Der barê çareseriya pirsgirêka Kurdan de çima geşbîn im?

14.01.2015 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2014/11/15)

Pêvajoya ku pêşî wekî “pêngava Kurdî” dûvre jî wekî “pêngava demokratîk” hate binavkirin, ji ber bûyera Xabûrê nîvco ma. Di wan rojan de li Parlamentoyê rastî Deniz Baykal hatim ku wê demê Serokê Giştî yê CHPê bû. Baykal henekê xwe bi min kir û got: “ji xeynî te kesekî ku vê pêngavê biparêze nemaye.”

Ya rastî heqê wî hebû. Lewra ewilî Serokwezîr Erdoğan û partiya desthilatê “ji serî de” dest pê kiribû. Li aliyê PKKê jî zimanê tund û tûjiyê bilind bibû. Lê piştre hate fêmkirin ku di vê serdema rawestanê de pêngaveke din ku wekî “pêngava Osloyê” dihate binavkirin birêve diçû. Di vê pêngavê de berpirsên dewletê û rêvebirên PKKê bi awayekî rêkûpêk diciviyan û li ser mijaran munaqeşe dikirin. Pêvajoya Osloyê jî bidawî hat lê hewldanên çareseriyê di berdewamiyê de ne.  Hikûmeta AK Partiyê dest bi hewldaneke nû kir û Abdullah Öcalan xiste navenda vê qonaxê. Ev biryareke gelekî licih bû. Di vê pêngava nû de ku wekî “Pêvajoya çareseriyê” hate binavkirin pêşveçûneke berbiçav hate dîtin,  lê dîsa jî pirsgirêk û acizî zêde bûn. Di dawiyê de jî ji ber ku hikûmetê meseleya DAIŞê fêm nekir, yan jî xelet şîrove kir di bûyera Kobanê de şaşîtiyeke mezin hate holê û pêvajo ji talûkeye ciddî filitî. Lê bi qasî ku tê dîtin trên li ser rayên xwe ye û bi rêya xwe de diçe.

Her daîm alîgirê çareseriyê

Min bi xwe ji serî ve ji hemû pêvajoyan bawer kir û destek da. Lewra ji roja ku min xwe nas kiriye, bi gotineke zelaltir ji 14 saliya xwe ve dema ku xwendekarê mekteba navîn bûm min xwe wekî çepgir dîtiye û agahdarî pirsgirêka Kurdan bûme. Ji wê demê hetanî niha ji nêzîk ve elaqedarî vê meseleyê dibim û dixwazim bi awayekî mayinde ev pirsgirêk çareser bibe. Ji do hetanî îro dibe ku der barê pirsgirêka Kurd û rêbazên çareseriyê de hin fikrên min guherîbin. Lê baweriya min ew e ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyê “bivê nevê” ye. Ev her wekî xwe maye. Daxwaza çareseriyê bi tu awayî nayê wê me’neyê ku lazim e hûn bêyî hed baweriya xwe bi aliyan bînin. Vêca ku hûn rojnamevan bin û li ser pirsgirêka Kurd binivîsin, divê hûn bi tu awayî nêrîna rexneyî îhmal nekin. Çi qasî ji heq derdikevim nizanim, lê heta ku ji min tê ez hewl didim ku vê yekê cibecih bikim. Xaleke din a ku ez bala xwe didimê jî ev e: Hewl didim ku nekevime bandora tu kesî. Divê bi eşkereyî bêjim ku ez ji kesên dualî tevdigerin hez nakim. Ew kesên ku xwe alîgirê çareseriyê nîşan didin û tenê xeletiyên aliyê hember dibînin. Ev, dibêjin em dixwazin çareserî çêbe, lê terefgîriya partî an jî desthilatekê dikin. Bi taybetî jî di nava mirovên wisa de hin kes hene ku xeletiyên liberçav ên aliyê xwe vedişêrin û sûcî dixine stûyê aliyê din. Kesên wisa derdorê digerînin qada agir û aloziyê derdixin. Bi vê jî namînin zirareke mezin didine pêvajoya çareseriyê. Ez bi xwe ji van cure mirovan gelekî aciz im.

Kûrkirina bêbaweriya dualî

Lewra aliyê herî hessas ê vê pêvajoyê, nebûna pêbaweriya du alî ye. Herdu alî jî bi hev bawer nabin. Hellkirina vê gumanbariyê jixwe têra xwe zehmet e, vêca dema ku hûn di esnayê tevliheviyeke herî biçûk de jî aliyê hemberî xwe bi neheqî û ji însafê dûr sûcdar bikin, hûnê çareseriyê yekcar bixine xeterê. Dema ku em ji vê perspektîfê li meseleyê binêrin, helwesta yên ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de rola Ocalan paşguh dikin û bi rêbazên şerê derûnî HDPê û hevserokê wê Selahattin Demirtaş bêîtîbar dikin û xwe wekî alîgirên çareseriyê nîşan didin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev kes bi qesdî rola Ocalan vedişerin û Demirtaş dikine amancê tîrên rexneyê.
Ev yek gelekî aşîkar e: Mirov ji gelek aliyan ve li aştiyê dinêre. Eger nêt baş û jidil be, ev nêrîn hemû rast in. Lê dema ku hûn tenê ji hêla desthilata siyasî ve li meseleyê binêrin, hûn nikarin aştiyê yan jî tiştekî din li welat serdest bikin. Dizanim ev nivîs gelekî subjektîf e, loma berî ku dirêjtir bikim dixwazim bersiva pirsa serdêrê bidim: Geşbîn im, lewra tu şenseke aliyan ji aştiyê pê ve tuneye. Bawer nakim ku ji niha û pê de çêbe. Hem desthilata siyasî, hem jî bizava siyasî ya Kurd, dizanin ku wê di atmosfera şer û tundiyê de winda bikin. Loma ji bo ku pêvajoya çareseriyê bidomînin, çi ji destê wan were dê bikin. Rast e, dê ne asan be, lê wê çêbibe. Ev jî girêdayî wê yekê ye ku geşbînên alîgirê çareseriyê, bêyî ku rexnekirinê terk bikin, bi qasî reşbînan wêrek û cesûr bin.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı