Dîsa şerê PKK û Hizbullahê û dîsa bêxemiya “bila hev bixwin”

10.10.2014 Vatan
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2014/10/10)

Di dawiya meha îlonê de, hêj dorpêçkirina Kobanê di rojên pêşî de bû, min nivîsek nivîsndibû. Min tê de bal kişandibû ser wê yekê ku xetere heye şer sîrayetî nav Tirkiyê jî bike. Min paragrafa dawîn a wê nivîsê wiha qedandibû: “Em ji niha ve dibihîzin ku li kenarên metropolên wekî Stenbol û Edeneyê, milîsên alîgirê PKKê li dijî kesên ku gumanbar in têkiliya wan bi DAIŞê re heye seferber bûne. Bi bilindbûna şerê li Kobanê, ew hêrsdariya di navbera PKK û DAIŞê de heye, îhtimal heye ku wekî şerê salên 1990î yê PKK û Hizbullahê li metropolan û bajarên Kurdan rû bide. Divê mirov îhtimala ku ev rewş bigere pevçûneke berfireh her demê di bîra xwe de bihêle.”

Piştî ku şerê Kobanê bilind bû û îhtimala ketina bajêr derkete holê, bizava siyasî ya Kurd, banga kolanan kir û di serî de bajarên Kurdan, çar aliyê welat tevlihev bû. Ew nirxandin û pêşbîniya min jî rast derket. Di navbera bizava siyasî ya Kurd û grûbên ku bi awayekî têkildarî DAIŞê ne li gelek ciyan pevçûn derket. Bi vê yekê re, şerê PKK û Hizbullahê ku demeke dirêj e hilawistî bû dîsa hate rojevê. Rewş hate wê radeyê ku 30 kesên di rûdanên dawiyê de  mirin, tê gotin ku qismekî wan qurbanên van pevçûnan in.


Di çirûskekî de

Ne hewce ye em bi dirêjî qala şerê PKK û Hizbullahê yê salên 1990î bikin. Em dikarin bêjin ku “şerekî xwînê” di holê de heye. Car caran tansiyon zêde bibe jî, her du aliyan bir sedemên cuda cuda tercîh nekir ku şer bixin rojeva xwe. Lê ji ber ku di wextê derbasbûyî de, her du alî jî neketin nav diyaloxeke ciddî, neewlehiya du alî, hêrsdarî û dijminahî her daîm berdewam bû. Dawiya dawîn bi sedemê Kobanê di çirûskekî de pevçûn bi awayekî tund dîsa dest pê kir.

Di vê meselê de kî heq û kî neheq e? Nîqaşeke wisa bême’ne ye. Feqet divê em balê bikşînin ser xalekê: Gelekî bême’ne ye ku ev pevçûn, niha  û di ser Kobanê re careke din geş  bibe. Lewra tu nêzîkatiya Hizbullahê û DAIŞê tuneye. Hetta mirov dikare bêje ku rewşeke bereksê vê heye. Li gel vê em dizanin ku rêvebirên Huda Parê di rojên pêşî de seredana penaberên ku ji Kobanê hatibûn Sirûcê jî kirin.
Herçiqas ne yek bin jî, em dikarin bêjin ku ji du taxên cîran in. Di salên 1980, bi taybetî jî 1990an de li nav Kurdan navenda Îslamîzmê Hizbullah bû. Lê piştî kuştina serokê wê Hüseyin Velioğlu, Hibullahê stratejiya xwe guherand û giranî da ser xebatên qanûnî. Ziman û gotinên xwe jî nerm kir û hate ser xeteke miyanrew. Ev rewş jî berê bi kêrî El Qaîde îro jî bi kêrî DAIŞê tê. Di vê nuqteyê de xala herî balkêş ew e ku kurê serkirdeyekî Hizbullahê Hacı Bayancuk, Halis Bayancuk, di çarçoveya operasyonên El Qaîdeyê de hate girtin. Bayancukê xort ku bi leqebê “Ebû Henzela” tê naskirin, di serdemê dawîn de piştî dubendiya El Qaîde û DAIŞê, tê îddiakirin helwesta xwe li cem rêxistina duyem diyar kiriye.

 
Esas wê Tirkiyê winda bike

Hin kesên ku ji derketina şerê PKK û Hizbullahê kêfxweş dibin û dibêjin “bila hev bixwin” hene. Helwesta yên ku ji her du grûban jî hez nakin, di nêrîna pêşî de dibe ku bimentiq bixuyê. Lê divê em vê yekê baş zanibin: Unsûrên “kûr” yên ku şerê 90î har dikirin hemû tesfiye bûn. Van her du aliyan jî derbeyên mezin li hev da. Lê hem PKK hem jî Hizbullahê, qeweta xwe zêdetir kirin û gihîştin roja îro.
Yanî di demeke nêz de, dibe ku ev şer zererê bide her du hêzan jî. Lê di plana dirêj de wê zerera herî mezin bigihê welat. Lewra atmosfera ku di tansiyoneke bilind re derbas dibe, dê gurtir bibe. Ez bi xwe bawer nakim ku ev mesele baş hatibe fêmkirin. Hetta, herçiqasî di destê min de delîleke biqewet tunebe jî, qenaeta min ew e ku di gurkirin û harkirina şer de mudaxeleya kesên sêyemîn heye. Baş e, wê ji niha û pê de çi bibe? Min ji daxuyaniyên Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku do dan û talîmatên ji Abdullah Öcalan hatine jî wisa fêm kir ku bizava siyasî ya Kurd, muhtemelen dixwaze di roniya van geşedanan de pevçûnê bidawî bîne. Bawer nakim ku Hizbullah jî bixwaze ev pevçûnên ku destkeftiyên wê yên siyasî û di qada qanûnî de dixe xeterê berdewam bikin. Li gel vê, aştî jixwe ne mumkin e. Bes piştî vê merheleyê agirbest jî dê asan nebe.

Ji aliyekî din ve jî DAIŞ di nava Kurdan de xwedî potansiyel û rêxistinbûnekê ye. Ew jî dê hewl bide ku ev pevçûn û tundî berdewam bike û atmosfer aloztir bibe.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı