Balafirên Emrîka dê DAIŞê li Kobanê jî bombebaran bikin?

20.09.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/09/19)

Ev çend roj in, DAIŞ hewl dide ku bajarê Kobanê yê Rojavayê bi dest bixe. Kobanê dikeve beramberî navçeya Sûricê ya bi ser parêzgeha Ûrfayê ve. Wekî ku tête zanîn, bi înîsiyatîfa PYDê (Partiya Yekîtiya Demokratîk) ya di xeta PKKê de, li herêma ku wekî “Rojava” tê binavkirin û piraniya wê Kurd in, sîstema kantonan hatibû avakirin. Îlhama vê sîstemê jî “xweseriya demokratîk” a Abdullah Öcalan e. Li rojavayê Rojava Efrîn, li rojhilatê wê Cizîr û li herêma di navbera van her duyan de jî kantona Kobanê heye.

Ji ber ku Kobanê pêwendiya di navbera kantonan de pêk tîne, ji bo Kurdan gelekî muhîm e. Wekî din jî Kobanê nêzîkî bajarê Reqqayê ye. Reqqa qerergaha serekî ya DAIŞê ye û tam dikeve orta herêmên di bin kontrola wê de. Loma Kobanê ji bo DAIŞê ji hêla stratejîk ve yek ji hedefên sereke ye.

Şerê li Kobanê bi rojan e didome û her du aliyan jî gelek çekdarên xwe ji dest dane. Ev rewş ji bo gelek aktorên herêmî û gerdûnî di mesaba îmtîhanekê de ye. Em berê xwe bidine çendekan:


Washington:
Rêvebiriya Emrîka, li gel zextên zêde yên hevpeymanên xwe yên herêmî jî li Sûriyê mudaxeleya leşkerî nebire ser rejîma Esed. Herwiha, DAIŞê li Iraqê Mûsil, Tîkrît, Enbar û gelek deverên din ên ku bi piranî Sunnî lê dijîn bi dest xist, lê Emrîka dîsa bêdeng ma. Feqet dema dor hat Hewlêrê, yanî Herêma Kurdistana Iraqê, bi lez dest avête meselê û kete dewrê. Piştre jî Serok Obama li dijî DAIŞê koalîsyoneke navneteweyî pêk anî. Di vê çarçoveyê de, biryar hate dayîn ku ne tenê li Iraqê li Sûriyê jî hêzên naxweyî li dijî DAIŞê werine destekkirin. Dema em ji vî aliyî ve li meselê binêrin, îhtimal e koalîsyon piştgiriya Kobaniyan bike. Lewra li wê herêmê çekên DAIŞê pir giran in û Kurd di şerê li dijî wan çekan de gelekî zoriyê dikşînin. Feqet, hetanî niha ne êrişa hewayî li dijî çeperên DAIŞê hatiye kirin ku Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kiriye, ne jî hêzên ku li dijî wan şer dikin ji aliyê çekan ve hatine destekkirin.

Enqere: 
Sedemekî dudiliya Washingtonê der barê mudaxeleya Kobanê de Enqere ye muhtemelen. Lewra bi hikûmeta AK Partiyê gelekî ne xweş bû ku partiya PYDê ku di xeta PKKê de ye li Sûriyê bihêz derkeve holê. Ew qebûl nekir û hewl da ku bandora wê sînordar bike. Lê ji ber ku DAIŞ wekî xetereyeke mezin derkete holê û hem jî Artêşa Azad a Sûriyê, van nêzîkên li Kobanê bi YPGê re bû hevpeyman û cepereke hevpar ava kirin, dibe ku helwesta Enqereyê vê carê biguhere. Lewra Tirkî, ji serî ve piştgiriya Artêşa Azad kiriye. Tirkî, bi vê helwesta xwe dê isbat bike ku mayîna li dervayî “hevpeymana xwebexşan” nayê me’eneya piştgiriya DAIŞê. Dê bi saya vê gava xwe, îddiayên der barê vê mijarê de derew derxîne. Herwiha, eger DAIŞ li Kobanê bi ser bikeve, wê di sînor de xetereyekê çêke û dê pêleke mezin a penaberên Kurd ber bi Tirkiyê ve werin. Penaberên ku ji dunî ve tên û li ser sînor kom bibûn, piştî nirxandinên dirêj derbasî Sirûcê bûn. Lê eger Kobanê bikeve, dê karesata însanî ji vê pêlê qat û qat mezintir be.

Hewlêr:
Herêma Kurdistanê, bi sedemê ku zextê li ser partiyên Kurd ên ji dervayî xwe dike, ne bi dilê wê bû ku PYD li Rojavayê înîsiyatîfê bi dest bixe. Wekî xaleke girêdayî vê mijarê, guhê xwe ji bangewaziyên Rojavayê yên li ser arîkariyê û hevkariyê re girt û mesafe xiste nava xwe û wan. Lê piştî ku DAIŞê Şengal bidest xist, arîkariya pêşî ji Rojavayê yanî ji YPGê gihîşte Êzîdiyên li Çiyayê Şengalê wehîd mabûn. Herwiha rêxistina xwişka YPGê HPG, li çepera Mexmûrê li kêleka pêşmerge şerê DAIŞê kir. Bi saya vê sarbûna di navbera her du aliyan de nema. Dîsa jî rêvebiriya Hewlêrê, di plana pêşî de hewl dide ku axa xwe li dijî DAIŞê biparêze û cihên ji dest daye jî bi paş de bigire. Loma gelekî ne maqûl e ku mirov çavnêriya wê û çûna hawara Kobanê bike. Hewlêr di mesela Kobanê de nikare tiştekî zêde bike.


PKK:
Rojava, qederek e wezîfeya laboratûarê ji bo modela “xweseriya demokratîk” a Öcalan dike. Wekî din van rojên dawî di ragihandina welatên Rojavayî de şîrove û nûçeyên li ser wê yekê derdikevin ku şerê herî bibandor PKK li dijî DAIŞê dike. Bi taybetî jî şerê ku YPG li Sûriyê li dijî DAIŞê dimeşîne balê dikşîne. Loma, PKK li Kobanê, heta radeyeke mezin îmtihaneke gelekî ciddî dide. Di encama vî şerî de ne tenê pozîsyona PKKê ya li herêmê, herwiha dê eqûbeta Rojava, Sûriye û li gel van jî ya DAIŞê diyar bike.


DAIŞ:
Qederek e DAIŞ di nav tevgereke diyar de nedixuya. Lê piştî ragihandina hevpeymana di pêşengiya Emrîka de, êrişa xwe ya herî ciddî bire ser kobanê. Em dikarin vê pêngavê bi awayekî din jî bifikirin ku DAIŞ dixwaze helwesta hêzên hevpeymanê bipîve. Lê belê di rastiyê de rêxistin bi xwe di îmtihanê re derbas dibe. Ev misoger e. Em vê rewşê wiha şîrove bikin: DAIŞ, bi taybetî piştî bidestxistina Mûsilê, bi hêza xwe ya çekan ku ji tevan biqewettir e, dixwaze dijminan têk bide. Li hemberî wê jî xelkekî wisa heye ku bibiryar e axa xwe dijî hêzeke dagirker biparêze. Girêdayî vê yekê hereketeke rêxistinbûyî û têra xwe bitecrube pêşengiya vî xelkî dike. Eger DAIŞ li Kobanê bi awayekî berçav têk biçe, ev dê ji bo wê bibe destpêka bidawîhatinê.

Lewra li Rojhilata Navîn, şer tenê bi desthilata çekan nayê bidestxistin.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
19.11.2024 Nihayet birilerinin beklediği ve umduğu gibi Devlet Bahçeli geri adım mı attı?
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı