Cemil Bayık: “Em amade ne ku bi her kesê li dijî DAIŞê di heman eniyê de bitêkoşin”

26.08.2014 rusencakir.com
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/08/26)

Gotûbêja bi Cemil Bayık re: Hemû metin
“Em amade ne ku bi her kesê li dijî DAIŞê di heman eniyê de bitêkoşin”

Min û hevalê min ê fotografer İlker Akgüngör, 20ê Tebaxa 2014an roja çarşemê li Kurdistana Iraqê, di maleke gundekî Qendîlê de, bi Hevserokê Konseya Rêvebiriya KCKê Cemil Bayık (Cuma) re gutûbêjeke nêzîkî du seetan kir. Me 23 û 24ê Tebaxa 2014an hin beşên girîng ên vê gotûbêjê di Rojnameya Vatanê de weşand. Niha jî em hemî metnê wê dîdarê bêkêmasî diweşînin.


Wekî li vê derê serdemeke nipînû dest pê kiriye. Hem li Iraqê, hem jî li Sûriyê. Pêvajoyeke ku piştî ketina Mûsilê dest pê kiriye heye. Li gorî întîbaên min du hêzên ku li herêmê mezin dibin hene: DAIŞ û PKK. Ev her du hêz jî niha li dijî hev şer dikin. Gelo rast difikirim?


Cemil Bayık: Ji derve ve wisa dixuyê. Lê hêzên herêmî û gerdûnî li pişt DAIŞê hene. Eger DAIŞ piştgiriya van hêzan wernegirtiba, nikaribû wiha şer bike, mezin bibe û pêşde here. Belê wisa dixuyê ku em bi DAIŞê re şer dikin. Lê ev tenê qismê li ber çavan e. Aliyê pişt perdeyê jî heye. Di rastiyê de hin hêzên herêmî DAIŞê bi ser me ve dişîne.


Yên ku vê dikin armanca wan çi ye?

Bayık: Helbet gelek armancên wan ên curbecur hene. Ne rast e ku em behsa armancekê tenê bikin. DAIŞ, hêzeke biçûk bû lê zû mezin bû. Eger piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî tuneba, nedigihîşte qeweteke hinde berfireh. Çima hate mezinkirin û dixwazin bi DAIŞê çi bikin? Divê em li ser van pirsan kûr bibin. Li Rojhilata Navîn, bi tabîra me Cenga Cîhanê ya 3yemîn diqewime. Dibe ku hinekên din vê rewşê bi awayekî din şîrove bikin, lê em wekî Cenga Cîhanê ya 3yemîn binav dikin. Sîstema kapîtalîst û modernîst li ser Rojhilata Navîn gelek mudaxele kirin, lê mudaxeleyên wan bêencam man. Ne li Lîbyayê, ne li Sûriyê, ne li Iraqê û ne jî li Misrê daxwazên wan bicih nehatin. Mudaxeleyên li ser van deran bi şêweyên cuda hatin kirin, lê yekê jî encam neda û qeyrana li Rojhilata Navîn kûrtir bû. Di dê atmosfera aloz û tevlihev de, sîstema kapîtalîst û modernîst xwest ku Rojhilata Navîn îdare bike, lê nebire serî û mesele girantir bû. Hetta, ez dikarim bibêjim ku qeyrana heyî rê li ber qeyranên nû vekir. Qeyran, wiha mezin bû. Dema ku sîstemê nekarî qeyranê bi vî awayî birêve bibe, berê xwe da çareseriyên cuda. Mezinkirina DAIŞê ji vê ihtiyacê derketiye holê. Madem qeyran nayê birêvebirin, naxwe hê jî tê mezinkirin û ji vê qeyranê hêzên nû peyde dibin. Wê demê jî DAIŞê mezin dikin û hewl didin qeyranê çareser bikin. Bi vê rêxistinê şerê mezhebî tê gurkirin. Şerê mezheban gelekî xeternak e. Lewra biratiya xelkan û yekrêziya wan nahêle. Wan dike dijminê hev. Pevçûna û şerê di navbera wan de pêşde dibe. Loma jî rê li ber parçebûnê vedike.Wekî din jî tarîx û çanda xelkan texrîb dike. Zemîna ku demokrasî û azadî xwe dispêrinê derbê dixwe. Rewşa xelkan lawaz dike û wekî ku hewl bide wan mecbûrî xwe bihêle û bibe xelasker. Bi vî awayî dixwaze kontrola Rojhilata Navîn dîsa bi dest bixe.  Sîstema kapîtalîst û modernîst tu carî naxwaze îstiqrar çêbibe. Îstiqrar dijî karakterê sîstemê ye. Di nav qeyranê de sîstemê birêve dibe. Lê qeyrana Rojhilata Navîn hatiye halekî wisa ku nayê îdarekirin. Çima? Lewra li Rojhilata Navîn, sîstema ku xwe dispêre dewletê rûxiyaye. Ev sîstem cara pêşîn li Rojhilata Navîn derketibû û dîsa berî tevan li vê derê hildiweşe. Di nava vê sîstema ku dirûxe de hewl didin qeyranê birêve bidin. Lê ev ne mumkin e. Çareserî, di nav sîstema hilweşiyayî de nabe. Dibe ku ji dervayî wê çareseriyek hebe.
 

Piştî ketina Mûsilê şîroveyên wisa dihatin kirin ku îdî dabeşbûna Iraqê bi ser sê parçeyan misoger bûye. Bi ya we, dabeşkirina Iraqê armanca projeyeke wisa bû?

Bayık: Mesele ne tenê dabeşkirina Iraqê ye. Ya Sûrî, Îran û Iraqê ye. Eger Tirkî helwesta xwe neguherîne, ya wê ye jî. Jixwe bihêzkirina DAIŞê jî ji bo pêkanîna vê armancê ye, ango parçebûnê cibecih bikin. Sîstem, dixwaze astengên li ber xwe rake û mekanîzmeke ku karibe kontrol bike ava bike. Ji xeynî DAIŞê, hêzeke ku karibe vê bike tuneye. Bi DAIŞê, şerê mezhebî derdixînin, texrîbatê pêk tînin û xelk bêqewet têne hiştin. Astengên li ber sîstema nû, bi şeklê parçekirinê ji holê radibin. Herwiha dixwazin zemîna ku li serê ava bûye biherişînin û şoreşa Rojava ya li Sûrî bêtesîr bihêlin. Dixwazin ku van hemiyan bi DAIŞê bînin cih. Herwiha divê balê bikşînim ser xaleke din: DAIŞ çalakiyên xwe di bin navê Îslamê de dike, lê tu helwest û çalakiyên wê bi Îslamê ve naguncin. Herçiqasî tarîx û îdeolojiya Îslamê ji xwe re bingeh bigire û bi vî awayî bi taybetî jî ji derdorên Sunnî destekeke bas bigire jî, kirinên wê li dijî însaniyetê ne. Li dijî xelkan, çandan, dîn û mezheban e. Loma sîstema kapîtalîst û modernîst dixwaze bi DAIŞê pêwendiya xelkan a bi Îslamê re jî qels bike. Lewra li Rojhilata Navîn çand û kevneşopiya Îslamî gelekî biqewet e. Nirxên demokratîk û civakî bihêz in. Sîstema kapîtalîst û modernîst jî êrîşî nirxên civakî û demokratîk dike. Vê bi DAIŞê dike. Ji ber vê yekê hewl dide berxwedana çand, tarîx û kevneşopiya Îslamî ya li dijî sîstema kapîtalîst û modernîst bi DAIŞê lawaz bike. Kirinên DAIŞê bi rastî jî her kesî difikirîne û mecbûrî lêpirsîneke ciddî dike. Derdorên Îslamî jî li serê difikirin û lêpirsînan dikin.

Wekî din jî tirsê çêdike

Bayık: Jixwe hinek wan dişibihînin Moxilan. Dibe ku hin aliyên wan ên wekî hev hebin, lê berî em wan bişibihînin Moxilan, divê em rastiya DAIŞê baş fêm bikin. DAIŞ, şerê derûnî baş dimeşîne ya rastî. Hevsengiya heyî baş têdigihê. Esil ji vir pêşde diçe. Helbet hinekî tarîxê dide pişta xwe, piçekî jî çanda îslamî bingeh digire û xîtabî civakê dike. Li vê derê, hinekî bersiva erênî dibîne. Valahî jî hene. Sîstema kapîtalîst û modernîst jî dixwaze hin hedefên xwe bi DAIŞê bîne cih. DAIŞ xwe dispêre van û mezin dibe. Bi ya min DAIŞ li Iraqê gihîşte radeya xwe ya herî dawî. Îdî sînorê axirî ye. Ji vir û pêştir mezin nabe. Hetta dê bi paş de biçe û dê qels bibe. Bi DAIŞê Iraq bû sê parçe. Emrîkayê giraniya xwe daniye holê. Hewl dide vê bi şêweyê sê federasyonan çareser bike. Belkî bi şeklê konfederasyonê jî bike. Lê ev plan dê çi qasî encam bidin, di rastiyê de ew jî ne zelal e.


Dema ku em dibêjib Iraq dabeşî sê parçeyan dibe; li Başûr Şîiyên Ereb, li ortê Sunniyên Ereb û li Bakur jî Kurd. Erebên Sunnî de facto ji hêla DAIŞê ve têne birêvebirin. Mumkin e ev wiha bidome? Dewleteke Sunnî ya ku bi mentalîteya DAIŞê ava bibe û Kurd, yan jî Erebên Şîî dikarin bi hev re bijîn?

Bayık: Bawer nakim. DAIŞ niha ji hêla sîstema kapîtalîst û modernîst ve tê xebitandin. Dibe ku serdemeke din jî bê xebitandin. Lewra hin tiştên din ku dixwazin bi DAIŞê bînin cih hene. Piştî ev bicih hatin, bi texmîna min dê DAIŞê bandora xwe winda bike. Ev dê asan be? Nexêr, wisa bi asanî nabe. Lewra zemîneke ku xwe dispêriyê heye. Feqet dê wê zemînê teng bikin û bêbandor bihêlin. Dibe ku li aliyê Sunnî Be’siyên kevn bînin rojevê û bi wasiyeya wan dewlet  an jî rêxistineke din a Sunnî pêk bînin. Jixwe ya maqûl jî ev e. Be’sî niha jî wekî tektîk ji hêza DAIŞê sûdewer dibin. Lewra ewan di civakê de tirsek ava kiriye. Di rastiyê de DAIŞ jî ji Be’siyan sûdewer dibe. Ji hin derdorên din jî îstifade dikin. Ya rastî hemî ji hev sûdewer dibin. Lê ne diyar e, kî kê çi qasî dide xebatê û dê kî zêdetir bibandor bimîne.


Dema ku em li tarîxa El Qaîdeyê dinêrin, em dibînin ku yên zenn dikin El Qaîde xapandine, di rastiyê hatine xapandin. Numûneyên Efxanistan û Pakistanê li ber çavan in. Di tarîxa Emrîkayê de darbeya herî mezin van lêxist, lê berî wê ji hêla CIAyê ve li dijî Sovyetê hatin xebitandin. Fikra “Her çawa be evana zeîf in,  ka em wan bixebitînin, dema îcab kir emê veder bikin” di numûneya El Qaîdeyê de biser neket.


Bayık: Ev ne tenê li Efxanistanê hate dîtin. Ne tenê El Qaîde, li Tirkî jî rewşeke wekî vê bi Hizbullahê hate tecrubekirin. Dîsa li Îsraîlê di meseleya Filîstînê de hate dîtin. Di yekê de jî biser neketin. Hêzên ku dixwestin bikar bînin, piştre ji wan re bûne pirsgirêkên herî mezin. Niha di meseleya DAIŞê de jî tête dîtin. Mesela yek ji wan dewletên ku DAIŞ herî zêde mezin kiriye jî Tirkî ye. Ev muşexxes e. Personelên MÎTê bi xwe çekdarên DAIŞê perwerde dikirin. Ji hêla taktîk û stratejiyê ve perwerde dikirin. Agahiyên muşexxes der barê vê de hene. Tirkiyê, xwest ku bi DAIŞê eniya Sunnî mezin bike. Zenn kir ku dê xwe bispêre wê û di rojhilata navîn de bibe hêzek. Lê di nuqta ku em gihîştinê de, hêza ku dixwest bixebitîne li lingê wê diherbile. Niha ji bo Tirkiyê bûye metirsiya herî mezin. Herkes meraq dike ka gelo wê Tirkî çawa ji bin vê problemê derkeve. Ev rewş li her derê tête dîtin. Kê xwestibe hinekan li gor menfîetê xwe bixebitîne, piştre ew hêz jê re bûye serêşiya herî mezin. Mesela DAIŞê jî wiha ye di rastiyê de.


Em werin ser şerê we. Li Rojavayê hezên nêzîkî we, ne li dijî DAIŞê, li dijî El-Nûsrayê jî şer dikirin. Lê ev di çarçoveya şerekî rûtin de berdewam dikir. Ne wekî rûdawa Mûsilê bû. Şerekî berdewam lê di asteke diyar de bû. Lê piştî ku Mûsil hate girtin û operasyonên Şengal û Mexmûrê dest pê kirin hûn rasterast daxilî nav şer bûn. Piştî ketina Mûsilê, Murat Karayılan  pêşniyarek arasteyî rêvebiriya Hewlêrê kiribû ku koordînasyonek were avakirin û ji bo têkoşîneke hevpar gav bê avêtin. Lê bersiveke erênî nehatibû. Di serdemeke ku her kesî digot wê DAIŞ berê xwe bide Bexdayê, we pê derxistibû ku dê ber bi Kurdistanê ve here. Dawiyê we bi Barzanî re di heman çeperê de şer kir. Hûn dikarin hinekî qala vê pêvajoyê bikin.



Bayık: Rast e. Ya rastî, dema ku em li pratîka DAIŞê ya heta niha dinêrin, em nabînin ku bi dewletan re şerekî ciddî kiribe. Ew her demê bi muxalifan re şer dike. Herî zêde jî bi me re şer dike. Hedefa esasî ya DAIŞê bizava Kurdî ye. Di bizava Kurdî de jî PKK ye. Lewra tekane bizava ku dixwaze di Rojhilata Navîn de alternatîfekê biafirîne, hereketa PKKê ye. PKK, di sîstema heyî ya dewletê de li çareseriyan nagere, li çareseriyên ji dervayî vê digere, alternatîfan diafirîne, li Rojavayê jî ev şiklê modelekê danî ber her kesî. Loma, hedefa esasî ya DAIŞê şoreşa Rojava û xeta PKKê ye. Ev di plana taybet de wiha ye. Bi giştî jî hemû Kurd in. DAIŞ mezin bû, hate mezinkirin. Li Mûsilê çekên artêşekê û ji banqeyên wî bajarî jî pereyekî pir mezin bidest xist û bihêz bû. Dema Mûsil ket, me bangewazî da. Bi taybetî jî me bangî Kurdistana Başûr kir û me got: “Dê DAIŞ berê xwe bide Kurdistanê. Bi vê yekê re namîne. Xetereya li ser Kurdan mezin dibe. Werin em li hemberî vê xetereyê parastineke hevpar pêk bînin. Ev xetere ne tenê li ser Rojava ye. Xetere ji bo Bakur jî heye. Ji bo hemû Kurdan xetere heye. Ji bo wê yekê werin em hêzeke parastinê ya hevpar, qumandariyeke hevpar pêk bînin û li hemberî van êrîşan bisekinin.” Lê belê rêvebiriya Başûr, ev bi ciddî wernegirt. Piştre êrîşa nû qewimî. Eger hûn bala xwe bidinê hedefa esasî ya vê êrîşê Mexmûr û Şengal e. Dixwestin van deran bidest bixin, komkujiyên mezin bikin û êrişî şoreşa Rojava bikin. Armanceke wê ya wisa heye. Çawa ku di êrişa pêşî ya Mûsilê de bi ciddî wernegirtibin, di êrişa dawîn de jî bi ciddî wernegirtin. Berî van êrişên dawîn jî me got metirsî bûye û “DAIŞ dê êrişî Kurdistana Başûr bike, ji bo wê werin em bilez parastina hevpar pêk bînin” lê dîsa bersiv nehat. Me jî ji hêla xwe ve hewl da hin tedbîran bigirin. Eger hikûmeta Başûr, partiyên ku di hikûmetê de cih digirin û yan jî nagirin û rêxistinên siyasî gotinên bi ciddî wergirtibana DAIŞ bi tu awayî ew qasî pêşde nediçû. Nikaribû hinde texrîbatê çêke. Lê ji ber ku bi ciddî wernegirtin, zerara herî mezin gihîşte wan. PKKê zerar nedît. Berevajiyê vê, PKK di çavê xelkê de bihêztir bû. Ne tenê li ber çavê Kurdan, li ber çavê xelkên ji dervayî Kurdan û dînan jî bihêz bû. Lewra di wextê xwe de mudaxeleyî Şengalê kir. Valakirin û xelaskirineke ku dewletekê nikaribû bike, bire serî. Dewletekê jî nikaribû ew qasî bike. Bala xwe bidinê, PKK ne tenê Kurdan diparêze. Xelkan, dînan û çandan jî diparêze. Tu kesî nikaribû xwe li ber DAIŞê bigire û direviyan. Lê PKK, YPG, HPG û rêxistinên mîna van bi yekrêzî li dijî DAIŞê şer dikin û li gel cihan wê têk dibin. Rastiya meselê ev e. DAIŞ ne tenê êrişî Kurdan dike. Êrişî Êzîdî, Suryanî û Ermeniyan jî dike. Erişî mezhebên cuda cuda yên Îslamê dike. Êrişî her kes û her tiştê ne di baweriya wê de dike. Her tiştî texrîb dike. Êrişî cihên pîroz dike. Ne tenê êrişî cihên pîroz ên Filehan,  êrişî pîroziyên Misilmanan jî dike. Tarîx û çandê diherişîne. Tiştekî ji vê metirsîdartir tuneye. DAIŞ xwedî helwesteke bi temamî li dijî însaniyetê ye. Tu elaqeya wê bi Îslamê ve tuneye. Dixwaze însanan ji koka wan û tarîxa wan veqetîne û bigihê encamê. Ev geşedaneke gelekî metirsîdar e.


Li dinyayê her kes DAIŞê û herêmê ji nêzîk ve taqîb dike. Loma we jî ji nêzîk ve taqîb dikin. Li Şengal û Mexmûrê fotoyên şervanên we û Barzanî bi hev re hene. Di çapemeniya biyanî de li ser we gelek nîqaş têne kirin. Nîqaşên li ser derxistina we ji lîsteya terorê di rojevê de ne. Ev rewş, ji wê yekê re dibe arîkar ku hizrên neyênî yên li hemberî bizava we nemînin?


Bayık: Helbet, divê em rastiya bizavekê  ji pratîka wê fêm bikin. Gotineke meşhûr heye: “Rastiya însan pratîka wî ye.” Rastiya PKKê jî pratîka ku bipêş xistiye. Dema em li pratîka PKKê binêrin, fêmkirina wê mumkin dibe. Eger li Şengalê di wextê xwe de mudaxele nehatiba kirin, pêşveçûna DAIŞê nehatiba sekinandin, dê fermanek din li wir rûbida. Eger DAIŞ li wir serkeftiba Êzîdiyek jî bi saxî nedifilitî. Di gavê de mudaxele hate kirin û hetta dikarim bêjim ku bi şer em gihîştin Şiyayê Şengalê. Ji aliyekî ve gerîllayên me hewl didan bigihên xelkê, ji aliyekî ve bergiriya êrişên DAIŞê dikirin û aliyekî din ve jî ji bo gihandina arîkariyên însanî cehd didan ku korîdorekê vekin. Hewl didan di wê korîdorê re xelkê bibin Rojava û wan xelas bikin. Ev bicihanîna wezîfeyeke gelekî giran bû. Wekî min got, tenê organîzasyoneke dewletekê dikaribû ji bin karekî wiha derkeve. Lê hêzên berevaniyê yên wê herêmê û hêzên YPGê yên ku çûne wê derê, birêvebiriyeke hevpar çêkirin û bi ruh û can ev xebat hemî meşandin. Ya rastî dixwazim li vê derê nuqteyeke din jî diyar bikim: Eger li Şengalê mudaxele çêneba û qetlîam rûbida, ne mirovahî, ne Kurd, ne hikûmeta Hewlêrê û ne jî PDK ji bin mesûliyeta vê derdiket. Lewra giraniya PDKê li wir heye. Herçiqasî bi navê hikûmetê li wir be jî, hêz hêza PDKê ye. PDK li Şengalê serdest bû. Eger komkujî rû bida, ev hêz hemû dê di bin vî barî de bimana. Wê di hizûra tarîxê de hemû wekî sûcdar bihata bibîranîn.


Ji hêlekê ve we ew ji vê rewşê xelas kirin.


Bayık: Dixwazim wê bêjim. Di rastiyê de me rûmeta siyaseta Kurdan parast. Me rûmeta hikûmeta Hewlêrê û rûmeta PDKê parast. Me rûmeta însaniyetê parast. Divê herkes ji vê hêlê ve sipasiya me bike.

Li Şengal û Mexmûrê nêzîkbûneke girêdayî şertan pêk hat. Belkî hikûmeta Hewlêrê nedixwest nêzîkî we bibe, lê hûn bi awayekî bûne wekî şervanên pêşeng ji bo hêzên Kurdistanê. Ji pir û pê de wê çi biqewime? Piştî vê jî bizaveke hevpar di rojevê de heye?


Bayık: Eger hûn bala xwe bidinê, serok APO demek e bangewaziyê dike. Dixwaze ku Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk were. Dixwaze dîplomasiyeke hevpar, hêzeke parastinê ya hevpar bê teşkîlkirin û ji bo Kurdan bigere hêzeke aştiyê. Hewldanên wî der barê vê de çêbûn. Ev hewldan gihîştin qonaxekê. Piştre jî xitimîn. Niha zemîna komkirina kongreya neteweyî ji berê zêdetir rexsaye. Zemîna çêkirina hêzeke hevpar a parastinê û meşandina dîplomasiyeke hevpar bihêz bûye. Cehd û bangewaziyên me wiha ne: Em naxwazin bi tena serê xwe bi DAIŞê re şer bikin. Em dixwazin bi hemî hêzên li dijî DAIŞê hêzeke hevpar ava bikin û şerê parastinê pêşde bibin. Herwiha em dixwazin bê jî di bin qumandariyeke hevpar de pêk bînin.


Hêzên herêmî jî daxilî vê ne?

Bayık: Kî bêje DAIŞ xeter e, kî li dijî wê be û bixwaze bi rastî bitêkoşe me diyar kir ku amade ne di eniyeke hevpar de li dijî wan şer bikin. Fikra me hê jî li ser vî esasî ye. Em naxwazin bi tena serê xwe şerê DAIŞê bikin. Hizreke me ya wekî hêzên me bikevin cihekî û dernekevin tuneye. Herwiha em rê li ber nagirin ku hin hêzên din bikevin wan deran. Em dixwazin berjewendiyên xelkê û destkeftiyên gel biparêzin. Ev metirsiyeke li ser her kesî ye. Ne tenê li ser me û Başûr e. Li ser Ereban, Êzîdiyan û heçî kesê girêdayî binemayê demokrasî metirsî ye. Herwiha li ser Misilmanên rastî jî metirsî ye. Lewra her kes zerarê dibîne. Yên ji DAIŞê zerarê dibînin û li dijî wê ne, em amade ne bi her kesî re di heman eniyê de dijî DAIŞê mucadeleyê bikin.

Hûn çi hêviyê dikin?

Bayık: Li gorî min statukoya kevn ji hinek aliyan ve li pişt maye. Lazim e kes di vê yekê de li ber xwe nede. Divê tu partî, berjewendiyên xwe neyine pêş berjewendiyên neteweyî û yên xelkê. Kî wiha bike, dê winda bike. Her partî, divê hem berjewendiyên Kurdan, hem jî yên xelkan biparêze. Divê neteweya demokratîk bingeh bigirin û li dijî DAIŞê rawestin. Em bi awayekî muşexxes daxwaza vê dikin. Yan na em nabêjin em bi xwe têkoşînê birêvebibin. Şert di lehê me de ne. Di qada navneteweyî de, li cem Kurdan û xelkên din prestîja me zêde bûye. Lewra tekane hêza ku li ber xwe dide em in. Yên din nekarîne li ber xwe bidin, reviyane. Wekî hêza tekane ku li dijî DAIŞê li ber xwe dide, me teqdîra her kesî stendiye. Eger em tenê berjewendiyên partiyê bifikirin, rewş niha di lehê me de ye. Em ji berjewendiyên partiyê zêdetir berjewendiyên neteweyî û yên xelkan difikirin. Em dixwazin her kes wekî me van bingeh bigire. Eger lênêzîkbûnên li ser vê helwestê zêde bibin, emê nêzîktirî biratiya gelan bibin. Aha wê demê em dikarin pêşiya şerê mezhebî li Rojhilata Navîn bigirin. Dê şer li ser bingehê rastî rûnê. Wê demê dê şer di navbera alîgirên demokrasî û azadiyê û hêzên li dijî van nirxan biqewime. Ya rast jî ev e.

Ji bo Kurd li hemberî DAIŞê biser bikevin çi lazim e? Newekheviya Kurdan û DAIŞê ji hêla çekan ve li holê ye. Ji Rojavayê hin peyamên der barê vê de tên. Arîkariya çekan ji bo Kurdan tê nîqaşkirin. Li vê derê hûn jî parçeyekî vî şerî ne. Mumkin e ku çekên giran ji we re jî werin.


Bayık: Di rastiyê de divê çekan bidine şerkeran. Kî li dijî DAIŞê şer dike? Helbet hinekên din jî şer dikin. Ez vê înkar nakim, lê hêza ku barê esasî yê şer girtiye ser xwe tevgera me ye. Naxwe, eger çekan bidin, divê bidin aliyên ku bi rastî li ber xwe didin. Ya rast jî ev e. Eger çekan bidin hêzên ku reviyane, me’na ku didin DAIŞê. Hal ew e ku hêzên bi rastî li dijî DAIŞê şer dikin hene. Divê çekan bidine wan. Dixwazim li vir balê bikşînim ser xaleke muhîm: Hêzeke ji însan biqewettir tuneye. Çeka herî mezin însan bi xwe ye. Yê însan bidest bixe, her tiştî bidest dixe. Yên ku wan çekan tevan çêdike jî û dixebitîne jî însan e. Ew çek li Mûsilê di destê artêşa Iraqê de bû. Lê nekarî artêşê nekarî li ber xwe bide. Ew çek hemû bicî hiştin. Naxwe di vir de xala diyarker însan bi xwe ye. Însan jî bi bawerî armanc û fikrên xwe heye. Eger armanc, bawerî û fikir bihêz be, însanên wiha û hêzên bi vî rengî dikarin teknîka herî mezin jî têk bibin. Numûneyên zindî yên vê yekê li holê ne. YPG û HPG, li dijî DAIŞê şer dike. Lê ne di destê YPGê û ne jî di destê HPGê de çekên ku di destê DAIŞê de hene. Lê dikarin bi çekên basît jî li dijî DAIŞê rawestin. Hincetên Başûr ên wekî “di destê me de çekên baş tunene. Di destê DAIŞê de çekên pir biqewet hene. Heta çekan nedine me, em nikarin li dijî DAIŞê şer bikin” ne rast in. Dibe ku li gorî teşegirtin û şekilbûna wan rast be, lê bi giştî ne rast in. Bi qasî ku di destê DAIŞê de hene, di destê Başûr de jî çek hene. Hem jî çekên di eynî mistewayî de hene. Lê DAIŞ şer dike, ew şer nakin. Girêdana meselê bi xurtbûna teknîkê ve ne rast e.  DAIŞ, hêzeke îdeolojîk e. Hêzeke xwe gorî kiriye. Wekî din, hêzên herêmî û navneteweyî li pişt wê hene, her daîm destek dikin. Lom serkeftî ye. Lê hêza pêşmerge ku li hemberî wê ye, belawela ye. Di demên dawiyê de meraqa erebe, pere, bazirganî û vîllayan bi wan girtiye. Ketine pey van tiştan. Hêzeke ku bikeve pey van tiştan nikare şer bike. Eger pêşmerge biser neketibe, sedemê wê ev e. Ne lawazbûna teknîkî ye. Eger hûn bala xwe bidinê kapîtalîzm bi lez ketiye Kurdistana Başûr. Kapîtalîzm, birînên mezin vedike, civakîbûnê lawaz dihêle. Jiyana tekane geş dike. Lewra, hewa berê ya pêşmerge nemaye, lawaz bûye. Kapîtalîzm bûye sedemê vê. Her kes ji dêvla nirxên civakî, li berjewendiyên şexsî difikire. Loma pêşmerge di vî halî de ye. Divê bilez ji vî halî were derxistin. Perwerdehiya rêxistinî û îdeolojîk tuneye. Perwerdehiya eskerî gelekî kêm e. Divê ev perwerdehî bilez were dayîn. Wê demê mumkin e bibe hêzeke berxwedêr.

Min çendê hanê di vîdeoyekê de temaşe kir, xelkê Kerkûkê bi coşeke mezin pêşwaziya we dikir. Hûn li ser bangewaziyê çûne wir ne wisa?

Bayık: Belê, xelkê gazî kir. Ji gelek aliyan ve xelkê bajêr bi daxwazên wekî “Divê gerîllayên PKKê werin me xelas bikin. Em tenê dikarin bi gerîllayên PKKê bawer bibin. Lewra pêşmerge nikare me biparêze. Êrişên DAIŞê hene. Divê PKK gerîlla bişîne û me biparêze” anîn ziman û em gazî kirin. Wekî din ji Kerkûkê heta Şengalê bangewazî çêbûn. Helbet, me nikaribû guhê xwe ji van daxwazan re bigirta. Piştî vê qonaxê me hinek hêzên xwe şandin wê derê. Yan na me nikaribû bişanda.


Lê ev tiştên diqewimin, rewşeke ku dikare hevsengiya siyasî li vê derê serûbinî hev bike…

Bayık: Nexêr, em naxwazin wekî firsendbazan hereket bikin. Armanceke me ya bi vî rengî tuneye. Me tenê ji bo parastina xelkê, ji bo bi birayên xwe yên Başûrî re şerê parastinê geş bikin û Başûr, xelkê wê, nirxên wê û destkeftiyên wê biparêzin hêzên xwe şandin wir. Fikreke me ya wekî xerakirina hevsengiyê û bikaranîna firsendê tuneye. Em xwedî îlke û prensîban in. Ji roja ku PKK ava bûye heta niha, yek ji prensîbên me yên bingehîn eşkerebûn e. Hem li hemberî xwe hem li hemberî dere. We bala xwe dabiyê, em siyasetê vekirî dikin, bi awayekî girtî nakin. Em xwe dispêrin xelkê û siyasetê dikin. Eger xelkê nexwesta em nediçûn. Eger xelk nexwaze, em dîsa nikarin li wir bisekinin. We jî temaşe kiriye ku xelk ên çûyî çawa pêşwazî dike. Di çapemeniyê de jî derket. Eger xelk ew qasî bawer neke, gerîlla nexwaze, ma em dikarin herin? Em nikarin gava xwe jî bavêjin. Lê xelk himbêz dike, ewlehiyê pê dibîne. Mesela li Başûr piştî çûna gerîlla rewş guheriye. Îdî li cem xelkê jî û li cem pêşmerge jî meyla berxwedanê geştir dibe. Berî niha meyleke wiha tunebû. Her kesî hewl dida bireve cihekî. Meyleke bi vî awayî hebû. Dixwazin axa xwe û mala xwe biterikînin. Piştî çûna gerîlla, rê li ber vê meylê hate girtin. Niha her kes wê yekê nîqaş dike ku bi xwe sipartina gerîlla şerê DAIŞê mumkin e. Daxwaza me jî ev bû.


Bi taybetî Rojava, jinên di nava tevgera we de ji nêzîk ve û bi heyranî taqîb dike. Wekî din jî hûn şerê rêxistineke wekî DAIŞê dikin ku di mijara jinê de tam eksê we ye. Li cem we jin pir li pêş in. Ya rastî ev li Kurdistana Iraqê jî ne tiştekî asayî ye. Nizanim jinên pêşmerge hene gelo.


Bayık: Zêne tunin. Hebin jî, li nivîsîngehan û baregehan hene. Di eniya şer de jin tune.

Li Rojhilata Navîn tevgereke din a ku jin ew qasî li pêş ve û berpirsiyaretiyê bigire ser xwe tuneye.

Bayık: Bawer nakim. Di hin tevgeran de jin li pêş be jî, asta ku di PKKê de pêk hatiye li tu rêxistin û qadê nayê dîtin. Serok Apo, tarîx û civakê bingeh digire. Hêzeke ku tarîx û civakê bingeh bigire, mecbûr e ku jinê esas qebûl bike. Lewra civakîbûn û tarîx li dora jinê ava dibin. Esasgirtina jinê di heqîqeta xwe de esasgirtina tarîx û civakê ye jî. Gihîştina wê ye. Hemî koledarî û desthilatdarî li ser qerwaşiya jinê mezin bûne. Piştî ku jinê azadiya xwe ji dest daye koledarî û desthilatdarî geş bûye. Tevgereke ku armanca wê azadî be, divê muheqeq azadiya jinê esas bigire. Asta azadiya jinê, asta azadiya civakê ye. Asta azadiya jinê, asta azadiya mêr e jî. Li Rojhilata Navîn, heta tu bêjî bes di plana paşî de ye. Hevsengî bi temamî li aliyê desthilatdariya mêr e. Hemî desthilat, xwe dispêrin bîrkirina hikûmraniya mêr. Azadî, demokrasî û wekheviya rastî bi azadiya jinê mumkin e. Bala xwe bidinê, DAIŞ li dijî jinê ye. Jinê dikuje û li bazarên koleyan difroşe. Li gelek deverên cuda cuda yên Kurdistanê, jin di şerê DAIŞê de li sefên pêş e. Aliyên vê yên siyasî, exlaqî û însanî hene. Jin heqîqeten li dijî DAIŞê gelekî bihêrs in. Lewra DAIŞ jinê wekî xenîmeteke şer, wekî malekî dibîne û difroşe. Tiştekî ji vê xerabtir nabe. Li dijî vê lazim e herî zêde jin şer bikin. Eger di PKKê de jin li sefên pêş bin, bandora vê yekê jî heye. Zêdabûna jinê di nav PKKê de bîrkirina xelkê jî dihuherîne. Civakê tîne rewşeke demokratîktir. Divê li dijî DAIŞê şerê demokrasî û azadiyê bê meşandin.

Beşir Atalay got piştî 1ê Îlonê nexşeya rê heye û hin detay dan. Notên Öcalan jî gihîştine we. Daxuyaniyên wekî şandeyên nû pêk tên û dê ev şande biçine Qendîlê jî belav dibin. Lê rewşeke wiha heye: Gelemperî ji Öcalan daxuyaniyên erênî, ji we jî yên pirsexalê çêdikin têne dayîn. Gelo ev şîroveyeke şaş e, yan pirsgirêkek heye di vir de?

Bayık: Hûn şaş şîrove nakin. Rolê Serok Apo cuda, yê me cuda ye. Ne em dikarin rolê Serokê Apo bigrine ser xwe, ne jî ew dikare rolê me bigre ser xwe. Ev unsûrên hev temam dikin. Fêmkirina vê bi vî awayî rasttir e. Hin kes dibêjin: “Di navbera Serok Apo û rêxistinê de pirsgirêk hene, nakokî hene, helwestên cuda hene.” Hin kes jî dibêjin: “Nexêr, ne wisa ye. Dabeşkirina wezîfeyan heye.” Ya rast dabeşkirina wezîfeyan e. Serok Apo, pêşengê xelkekî ye û kesê sereke ye ku muzakereyan dike. Rewşa me jî cuda ye. Divê em van tevlihev nekin. Ne eynîkirina wan rast e, ne jî dijberkirina wan. Dibe ku hinek ji qestî tînine hemberî hev. Lê ya rastî rolê Serok Apo û yê me cuda ye û ev hevûdu temam dikin. Rewşeke nakok ne mewzû behs e û nabe jî. Hikûmet behsa çareseriyê dike, lê heqê wê tuneye ku behs bike. Her kes dikare behs bike, lê hikûmet nikare. Hikûmet, di rastiyê de bi navê pêvajoya çareseriyê şerê derûnî meşand. Bi vê yekê her kes mijûl kir, xapand û xiste nav hêviyan. Hewl da armancên xwe pêk bîne. Ya ku dikin ev e. Hikûmetê gavên ciddî ber bi çareseriyê neavêtine. Zemîna ku me pêşkêş kir xebitand û hewl da xwe bihêz bike. Dikarim bêjim ku di vê pêvajoyê de tişta herî kiriye meşandina şerê derûnî ye. Gavên di rêya çareseriyê de neavêt. Serok Apo çareseriyê bi israr û yek alî  dimeşîne. Eger em behsa pêvajoya çareseriyê bikin em dikarin behsa hewldana yekalî ya Serok Apo bikin. Bi van hewldanan çareserî hate radeyekê. Ji vir û pê de divê hikûmet gavan biavêje. Hikûmet bi gotinê tiştên baş dibêje lê gavan navêje. Herkesî dixe nav hêviyan de lê hîç gavên pratîk nade pêş. Loma jî qîmetê gotinan li cem me û li nik civakê tuneye. Me di serî de bi ciddî werdigirt. Lê ji ber ku ji xeynî şerê derûnî tiştek din nekirin, ne ji hêla me ve û ne jî ji hêla xelkê me ne mewzû behs e ku bi ciddî werin girtin.

Hemwarkirinên yasayî û girêdayî wê nexşerêya nû, çûna muzakerevanên nû, daxilbûna şêwirmendê ewlehiya giştî di nav meselê de…

Bayık: Qanûneke çarçeve ji parlementoyê derçû, lê çawa derxistin û ji bo çi derxistin, divê em li wê binêrin. Serok Apo wiha got: “Ez nikarim bi vî şeklî pêvajoyê birêve bibim. Eger şertên min biguherin ez dikarim vê pêşde bibim. Çerçoveya pêvajoyê pêşde neyê birin, ez tuneme.” Tevgera me jî ji beriya berê de ev got û xebatên di vî warî de kirin. Me got, eger çerçove neyê diyarkirin wê tevgera me helwestê bigire. Li Sûrî û Iraqê şer heye, ji bo Tirkiyê jî rewşeke metirsîdar derdikeve holê. Eger Serok Apo vekişiya û tevgerê jî helwest bigirta û şer bikira dê ji bo Tirkiyê bixêr neba. Dê encamên xerab bidest ketibana. Dibe ku rewşeke wekî ya Sûrî û Iraqê derketa holê. Ji ber ku hikûmetê bi vê dizanibû û ji bo Tayyip Erdoğan wekî serkomar were hilbijartin divabû agirbest bidomiya. Divabû şer û pevçûn çêneba. Lewra di atmosfereke şer de serkomarî dikete xeterê. Ji bo ku ev nekeve xeterê, mecbûr man wê qanûnê bînin parlementoyê. Ne ji ber ku dixwestin, lê geşedan û têkoşîn Tirkî mecbûr kir ku wê gavê biavêje. Hikûmet ji bo wê ew qanûn derxist, lê navê wê çi ye? Qanûna bidawîanîna terorîzmê. Ev dide nîşanê ku li Tirkiyê û hikûmetê zihniyet neguheriye. Hê jî bi mijiyekî kevn li meselê dinêrin. Lewra navê qanûnê berê wê diyar dike. Ji beriya berê de dihate gotin: “Li Tirkiyê pirsgirêkeke wekî kêşeya Kurd tuneye. Li Tirkiyê problema terorîzmê heye”, “Hin dewlet naxwazin Tirkî pêşde here, loma bi PKKê wê texrîb dikin. Lewra li hemberî Tirkiyê terorîzm heye û bi vê re şer dike. Têkoşîna bi terorîzmê re meseleya ewlehiyê dihewîne. Divê bi artêşê, polês û îstîxbaratê ev teror bidawî were”.  Bala xwe bidinê ji serî dê vê dibêjin û vê dikin. Tu carî mesele wekî pirsgirêkeke siyasî û mafên tebîî yên xelkekî qebûl nekirin. Loma jî wekî bername nedane pêşiya xwe ku meselê ji hêla siyasî ve çareser bikin. Her carê berê xwe dane xelaskirina terorîzmê. Lewra eger meselê wekî siyasî bibîne, lazim e ji hêla siyasî be binirxîne û çareser bike. Mecbûr e têkoşîna tê kirin rast û heq bibîne. Divê serokê wê tevgerê jî wekî serokê xelkekî bibîne. Hikûmet ji Osloyê heta îro her daîm bi îstîxbaratê karên xwe dimeşîne. Bi artêş û polêsan dimeşîne. Tu carî naverokeke siyasî nade dîdaran. Naxwaze bi siyasiyan re dîdaran berdewam bike.

Ew pêvajoya hûn behs dikin, wekî ku niha dest pê dike?

Bayık: Tirkî ne bi dilê xwe ber bi vê rewşê ve diçe, mecbûr e here. Ev ji daxwaza Tirkiyê wêdetir e.

Dema hûn dibêjin Tirkî, mebesta we hikûmet e.

Bayık: Helbet behsa hikûmetê dikim. Geşedan zorê didine wan. Rêyeke din tuneye. Li Tirkiyê îdî kes behsa terorîzmê nake. PKKê wekî rêxistineke terorîst nabîne. Yên ku herî zêde terorîst didîtin, îro dibêjin lazim e ji lîsta terorê derkeve. Nîqaşên di vî warî de têne kirin. Dîsa pratîka PKKê li Sûrî û Iraqê heye. Li xelkan, çandan û mezheban xwedî derdikeve. Tirkiye îdî piştî vê rewşê nikare PKKê wekî terorîst bide nîşandan. Bide nîşandan jî kes bi ciddî nagire. Lewra pirsgirêka xelkekî ya nasname, ziman û çandê heye. Pirsgirêkên wî xelkî ya azadiyê heye. Herkes îdî vê dibîne. Dê mecbûr bimîne ku vê meselê ji hêla siyasî ve jî qebûl bike.


Dê bimîne, yan maye?

Bayık: Ber bi wê astê ve diçe. Tirkî, bi vî awayî nikare zêdetir berdewam bike. Eger bidomîne wê di eleyhê Tirkiyê de encam bide û bi rastî jî dê bi problemên ciddî re rûbirû bimîne.

We got ‘helwestgirtina me zerûrî bû û hikûmet ji vê bizdiya’. Eger em vê pirsê berevajî bikin, hûn li Sûrî û Iraqê bi awayekî ciddî hene. Ev hinekî jî bi îmkanên teknîkî yên rewşa bêşeriya Tirkiyê û têgihîştina navneteweyî ku bi xêra vê peyde bûye çêdibe. Hûn ji aliyekî ve jî bi Tirkiyê re di şer de bûna, çalakiyên we yên li Rojava û li Iraqê wê dîsa bi eynî erêniyê bihata pêşwazîkirin?


Bayık: Me dîsa dikaribû vê yekê bikin.

Belkî we dikaribû, lê gelo raya giştî ya Rojavayê dê bi vî awayî fêm bikira?

Bayık: Nizanim dê çawa fêm kiribana. Lê me dîsa dikaribû ew tiştên li Rojava û Şengalê bikin. Qeweta me ya vê yekê heye. Hem hêza me ya îdeolojîk, hem hêza me xelkê û hem jî hêza me ya şer heye. Em dixwazin pirsgirêkan bi rêya siyaseta demokratîk çareser bikin. Me neh caran agirbesta yekalî ragihandiye. Hêzek ew qasî agirbestan yekalî ranagihîne. Rewşeke ji agirbesta cara dawî jî wêdetir e ev. Me rêbazên wisa meşandin ku heta niha di tarîxa tu tevgerê de nehatine dîtin. Me ev jî yekalî kir. Ev hem xwebaweriya me, hem jî alîgiriya me ji çareseriya siyaseta demokratîk dide nîşanê. Bi qasî ku em di van de israr dikin, eger nêzîkî çareseriyê nebin, helbet emê xeta rewa ya parastinê geş bikin. Ev heqê me yê tebîî ye. Lê di vê qonaxa ku em gihîştinê de, îdî em dixwazin ne bi şer lê bi rêya siyaseta demokratîk kêşe çareser bibin. Ev di xêra Tirkiyê jî de ye. Eger Tirkî, gavan di vî warî de neavêje emê şer bikin û Tirkî dê bi pirsgirêkên ciddî re rûbirû bimîne. Tiştên li Sûrî û Iraqê dê li Tirkî jî biqewimin. Loma ez bawer dikim ku Tirkî vê yekê dibîne. Eger Tirkî, hin guherînan bike û gavan biavêje jî belkî ne bi dilê xwe dike, lê mecbûr e. Divê ew tişt bêne kirin. Tirkî mecbûr dimîne ku di vî warî de qonaxê pêşde bibe, geşedan wê tînin vê astê. Tirkî, nikare ji vê bireve. Eger birece, dê bikeve halê Sûrî û Iraqê.


Hûn dibêjin, hikûmet bixwaze jî nexwaze jî dê were ser vê xetê.

Bayık: Belê, tê. Helbet ev nayê wê me’neyê ku madem hikûmet hate ser vê nuqtê, naxwe em mucadeleyê nekin. Nexêr, berevajiyê vê, divê em bi têkoşîneke zêdetir gavên lazim e ku Tirkî biavêje leztir bikin. Ev hem di xêra Kurdan de ye, hem jî di xêra hemî xelkên Tirkiyê û çandên wê de ye.

Naxwe hûn ji pêşniyara Beşir Atalay ya ku şandeya nû were Qendîlê re vekirî ne.

Bayık: Em her wextî vekirî ne. Me bi eşkereyî hereket kiriye. Heta niha me kes red nekiriye. Dibe ku ev çapemenî be, şande be yan jî rêxistinên navneteweyî bin. Kê xwestibe bi me re dîdarê bike, me venegerandiye. Em wekî prensîb paşde venagerînin. Redkirin ji aliyê me ve rast nayê dîtin.

Me di sohbeta xwe ya dawî de qala cemaeta Gülen kiribû. Gotinên we yên li wê derê pir deng dan. We gotibû ‘me xwest dîdarê bikin, lê wan qebûl nekir’, ji wê rojê heta niha tu guherîn yan jî hewldan çêbûn?

Bayık: Nexêr, çênebû. Hê jî mesafe heye.

Baş e, di wê pêvajoyê de bawer im we şerê di navbera Cemaet û Hikûmetê de şopandiye. Pêvajo wekî texmîna we dimeşe, yan rûdane we heyirî hiştibe qewimiye?

Bayık: Nexêr, em ecêb namînin. Wekî texmîna me biencam dibe. Lewra du hêzan ittifaq kir. Li ser vî bingehî hatin îqtidarê. Piştî li hemberî xwe bêbandor kirin, şerê desthilatê dest pê kir. Lewra hêzên ku şerê îqtidarê bikin nikarin desthilatê parve bikin. Muheqeq yek ê din tasfiye dike, dixwaze zêdetir desthilatê bidest bixe. Di navbera Fethullah Gülen û AKPê de jî ev qewimî. Heta cihekî bi hev re meşiyan, piştre şerê îqtidarê dest pê kir. Di vî şerî de awantajên AKPê zêdetir bûn û ev baş xebitandin. Tevgera Gülen tengav kir. Bi temamî dikare encamê bigire? Ev ne mumkin e, lewra derdoreke civakî ku Fethullah Gülen xwe li serê ava kiriye heye. Bi temamî nikare tevgera Gülen bêbandor bihêle. Eger bi temamî berê xwe bide Cemaetê wê di eleyhê AKPê de be. Bawer nakim vê yekê bikin. Berê xwe dide hin aliyan û dixwaze wê tevgerê ji reqîbbûnê dûr bixe. Dixwaze hin derdoran jî bi aliyê xwe be bikşîne. Polîtîkayeke wiha taqîb dike. Ji hêla AKPê ve polîtîkayeke rast e û hin encaman jî bidest dixe.


Bi qasî ku em ji daxuyaniyên we yên piştî hilbijartinê fêm dikin, performansa Selahattin Demirtaş hûn gelekî kêfxweş kirine. We hêviya vî encamî dikir?

Bayık: Hêviya me di navbera 10 û 13an de bû. Lê encamê bidest xistiye erênî ye. Tabloya ku derketiye holê, dide nîşandan ku projeya HDPê dikare pêşde here. Dîs li gorî vê HDP muxalefeta rastî ya Tirkî ye. Eger HDP vê yekê bi rêxistinbûyîneke baş birêvebibe, dê muxalefeteke bihêz ji vir derkeve. Divê HDP li ser dengê girtiye rûnenê. Divê rêjeya xwe bigerîne hêza rêxistinê. Lazim e HDP giraniyê bide xebatên rêxistinbûnê. Eger karibe vê bike, Kurdan, Elewiyan, derdorên Misilmanên demokrat, çepgiran û lîberalan himbêz bike, mumkin e li Tirkiyê bibe hêza herî mezin a muxalefetê. Divê HDP xwe ji hin helwestên marjînal xelas bike.


Hûn dikarin mîsalekê bidin?

Bayık: Mesela li Beyoğluyê komek heye…

Li Cihangirê…

Bayık: Naxwazim nav bidim. Tê fêmkirin herhal. Eger HDP vê yekê bike û hessasiyetên wan derdoran û herwiha hessasiyetên kedkarên Tirkiyê jî li ber çav bigire û di asta gotinê de nemîne, HDP dikare bibe hêzeke mezin ya muxalefetê.


Em hemû dizanin ku Tayyip Erdoğan dixwaze sîstema serokatiyê bîne.

Bayık: Ew eşkere ye.

Hin kesên di nav tevgera we de, dibêjin ev ji bo çareseriya pirsa Kurd bijarteyeke baş e. Der barê vê de jî nîqaş derket. Lê min nedît ku we ji hêla navendî ve der barê vê mijarê de daxuyaniyek dabe. Hûn guherîna sîstemê erênî dibînin? Ji bo guherîna sîstemê, dê pêwistî bi piştgiriya we, bi kêmasî astengnebûna we çêbibe. Hûnê bibin arîkar?

Bayık: Em piştgiriyê nadin bîrkirineke li pey hegemonyayê biçe. Ya em dibînin, Tayyip Erdoğan li pey hegemonyayê diçe. Dixwaze bibe zilamê bi tenê. Ev hem ji bo AKPê, hem jî ji bo hemû xelkan metirsî ye. Ev tu azadî û demokrasiyê bi xwe re nayîne. Hetta dibe ku teng bike û bixe metirsiyê. Em wekî prensîb, piştgiriyê nadin kesên li pey hegemonyayê. Birêz Abdullah Gül jî daxuyaniyek da û got alîgirê sîstema parlementeriyê ye. Got, sîstema serokatî û nîvserokatiyê ji bo Tirkiyê ne baş e. Li gorî me jî, sîstema parlementeriyê ji serokatî û nîvserokatiyê demokratîktir e. Em tevgereke ji bu demokratîkbûna Tirkiyê hewl didin. Em dixwazin civak û siyaseteke demokratîk li Tirkiyê bipêş bikeve. Dibe ku sîstema serokatî û nîvserokatî vê teng bike, kêm bixe. Herwiha dive em li bîrkirina serokê partiya ku dixwaze sîstema serokatiyê bîne binêrin. Dibe ku ev bîrkirin encamên erênî jî û yên metirsîdar jî derxîne holê. Kesekî xwedî bîrkirineke demokratîk be dikare bi sîstema serokatî û nîvserokatiyê welatekî demokratîktir ava bike. Lê kesekî li pey hegemonyayê û tekrewiyê dibe ku li Tirkiyê demokrasî û azadiyan kêm bike. Dive ku welat bibe nuqteyeke metirsîdar. Ji vê hêlê ve ev sîstem xeternak e, ne ewle ye. Hûn dikarin bi her aliyî ve bikşînin. Di sîstema parlementeriyê de ewlehî heye. Ji bo ku Tirkî ber rêyên antî-demokratîk neçe û hewldanên bi vî rengî bisernekevin sîstema frênê heye. Loma dê serokatî Tirkiyê ber bi guherîna sîstemê bibe. Dê Tirkiyê biguherîne. Ya muhîm ew e ku Tirkî di rêya demokratîkbûnê de biguhere. Lê sîstem vê pêk bîne, lê rewşa niha hêviyê nade.

Serokwezîriya Ahmet Davutoğlu misoger bû. Hûn der barê vê de dixwazin çi bêjin?

Bayık: Ji bo me kes ne muhîm in. Rêxistin  û sîstem muhîm in. Dibe ku Ahmet Davutoğlu wekî şexs kesekî baş be jî. Lê eger sîstem bi awayekî rast nehatibe avakirin, mirovê herî demokrat jî nikare biser bikeve. Loma, divê em meseleyan ne di ser şexsan re, di ser sîsteman re binirxînin. Ahmet Davutoğlu dê bibe serokwezîr. Birêz Hakan Fidan jî dê bibe wezîre derve. Diyar e ku Birêz Erdoğan dixwaze bi ekîbeke nêzîkî xwe li Tirkiyê sîstemê biguherîne. Eger kesên nêzîkî xwe neyîne cihên krîtîk, nikare guherîna ku dixwaze pêk bîne. Bawer di van guherînan de giraniya Erdoğan heye. Dema vê dike mafdar e. Madem dixwaze li Tirkiyê sîstemê biguherîne, wê demê divê bi ekîba xwe re bixebite. Kî be dê wisa bike. Li Tirkiyê kî were îqtidarê dê ekîba xwe çêke bixwaze bi wan bigihê hedefên xwe.


Derdorên muxalif ên li dervayî we ji pêvajoya çareseriyê û têkiliyên ku bi Öcalan re têne girêdan biguman in û dibêjin di navbera we de pêwendiya bide-bistîne heye û hûn pêşiya Erdoğan vedikin. Têgihîştineke wisa heye. Wekî ku hûn li ser vê li hev hatine, hûnê astengan li ber Erdoğan durist nekin û hetta hûnê piştgiriyê bidine wî. Gelo hîç rastiyeke vê tuneye?

Bayık: Em kesan û partiyan esas nagirin. Di têkiliyên ku em li Tirkiyê dimeşînin de bide-bîstine tuneye. Prensîb û armanc mewzû behs in. Em hevdîtinan li ser vê bingehê dimeşînin. Divê ev yek ji hêla raya giştî ve baş were fêmkirin. Ji bo me AKP, CHP û MHP ferq nake. Kîjan partî were desthilatê emê pê re çareseriye nîqaş bikin. Emê bi hikûmet û dewletê re çareseriyê geş bikin. Ji dervayî hikûmet û dewletê bi hêzeke din re çareserî nabe. Helbet dema ku em bi dewlet û hikûmetê re çareseriyê pêşde dibin, em dixwazin piştgiriya xelkan, çandan, dînan û mezheban wergirin. Lê di nîhayetê de lihevkirin bi dewlet û hikûmetê re dibe. Eger em îro bi AKPê re muzakereyê dikin, sedemê vê îqtidarbûna wê ye. Eger di şûna AKPê de, CHP û yan jî MHP heba, me dê heman tiş bi wan re jî nîqaş bikira. Divê ev nuqte rast were fêmkirin. Ne ji ber ku em AKPê rast dibînin û alîgirên wê ne, muzakereyan dikin. Helbet muzakere bi hikûmetan re tê kirin. Ji ber vê em muzakereyan bi AKPê re dikin. Eger me wekî alîgirên AKPê bidine nîşandn ev bêwijdanî ye. Ji bo me Çiller çi be, Erdoğan jî ew e. Rêbazên wan cuda ne. Çillerê xwest me bi rêbazên eskerî tasfiye bike, Erdoğan jî dixwaze bi siyasetê tasfiye bike. Şerê derûnî bikar bir û xwest me tasfiye bike. Ferqa di navbera wan de ev e. Em çawa dikarin bibin alîgirên AKPê? Ev bêwijdanî ye. Ev xelet e: “Piştgiriyê didine AKPê, loma biser dikeve.” Îro fikra piraniyan  jî ev e: “PKK piştgiriyê AKPê û rê li ber tengkirina mafên me yên demokratîk vedike.” Tevgera ku îro li Tirkiyê têkoşîna azadî û demokrasî dide em in. Eger gelek derdor û girse karibin xwe birêxistin bikin ev encamê têkoşîna PKKê ye. Herî zêde me bi AKPê re mucadele kir. Hê jî em mucadeleyê dikin. Ji bo bîrkirina dewlet û hikûmetê li Tirkiyê biguhere, em hewldanên yekalî dimeşînin.

Yanî we di muqabilî xweseriyê de demokrasî nedaniyê aliyekî… Lewra bi vî awayî tê şîrovekirin.

Bayık: Eslen. Me ne ji demokratîkbûnê û ne jî ji xweseriya demokratîk dest kişandiye. Ev unsûrên hev temam dikin û hev pêşde dibin. Bala xwe bidinê, em bi projeya HDPê demokratîkbûna Tirkiyê dikine armanc. Em hewldana vê dikin. Tirkî çi qasî demokratîk bibe, pirsgirêka Kurd jî dê ew qasî çareser bibe. Çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd, dê demokratîkbûnê li Tirkiyê bi xwe re bîne. Hin rewşenbîrên çepgir û lîberal hene. Di televizyonan de nirxandinan dikin. Dibêjin: “PKK, destekê dide AKP û Erdoğan. Erdoğan jî dîktator e. PKK çawa dikare çareseriyê bi van re bimeşîne? Naxwe xizmeta dîktatoriyê dike.” Lê belê di rastiyê de egere em bi AKPê re pirsgirêkê çareser bikin dê Tirkî demokratîze bibe. Dê li Kurdistanê jî xweseriya demokratîk geş bibe. Eger AKP, xweseriya demokratîk û demokratîzebûna Tirkiyê qebûl neke, jixwe şensê me yê ku em muzakereyan bidomînin namîne. Emê pê re mucadeleyê bikin. Me di paşerojê de mucadeleyeke mezin kir. Niha jî em hewl didin muzakereyan bikin. Eger muzakere be, emê muzakereyê bikin şer be jî emê şer bikin. Em tu carî bi dîktatoriyetê û faşîzmê re nabine yek. Tu dîktator û rêvebiriya faşîst, demokratîzebûnê û çareseriya pirsa xwe danayne ber xwe. Eger deyne, wê demê faşîzmê û dîktatoriyetê nameşîne. Li dinyayê hemî pirsgirêk bi desthilatê û hikûmetê hatine çareserkirin. Hem jî bi desthilatên herî faşîst re hatine çareserkirin. Di îqtidarên demokratîk de jixwe pirsgirêkeke wekî ya Kurdan çênabe. Siyaseteke înkar û îmhayê çênabe. Helbet, tu yê bi kesên ku siyaseta înkar û îmhayê esas girtibin re şer bikî. Tu yê li dijî derdorên ku demokratîzebûnê esas nagirin re mucadeleyê bikî probleman bigihînî çareseriyê.


Dema ku peyker hebû hinekan kampanyaya “çawa destûra vî peykerî didin?” meşand. Piştî peyker hate rûxandin jî, hinek ji we re dibêjin hûn çawa bi vê hikûmetê re dîdaran dikin û kampanyayekê dimeşînin. Wekî encam, gelo rûdanên Licê dê ji bo pêvajoya çareseriyê şikestinekê bi xwe re bînin?


Bayık: Di navbera reş û spiyê de siyaset nayê kirin. Li Tirkiyê her tiştî di nava reş spiyê de ditepisînin. Yan tu yê bêjî spî, yan jî reş. Em siyasetê wiha nabînin û wiha nameşînin. Tenê reş û spî tunene, bi sedan rengên hene di navbera wan de. Em hemî îhtimalan dinirxînin û di nava van de kîjan ji bo bicîkirinê guncaw be, wê hildibijêrin. Yan na, em bi zihniyeta li Tirkiyê heye hereket nakin. Bi çavê reş û spiyê nêzîkî rûdanan nabin. Dema ku pirsgirêk ber bi çareseriyê ve herin, rûdanên herî xerab jî diqewimin. Ev li gelek deverên dinyayê wisa ye. Tirkî û Kurdistan ne li dervayî vê ne. Hin hêz dixwazin ku muzakere nemînin. Dibe ku ev provokasyonan, texrîbatan û atmosferên şer derxînin. Helbet em van rûdanan ji her aliyan ve dinirxînin. Me der barê bûyerên Licê de jî daxuyanî da. Hêzeke ku çareseriyê dixwaze, divê hessasiyetên xelkê Kurd jî baş fêm bike. Ew însanên li wir radizên, zarokên vî xelkî ne. Di mucadeleyê de şehîd ketine. Mahsum Korkmaz jî yek ji van hevalan e. Divê li hemberî van birêz bin. Jêkirina wî peykerî bi tankan û helîkopteran, xizmeta pêvajoya çareseriyê nake herhal. Gulebarankirina wan mezelan û agirberdana hin cihan xizmeta çareseriyê nake. Her mirovê Kurd xwe di nava agir de dibîne. Vê wekî peyama “îcab bike emê we bişewitînin” şîrove dike. Helbet dê xelk li dijî vê berxwedanê bike û ev heqê wî ye. Çawa ku eskerekî Tirk ji bo xelkê Tirk qîmetekî îfade dike, mezelê gerîllayekî jî ji bo Kurdan xwedî nirxekî ye. Destdirêjiya wan nirxan, destdirêjiya xelkê Kurd e. Serûbinîkirina nirxên wî xelkî ye. Loma kesên ku bi rastî dixwazin pêvajoya muzakereyên pêşde bibin, divê hessasiyetên xelkê baş fêm bikin. Divê xelkê han nede û nirxên wî binpê neke. Em di vê de hessas in. Divê ew jî baldar bin. Mesela Beşir Atalay dibêje: “Dewlet hessas e, destûra tiştên wisa nade. Ji niha û pê de jî destûrê nade.” Bi van gotinan dixwaze otorîteya dewletê nîşan bide. Eger dixwazin bi vî awayî otorîter bibin, xelkê Kurd tu carî qebûl nake. Xelkê Kurd, bi salan li dijî vê otorîteyê şer kir. Wê demê demek çareserî nayê xwestin, şer tê xwestin. Lewra ev ev helwest vexwendina xelkê bi bal şer ve ye. Ez vekirî bêjim, ev çend roj in ji şervanên me jin pêşniyarî tên. Madem dest dirêjî vî peykerî kirin, em jî pêvajoyê bidawî bînin dibêjin. Gelek hevalên me wisa dibêjin. Em jî dibêjin lazim e em şer bikin. Bi rûdaneke wisa derhal ketina şer ne rast e. Me got divê hûn van bertekên hestiyarî terk bikin. Me pêşî lê girt yanî. Dibe ku hinek guh nedine me. Lewra bi rastî jî gelekî zorê didine xwe. Çawa ku şervanek dixwaze here li Kobanê û Şengal şer bike, herwiha dixwaze here li Licê jî şer bike. Em di sekinandinê de zehmetiyê dikşînin. Hinekan fîrar kir. Ji ber ku em naşînin, fîrar dikin û hewl didin biçine wir. Me hinek ji wan girtin, hinek çûbûn. Me ew dîsa anîn. Ma em heta ku dikarin vê wisa bidomînin?


Ev rûdan bûyereke gelekî mezin e.

Bayık: Bûyereke mezin e helbet. Divê ev yek were zanîn. Gelek zext hene. Em nikarin qebûl bikin. Dest dirêjî nirxên me kirine. Di pêvajoyeke ku tê gotin emê derbasî muzakereyan bibin ev yek tê kirin. Ev êrişeke li dijî nirxên me û xelkê me ye. Divê em li dijî van êrişan xwe biparêzin.

Gelek mijar, nirx û navên ku her du alî jî li serê hessas in hene. Wekî din jî gelek kesên ku dixwazin maseyê biqulipînin hene. Dê çi li pêvajoyê were?


Bayık: Haya me ji tevan heye. Dixwaze bila ji me biqewime, dixwaze jî bila ji hinekên din biqewime. Em li dijî wan helwest û bîrkirinan in ku vê pêvajoyê paşde bibin û sabote bikin.  Lê ev yekalî nabe. Divê hikûmet û dewleta Tirkiyê jî heman helwestê nîşan bide. Eger meseleyek hebe divê ev bi diyaloxê were çareserkirin. Berî ku diyalox were kirin, destavêtina hin tiştan rê li ber tehrîk û tehrîbê vedike. Wekî ku gelek caran tête gotin, hin kes hebin ku pêvajoyê sabote bikin, ev helwest li ber wan rê vedike. Tenê hessasiyetên Tirkiyê tuneye, hessasiyetê xelkê Kurd jî hene. Hessasiyeta yekalî nabe. Vêca yên ku dixwazin pirsgirêkekê çareser bikin divê hessasiyetên hemû aliyan li ber çav bigirin. Berî ku hessasiyetên Kurdan li ber çav bêne girtin, daxwaza liberçavgirtina hessasiyetên Tirkiyê neheqî ye. Herî zêde jî divê Tirkî, hessasiyetên Kurdan li ber çav bigire. Kurd, tiştekî ji destê dewleta Tirk nagirin. Heqaretê nakin, ziman, çand û mafê xwerêxistinkirinê ji destê wan nagire û qedexeyan danayne ber wan. Dewleta Tirk qedexeyan datîne ber me. Em dibînin ku hessasiyetên aliyên din hîç muhîm nabînin û tenê hessasiyetên xwe esas digirin. Dibêjin: “Em dewlet in. Qanûnên me hene. Tişta em bixwazin emê bikin. Em otorîteya xwe nadine pêpeskirin.” Yanî bi mentiqê berê hereket dikin. Ev mentiq û bîrkirin pirsgirêkan çareser nake. Berevajiyê wê kêşeyan giran dike û ber bi rewşeke metirsîdar ve diajo.






Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
15.09.2024 Erdoğan’ın “din düşmanları”na ihtiyacı var
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı