Duran Kalkan: Pirsgirêk bi piranî nemane, em vedikişin

15.02.2015 Vatan
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2013/04/23)

“Pirsgirêk bi piranî nemane, em vedikişin”

Roja berê, em li cihekî Herêma Kurdistana Iraqê nêzîkî sînorê Tirkiyê bûn. Ev der navendeke PKKê ya li Amêdiya ser bi bajarê Duhokê bû. Dema ez û hevalê min ê fotografer İlker Akgüngör, li benda rêvebirê rêxistinê bûn. Ji ber ku ne diyar bû emê bi kîjan rêvebirî re dîdarê bikin, çend texmîn hatine bîra me. Lê dema me kesê kete hundirê kon dît, em gelekî ecêb man. Lewra Duran Kalkan li pêşberî me bû. Ev kes bi xesletekî xwe tê naskirin ku ji medyaya Tirkî re hîç xeber nade. Delal Amed jî pê re bû. Amed, serperiştiya yekîneyên jin ên çekdar bi navê YJA Star dike û di nava PKKê de yek ji rêvebirên sereke yên jin e.


Kalkan yek ji damezrênerên PKK ye û bi eslê xwe Tirk e. Ew wekî teorîsyenê rêxistinê û yek ji pêşengên baskê “tund” tê qebûlkirin.  Ji gotinên wî wisa tê fêmkirin ku wê sibe muhtemelen ji hêla Murat Karayılan ve civîneke çapemeniyê were kirin. Di wê civînê de wê destpêka vekişîna PKKê ji Tirkiyê were îlankirin.


Der barê vekişînê de tu problem tuneye ne wisa?

Kalkan: Tuneye, ji hêla me ve tiştekî bibe problemeke ciddî tuneye. Helbet divê şert û merc guncan bin û pratîze bibin. Vekişîn ne seetek û rojek e.

Berê daxwazên wekî “êminbûna yasayî” hebûn. Pirsgirêkên di vî warî de xelas bûn?

Kalkan: Qenaeta min ew e ku qismekî mezin temam bû. Lê daxuyaniya di vê mijarê de wê rêvebiriya me di nava çend rojan de bide. Texmîn nakim problem hebin. Lê dibe ku hin nêrîn, pêşniyarî û daxwazên rêvebiriya me bêne ser ziman.

Niha we nameya Öcalan dîtiye. Hûn qanih kirin?

Kalkan: Min dît, belê qanih bûm. 

Van demên dawîn hûn jî di navê de daxuyaniyên bi tereddut ji hêla rêvebirên we ve dihatin dayîn. Wer diyar e ev nemane.

Kalkan: Belê nemane. Ya rastî ew daxuyaniyên me ji bo qanihkirina gerîlla bû. Sîstemeke ku bi salan e çêbûye, xebat û mucadeleyek heye. Însan bi asanî neçûne wê derê, belasebeb derneketine. Ji bo armancekê hatine. Di yek carê de berevajîkirina vê rewşê ne karekî wisa asan e. Wekî din lazim e fêm bikin. Bi emrekî hişk û sar jî nabe. Erê esker in, lê ji bo armancekê dikoşin. Yanî eskeriyeke mecbûrî nakin. Qanihbûna wan ji vê hêlê ve muhîm e. Tenê Serok Abdullah Öcalan dikaribû wan qanih bike. Loma me got lazim e ji İmralıyê gelek bang û peyam werin. Ev bicî tên.


Di encamê de wisa tê fêmkirin ku we mijara qanihkirina gerîlla çareser kiriye…

Kalkan: Ji bo destpêkê wisa ye. Dê hemû çawa bibe, ew girêdayî pêvajoyê ye


Ji dema ku pêvajo dest pê kiriye û hetanî niha yên çiyê hêvî û  fikarên çawa anîne ser ziman?

Delal Amed: Îsal wê pêvajoya pêngaveke nû dest pê bikira. Hemû amadehî, motîvasyon li ser vê bû. Gelekî bibiryar bûn. Lê bi pêvajoya nû re herî zêde rewşa Serokatiyê (Öcalan) anîne ser ziman. Di wê mijarê de li benda gavên muşexxes in. Wekî din dixwazin hikûmet der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên berçav bavêje. Li aliyekî din jî di paşerojê de me gelek gav avêtine, lê ji hikûmetan tu bersiv nehatiye. Fikarên ji ber vî sedemî jî hene. Em pêvajoyê wekî “her tişt xelas” nabînin. Dê mucadeleya me bidome. Vekişîn jî parçeyekî vê mucadeleyê ye. Di vê nuqteyê de em hewl didin hêzên xwe qanih bikin.


Wextekî we fikarên wekî “gelo hikûmet dixwaze bi vekişînê zeman qezenc bike?” dianî ser ziman. Piştî nameya Öcalan ev jî bidawî hatin gelo?

Kalkan: Me rêvebiran ev mijar bi hûrî û girî nîqaş kir. Me fêm kir ku: Peymaneke bi vî curî tuneye, rewş ji nirxandina pêvajoya siyasî diqewime, divê em nêrîn û stratejiyekê diyar bikin, bi hêza xwe mucadeleyê bikin û hin tiştan biguherînin. Peyama ku ji İmralıyê hat û agahiyên têne dayîn li ser vî esasî ne. Em îdî vê dizanin: Hinek tiştekî hazir nayinin nadine me. Emê rêbaza mucadeleyê biguherînin û bixebitin. Baweriya me heye ku emê biser bikevin.

Bi qasî ku ez fêm dikim fikê we wiha ye: “eger ji hikûmetê projeyeke zelal li ser çareseriyê tunebe jî, emê di vê pêvajoyê de bi rêbazên nû çareseriyekê birexsînin”.

Kalkan: Rast e. Bi eşkereyî bêjim: Em projeyeke zelal nabînin. Ne ku bi temamî tuneye. Hin gotin hene, lê berbelav û muxleq in. Feqet li gel vê jî em bi biryara xwe dikin. Lewra em dixwazin pêşiya her tiştî vebe. Hewayeke wisa derkete holê ku wekî PKK pêşî li her tiştî digire û dibe asteng. Jixwe em ne asteng bûn lê niha li gorî wan jî em îdî ne rêgir in. Lê helbet em xwe nadine aliyekî. Ev pêvajo jî pêvajoya mucadeleyeke nû ye. Baweriya me ew e ku emê li gorî şert û mercên vê pêvajoyê hereket bikin û encamekî bidest bixin. Emê rê li ber demokratîzebûna Tirkiyê vekin.

Lê di vê pêvaoyê de hûn çekê hilnadin...

Kalkan:  Helbet em hilnadin. Xeter e. Dema ku we dest bi mucadeleyekê kir encam ne xerentî ye, lê qenaeta min ew e ku şert û merc di lehê me de ne.

Di nameya Öcalan a Newrozê de ji dervayî demokratîzebûna Tirkiyê vizyoneke herêmî jî hebû.  Vizyona AK Partiyê û gotinên Öcalan çi qasî nêzîkî hev in?

Kalkan: Dûrî hev in, bi halê mewcûd jî li hev nakin. Hewlên hikûmetê yên der barê herêmê de bêencam man. Ne li Misirê, ne li Lîbyayê, ne li Iraqê û ne jî li Îranê encam da. Herî dawîn jî di polîtîka Sûriyê de ew bi xwe dibînin ku xelet dikin. Ya rastî ne ku nedibû, lê bi wê helwestê nedibû. Bi înkarkirina Kurdê hundir, çavgirtina pirsgirêka Kurdê xwe û paşguhkirina demokratîzekirin û çareserkirina meseleya Kurdan hedefa Tirkiyê bicih nedihat û ew polîtîka nedigihîşt encamê. Ji ber ku ji naverokeke demokratîk dûr bû ew polîtîka AKPê biser nediket. Lê eger hêla demokratîk geş bibe, hêzên demokrat piştgiriyê bidinê AKP dikare biser bikeve. Em zêdetir bi wan hêzan bawer in.

Murat Karayılan gotibe wê vekişîn bigihê payizê. Wê ew qas dem bikêşe?

Delal Amed: Wê bikêşe tabîî, zêdetir jî. Amadehî lazim e. Lewra em çawa ketibinê, emê wisa derkevin. Divê tevdîrên ewlehiyê werine girtin, ewê jî emê bikin. Tu hêviyeke me ya wisa ji kesî tuneye. Herwiha hêzên me zêde ne, yanî wext dixwaze.


Lê destpêkirin wext nagire herhal. Vekişîna hêzên nêzîk jî wê dest pê bike….

Amed: Belê wê dest pê bike. Di destpêkirinê de problem tune. Lê vekişîna hemûyan gelekî wext digire.

Kalkan: Çiya hemû berf in. Dema berf bihele, wê her cihê kortal bibe robarek. Derbaskirina wan di vê demsalê de gelekî zehmet e. Hetanî nîvê hezîranê, derbasbûna ji gelek avan ne mumkin e. Herwiha eger ji Karadenizê yekeyek bikeve rê di sê mehan de digihê Dêrsimê. Ji Dêrsimê jî heta vir bimeşe, 3 meh in.


Madem wê li gel dewletê lihevkirinek çêbe, ne lazim e herkes çawa hatibe wisa here. Dibe ku li hin nuqteyan kom bibin û bêyî agahiya raya giştî bi rêya bejahî herin.
 
Kalkan: Tiştekî wisa ji bo me ne hewce ye. Em rast jî nabînin. Lihevkirineke wisa tune. Em li ser esasê biryara ku Serok Apo piştî nîqaşa li gel BDP, Ewrûpa û rêvebiriya me girtiye vedikişin. Helbet têkiliya vê bi hevdîtinên li İmralıyê bi rayedarên dewletê re hatiye kirin jî heye. Ya herî muhîm jî wekî ku Serokwezîr gelek caran gotiye: “Bila çek bêdeng bibin, fikr û siyaset biaxive!”. Eger kesek vê bêje, emê li gorî xeta xwe bêjin erê. Hêza di muqabil de rêya koşîna siyasî veke, PKK vê redd nake. Redd bike wê bi xwe re bikeve nakokiyê û winda bike. Mesela operasyonên 2009an ên li ser KCKê nehatibana kirin pêvajo wisa nedimeşiya. Dibêjin: “Bila siyasetê bikin”. Siyasetmedar di hepsan de ye, di rewşeke wisa de kî dikare siyasetê bike?


Hûn ji bo çalakiyên mirovên aqilmend çi dibêjin?

Kalkan: Beriya her tiştî divabû herî kêm nîvê wan ji jinan pêk hatiba. Naverok nuqsan e, çêbûn qels e, ji hêla pêkhatinê ve li gorî me yekalî ma, plansazî kêm e, lê dîsa jî 67 însan ji Stenbolê rabûne çûne heta Şemzînanê, bi xelkê re muşawerê dikin. Belkî cara yekem e ku ji dervayî çapemenî û partiyên siyasî di civakê de ev pirsgirêk têne xeberdan. Ez vê muhîm dibînim. Ev berdewam be, astengî nekevine navê û were pêşdebirin dibe ku kêmasî temam bibin. Bi vî awayî dê civak rastiyê bibîne.


We got pêvajoya esasî dê piştî vekişînê dest pê bike. Li vê derê dema ku em li benda te bûn, yekî got “divê deriyê hesinî bi paş de vegere”.

Kalkan: Di çareseriyên siyasî de şer helbet astengiyan durist dike. Lê ne tenê hêzên me astengiyan derdixin. Hêzên dewletê li herêmê gelekî zêdetir in. Vekişîna me divê were wê me’neyê ku herêm bi temamî ji hêza şer xalî bibe. Wê demê siyaset dikare derkeve pêş. Derdorên civakî yên ciya ciya bi awayekî rehettir û azadtir dikarin fikrên xwe bêjin. Ji vê nêrînê ve vekişîn muhîm e ama ya esasî çareseriya siyasî ye. Gavên îradeya siyasî diyarker in. Di destpêka vekişînê de wê ew zemîn birexse. Wê demê lazim e siyaset di ser wê re bigere. Tehemmula Tirkiyê ji bo wê yekê tuneye ku pirsgirêkên xwe texîr bike. Divê bilez gav bêne avêtin.


Di nava PKKê de ji bo we û Cemil Bayık îsnada “tundrew” tê kirin. Ev rast e?

Kalkan: (Bi aliyê Delal Amed dizivire) tundrew HPG ye  (hêza PKKê ya çekdarî). Yên ku dixwazin PKKê hem ji hêla çekdarî û hem jî ji hêla siyasî ve tasfiye bikin, hem zemanê xwe, hem  jî hêza xwe belasebeb xerc dikin. Lê bi fêmkirina PKKê û lihevkirina wê dikarin gelek tiştan qezenc bikin. Em ji bo vê vekirî ne, partiyeke relaks in. Em partî ne, yekîtiyeke me heye lê ji însanan pêk tê. Mesela hêza Serok Apo ya fikrî û têgihîştinê bi tu awayî ne wekî ya min e. Ev 40 çal in wî nas dikim. Ew hêza biqewet a fikrî tuneba ev qas tişt çêndibûn. Di nava me de ciyawazî hene helbet. Herkes bi zanîn û ji bo armancekê beşdar bûye. Lê sîstemek di nava me de cîbecî bû, em rûdinên nîqaş dikin. Di civînên resmî de azadiya nîqaşê tam e. Di encamê de wextê biryarek derket pratîzekirina wê muhîm e. Fikrên me nêzîkî hev in, lê di her tiştî de sed der 100 ne wek hev in.



Bi qasî ez dibînim bi taybetî jî di serdemên krîtîk de Murat Karayılan peyamên erênî û nerm dide çapemeniya Tirk, yanî dibe “polêsê baş”; mesela hûn yan jî Cemil Bayık di çapemeniya Kurd de mijarên wekî “şerê şoreşgeriya xelkê” derdixine pêş û peyamên hişk didin, yanî dibine “polêsên xerab”.

Kalkan: Dibe ku ji ber pêdiviya wezîfeyê be. Divê were zanîn ku em kîjan wezîfeyê dimeşînin. Di gelek partî û rêxistinan de parvekirina wezîfeyan bi awayî heye, çima li cem me tuneye?

Ew fotoyê ku we hemûyan bi hev re kişand, ji bo nîşandana yekîtiya navxweyî bû?

Kalkan: Gelek fotoyên wisa hene, lê me nedida çapemeniyê. Dema ev pêvajo geşe xwar û heyet çêbû, gihîşte çapemeniyê. Berî niha bi mehekê me civînên ku hemû heval tê de beşdar bûn çêkirin.


Hûn niha dikarin bêjin ku di rêvabiriya sereke de li ser pêvajoyê tu pirsgirêk tuneye?

Kalkan: Di rêvebiriya me ya jor de tuneye. Hin nîqaş çêdibin, lê hetanî niha di biryargirtinê de em rastî tu pirsgirêkan nehatine. Me bi hev re fikrek anî holê. Piştre ew ji Serok Apo re ragihand. Lê mijara vekişînê tê nîqaşkirin. Ne tenê rêvebirî vedikişe. Fermanberiya asta navîn, hêza şerker di fêmkirina pêvajoyê de zehmetiyê dikşîne. Asta hişmendiyê û tecrubeyên wan li aliyekî, bikelecan in. Bi hest û refleksan hereket dikin. Dipirsin: “Rêxistin çi bêje, emê wê bikin, lê çima wisa bû?”, dixwazin fêm bikin. Wekî din jî yên ku dibêjin, “Ma bi rastî Serok Apo wisa gotiye? Wî wextî em jî dixwazin bibînin” hene.


Mumkin e ji vê aloziyek derkeve?

Kalkan: Eger piştî vekişîn dest pê kir pêşiya Serok Apo were vekirin, îmkanên ku bibandortir bangî girseyê bike birexse, kêşe çênabe. Lê îmkanê ku Serok Apo xîtabî gerîlla bike bidest nekeve, em wekî rêvebiriyê nikarin vê hêzê bikşînin. Dê vekişîn dest pê bike, lê di vê pêvajoyê de wê herkes bixwaze ku hin tiştan bibîne. Feqet îmkanên ku Serok Apo rasterast bi rêxistinê re biaxive, bangî wan bike amade bibin, xebatên meclisê yên li ser demokratîzekirina siyasetê geştir bibin pirsgirêk namîne.


Pêvajo bêyî kem û kasî bimeşe wê di encamê de çi bibe?

Kalkan: Eger gavên dualî bêne avêtin em dikarin bilez encaman wergirin. Di encamê dê ev bibe: Wê di li ser rewşa heyî ya Tirkiyê guherînên esasî yên siyasî rû bidin. Distûra nû… Gelo dê wekî distûreke ku Kurdan û pêkhateyên din înkar dike bimîne, yan jî fireneteweyî û pirrengî be? Piştî vê helbet hemwarkirinên yasayî yên li gorî vê dê werin rojevê. Meseleya Kurd hem pirseke zor e hem jî asan e. Tenê bila zihniyet û eqliyeteke piralî û berfireh hebe.


Ruşen Çakır Duran Kalkan Röportaj



Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı