikevim nav nivînan. Dema serê sibehê zû jî radibim, li ser înternetê kontrol dikim ka gelo vî bajarê Rojava yê Kurd tê de dijîn ketiye destê DAIŞê yan na. Bawer im ku ne tenê me. Dizanim ku yên Kobanê ji min bêtir dikine derd jî hene. Dilê me, bi Kobaniyên ku axa xwe diparêzin û xwebexşên ku ji Tirkî, Iraq, Îran û Ewrûpayê ji bo piştgiriya wan hatine li wir şer dikin re ye. Em xwe li cem wan dibînin.

Lê belê, çawa ku em ji têkneçûna berxwedêrên Kobanê kêfxweş dibin, li welatê me yên ku serkeftina DAIŞê bi bêsebrî çavnêrî dikin û her ku dereng dikeve jî hêrs dibin hene. Hinek ji van bi DAIŞê re xwedî heman têgihîştina Îslamî ne. Tiştekî em ji wan re bêjin tuneye. Lewra tercîha xwe bi bal xeletiyê ve kiriye. Lê ji xeynî van, ên ku tu elaqeya wan bi DAIŞê re tuneye, belkî jî jê nefret dikin, feqet ji dil û can dixwazin ku Kobanê were bidestxistin. Ev qisim bi distûra “bêîman ji heqê bêdînî derdikeve” hereket dikin û ji ber ku înîsiyatîf li Kobanê di destê hêzên wekî PYD/YPG/YPJ ên li ser xeta Öcalan de ye, wisa difikirin ku dê têkçûna bajêr wekî hezîmeta PKKê dihesibînin.

Eger Kobanê bikeve wê pêvajo bidawî were?

Ev tam xeflet e. Ne hewce ye ku mirov xwe wekî hin kesan bitirsîne û bêje “Kobanî bikeve wê Tirkî jî bikeve”. Lewra Kobanê bikeve jî nekeve jî, ji ber ku Tirkiyê di hevpeymana navneteweyî ya li dijî DAIŞê de cih girt, bû hedefa vê rêxistinê. Argumenta “Kobanê bikeve wê pêvajoya çareseriyê jî bidawî were” dibe ku ne gelekî rast be. Lewra dema ku em li gotinên dawîn ên Öcalan ku ji heyeta HDPê re gotibû dinêrin, di navbera Kobanê û pêvajoyê de pêwendiyekê çêdike, lê wekî rêvebirên PKK/KCKê pêvajoyê bi temamî girêdayî wê rewşê nahêle. Niha ev muheqqeq e: Eger hikûmeta AK Partiyê bixwaze, dikare bi rehetî newekheviya çekan a di navbera DAIŞ û YPGê de bi rehetî ji holê rake û li ber DAIŞê bibe asteng ku bajêr bidest bixe. Herçiqasî Serokwezîr Davutoğlu ji Selahattin Demirtaş re gotibe “Em tercîh nakin ku Kobanê bikeve” jî, dema min ev rêzik dinivîsandin hêj rastî hewldaneke biçûk jî nehatibûm di vî warî de. Loma, eger Kobanê bikeve û li bajêr komkujiyek rû bide, dê Kurd Enqerê ji vê mesûl bibînin. Di rewşeke wisa de, Öcalan jî nikare hereketa siyasî ya Kurd û girseyên ku piştgiriya wê dikin di nav pêvajoyê de bihêle. Dîsa jî dê ji bo hereketa siyasî ya Kurd hîç ne asan be ku dev ji merheleya “muzakereya bi dewletê re”  berde. Lewra piştî 30 salî gihîştine vê qonaxê.


Rûdaw di ser PKKê re ye 

Divê em pêwendiya Kobanê bi pêvajoya çareseriyê re di eqlê xwe de bihêlin feqet lazim e xal di pêlana serekî de be: Rûdawa li Kobanê di ser PYD/YPG û herwiha PKKê re ye, êdî meseleya hemû Kurdan e. Loma yên ku li Kobanê tercîha xwe bi aliyê DAIŞê ve bikin, dê ji niha û pê de nikaribin ji Kurdan bêjin “em wekî goşt û neynûkê ne, em hemû bira ne” û hwd. Heke em dîsa vegerin ser pirsa di serdêra nivîsê de heye ev nirxandin mimkun e: Eger Kurd li Kobanê winda bikin, bi tu awayî nayê wê me’nê ku Tirk serkeftine. Eger ev bêxwemî berdewam bike, dê “biratiya Kurd û Tirkan” ku her daîm tê ser ziman wina bike. Encamê diyar ev e.

Di dawiyê de no têbînî:

1) Dema ku Kobanê bikeve destê DAIŞê, em nikarin bêjin ku Kurdan bi awayekî teqez winda kiriye. Lewra li ber çavên hemû dinyayê şerekî heta bêjî bes newekhev didome. Berxwedêrên Kurd ên ku li gel çekên giran ên di destê DAIŞê de jî bi rojan bajêr parastin, herhal Kobanê ji dest bidin jî dest ji şer bernadin.

2) Eger berxwedêr, bêyî mudaeleyeke rasterast a Tirkiyê yan jî ya hevpeymana navneteweyî DAIŞê bi paş de dehf bide; dê bi awayekî giştî îtibara Kurdan û bi taybetî jî ya hereketa PKKê li seranserê dinyayê zêdetir bibe




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı