Cemaeta Gülen li ber sekûka serdemeke nû ye: Bêîtaetiya sivîl

17.12.2014 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2014/07/24)

Çendakî berê min behsa anekdotekê kiribû, li ser ehemmiyet û pêwendiya bi roja îro re dixwazim dîsa bibîr bînim: Di wan rojan de hêj bandora 28ê Sibatê berdewam bû. Weqfa Rojnamevanan û Nivîskaran di tarîxa 9-11 1999an de Civîna 2eymîn a Abantê lidar xistibû. Ez jî ji bo civîna di serokatiya Prof. Mehmet Aydın de wekî axaftvan hatibûme vexwendin. Di civînan yekê de, min xwest ku helwesta pasîf a hereketa Îslamî di 28ê Sibatê de bikime babeta nîqaşê. Dema min got: “Eger li Tirkiyê herekete Îslamî ya sivîl û ji dewletê serbixwe heba, mumkin bû ku li dijî pêvajoya 28ê Sibatê çalakiyên bêîteatiya sivîl bihatana kirin” Latif Erdoğanê ku (qederek e desthilata siyasî vî kesî di şerê li dijî Cemaetê de wekî îtirafker dişixulîne. Ne diyar e ka misyona xwe ya nû baş bicih tîne yan na, lê ev yek muheqeq e ku îtirafkarî xweş lê tê) wê demê serokê weqfê bû û yek ji mirovê bibandor ê cemaeta Fethullah Gülen bû gelekî hêrs bû. Wekî ku Rojnameya Hürriyetê ya 11ê Tîrmeha 1999an derbasî qeydan kiriye bi hîddet ji min re got “Tu çi dibêjî? Divabî serhildan çêbiba? Tu provoke dikî?” û bi ezmanan ket. Xwedêkirî di nav beşdaran de kesên ku me’neya îstilaha “bêîteatiya sivîl” dizanibûn û pratîzyenên wê yên wekî Thoreau û Gandî nas dikirin hebûn. Li ser vê Prof. Niyazi Öktem diyar kir ku “bêîteatiya sivîl” ne serhildana biçek e, berxwedana pasîf e û  Erdoğan dengê xwe birî. Dîmenên ku roja berê li muqabilî avahiya Rêvebiriya Ewlehiyê ya li ser Kolana Vatanê hatine kişandin, vê bûyera 15 sal berê anî bîra min. Di serdema dawîn de, li Rêvebiriya Ewlehiyê ji hereketa Kurdî bigire hetanî rêxistinên Kemalîst gelek kes li vir rastî lêpirsînê hatin. Malbatên binçavkiriyan jî di şert û mercên giran de ji bo piştgiriyê bidin xizmên xwe li derdora avahiyê kom bûn. Em dizanin ku cemaeta Gülen, li van yekê jî bi erênî nenêriye. Em dikarin gotinên berdevkên/medyaya Gülen wiha xulase bikin “Bila her kes li mala xwe çavnêriya biryara mehkemeyê bike”…

Li qedera Xwedê binerin ku gelek navên pêşdehatî yên ku dunî lêpirsîn dikirin, îro di eynî avahiyê de rastî lêpirsînê tên. Xizmên wan jî li dervayî avahiyê li benda wan in. Lewra ji derdoreke wisa tên ku baş dizanin li Tirkiyê hiqûqeke bêalî û serbixwe tuneye. Hêvî dikin ku bi piştgiriya xwe girseyekê derxînin meydanê û rewşa nasên xwe baş bikin.



15 sal berê Latif Erdoğan li Abantê fikrê xwe yê şexsî nedida der, ewî helwesta cîgir a Cemaetê dianî ziman. Lewra yek ji xisûsiyetên cemaeta Gülen ku herî zêde balê dikşîne ew e ku ji roja ava bûye hetanî niha ji “sikak”ê dûr maye. Di gel ku rêvebirên cemaetê di gelek wextan de bi dewletê re problem derbas kirine jî, tehemmul kirine, avêtine nava xwe, paşde vekişiyane û yan jî bi bazariyên veşartî hewl dane ku van çareser bikin. Wekî din jî ji hinek camîayên îslamî aciz bûne ku ji ber sedemên cuda cuda (mesela qedexeya şerpê) derketine kolanan. Loma jî ji bo ku girseya xwe, bi taybetî jî xortên xwe ji wan dûr xistine. Ji bo nêzîkî wan nebin tişta ji destê wan hatiye kirine.



Di roniya van bûyeran de û li ser dîmenên Kolana Vatanê yên li ber Rêvebiriya Ewlehiyê hatine kişandin em dikarin bêjin ku ji bo Cemaetê serdemeke nipînû dest pê dike û zemîna vê jî muhtemelen “bêîteatiya sivîl” e. Feqet xuya ye ku ev dê hîç asan çênebe.
Lewra:

1)  Girseya Cemaeta ku em behsa wê dikin kolanê nizane. Jê ditirse.
2)  Serokwezîr (Serkomar) Erdoğan, ji hemû cure çalakiyên bêîteatiya sivîl aciz dibe û ji dêvla lihevhatinê dixwaze ku bi rêya tundiya polês a dûrî hevsengiyê van biçewsîne, bi kêmanî wan ji armancê dûr bike.
3)  Cîbecîkirina bêîteatiya sivîl di rastiyê divê di bin kontrola “baskê sivîl” ê Cemaetê de be. Lê operasyona li ser Cemaetê, ji bo niha “baskê ne sivîl” dike hedefa xwe. Loma, mesela îddiayên der barê şefên polêsan ên di bin çav de, dûrî zanyarî û agahiyên baskê sivîl e. Hemû îddiayên ji binî ve redd dikin û wekî komployeke hikûmetê diwesifînin. Eger hinek ji van bêyî şek û şubhe isbat bibin, dê şikestinên mezin di nav Cemaetê de werin holê.
4)  Cemaet, iddiaya ku di nava dewletê de rêxistineke cuda ya hiyerarşîk ava kiriye ji hêla kategorîk ve redd dike. Mesela ji wan kesên ku dibêjin binçavkirî ji Cemaetê ne dipirsin “Ma delîla we heye?” û li ser zêde dikin “Qetiyen tiştekî wisa tuneye”. Dema ku ji wan tê pirsîn “Naxwe hûn çima destekê didine wan?” bersivê giştî yên wekî “Mucadeleya li dijî gendeliyê û diziyê” didin.
5)  Hetanî niha tişta ji derve ve dixuya ew bû ku baskê ne sivîl di nav Cemaeta Gülen de ji yê sivîl qelstir bû. Dema ku Cemaet dihate gotin, beriya her tiştî mektebê li hundir û derve, dersxane, medya, civînên Abantê, çalakiyên diyaloxa di navbera dînan de û olîmpiyadên Tirkî bi bîra însanan diket. Sedemê ku di pêvajoyên Ergenekon, Balyoz û hwd. de jî rewş wisa berdewam bû  bêguman îttifaqa bi hikûmeta AK Partiyê re bû. Lê piştî ku rê ji hev cuda bûn, desthilata siyasî (Erdoğan bi xwe) li her der anî ziman ku pêşengiya Cemaetê ji hêla baskê ne sivîl tê kirin, ne yê sivîl. Gotin ku mekteb, medya û çalakiyên çandî jî ji bo nixumandinê têne xebitandin. Di encamê de hedef ew bû ku baweriya Cemaeta Gülen ne “hereketeke xizmetê” lê “rêxistineke organîze ya tawanan” e bi her kesî bidine qebûlkirin. Di atmosfereke ku ev bawerî ji hêla dewletê ve hetanî bêjî bes were enjektekirin, gelekî zehmet e ku bêîteatiya sivîl were organîzekirin.

Bêyî xwerexneyê nabe

Dixwazim balê bikşînim ser çend nuqteyan: 
·  Dunî dozên wekî Ergenekon, Ergenekon, Balyoz, Odatv, KCK hwd. ji hiqûqîbûnê zêdetir siyasî bûn. Lêpirsînên îro jî wisa ne.
·  Dunî di pêvajoya van dozan de maf û azadiyên bingehîn, prensîbên esasî yên dewleta hiqûqê bi awayekî hovane hate îhlalkirin û hewld dan ku vê bi sedemên siyasî meşrû bikin. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin.
·  Desthilata siyasî li pey lêpirsînên dunî bû, Serokwezîr dozgerê wan dozan bû. Şefên polêsan û dozger venedişartin ku haya siyasetmedaran ji gavên têne avêtin heye. Îro jî rewşeke mînanî wê heye, lê yên binçavkirî guherîn.
·  Dunî jî zemîna lêpirsînan ji hêla saziyên diyar ên medyayê û “rojnamevanan” ve dihate amadekirin, îro jî heman tişt diqewime. Lê performansa medyaya nêzîkî hikûmetê, gelekî li pey performansa medyaya Cemaetê ya bihurî ye.
 ·  Tenê wekî ku jêla qeziyê ve rewş hinekî cuda ye. Dunî qeziye dûrî xweserî û bêalîbûnê bû, lê îro hikûmetê hêza Cemaetê ya di qeziyê de bi temamî têk nebiriye.


Di encamê vê de: Cemaetê dunî çi çandibe, îro wê diçine. Eger Cemaet dixwaze ku dûwaroja xwe xelas bike, divê bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe. Lê belê li gel ku hinde bangewazî hatin kirin û ew qasî firsend kete destê Cemaetê jî, xwerexneyeke berfireh û pêbawer nekir. Îşareta wê yekê jî nade ku dê bike.

Eger Cemaet, ji derdorên ku ne mensûbên wê ne piştgiriyeke baş nagire, sedemê ku ew e ku bi awayekî giştî herkes dizane ne paqij e û ji gunehan dûr e. Herwiha em dizanin ku dema îttifaqa wê û AK Partiyê di zîrweya xwe de bû derdorên cuda yên civakî û hereketên siyasî mexdûr kirine.

Loma, eger îro Cemaet mezlûm be nayê wê me’nê ku emê ji çavên xwe ji zilmên wê yên dunî re bigirin. Kesên ku îro destên xwe yên kelepçekirî bilind dikin û masûmiyeta xwe diqîrin, di wextê xwe de bûne sebebê gelek masûm, mezlûm û mexdûran. Evan bi sedemên berhewa û bi îfadeyên şahidên xef, bi delîlên sexte însan digirtin û dixistine ber lêpirsîne. Herkes têra xwe bi van dizane.

Gotina dawîn: Hemwelatiyek li dijî zilm û zoriya dewletê divê çeka xwe ya herî karîger, îcab bike jiyana xwe bixe xeterê û li gel mexdûrên din xwe rêk bixin. Hetanî îro, astengiya herî ciddî ya li ber hereketên berxwedêr ên civakî cemaeta Gülen bû. Eger ew jî hatibin nuqteya bêîteatiya sivîl ev di xêra Tirkiyê de ye. Lê divê beriya her tiştî divê bi xwe bibin sivîl û baskê ne sivîl ê di nava xwe pasîvîze bikin. Qet nebe bi vê gavê dest pê bikin.  Ev şert e.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı