Çare Hatip Dicle ye?

03.02.2015 Habertürk
Wergêr: /
Orjinal Metin (tr-2014/11/13)

Rojnamevanê bitecrube ji Nivîsîngeha Rojnameya Cumhuriyetê li Enqereyê Erdem Gül, bombeya pêşî teqand.
Di xebera xwe ya kulîsî de ku bi serdêra “Plana AK Partiyê ji bo dîzaynkirina HDPê: Bila Demirtaş here, Dicle were”  weşiya, sedemê aciziya partiya desthilatê ji Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş eşkere kir. Li gorî wî sedem ev bûn:
1)  Zêde nêzîkî CHP û çepgiran e;
2)  Di pêvajoya 17ê Kanûnê de li dijî R. Tayyip Erdoğan beyanat dan;
3)  Li hemberî cemaeta Gülen helwesteke zelal diyar nekir;
4)  Helwesta wî ya li ser bûyerên dawîn ên 6-7ê Cotmeha 2014an.
Dîsa di heman xeberê de hatiye destnîşankirin ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Hatip Dicleyê ku di demên dawîn de daxuyaniyên bi dilê derdora hikûmetê dide -mesela di operasyonên li ser cemaeta Gülen de helwesteke erênî danî- ji hêla desthilata siyasî ve hatiye tercîhkirin.

Pirsgirêka HDPê di warê serokatiyê de tuneye
Hinekan got “ma tiştekî wisa dibe!” û ji xeberê bawer nekirin. Bêguman îtiraza “ma tiştekî wisa dibe!” heq e, lê bi qasî ku min fêm kir xeber jî heta radeyekê rast e. Sedemên ku Erdem rêz kirine, hemû jî biîsabet in. Lê bi texmîna min, sedemê sereke yê aciziya ji Demirtaş ew e ku; ewî dînamîzmeke ciddî da partiyeke wekî HDPê nû û pêşeroja wê nediyar. Demirtaş, bi performansa xwe ya di hilbijartina serkomariyê de û bi dengên ku wergirtin; hem bi girseya adetî ya partiya xwe re têkiliyeke xurt çêkir, hem jî firsenda ku partiyê di qadên nû de jî bi ser bixe kete dest. Bi vê yekê bandoreke erênî li ser pêvajoyê çareseriyê çêkir.
Di vê nuqteyê de ez  tesbîta Hüseyin Yayman gelekî licî ye. Yayman, der barê pêvajoya çareseriyê de geşbînekî bi serê xwe ye û her daîm erênî nêzîk dibe (Xwedê kirî wisa ye). Ew wiha dibêje: “ Gotinên Demirtaş, dengên ku wergirtin û  helwesta wî  ya polîtîk, xeteke di encamê de li fêdeya bizava siyasî Kurd, hikûmet û welat de ye.”
Loma jî em dikarin bi rehetî bibêjin ku: Pirsgirêka HDPê di sarê serokatiyê de tuneye. Lê problema hin kesên di desthilata siyasî de bi serokên HDPê re heye. Lewra bizava siyasî ya Kurd û HDP ku parçeyek jê ye bi awayekî rêkûpêk mezin dibin, lê partiya desthilatê di nav dengdêrên Kurd de zeîf dibe. Aloziya Kobanê, ev paşketina partiya desthilatê kûrtir kir. Yanî niha di navbera herdu aliyên pêvajoyê de newekheviyeke di lehê bizava siyasî ya Kurd de heye.  Di vê rewşê de ji dêvla ku derdorên hikûmetê xwe bihêztir bikin û ferqa di navberê de çêbûye kêm bikin, hewl didin  ku bizava siyasî ya Kurd, bi taybetî jî HDP qels bibe.
 
Misyon û fonksiyona Dicle
Wextê em ji aliyê Hatip Dicle ve li meselê binêrin, beriya her tiştî gelek nakokiyên berbiçav derdikevin ber me. Mesela, hetanî  demeke nêz jî Hatip Dicle, di nav bizava siyasî ya Kurd de yek ji wan kesên “herî tundrew” dihate dîtin. Ji ber vê yekê bi derdorên AK Partiyê hîç giran nehat ku mafê wî yê parlamenteriyê hate xesibkirin û ji Doza KCKê bi salan di hebsê de ma. Hetta em dikarin berevajiyê vê bêjin. Lewra ev yek bi dilê wan bû. Li aliyekî din piştî ku Demirtaş wekî hevserokê HDPê hate hilbijartin, wext di ser re derbas nebû û Dicle jî  bû hevserokê KCDê. KCD, di bin banê bizava siyasî ya Kurd de hatiye avakirin û xwedî roleke diyarker e. Pirî caran pozisyona wê ji ya HDPê jî girîngtir e. Ji ber ku KCD ji dêvla Enqereyê li Diyarbekirê ye, ji hêla hinekan ve rewşa wê wekî “pozisyoneke pasîv” tê dîtin. Ev dide xuyakirin ku fêhm nekirine Diyarbekir, ji bo bizava siyasî ya Kurd xwedî ehemmiyeteke çawa ye.
Wekî gotina dawîn em balê bikşînin ser çend xalan; Dema ku pêvajoya wekî xitimî dixuyê careke din bi rêya xwe de here wê Dicle, misyon û fonksiyoneke zêdetir û berçavtir bigire ser xwe. Îmkanê ku Dicle rasterast bi Abdullah Öcalan re dîdaran bike û pê re bixebite wê bikeve dest.
Dîsa jî em tişta ku divabû me di serî de gotiba di dawî de bêjin û nivîsê bidawî bînin: Ne karekî maqûl e ku hinek ji desthilata siyasî û yan jî kesên derdorên wê HDPê dîzayn bikin. Hewla dîzaynkirina HDPê ne rast e, ne maqûl e û ne jî mumkin e.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
10.11.2024 Abdullah Öcalan’a sormak istediğim 20 soru
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı