Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin

28.03.2015 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2015/03/22)

Beriya pîrozbahiyên newroza li Diyarbekirê fikara sê tiştan dihate kirin: Barîna baranê wekî ku meteorolojiyê ragihandibû, li Sûriyê êrişeke DAIŞê wekî ya Hesekê û tirsa ku wekî roja înê li Batman û Wanê qewimî di navbera hêzên ewlehiyê û çalakvanan de gengeşî rûbide. Baran bariya, lê ji ber ku xelkê xwe amade kiribû tesîreke zêde nekir. Li gel vê tirsên din jî rûnedan û newrozeke tam di kêş û hewaya cejnê de li Diyarbekirê hate pîrozkirin. Lê ya vê carê ne wekî ku me di mînakên berê de dîtibû newrozeke “tarîxî” bû li Diyarbekirê.

Pênc sal berê

Dema ku newroz û Diyarbekir bi hev re têne teleffuzkirin, hema sala 2013an ku Abdullah Öcalan banga piştgiriya li pêvajoya çareseriyê kiribû û xwestibû ku hêzên PKKê derkevin dervayî sînor. Bi rastî jî rojeke tarîxî bû.
Lê ji bo min ku bi salan e li vî bajarî (Diyarbekir) wekî rojnamevanekî newrozan temaşe dikim, newroza herî me’nedar a 2010an bû. Lewra di wê rojê de, ne tenê şahiyeke cejnê dihate kirin, herwiha bibûme şahidê deklarasyona ‘elenî ya nasname û helwesteke siyasî. Meqseda min ne rehberdana xeta Öcalan û PKKê ye di nav xelkê de, herwiha hişmendî û nasnameya Kurd jî ji hêla girseyên mezin ve bi awayekî eşkere dihate qebûlkirin. Xelk xwedî li Kurdbûna xwe derdiket. Yanî bi kurtî bêjim, newroza 2010an a li Diyarbekirê ji bo min temsîla wê yekê bû ku di pirsgirêka Kurd de pêvgaveke mezin hatibû derbaskirin. Îdî ne mumkin e ji vê merheleyê veger çêbe.

Ji wê rojê ve ye, bi taybetî bizava siyasî ya Kurd û gelemperî jî Kurd, herçiqasî li Tirkiyê di siyaset û mijarên girêdayî çareseriyê de çûn û hatin qewimîbin jî her û her bipêş de çûn. Kurdan, di her gavê de qeweta xwe mezintir kir û xwebaweriyeke berfireh bidest xistin.


Leza Öcalan tune

Newroza Diyarbekirê ya vê carê ne ew qasî “tarîxî” bû.  Lewra bi taybetî desthilata siyasî û derdorên nêzîkî wê, me’neyeke gelekî mezin li peyama Öcalan bar kiribûn. Tiştê dihate çavnêrîkirin ew bû ku Öcalan bangewaziya ji bo civandina kongreyeke “bilez” bike û di wê derê de mucadeleya çekdarî bi awayekî qet’î were bidawîanîn. Hêviya sereke û belkî tekane ev bû. Di rastiyê de bi peyama Öcalan hêviyên desthilata siyasî bi piranî hatibûn cî. Lê der heqê sazbûna kongreya bilez de tiştek tunebû. Berevajiyê vê bi cumleya “Hêvîdar im ku mutabeqeta li ser prensîban, demildest pêk were û ji endamên parlamentoyê û Komîsyona Heqîqet û Rûberûbûnê ya ku ji Heyeta Çavdêriyê teşkîl bûye derbas bibe. Bi vê yekê re emê realîzekirina kongreyê bi awayekî serkeftî muşahede bikin” hin şert dane ber. Wisa tê fêmkirin wê tarîxa kongreya PKKê gavên hikûmetê diyar bikin. Lê Serkomar Erdoğan hêj li dijî heyeta çavdêriyê derdikeve. Gava em vê li ber çav bigirin kombûna kongreyeke wisa berî hilbijartinê ji mumkînatan be jî gelekî zehmet dixuyê.


Arinç rol dizî

Sedemekî din ê ku newroza vê carê nebû “tarîxî” ew e ku Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, bi daxuyaniyeke kurt helwesta Serkomar Erdoğan a der barê pêvajoyê çareseriyê de rexne kir. Bi gotineke din peyama “tarîxî” ne ji Öcalan, ji Arınç derket. Di demeke kurt de pir ne mumkin e ku em bandora peyama Öcalan zêde bibînin. Lê xeberdana Arınç, wê demeke dirêj rojeva Tirkiyê diyar bike û dê tesîrê li ser birêveçûna pêvajoya çareseriyê jî, erênî yan jî neyênî muheqeq çêke.

Gotina dawîn: Bi piranî tê xwestin ku kêş û hewayeke wisa derkeve holê: Di bizava siyasî ya Kurd de meylên cuda hene, wekî ku İmralı û Qendîl ne wek hev difikirin… Bi ya min bizava siyasî ya Kurd xwedî hemahengiyeke zêdetir e ji hêla navxweyî ve. Zêdetir bi koordîne hereket dike. Wekî ku me di ahenga newrozê de jî dît, baweriyeke bênihayet ji bo Öcalan heye.

Di muqabilî vê de aliyê dewletê wisa dide xuyakirin ku dengên cuda hene. Hin acizî, derengmayîn û pirsgirêk jî esasen ji vê pirdengiya di nava dewletê de diqewimin. Lazim e me bi bûyerên dawîn, ev rastî bi awayekî eşkere dîtibe.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
21.07.2024 Yeni kutuplaşma konumuz: Sokak hayvanları
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı