Dibe Tirkî ji ber DAIŞê Kurdan ji dest bide

17.09.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/09/17)

Tirkî çima nikare di “hevpeymana xwebexşan” a li dijî DAIŞê de cih bigire ku Emrîka pêşengiya wê dike? Min sedemê vê yekê di nivîsa roja berê de bi şeş maddeyan şîrove kiribû. Ya rastî ez biryara hikûmetê der barê vê yekê de bi giştî rast dibînim. Bîlançoya operasyonên Emrîkayê yên li ser cofrafyaya Îslamê li cihên wekî Efxanistan, Iraq û herêmên din tecrubeyeke tehl e.  Herwiha gelek ze’fiyet, kêmasî û şaşîtiyên  “plana Obama” hene. Ji ber vê yekê gelekî normal e ku welatekî cîranê Iraq û Sûriyê, li beramber hevpaymeneke wisa, dudil û bitedbîr hereket bike.

Lê belê cihnegirtina  di vê hevpeymanê de nayê wê me’neyê ku polîtîkaya Enqerê ya der barê DAIŞê de rast e. Hûn rastiyê bixwazin, der barê diyardeya DAIŞê de ku Tirkiyê gelekî ji nêzîk ve elaqedar dike û dê hevsengiya li herêmê hemûyî serûbinî hev bike, tu polîtikayeke desthilata siyasî ya muşexxes û berçav tuneye.


Pêwendiya pêvajoya çareseriyê û DAIŞê

Ev rewşa bêpolîtîkabûnê, dibe ku pêwendî û pêvajoyên ku ji bo hikûmetê bi xwe têra xwe krîtîk in bi xetereyeke mezin re rûbirû bihêle. Ya pêşî tê bîra mirov, pêvajoya çareseriyê ye ku qedera Tirkiyê pê ve girêdayî ye. Hêzên wekî YPG û HPG ku di xeta Abdullah Öcalan de dimeşin, di şerê li dijî DAIŞê de li Sûrî û Iraqê gelekî derketin pêş û wekî encamekî vê serkeftinê PKK, di medyaya welatên Rojava de îmajeke nû bi dest xist. Desthilata siyasî ya Tirkiyê, ji ber vê îmaja nû pir aciz e.

Li gel van jî hikûmet, dixwaze lezê bide pêvajoya çareseriyê û li Tirkiyê bîne pêşiya hemû karan. Di muqabilî vê de, seretayiyên tevgera PKKê jî qederek e Sûrî û Iraq in. Armanca wê ew e ku destkeftiyên Kurdan li van her du welatan li dijî DAIŞê û rêxistinên wekî wê biparêze.
Wekî encam rewşeke wiha derdikeve holê: Du hêzên ku bi salan e li dijî hev şer dikin, yanî PKK û dewlet ji binecihkirina aştiyê li Tirkiyê li ser eynî maseyê rûdinin, feqet li Sûrî û Iraqê mesafeya di navbera wan de vedibe. Eger Enqere û İmralı/Qendîl, der barê pêvajoyê çareseriyê û rûdanên li Iraq û Sûriyê bi hev re nefikirin û tevde hereket nekin/nikaribin bikin; dê berjewendiyên her du hêzan jî li Tirkiyê, Iraq û Sûriyê bikevin xeterê. Her du alî jî dê bibin ziyandarê pêvajoyê.


Hêvîşikestina Kurdên Iraqê

Bizdokî û bêpolîtîkabûna hikûmetê ya der barê DAIŞê de, ne tenê pêvajoya çareseriyê dixe xeterê. Fûad Huseynê ku wekî destê rastê yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê naskirin, ji Rûdawê re axiviye. Em ji gotûbêja wî fêm dikin ku Enqereyê, Kurdên ku li Iraqê şirîkên wê yên serekî û stratejîk in bi rastî jî hêvîşikestî hiştine.

Huseyn dibêje: “Em di rojên teng re derbas dibûn. Emrîka, Fransa û Ewrûpa ji wî serê dinyayê hatin arîkariya me kirin lê Tirkiyê tiştek nekir. Me daxwaza arîkariyê jê kir, dîsa nehat” û li ser zêde dike: “Negotin, em arîkariyê nakin. Gotin, em dikarin piştî hilbijartina serkomariyê bikin. Em di rewşeke gelekî tengav de bûn, lê xeynî çavnêriya piştî hilbijartinê tu çareya me tunebû. Lê dîsa jî arîkarî nekirin. Tirkiyê, hêviyên me bicih neanî.”

Huseyn didomîne: “Wekî her Kurdî, Barzanî jî ji helwesta Tirkiyê xeyalşikestî bû.” Divê em baş bala xwe bidine van hevokan, “Divê em û Tirkiye bi hev re rûnên û bi awayekî eşkere li ser vê yekê gotûbêj bikin. Ma dibe pêwendî wiha be? Berjewendiyên Tirkiyê jî di dijberiya DAIŞê de ye. DAIŞ, ne dostê tu welatî ye.


Pêwistiya polîtîkayeke acil

Em dîsa vegerin serê nivîsê. Cihnegirtina di hevpeymaniyê de ku Rojava pêşengiya wê dike rast e, lê bi tena serê xwe têra tiştekî nake. Tirkî, mecbûr ku helwesteke serbixwe li dijî DAIŞê bigire. Yek ji hîmên esasî yê vê yekê, çima ne hevxemiya Kurdan be ku DAIŞê ew ji xwe re dijminê serekî hilbijartiye. Herwiha hevxemiya kêmneteweyên ku di nav Kurdan de dijîn. Di vê çarçoveyê de mesela hikûmet dikare ji bo penaberên Êzîdî yên ji zilma DAIŞê reviyane kampanyayeke arîkariyê û hevxemiyê li seranserê welat bide destêkirin.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
10.11.2024 Abdullah Öcalan’a sormak istediğim 20 soru
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı