Çav û eqlê herkesî li HDPê ye

25.03.2015 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2015/03/02)

Ji kengê ve ye li Tirkiyê siyaset di ser Serkomar Erdoğan re birêve diçe. Bi piranî înîsiyatîf a wî ye, muxalefet aciziya xwe li ser kirinên wî nîşan dide û dixwaze bandorê çêke. Berxwedana Geziyê û serdema pêşî ya pêvajoya 17-25ê Kanûnê ji vê hêlê ve îstîsnayî ye. Li ji dervayî van îstîsnayek hêj mezintir heye: Bizava siyasî ya Kurd.
Bizava siyasî ya Kurd heta ku mumkin be xwe ji xirecirên berteng ên siyasî û rojane dûr digire û rojeva xwe ya xweser li ser jiyanê ferz dike. Ev rewş hezkirî û nehezkiriyên Erdoğan têra xwe aciz dike. Herdu alî jî cuda cuda hewl didin ku bizava siyasî ya Kurd bikşînin aliyê xwe û di şerê xwe de wekî sîlehekê bixebitîne. Dema ku biser neketin jî, aliyekî meselê bizava siyasî ya Kurd bi terefdariya rexê din tawanbar dike.

Îddiayên li ser peymana veşartî
Bo nimûne piştî ku hate bihîstin wê Öcalan banga çekberdanê di 15ê Sibatê de ragihîne, muxalefetê Abdullah Öcalan û bizava siyasî ya Kurd bi “Girêdana peymana veşartî bi Erdoğan” re tometbar kir. Wextê ji Qendîlê weto hat jî vê carê alîgirên Erdoğan, Öcalan dane aliyekî û PKK/KCK û HDP bi peymangirêdana li gel dijminên AKPê li hundir û derve tawanbar kirin. Dawiya dawîn wextê daxuyanî bi 13 rojan dereng hate belavkirin, dîsa mesele hate serî: Unsûrên curbecur ên muxalif bizava siyasî ya Kurd bi îxanetê sûcdar dikin.

Balkêş e, di nava van de yên ku ji ewweliyata xwe ve dijmintiya bizava siyasî ya Kurd kirine û xerabiya ku ji destê wan hatiye kirine jî hene. Yên ku meseleyê wekî pirsgirêka Kurd binav nakin jî mewcûd in. Yên ku wisa binav dikin jî hene, lê ew pêşniyareke muşexxes ku bibe bedîlê pêvajoya çareseriyê dernaxin holê. Helwesta wan ji ciddiyetê dûr e. Em dikarin nêrîn û helwesta van kesan wiha kurteber bikin: “Em pêşî pirsgirêka Erdoğan çareser bikin, wekî din asan e…”
Û di gavê de gef: “HDP, ji ber ku li gel AKPê pêk hat nikare bendê derbas bikeç.” Piştre ew teoriya komployê ya malûm: “Jixwe baş dizanin ku nikarin bendê derbas bikin lê dîsa jî wekî partî diçine hilbijartinê. Lewra bi Erdoğan re li hev hatin.”


Naçariya yên “Pêlke Derbas be”
Ev muheqeq e: Gelek kes hene mufalefet daxistine asta dijberiya Erdoğan. Ji dêvla ku cehd bidin li ser lingên xwe bisekinin, partî û namzedên ku bawer dikirin wê darbeyekê li Erdoğan bixin destek kirin. Lê her carê rastî hezîmetê hatin. Hin ji wan nabêjin bes. Bêyî dilê xwe geriyan geriyan û dawiya dawîn biryar dan ku dengê xwe bidine HDPÊ. Niha jî tê gotin ku ew deng ji ber daxuyaniya 28ê Sibatê ji HDPê re naçin.
Mumkin e. Lê ev dengên qismê “Pêlke Derbas be” ne bi tena serê xwe têr dikirin ku HDP bendê derbas bike, ne jî bi nedana wan partî di binê bendê de dimîne. Bêguman ji bo her partiyê, nexasim partiyeke wekî li qiraxên bendan diçe û tê her deng biqîmet e. Lê bawer nakim ku HDP muhtacî dengen wiha bideyn be.
Herwiha îddiaya ku dibêje wê daxuyaniya 28ê Sibatê dengê HDPê kêm bike jî ne gelekî licî ye. Hetta bi asanî em dikarin berevajiyê vê îddia bikin. Lewra di nirxandinên xwe yên hetanî roja îro de me her gotiye: Eger pevçûn û şer çênebe, îhtimala ku HDP bendê derbas bike gelekî biqewet e. Li gorî ku daxuyaniya 28ê Sibatê rewşa bêşerî û aramiyê xurttir dike, naxwe pêşiya HDPê bi yekcarê vekirî ye.


Meşa Kurdan ber bi merkezê ve
Min di nivîseke xwe ya berê de HDP şibihandibû Partiya Refahê di salên 1990î de. Min gotibû, ew rêwîtiya ku dîndaran bi Refahê ber bi merkezê dikin û bi AKPê gihîşte encamê, îro ji bu Kurdan mewzû behs e. HDP, bizava siyasî ya Kurd (bi Qendîl û İmralı) wasiteyên vê rêwîtiyê ne. Ew xeletiyê bikin jî, herî zêde dikarin neqla Kurdan a ber bi merkezê ve dereng bixin…

Hilbijartina 7ê Hezîranê ji vê hêlê ve dibe ku vegûherîneke bingehîn bi xwe re bîne. Destê HDPê bi daxuyaniya 28ê Sibatê yekcarê xurt bûye. Eger ji bo herkesî demokrasî, azadî û edaletê bixwaze û vê jî bi awayekî pêbawer bîne ziman, tenê bi neqilkirina Kurdan ji bo merkezê namîne, dikare ji bo hemû Tirkiyê bibe bedîleke rastî ya îqtidarê.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
21.07.2024 Yeni kutuplaşma konumuz: Sokak hayvanları
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı