Do Partiya Refahê îro jî HDP

08.03.2015 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2015/02/28)

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di CNN Türkê de mêvanê bernameya Tarafsız Bölge yê Ahmet Hakan Coşkun bû. Di 75 deqîqeyên weşana zindî de, pêşî Operasyona Şah Firat piştre jî pêvajoya çareseriyê hate xeberdan. Bêguman ev jî muhîm in û divê ku ji Demirtaş bêne pirsîn. Lê belê muxatebê rasterast ê Operasyona Şah Firatê PYD/HPG ye. Yê pêvajoya çareseriyê jî ewilî İmralı (Abdullah Öcalan) taliyê jî Qendîl (PKK/KCK) ye. Mijara ku HDP yekser muxateb û fail e, hilbijartina parlamenteriyê ya 7ê Hezîranê ye.

Ji aliyekî din ve HDP di hilbijartina 7ê Hezîranê de partiya herî liberçav e. Li Tirkiyê demeke dirêj e ku mijara ka dê HDP karibe benda sedî 10an derbas bike yan na tête nîqaşkirin. Wer diyar e ku wê li ser mijara “eger derbas neke wê li Tirkiyê çi biqewime?” gelekî nîqaş bêne kirin. Herwiha Demirtaş, van serdemên dawîn di qada siyasetê de kesê herî pêşeng e. Delîla vê yekê jî ew e ku di hilbijartina serkomariyê de ji sedî 9.8ê dengan anî. Muhtemelen wê HDP di vê hilbijartinê de Demirtaş bike mîhengê hilbijartinê, herî kêm wê di propaxandeyê de wî derxîne pêş.  

Bûyîna partiya sereke di qada siyasetê de

Em niha hinekî bi paş de vegerin, herin destpêka salên 1990î. Di qada navneteweyî de stêrka hereketa îslamî geş bû. Li Tirkiyê jî wekî tesîreke vê rewşê Partiya Refahê ber bi navenda sîstemê ve dimeşiya. Lê belê medyayê, muameleyeke wisa bi rêvebir û gotebêjên Partiya Refahê re dikir ku wekî her marjînal bin (û mehkûmê marjînaliyê bin). Li gel vê, mijarên ku kesayetên Partiya Refahê rasterast bi wan re pêwendîdar bûn nedihate pirsîn. Mesela pirsên li ser bernameya partiyê, we’dên hilbijartinê û çalakiyên wê nedihatin arastekirin. Ji dêvla van meseleya şerîet û laîsîzmê dianîn rojevê, bûyerên bi piranî şexsî, ji hundir û derve dikirin dabaşa nîqaşê. Ji endamên Partiya Refahê jî dihate xwestin ku xwe isbat bikin û bidine nîşandan ku ne li dijî dewletê ne. Lê me dît ku ev bi kêrî tiştekî nehat. Herwiha piraniya ew mensûbên medyayê ku di biçûkdîtin û reşkirina Refahê de bi hev re ketibûn pêşbaziyê, qederek e ji bo xwe di çavên Serkomar Erdoğan û desthilata AK Partiyê de şîrîn bikin teqlan diavêjin. Xwe li erdê dixin.

Helbet rewşa îro û ya do ne wek hev in. Mesela bi tu awayî nêteke xerab îsnadî Ahmet Hakan nakim, berevajiyê vê helwesta wî li beramber HDP û Demirtaş erênî jî bû. Lê diyar e ku ew hê jî HDPê wekî partiya sereke di qada siyasetê de nabîne. Bandora vê qenaetê di tevgerên wî de heye. Dema hal ev be di erefeya hilbijartina parlamenteriyê de ji dêvla ku wekî serokekî partiya her û her bilind dibe xeber bide, wekî rewşenbîrekî şareza li gel Demirtaş sohbet kir.

Meşa Kurdan ber bi merkezê

Mebesta min ne nîqaşa li ser rojnamevaniyê, ji vê jî xerabtir ne polemîk e. Meramê min ev e: Di salên 1990î de em bûne şahid ku dîndarên ji hêla rejima cûmhûriyetê hatibûn vederkirin bi wasiteya Partiya Refahê dest bi meşa merkezê kirin. Lê medyayê rewşa heyî tam fêm nekir, yan jî paşguh kir. Li gel ku muqtedirên desthilata berê tişta ji destê wan hat kir jî ev meşa ber bi merkezê gihîştiye encamê. Lê piştî ku dîndar hatin merkeza sîstemê Tirkî nebû welatekî demokrattir. Bi taybetî jî piştî ku Erdoğan di sala 2007an de ji dêvla perspektîfa “pirdengi”yê, berê xwe da “girseparêzi”yê, demokrasî li welat îhtiyacê herî zarurî û acil e. Ev taybetmendiya demokrasiyê hê jî berdewam e.
Îro jî em dibine şahid ku girseyeke din ya ku ji hêla rejima cûmhûriyetê ve hatibû vederkirin yanî Kurd, ber bi merkeza sîstemê ve dimeşin. Ev diyarde, bi qenaeta min hê jî bi taybetî ji hêla medyayê ve tam nehatiye fêmkirin. Halbûkî, ev rêwîtî, zû yan jî dereng, her bi çi awayî be muheqeq dê temam bibe.
Hin derdorên ku do ji krîza sîstemê aciz bûn, mesafeyek di navbera xwe û Refah/Fazîlet/AK Partiyê hiştibûn û krediyeke nisbî dabûne van partiyan. Em îro dibînin ku piraniya van xeyalşikestî ne. Loma HDP û Demirtaş ne tenê Kurd, herwiha ji bo kesên aciziya vê sîstema “nû” ya ku xitimîna wê eşkere dibe dikşînin, dibe ku berê xwe bidine vê xetê. Yanî HDP û Demirtaş xwedî wê potansiyelê ne ku ji bo van derdoran bibe merkeza cazîbeyê.

Feqet Tirkî û medyaya wê, hê ji merheleya îhtimala vê rewşê wekî mumkînatekê nîqaş bikin gelekî dûr in. Herwiha ji fikirîn û teheyyula wê jî dûr in.
Belkî wiha baştir be, kî dizane!




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
10.11.2024 Abdullah Öcalan’a sormak istediğim 20 soru
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı