Di çar fotoyan de yekbûna Kurdan

01.11.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/11/01)

Fotoyê pêşî ji Iraqê ye. Li Çiyayê Şengalê hatiye kişandin. Êzîdî ji zilma DAIŞê reviyan û xwe spartin Çiyayê Şengalê. Hêza ku pêşî gihîşte hewara wan YPG bû ku di xeta Öcalan de hereket dike û baskê çekdarî yê PYDê ye. Piştre jî çekdarên HPGê ji Qendîlê hatin ku ew jî baskê eskerî yê PKK/KCK ye. Duwayî ku balafirên Emrîkayê amancên DAIŞê yên li derdorê bombardûman kirin, 100 eskerên girêdayî hêza taybet ya Emrîka bi berpirsên rêxistina navneteweyî ya arîkariyê USAID gihîştin Çiyayê Çengalê. Peşmerge jî bi wan re çûn.
Ev foto gava Êzîdiyan pêşmerge û Emrîkî ji ber derengmayîna arîkariyê protesto dikir hatiye kişandin. Ji aliyê rojnamevanan ve sivilê bi şewqe yê li ortê berpirsekî USAIDê ye. Wergêriya di navbera wî û xelkê de jî şervanekî YPGê dike. Çekdarê ku pişta xwe zivirandiye jî şervanekî HPGê ye. 

Fotoyê duyem jî ji Iraqê ye. Li Mexmûrê hatiye kişandin. DAIŞê, bi Şengalê re Mexmûr jî bidest xist. Qempa Mexmûrê ku penaberên Tirkiyê lê dijîn li ser êrişa muhtemel a DAIŞê hate valakirin. Piştî vê bajar bi hevkariya pêşmerge û HPG bi paş de hate girtin. Ev wêne, wextê ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû ziyareta Mexmûrê hate kişandin. Li kêleka Barzanî, du qumandarên ku di operasyonê de serperiştiya hêza HPGê kiribûn hene. 

Fotoyê sêyem jî ji Iraqê ye. Lê vê carê ji Kerkûkê. Dema ku DAIŞê êrişên xwe yên li ser axa Kurdistanê gurtir kir bala însanan çû ser vî bajarê ku bi petrola xwe zengîn e. Berpirsên Yekîtiya Nişnîmatiya Kurdistanê (YNK) ku di rêvebiriya Kerkûkê de giraniya wan heye ji bo piştgiriyê daxwaz ji PKK/KCKê kir. Wekî ku di foto de jî diyar e, HPGyiyên ku ji Qendîlê hatine ji hêla Kurdên Kerkûkî bi coş û xirûş hatine pêşwazîkirin.

Fotoyê çarem jî ji Tirkiyê ye. Ne hewce ye em dirêjî qal bikin. Pêşmergeyên ku ji bo piştgiriya Kobanê ketin rê li her cihê ku tê re derbas bûn bi elaqeyeke mezin û coş û xiroşeke geş hatin pêşwazîkirin. Ji dergahê sînor hetanî Ûrfayê, xelk herikî kolanan û bi kêfeke nedîtî bixêrhatin li wan kirin. 
Ev foto hemû bi me didine nîşandan ku tehdîda DAIŞê nakokî û milmilaneya di nav Kurdan de kêm kiriye û mesafeya heyî nehiştiye. Wisa diyar e ku dê hatina fotoyên bi vî rengî berdewam be.











Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
29.12.2024 Ve yeni “Çözüm Süreci” başladı
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı