Çima HDP di hedefa desthilata siyasî de ye?

10.11.2014 Habertürk
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/11/08)

Berî hilbijartina 28ê Adara 2004an bi du heftiyan kursa yekem a taybet ji bo zimanê Kurdî li Batmanê vebû. Di eynî rojê de serokê Ak Partiyê Erdoğan li Qada Îstasyonê mîtîng ji bo hilbijartinê dikir. Ev coş û xirûşa parlamenterên AK Partiyê yên ku vekirina kursê kiribûn û hatibûn mitîngê hêj li bîra min e. Lê Erdoğan li ser tenduristî û perwerdehiyê sekinî. Peyamên eşkere û nû yên siyasî nedan. Behsa kursên Kurdî ku wê sibehê vebibûn nekir. Hett di xeberdana xwe de negot Kurd jî.

Em ji wê rojê ve dibînin ku desthilata siyasî ji vê pardoksê xelas nebûye. Em wiha şîrove bikin: Rêvebirên AK Partiyê ji polîtîkaya resmî ya wekî “red-înkar-asîmîlasyon” tê pênasekirin cuda bûne û di barê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de gavên mezin avêttine, lê dîsa jî çêbûna nasnameya Kurdan ku wekî encamekî vê rewşê yê adetî ye ditirsin. Hewl didin li ber vê bibine asteng. Li gel ku baş dizanin ev ne mumkin e jî.


Bi xêra DAIŞê

Ji vê meselê em dikarin derbasî hedefgirtina HDPê bi eşkereyî ji hêla desthilata siyasî bibin. Lewra HDP, di roja îro de yek ji aktorên sereke ku nasnameya Kurdan li Tirkiyê ava dike derdive pêş. Halbûkî hêvî û texmîn cuda bûn. Her kes difikirî ku HDP jî wekî selefên xwe di navbera İmralı û Qendîlê de bimîne û berpirsê hemû şaşîtiyan be. Herwiha ji ber ku gelek partî, kom û kesayetên çepgir û sosyalîst di navê de ne texmîn ew bû ku HDP tiral bimîne û di têkiliya Kurdan de pirsgirêk derkeve. Lê wisa nebû. Hesab li hev nehatin. Lewra:


·  Bêguman HDPê xwe ji bandora diyarker a İmralı û Qendîlê xelas nekiriye. Di vê mijarê de hewildaneke wê jî çênebûye. Lê hem partiya desthilatê, hem partiyên muxalefetê û hem jî li cem van cemaeta Gülen di qeyranekê re derbas dibin. Vê jî kir ku pêşiya HDPê bi temamî vebe.  ·  Piştî ku Selahattin Demirtaş bû hevserok dînamîzma partiyê zêdetir bû û di hilbijartina serkomariyê de derkete zîrweya xwe.  
·  Li gel hemû pirsgirêkan de pêvajoya çareseriyê dimeşe. Lê desthilata siyasî hê jî razî nabe ku di navbera İmralı û Qendîlê de rêyeke pêwendiyên yekser were girêdan. Ev jî dibe sedem ku HDP giraniya xwe ya taybet zêdetir bike.
·  Xala herî muhîm jî ew ku piştî DAIŞê li Iraq û Sûriyê êrişî Kurdan kir, îxtilaf û reqabeta di nava Kurdan de kêm kir û mesafeya heyî rakir. Avabûna nasnameya Kurd î heta bêjî bes hate lezê.


Rewşeke derasayî

Em mijarê hinekî din şîrove bikin: Piştî derketina DAIŞê ji “Pirsgirêka Kurdan” zêdetir “Pirsgirêka Kurdistanê” gelekî derkete pêş. Wekî girêdayî vê eger em İmralı û Qendîlê jî bihesibînin, mirov dikare bêje ku rewşeke derasayî ya ji dervayî îradeya bizava siyasî ya Kurd jî li holê ye. Bizava siyasî ya Kurd ji bo niha ji nîmetên serdema nû sûdê werdigire, hêza xwe zêdetir dike. Lê eger tênegihên ku pêvajo ber bi ku ve diçe û mudaxeleyên hewce li ser vê nekin dibe ku rewş berevajî biqulipe û qeweta wan kêm bibe.

Li ser hikûmetê jî: Herçiqasî hin şêwirmend bêjin ku “het dixwaze bila şaşîtiyan bike, her AK Partî serkeftî ye” jî, rastî ne wisa ye. Desthilata siyasî ya ku avabûna nasnameya Kurdan tênagihê, ya rastî naxwaze fêm bike û wê li dijî xwe wekî tehdîdekê dibîne, HDPê di nav bizava siyasî ya Kurdan de xala herî lawaz dibîne. Loma jî wê dike hedef û hewl dide înîsiyatîfê wergire. Lê ev stratejiyeke ne aqilane ye, hetta gelekî xeternak e. Xeternakiya vê yekê jî bi êrişa rêvebirê HDPê Ahmet Karataş derkete holê. Ji ber wê ev rêbaz ji aqil dûr e û xeteran di xwe de dihewîne.

Em di serdemeke wisa de ne ku tê îddiakirin Washinton hindik maye bi Tehranê re hevkariyê rêk bixe. Pêwendiyên Tehran û Washington dikevine qonaxeke nû. Di serdemeke wisa de Enqere mecbûr e ku pirsgirêkên bi Kurdên xwe re kêm bike, piştre jî polîtîkayeke herêmî ya Kurdan derxîne pêş. Geşkirina polîtîkayeke herêmê ya li ser Kurdan ji bo Enqereyê zerûrî ye.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
15.12.2024 11 soruda, YPG ya kendini fesheder mi ya da feshedilir mi?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı